Jiyan û Felsefeya Mansûrê Hallacvan

Jiyan û Felsefeya Mansûrê Hallacvan

Jiyan û Felsefeya Mansûrê Hallacvan| Ali Gurdilî

Kevnarezanayê/Arkeelogê fransî Louis Massignon, rojekî diçe Bexdayê  û di dema lêkolînê de, li ser perçeyekî sewîlekî kevin rastê vê nivîsê dibe: <Ji bo gihêjtina xwedê, du rekat nimêj jî bes e. Bes ku mirov destnimêja xwe, bi xwîna xwe bigre!>

Xwediyê vê hevokê, Mensûrê Xellacî/Mansûrê Hallacvan (858-922) e…   

Bi dîtina vê nivîsê re, xebata Louis Massignonî ya sihûsê (33) salan dest pê dike. Belê, Louis Massignonî 33 salan li ser jiyan, felsefe, peywendî û şert û mercên wê demê hûr dibe. Dawî, nêzîkê 4000 (çarhezar) rûpelan berhemek diafirîne ku ev berhem, li ser jiyana Hallacvan e.

Jiber vê yekê ye, ku Louis Massignonê fransî di derheqê Hallacê Mensûrî (Hallac El Mansûr- Hallacî Mansûr- Mansûrê Xellacî) de wekî pêzan/pisporekî mezin tê hesibandin. Zanayiyên di vî warî de yên ku hene jî bêguman, bi giştî ji berhema Massignonî hatine wergerandin û gihêjtine ber destê xwendevanan. Di vê kurtenivîsê de, ez dixwazim bi tenê li ser jiyan û felsefeya wî rawestim û di vî warî de, çend zanayiyan vebiguhêzînim we.

Navê Hallacvan yê rasteqîn, <Abû Abdullah El Hiseyîn Bîn Mansûr Bîn Mahamma El Beyzavî El Hallac> e û di sala 856- ê de, li herêma Tûr, li Beyzayê hatiye dinyayê. Di wê dewrê de yên li Beyzayê dijiyan; di bin parastina dewleta Yemenê de bûn. Jiber vê çendê, hatiye gotin ku Hallacvan ji Yemenê ye. Belam, bapîrê wî mazdeîst û mirovekî îranî bûye.

Bi bavê xwe re, bi karê tevnejevaniyê/hallacvaniyê mijûl bûne, ku piştra ev nasnav jî, dibe perçeyeke navê wî. Hallacvan, bi hemû jiyan û felsefeya xwe re bingeha sûfîtiyê ava kiriye û wisa tê hesibandin ku sûfîtî; di gihêjtina xwedê de riya sêyemîn e. Wekî tê zanîn di ramanên sûfiyên berê de, lihevhatinên sûnnî û <muteziliyan> hebûn. Lê Mansûrî wisa bawer kiriye ku mirovî, ne bi riya aqil û ne jî bi riya veguhastinê dikare bigihêje xwedê. Ji bo gihêjtina xwedê, pêwist e mirovî ji nîmetên dinyayê bireve, yan jî dest nede wan. Ev yek, pêwîstiyek e û girîng e.

Xellacî di berhemên xwe de wiha dibêje: <Mirov dil e, dilîn e. Xwiyakirina wî/wê mîna guldangê ye û bimirin e. Mirov, ketiye şeklekê madî. Heçku, ji hêla hindûrîn ve xwe di şeklê dil de nîşan dide. Hemû tişt, ji aliyê dil ve têne dirist kirin û hemû tiştî, dil dikargerîne. Dil, bêhn dide giyanê û giyan, mirovan raserî alema daringî/madî dike. Laş, di nav danûstandinên daringî/madî de ye. Gurza mebestê, di zincîra têkiliyan de delka/zagona resen e. Made, mirov diavêje nav dinyaya wanekan. Ew mirovên ku di têkiliyên madî de girêdayî dimînin, ew êsîr in. Divê mirovî, ji madeyê derbas bibe û dakeve nav dinyaya wateyan. Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata Xwedê û ji êsîriya made, mirovan azad dike. Mirov, divê guh bide dengê dilê xwe û xwe ji madeyê rizgar bike. Dil, ji bo dîtina xwedê; ji aliyê xwedê ve bi awayekî xwemal hatiye afirandin. Hege mirovî bizanibe dilê xwe veke, dê Xwedê, dilê wî/wê bi dilînê/evînê dagire. Xwedê, afiraner e û ji hemû tevgerên mirovan, ji yên hindûrîn û ji yên der, berpirsiyar e. Yên dikûje û yên vedijîne jî, xwedê ye. Ecel û roja mehşerê, ji roja ewilî ve hatine destnîşankirin. Di rêwîtiya jiyanê de, qûtê mirovan dîsa xwedê dide mirovan. Ji bo mirovan tiştê girîng hilbijartina başî û xirabiyê ye. Yên rê nîşanê mirov dide, zanist e. Mirov dikare bi hêza xwe hestên xwedbîn/reşbîn dahf bide aliyekî û bigihêje delaliyê. Di vê domanê de, wê dil jêre rêzaniyê bike. Waswas, çavê dil diqerimîne û nezanî jî, mirovan ji xwedê dûr dike. Dil û aqil, pêwîst e hevdu temam bikin.’

Xwedê, xezîneyeke veşartî ye û li gorî Quranê, hemû kes nikarin bigihêjin vê xezîneyê. Pirsgirêka <giyan- laş> û  <dil- aqil> pirsgirekeke sereke ya felsefe û teolojiyê ye. Ji fîlozofan hinekan giraniyê dane aqil û tiştên madî, hinekan jî giraniyê dane dil- giyanê û wateyê derxistine pêş.

Di felsefeya îslamê de xwendegeha/ekola Mutezîle, giraniyê daye madeyê û bikar anîna aqil jî gellekî girîng dîtiye. Sûfî û Mîstîkan jî, zêdetir bala xwe dane dil û giyanê. Li gorî aligirên  <Îmamiye> jî; bi tenê Hz. Muhammed, Hz. Elî û yên ku ji bavika wan tên; dikarin têkiliyê bi xezîneya xwedê re deynin. Ji bilî wan, Selmanê Farisî jî heye, ku Hz. Muhammed ji bo wî gotiye ku <ew ji malbatê ye.>

Li gorî dîtina Hallacvan jî: <Kesê/a ku bikaribe çavê dilê xwe veke, ew mirov dikare ji hêla dil û giyanê ve, bi xwedê re bikeve danûsitandineke ragihanî. Ragihan dikare gellekî bi pêş bikeve û di wê demê de, mirov bi xwedê re dibe yek. Tevgera mirov, di wê domanê de êdî tevgera xwedê ye. Ji bo vê yekê jî, ne pêwîst e ku ew mirov di pêşiyê de mirovekê hilbijartî be. Piştî sê domanan, mirov dikare bigihêje xwedê. Domana yekem ew e ku, mirov xwe ji hemû zewqan dûr bike û fêrî tunebûnê dibe. Domana duyem de, mirov digihêje zelaliya tebatî. (pasîfiyê) Di domana sêyem de jî, yekbûn heye. Di van hemû domanan de jî, rêzan dil e.>

Wekî tê zanîn, li gorî baweriya ola îslamê jî: xwedê, mirovan wekî xwe afirandî ye.  Çavkaniya vê baweriyê hedîs in û hemû ekolên misilmaniyê, vê yekê li gorî baweriyên xwe rave kirine.

Li gorî baweriyên <Mutezîliyan>: Xwedê kûllî (seranser) aqil e. Xwedîaqilbûna mirovan jî, ji vê yekê tê û encama vê yekê ye.

Li gorî baweriya Hallacvan jî: <Mirov, dişibe xwedê. Lewra, hemû rûçikên xwedê li cem mirovan jî hene. Xwedê zanist e, aqil e, hêz û dilîn e. Efûkirin e, pîrozî û delalî ye û rewnak e. Mirov jî, xwediyê van rûçikan in; bes ku çavê dilê xwe vekin. Belam, mirov ancax di helwistekê pisporiyê de dikarin bigihêjin van rûçikan.> 

Pirsgirêkeke felsefeya Îslamê yeka din jî, çarenûs e. Bawerî yan nebaweriya çarenûsê, ji aliyê ekolên misilmaniyê ve, bi awayên cihêreng hatiye guftegoyî kirin. Di ola îslamê de, li gorî tevgera Cebriye: <Li vê dinyayê; hemû tevgerên mirovan ji aliyê xwedê ve hatiye destnîşankirin.>

Tevgera Mutezîle jî, li hember vê angaştê radibe. Lewra li gorî wan jî, angaşteke wiha; rê li berpirsiyariyê dadi de û rola aqil jî li derve dihêle. Li gorî Mutezîliyan; semaxa mirov azad e û mirov, bi alikariya aqil dikare başî û xirabiyê ji hevdu veqetîne û çarenûsa xwe destnîşan bike. Belam <ehlî sinetê>, di navbera Mutezîle û Cebriye de navînrêyêkê dişopînin. Di bûyêra Hallacvan de jî, ji ber ku Hallacvan xwe bi xwedê re dike yek (ne ku yek dibîne); yan bi xwedê re di yekbûnekê de ye; ev dîtin wî dike perçeyekê xwedê û wî nêzîkê tevgera Cebriye dike. Encax Hallacvan, dil û hesta eşqê dixe nav çarenûsê û bi vê yekê re jî, ji wî xwedayê ku mirov jê ditirse dûr dibe. Dawîn, çarenûsa mirov di nava dilînê de dihelîne.

Pirsgirêka hikmeta afirandinê jî, babeteke sereke ya felsefeya îslamê ye. Her wekî: Li gorî <îmamiye>: xwedê, cara pêşîn ronahiya Hz. Muhammed afirandiye.>

Li gorî Nuseyriyan jî: ronahiya Hz. Muhammed, veguheriya ye ronahiya gerdûnî. Piştra jî, sitêrk çêbû ne. 

Li gorî Durzuyan: <xwedê beriya her tiştî, aqlê gerdûnî afirandiye.>

Li gorî baweriya Hallacvan jî: <beriya her tiştî xwedê, ronahiyê û piştra, giyanê û nefsê afirandî ye. Piştî hemûyan, xwedê navan, reng, tam, bêhn, dem û war aniye gerdûnê. Ji bo takêşîkirinê jî; nakokiyên ronahî/tarî û tevger/bêtevgerî û hebûn/tunebûnê afirandi ye. Xwedê, xezîneyeke veşartî ye. Mirov, rasterast nikare ew binase. Mirov, ancax dikare rûçikên wî binase. Yên diparêze û yên efû dike jî, ew e.> 

Di dawiyê de bi tawana bêolî û bi xwedê re yek dîtinê, (ku berê Hallacvan gotibû, <ez heq im, ez heqîqet im, ango, ez xwedê me> biryara kuştina Hallacvan tê birrîn.

Di 26 adara 922- ê de (mîladî) wî teslîmê celadê wî dikin.

Li gorî zanayiyan: Hazar (1000) qirbacan lêdane. Piştra destekî wî û lingekî wî, dûre dest û lingên din jê kirine. Tê gotin ku dema serê wî jê kirine, di laşê wî de hê jî rih hebû ye. Laşê wî, bi çarmixê ve hatiye girêdan. Piştî çarmixê, laşê wî bi petrolê hatiye şewitandin û xweliya wî li çemê Dicleyê belav kirine. Serê wî yê jêkirî, wiha du rojan bi dîrekekî ve maye. Piştra, serê wî yên jêkirî li bajarê Horasanê di nava gel de hatiye gerandin. Di dema biryara kuştinê de jî Hallacvan wiha gotiye: <xwîna min, ji we re haram e.  Ez di riya xwedê û îmanê de me û baweriya min jî Îslam e.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

11.05.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/jiyana-mansure-hallacvan.html

3- http://www.felsefevan.org/mansure-hallacvan-858-922.html

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

 

Bersivekê binivîsin