Jin û Çanda Kurdî

Jin û Çanda Kurdî

Jin û Çanda Kurdî 

Kurd dibêjin her darek li ser koka xwe şîn dibe. Her milet jî li ser çanda xwe pêşve diçe. Xwezî kurd ji li ser koka xwe bi pêşve biçûyana, li gor çand û fîlozofîya kurdî ya kevnar jin jiyan bû û bê jin jiyan nedibû. Eger hûn bi kurdî bifikirin û vegerin li ser çanda xwe yê resen, hûn ê pê bihesin ka çanda kurdî çi girîngî dide jinan.  

Di nav çanda kurdî de jin cihê xwe taybetî heye û rêz a ku li jinan re tê nîşandan, ji çanda ereban û tirkan û miletê rojhelata navîn pir cihêwaztir e. Stran, kilam, govend, mêvandarî, heta rabûn û rûniştina me jî cînarên me cudatir in. Eger kurd ji bandora ol û cînaran dûr bikeve, dê were dîtin ka di çanda me de jin çiqasî girîng in û têkiliyên mêr û jinan çiqas ji yên ciranan cudatirin û li cem me mêr û jin çiqasî qimet didin hevûdu. 

Her çiqasî îro di bin tesîra cîranan de rola jinan li Kurdistanê ji guhertibe, lê di çanda kurdî de çi ferq nayê xistîn navbeyna keç û lawan, mêr û jin piştevanîya hevûdu dikin û barê jiyanê bi hevre parve dikin. Spehitîya ku bi çalekiyên jinên kurdan ên civakî diafire, xweşikbûnekî taybetî dide jiyan a kurdan. Di nav tu miletî de hiqasî jin û keç ên qehreman û pêlewan derneketîye û ji Leyla Qasim bigire, heta îro jî li çar parçeyê Kurdîstanê û bi taybetî jî rojavayê Kurdîstanê bi hezaran keçên me di nav şerde ne û welatê xwe diparêzin. 

Hîn gelek kêmasiyên me hene û em kurd hîn negihîştine asta welatên pêşketî, lê em li gor welatê cîranan pir pêşde ne. Divê em kurd vegerin ser koka xwe, ser çand û dîroka xwe ya resen, da ku pirsa jinan, bi rê û rêbazên mirovî û demokratîk, bi temamî çareser bikin. Divê ji bo miletê kurd her roj roj a jinan be û çi mêr û çi jin, li cem me wek hev bin, ji aliyekî din, jinên kurdan ji xwe hem estetik in hem spehî ne hem çalak û hem jî bi hêz in. 

Sultan Arslan

08.03.2015

Bersivekê binivîsin