Ji Serê Çiyayê Nemrûd, Silavkirina Şêşims

Ji Serê Çiyayê Nemrûd, Silavkirina Şêşims

Gername; Ji Serê Çiyayê Nemrûd, Silavkirina Şêşims 

Roja duyem, em ji xewê rabûbûn, lê hêjî giranî û westandina rê ji ser me ne çûbû. Serê sibê me çayek ji çaya Diyarêbekir vexwar, lê rê li benda mebû. Tevî ku dem û derfet hebûna min dixwest tenê li wê çayxanê rûnim û ji devê nişteciya jiyan û barê jiyanê bibihîzim.

Xelkê van deveran, bawer dikin gava bi devoka xwe ya qebe û hişk diaxivin, ne bi tirkî ye. Lê bi xwe nahisin, ku zarokên wan bi tirkiya pak diaxivin. Berê me li Wêranşarê bû. Di ser çiya yê Qerejdaxê re, xwe berdin ber riya Wêranşarê, warê Dewrêş û Edûlê, yê Sakîne û Sînan.

Rê xirabe ye, lê ji carên berê zehf çetir bû. Berê di ser Dêrika Çiya yê Mazî re diçûn Wêranşarê. Lê niha rê kurt bûye. Em bi rê ve zebeş û petêx, yan jî bi navekê din kelekekî dikirin. Heta em gihan ser ava Kanîreşkê, em li ser çiyayê Qerejdaxê rawestiyan. Me zebeşê xwe xiste nav avê. Me bi ava sar ser û çavê xwe şûştin. Piştî qasekî me zebeşê xwe derxist û tevî hin rêwiyên din xwar. Li serê çiyê hêjî  malên koçer û ajalvana têra xwe hene. Her wesa konê reş jî.

Gava em nêzîkî Wêranşarê dibûn, ewrên reş jî li hev kom dibûn. Em jî kêlî bi kêlî nêzîkî taviya baranê dibûn. Gava em nêzîk bûbûn, baranê dabûyê. Min ji Memo re got; <Ka raweste…> Memo, Aydîn, û Phîlîp matmayî li min dinerîn. Ez derketim derve ber baranê. Ba di guviya û bêhna ax û nebata bi xwe re dianî. Bi dilopê baranê re, bêhneke ku di qoziya hinase û hişê min wenda bûbû dîsa derdixistin û min li zaroktiya min vedigerand. Ez şil dibûm, lê ne xem û kul bû, berevajî bîranîne min nû dikirin.

Heval dikeniyan bi min û digotin; <Tu dîn î>. Min jî go; <ma biaqilan çi ava kiriye?> Ger mirov xwe aşt neke, nikare hin kesên din jî aşt bike. Û axaftina me didomiya. Gava em nêzîk dibûn, êdî gundê Êzdiyan, Birc xuya dikir. Em di ber Bircê re bihurîn.

Me rasterast berê xwe da petrolxana Yuksela. Ya kûzen, yan jî Kurmetikê min, Alî, Hadî û Kato Yuksel e. Me heval û gundiyê me Soro dît. Paşê me berê xwe da gundê Olaxciyê. Ku metika min Zelxa Hesê Mîro lê dimîne. Gava em diketin gund, ji berê ve Olaxcî gundê herî xweş e, lê niha jî ji xweşiya xwe zêde kêm nekiriye. Di nava dar û keskayê de ye. Em diçin mala kekê Alî, ew ji xwe ne li mal bû. Malbata wî me pêşwazî dikin. Metika min êdî ne ya berê ye, ew nexweş e. Lê ev jiyan e, mirov ne bi biryara xwe tê û nejî, diçe. Ez dixwazim wê bibînim, lê dîtina wê min diêşîne, weke her car.

Me berê xwe da Navenda Çand û hunerê ya şaredariya Wêranşar. Me li ser piya rêveberê wê hêja Sûar Ûzûn dibînin. Bi dilovanî me pêşwazî dike, lê ne dema me heye û ne jî ya wî. Em xatirê xwe ji dixwazin. Vê carê rêgeh gundê me Girêsirt bû. Ez şûna xirabeya mala me nîşanî heval didim. Her weha kuzenê min Seydo, ku kurê meta min ya gorbehiştî Fatê ye, ew jî ne li malê bû. Em dixwazin herin ser gir, ku heman demê de goristan e. Lê mala heval û keyayê me Mehemed Anik, ava be, derdora goristanê kiriye têlik û deriyek jî lê xistiye.

Zarok têne cem me, helbet dîsa kekê Aydin şekir û benişta belav dike. Yek ji wan dibêje; kilît li mala me ye. Ew kurê Qadoyê Xeloyê Bineya ye. Ji me re tîne û em dikevin nav goristanê. Ez gora Mamê xwe Emo û metika xwe Fatê û hemû miriya ziyaret dikim. Pêre jî muxtar û gundî li me dicivin. Dixwazin em herin mala wan. Lê dema me kêm bû. Piştî kêliyekê em xatirê xwe ji wan dixwazin û berê xwe didin Riha û vekolandinê kevnare Xerabreşk, yan jî Gobeklitepe ye. 

Gava em didin ser rêya Riha yê bîranînê min weke şirîda fîlm di ber çavê min re diçe. Ez alîkî bi hevalê xwe re diaxifim û li aliyê din xwe bi xwe re. Li texma çêjxana Muxtar, ya bi ser gundê Sêsik ve ez qala kargeha û karê yekem firaxşûştinê dikim. Lê dema me kurt bû, me dixwest bi ronkayî xwe bigihînin Xirabreşkê. Di destpêka bajarê Rihayê de, navê <Göbeklîtepe> da. Em danê esir gihabûnê. Li ber derî em nivisê dixwînin. Lê li ser nivisê ciyek jê xeta reş lêxistibûn. Min weke sansora dîrokê fêmkir. Em dikevin hundurê vekolekê.

Pirtûka Arkelog Prof Klaus Schmidt dihatin firotin. Xirabreşka ku hişt dîroka sivîlîsazyonê ji nû were nivisandin. Her weha dîroka dîroka olê xwezayî, û sembolê bi dîmenê lawiran li ser keviran kolandî. Dîroka bi raz û efsûnî. Bi qasî tê dîtin, ne tenê wargeh bûye, ew mabeda olên siruştî bûye. Bi her hawê xwe ev xerabeyê yazdeh hezar salî, wê hêjî bibe mijara gellek dîroknasa.

Dîmenê rûvî, yê li ser stûna kevirî hêjî babetê xwe wenda nekiriye. Û gellek dîmenên din jî. Bi qasî hatiye dîtin, mirovên wê demê xwe, bi nêçîra xezala û ya berazê bejî têrkirine. Lê ne tenê ev ciya hemû girên van deveran bi hin gor û ziyareta têne naskirin. Nêçîra Xezala jî ne ji mêjve ye, heta çil salên berê jî keriyê xezala li beriyê diçêriyan. Dara mirada jî bi rîşiyê xwe yê rengo rengo ve, li serê vî girî, dibû hêviya mirad û bextan. Em jî hêviyê xwe tevî hêviyê, miradxwaza dikin. Û hêdî hêdî xatirê xwe ji mabeda xirabreşkê dixwazin û ber bi bajarê nebî û pêxemberan Riha yê.

Gava em dikevin nava Riha yê, rê û kolanên pak û bi plansazî, mirov ji dîtinê re dikin xwazgînî. Lê êvar bi giraniya xwe, xwe berdide ser bajêr. Gava em diçîn nava gola Xelîl Rehman, êdî cîhan tarî dibû desthelatdar. Di hewşa gola masiyan de, dengê xwedina Quranê û azanê belav dibû û alîkarî didan hev ji şerzede û şerê li Sûriyê. Bi sedan xelkên xerîb, derketibûn seyrana gola masiya. Em dikevin rêya kela bajêr, heta em derketin, êdî em bi hemdê xwe westiyabûn. Dengê azanê ji mizgefta belav dibû. Em li serê kela bajêr radiwestin her dever tariye, bajar dikeve hemêza vê kelê. Û me jî bajêr di binya xwe de didît. Bi kişandina cixarê re, dengê awazên stranê koma muzîke ku jêr dibêjin; <Sira Gecelerî> belav dibe. Ew stranê ku qet kevn nabin û ji têla dil dûr navekin.

Dengê strana Rihayê hêjî li ber çavê me bedewtir dike. Êdî qurequra zikê me bû. Me xwe berda jêr û em çûn xwarigeheke li ber avê. Xwarina me tînin ber me, weke ku tê zanîn xelkê Riha yê ji xerîba re ne zêde dilovanin. Xizmeta wan jî ne bi dilê me bû. Gava xwarinê anîn, hevalekî me got; <gelo ma bîra nîn e?> Min got; <ez bawer nakim, lê bipirse.> Gava ji garsonê kal pirsî, wî got; <Elhemdulah li ciyê komî qedexe ye. Yê bixwaze dikare li mala xwe vexo!> Hevalê me li hev nihêrtin; min jî got; ev herema rizgarkiriye. Em bi hevre keniyan. Di heman demê de çend peşkê baranê bariyan. Wûsa jî sar bû. Em çûne trimbêla xwe û berê xwe ma da bajarê Semsûr ê, (Adiyamanê) û çiyayê Nemrûd.

Di tariya şevê de em di ser deşt û bajarê Hewagê (Bozova) û projeya GAPê re, diherikîn. Tevî ku tarî bû, tiştek zêde nediahte dîtin, lê av dibû neynika ezmanî û stêrk di avê de dîsa diçirûsîn. Tariya şevê dibû hevparê rêwîtiya me. Lê hevalê me ji ya xwe nehatibûn xwar, her dixwestin bîrake sar vexwun. Bi wê hêviyê em heta Semsûrê çûbûn. Di nava bajêr de, helbet meyxane û xwaringehê li ser rê dîsa me bîra ne dîtibû. Ew jî ji <heremê rizgarkirî> dihate hesêb.

Bi heman hêviyê, me dabû ser rêya bajarê Gextê (Kahta), di nîvê çarrêkê de me dîsa bufeyek vekirî dîtibû, lê li cem wî jî vexwarina bi alkohol nebû. Xema me êdî ne vexwarina bîra yê bû, xema me bûbû, nêrîna van hereman ya bi çêj û kesên cêwaz re. Ji vir û pêve rê ber bi kaş û qame ve diçûn. Bêhna çiyayê Nemrûd xwe li bedena me û bêhna me dixist. Her wûsa westandina rê û rojê xwe di her hawê me de dida der. Êdî vehêsandin mecbûrî bû. Lê rêya me her ku diçû di çavê me de ewqas dûr dibû. Lê gava meriv xwedî armanc be rêyên bêdawî nînin.

Em wûsa jî gihiştibûn, ber dergehê tîket(bilêt)a, nobedar ji xew radibe. Piştî çend danûstendina me berdide nava seyrangehê. Êdî demjimêr di navêna sisê û çara de bû. Gava gihiştin bin perestgehê. Min dixwest ez razêm, lê bayê xurt, vîzîna wî bû. Sermayek bê mînak hebû. Di navêna razan û hişyariyê de, dem hatibû. Pêwîstbû me xwe kar bikira. Gava em çûbûn hundurê çayxanê, tije xelk, bi taybetî jinê tirk bûn. Çaykar ji me re çaya germ amade dike. Di bere jî alavên xwe difiroşin.

Di heman demê de axaftina olên cûda, vedibe ji aliyê Memo, Çaykar û Sofiyekî li wir. Memo me rêz dike, êzdî, elewî, xiristiyan û xwe jî sunî nîşan dide. Min got; <netewe û ola xwe ne me afirandiye, lê em divê weke mirov hev fêm bikin, yê din negrirînge.> Sofî; <elhemdulah ez misilmanim.> Min jî got; <Lehemdullah ez ne misilmanim, ma kî dixwaze vê demê bibe misilman. Heroj serê mirova bi navê îslamê serjê dikin.> Sofî got; <ji bo min, yê ne misilman ne însan e.>

Min got; <peyva ellehemdullah ez misimanim, peyva; ne mûtlû turkum diyene tîne bîra min, ez bi mirovê di vê nêrîne de, naxivim.> Û min nema bersiva wî da. Wî jî  her Memo yê me bêhn dikir û digot; <bêhna misilmana ji te tê.>

Di wê navêne de, min qaweya xwe vexwaribû. Bi heman kelecanê em derketin derve. Ma bayek diguve. Mirov bi ber xwe dibe. Û ew qasî jî sar. Baş bû min çiqas kinc hebûn bi ser hev de li xwe kiribûn. Û me hemûyan dismalê seriya kirîbûn. Min dixwest bazdim heta serê kelê û perstgehê. Min bazda û kekê Aydîn jî dabû dû min. Lê bayê sar û tûj ez anîbûm amanê. Henasa min bûbû weke pîj û xencera, dil û mêlakê min, hindik mabû di devê min re biavêje. Heta nîvê rê ez rawestiyam kekê Aydin, Memo û Phîlipp jî gihabûn min. Em kêliyekê rawestiyan, lê hindik mabû roj hilê, pêwîstbû em rojê silav bikin. Hilatina rojê û roj çûyina ava dîmenê herî bedewe, li gorî me bihîstibû. Bi koteka em xwe dihihînin serê kela Nemrûd. Bi nêzîkbûne re dengê mirovan weke yê çivîkê li ser darê belav dibû.

Gava em digihîjinê, rast mirova bi qefleya li ser kelê rêz girtine. Û berê xwe dane şêsims(rojê) û rîtûala beriya hezarê sala bi rengekî din û asoyekî din pêktînin. Weke ku hêjî Êzdî û Elewî bi hilatina rojê re zikir dibin. Beriya hezarê sala xelk derketine serê van çiya û ebdata rojê kirine. Yan jî xwe nêzîkî xwedê, û mezinê dinyayê dîtine. Yan jî xwe Xwedê dîtine.

Gava min bala xwe dida wan û çiroka wan dibihîst, min ji xwe re digot; <ev rojpeserst in. Rojpererst jî, êzdî ne.> Ez bi giyanê pêşiyê xwe dixwazi şêşim silav bikim û li bende wê kêliyê bûm. Min ji mamosteyekî kurdî û îngîlîzî çîrok bihîst. Min nêrîna xwe gotê, wî got; <dibe ev nêrîneke ne dûrî aqila ye.> Lê ji şensiya me roj dibinewrên reş û tarî de mabû. Em ji rojhilatê, çûbûn rojavayê, û me çend dîmen girtin û ber bi war û navnîşaneke nû ve herikîn… 

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de

16.06.2014 / Didome…

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…  

Bersivekê binivîsin