Ji Romana Shahînê Bekirê Soreklî WENDABÛN

Ji Romana Shahînê Bekirê Soreklî WENDABÛN

Ji Romana Shahînê Bekirê Soreklî WENDABÛN

(…) Çiqa di hebûna Te de diponijîm, ey Xudayê pêxemberan! Min çend şevên bêxew derbas kirin, şevên ku ez tê de li Te digeriyam! Gelo dihêt bîra Te, min çawa ji te re “Fatîhe” û “Ayetul-Kursî” dixwendin, çawa li ber Te digeriyam ku bihêyî alîkariya min û min bi xwe bawerkirin bidî? Lê wek ava bîra kalikê min ya ku sal li dû salê dadiket, baweriya min jî bi ola me roj bi roj kêmtir bû, ta ku rojekê miçiqî. Rojên dirêj û bi tirsê avis derbas bûn, ta min xwe ji wê sama ku xoceyan û melleyan û mezinên me ji çelrojkiya me ve di hindir hiş û dilên me de çandibû azad kir, ta ji dest hat wan merbend û hevsarên olê biqetînim û canê xwe, ruhê xwe, bigihînim serbestiyê. 

Baweriya min bi Te, wek Yezdan û wek hêzeke Xudayî, her ma. Min her weha rêz ji pêxemberan re heye, çimkî bizava baştirkirina bedmirovan kiribûn, ligor xwe û rewşa dema xwe, lê min çiqa hewl da jî, gellek ramanên di ola me de wek mentiqî nedihatin ber çavan. Yek ji wan mijara qederê bû. Heke qedera me hemiyan berî em ji dayên xwe bibin hatibûya nivîsandin, de çima hinek ji me dê li dû mirinê têketina dojehê? Çima Xwedê hinek dixistin nav belen­gaziyeke weqa kûr ku neçar dibûn kiryarên li dij daxwaza Wî bikin? Kê ji min pirsî bû heke dixwazim werim vê cîhanê, ger dixwazim bibim endamekî ji nijada mirovan, ger min dil hebû bibûma endamê neteweyeke siûdreş û malbateke gundî? Kesekî ji min nepirsîbû! Heke Xwedê nijad û malbat û netewe û ola min ji min re bijartibin, ger rêçikên jiyana min bi daxwaza Wî di qedera “li ser eniya min de hatibin nivîsandin,” ger Ew dizane û dibîne ez çi dikime, û dikare min ji rêyên şaş derîne û têxe yên durist, wê demê ne mentiqî ye ku min ji bo kiryarên Wî dikaribû bi min nedabûna kirin têxe nav êgir, giyanê min bişewitîne û bişewitîne û her ku çermê min heliya yekî nû bi ser hestiyan xîne û careke din û yeke din û yeke din bişewitîne! Xudayekî weqa dilreş û bêmentiq min nedikaribû di nav hişên xwe de bida pejirandin.

Li dû azadbûna ji tirs û sama olê ez pê hesiyam ku dawiya kêmasî û nezelaliyên di olan de nahêt: Ger Xwedê dizane di rojên dihên de dê çi bibe, çawa hîşt Hewa bihêt xapandin û sêvê bixwe? Çima bi milyonan mirov ta rojên îroj wek bûdî û hindos hîştine? Çima rindî û dilpakiya yên bi “olên asîmanî” bawer ji yên hinekên bi wan nebawer ne zêdetir in? Çima Xwedê dihêle bi milyonan zarok ji ber birçîtiyê bimirin? Çima dawiyê nade wan bêtarên ku sal li dû salê bi sedhezaran mirovên belengaz dadiqultînin? Çima jiyanê li hinên ku bi hebûn û hêza Wî bawer in dike jehr û ziqûm û dihêle hinekên ne bawermend jiyaneke xweş bijîn? Çima pirraniya mirovên wela­tên pêşkevtî ji heftê salan bêtir dijîn û li welatên paşkevtî pirraniya xelkê bi temenên ciwantir pîr û kal dibin û dimirin? Ji bo çi Xudayê ku her tişt ji dest dihêt “Şeytan” nehanî ser rê û em ji “fen û fûtên wî” azad nekirin? Û her weha û her weha û her weha!

Ligel hemî pirsiyaran jî, nedikarim bi hişên xwe bidim pejirandin ku cîhan hema bi xwe hatiye holê. Baweriya min bi “Xudayekî” hêzdar heye, lê ne Xudayê ku hewcedarî bi nimêj û rojiya mirovan heye, ne jî yê mirovan ji mirinê zindî dike da ku hinekan biavêje dojehê û hinekan têxe behuştê. Roja qiyametê hacetekî afirandina hêviyê ye ji bo ewên ku di jiyana xwe de ji bexteweriyê bêpar mane, yan ji bo berbendkirina kiryarên kesên şerûd yên bêyî tirs nikarin xwe ragirin. Bi milyonan mirov bi saya hebûna hêviyeke li dû mirinê jiyana xwe didomînin. Heke hinekan bizanibûna ku behuşt û dojeh li cîhana me ne û di dema jiyana me bi xwe de, ne li dû mirinê; wan dê yan bi darê zorê bizava xwegîhandina behuşta dunyayî bikirana, yan jî dê xwe bi xwe jiyana xwe ya di dojeha cîhanî de bi dawî bihanîna. Baweriya wan bi olê li berjewendiya wan e û ji bo yên manî jî weha baştir e.” (…)

10.01.2017

Bersivekê binivîsin