Ji Kaniya Xaskar Duzgun Baba, Ava Bext Mirada Mûnzûr û Dêrsim

Ji Kaniya Xaskar Duzgun Baba, Ava Bext Mirada Mûnzûr û Dêrsim

Germane: Ji Kaniya Xaskar Duzgun Baba, Ava Bext Mirada Mûnzûr û Dêrsim

Berê me li Dêrsim e, dilê dibe weke ava çem û xaniya di sînga min de xume xume. Di zaroktiya min de stranek hebû û digot; Dêrsime xweş dêrsime, ava çem û kaniya ximexime, çi bikim bavê te zalime, te nade min e. Her çima ev stran qet ji min dûr nakeve. Her kêlîya navê Dêrsimê tê gotin ev peyvê stranê Ştêne bîra min. Lê divê ez hinekî qala wê rêya di navêna Gextê û Meleti yê de bikim. Gava em ber bi Gextê ve diçûn me ji petrolxaneyekê pirsî bû. Wî jî rêya kurt dabû ber me. Lê rê ne rê bû, ji wirdetir hertişt bû. Rêya tije kortik û qoncal û çiyayê herî asê. Min di temenê xwe de cara yekem rê û çiyayê wûsa dîtin. Ger trimbêl biçekî ji rê derketa wê piçikê herî meizin guhê me bûya. Bi ser de jî em xerîbe wan deveran bûn. Rê bûbû rêya tirs û sawê. Û ne lewhe û nîşan hebûn. Her weha hatin û çûyîn.

Me nema bawer dikir ku ew rê bi dawî bibûya. Di nîve wan çiyan de bajarek hebû ez ne çewtbim navê wî Sirinc bû. Di nîvê çiyê de wenda bûbû, helbet nişetciyê wî jî kurd bûn. Di nîvê şênî de ofîsa BDP ê hebû, çend mêr li ber derî rûniştibûn û çay vedixwarin. Em bi wan re diaxifin, ew dibêjin; em ji aliyê Amed û Enqerê ve hatine jibîrkirin. Çiqas dixwestin em li cem wan rûnin û hin gilî gazinên xwe bikin, lê dema me kurt bû û rêya me dijwar bû. Helbet wan ev rê ;“ xweş“ bi nav dikirin. Em dîsa didin ser rêya Meletî û Dêrsim ê. Ji alîkî ve westandin û aliyê din rêya ne baş, em dixistin nav alozî û xema. Bi ser de jî careke em dibînin, maşînên rê ji jor ve, ax û kevira berdidin ser rêya me.

Em bi zorê trimbêla xwe disekinîn, daku em nekevin bin kevir û axê. Em neçar neçar li karkera dinêrin, ew jî bê xem karê xwe didomînin. Di wê navêne de, rêwiyên xelkê wê heremê jî tên û di sekinin. Em bi yekî re diaxifin, ew rê baş û vê bûyerê asayî dibîne. Em ji kêşeya Kurd diaxifin. Ew weke berê rêxistinê kurda dûrî xwe dibîne. Çenku ol, li cem wan di rêza yekem de ye. Ol di xizmeta pergalê de ye. Gava ez çav li zanîngeha Ozal dikevim, êdî xew dikeve çavê min, weke serxweşa li min hatibû jixwe, lê vêcarê serî ji min stendibû. Ez li Elezîz (Mazra) ê çavê xwe vedikim. Ber û berê rê weke Batmanê tije alê Tirk kiribûn. Em di otorê re diçin, rê weke yê ewropa baş çêkiribûn. Hevalê me Aydîn qala serpêhatiyê xwe û vî bajarî dike. Ku qulegur û hêlîna nijadperestê tirk e. Em di ber bendava Kebanê dibuhurin. Ku êdî zûwa dibe, ji ber ku zêde bendav li ser ava kirine. Kekê Aydîn dibêje, ev ava Mûnzûr e, heta ber mala me diçe. Gava em nêzîkî Dêrsim ê dibin, hebûna leşkerî ya dewleta tirk xwe li her aliyê rê dide der. Maşînên leşkerî ji sibê heta êvarî di ciyê xwe diçin û tên. Êvara jî dikişin baregehê xwe. Lewma jî gava min bala xwe dida xwezaya Dêrsim, û di serê min de peyvek din dubare dibû

Navekî din yê evînê ye; Dêrsim.

Hin ax, av û war hene, bi nebat û suruşta xwe, mirov dikişînin nav hezn û şînê. Hin jî bi hêza hemû rengê xwe, mirov silav dike û dibêje; ji bêûjdana re rik, vaye ez hêjî heme. Pêşiyên me, ji her tiştî re bi hurmet bûn. bawer dikirin ku her tişt bi pîr û xwedan e. Hebûna Xwedê di jiyanê û siruştê de didîtin. Lewma jî roj û sîn remza xwedê û jiyanê ne.

Ax û siruşta Dêrsim, xwedî taybetmendiyeke wûsa ye, ku mirov çawa lê binere wêya dibîne. Lewma jî Dêrsim dibe neynik, ji yar û neyar re.Ger yek bi neyarî lê biner e, wê tirs û sawa mirinê bijî, û xewa şeva lê biçe û bi herime, wê tirsa çiya yê Dêrsim weka ya Xweda di ser xwe re bibîn e.

Dêrsim ji yara re, ji serî hetanî binî xoşewîstî û evîn e.

Gava em nêzîkî Dêrsim dibûn, di serê min de gellek pirs û tirs hebûn. Çawa ez dildarê wê axê bûm, wûsa jî ez di tirsiyam ew kela di asoyê min de bi ruxe. Çawa ez çav li malbata kekê Aydîn ketibûm, tirsa min çûbû. Min dilovaniya wan di kurîskê çavê wan de xwendibû. Rûkeniya wan hestên, nas û dostekî berê dabû min. Tevî kêmasiya nezanîna zimanê kurdî, yan jî kirmackî. Malovaniya Mam Bedrî, jinmama Makbûle, westandina me, bi me dabû jibîr kirin. Helbet xwarina herema Dêrsim, ya ku zêde hevîr bikartînin, weke ya xelkê Ermen e. Çêjeke cêwaz dabû bin zimanê me. Piştî çayeke reş, serdana me şaredariya Dêrsim e. Gava dixwazin herin navenda bajêr, bi rêve polês û tîmê taybet me disekinîn. Piştî hin pirsa, rêya me vedikin. Li ser çiyê bi tîpê mezin nivisîne; Burdayiz, Güçlüyüz, Haziriz Komando. Ango; em va ne, xurt û amade ne, Komando. Helavê me Phîlip dijbêje; Ev tirsa wan dide nîşandan.

Li nava sûkê em brayê Aydin, kekê Ozgur dibînim. Ew qas dilavan û dil nizm. Kekê Aydin hin şîranî di destê xwe tîne û em ber bi şardariyê ve diçin. Dêrsim biçûke herkes hev dinase. Gellek şênî bi xêrhatina Aydin û me dike. Li pişt deriyê şaredariyê Xwîşka kekê Aydin, me bi rûkenî silav dike. Em diçin meqamê Şaredar, tevî ku karê wî zêde bû, me digire nav bernama xwe. Şaredar hevalê kekê Aydin yê kevn e. Em qasekî rûdinin, gazî me dikin, şaredar M. Alî Bûl bi rûkenî û dilovanî me silav dike. Em dibin guhdarê axaftina wî û kekê Aydin. Em pîrozbahiyê lê dikin, ez dîwana xwe ya helbesta Dilop diyarî şaredar dikim. Piştî girtine hin dîmena em xatir jê dixwazin.

Vê carê serdana warê pîroz Duzgun Baba di bernamye me de hebû. Li ser dîreksiyonê trimbêlê hevalekî bi navê Metîn heye. Ajotina wî bawerî dida min. Tevî ku em wê rojê ji rêya navêna Gextê û Meleti yê tirsiyabûn, jî dîsa berê me li çiya bû. Em nêzîkî ziyareta Baba Duzgun dibin, li ser çiyê baregeha leşkerî heye. Em di ber re dibuhurin. Gava em nêzîk dibin xelkê hatine tewafê rastî me tên bi xêrhatina me dikin. Em jî weke herkesî tewaf dikin û finda pêdixin, li ber ziyareta Baba Duzgun. Dîsa ez dikevin wê rêya ku ciyê Baba Duzgun lê jiya ye. Dîsa dilê min di devê min re derdikeve, lê keke Metîn weke xezala di ser kevir û latan re diqevast. Em li dû wî di lukumîn.

Em hetanî kaniya Haskar, ku ez Xaskar fêm dikim. Ji bo min tê wateya xasmirov, yan karxasê civakê. Weke ku tirk dibêjin;“ermîş“. Em ava veduxun û giyanê xwe pak dikin bi ava kaniya Baba Duzgun. Havalê me jî tên, lê êdî hal di wan de nemabû. Min li rewşa Phîlîpp nihêrt û min pirsî; Phîlipp weke bêje, êdî bes e! Mirov dikarîbû rewşa wî di çavê wî re bixwîne. Em qasekî vedighêsin û berjêr vedigerin. Gava em gihiştibûn ber xaniyê xêr û xêratan, me çay vexwar. Li serê çiyê, birrek Xezal derketibûn û weke ku me silav bikin, û bêjin; va hê me hene… Hebûna wan aramiyek bi min re peyda kiribû. Em xatirê xwe ji micêwirê avahiyê dixwazin û ber bi Dêrsimê ve diherikin. Pêre roj jî xatirê xwe dixwaze û di nav çiyan de newq dibû.

Em vegeriyan Dêrsimê û me berê xwe dabû Çemê Laşa. Ber û berê rê tije bîranînê Komkujiya Dêrsimê ne. Em diçin ber kaş û kendalê ku keçê Dêrsimê xwe jê avêtibûn, ji bo nekevin destê dijmin. Li ber çem meyxaneyek hebû, em lê dibin mêvan û biraka sar vedixun. Tevî ku êvar jî sar bû. Em vedigerin Dêrsimê. Êdî civata me bi stran û tembûra kekê Ozgur didomiya. Bi civata, Kekê Xidir, Nazim, Ozgur, Mam Bedrî, dayika Makbûle û hemû keçên malê yên dilovan re me westandina xwe ji bîr kiribû. Stranê Dêrsim, yê Diyarbekir û Rihayê digihîjin hev û dibin tevna bedewiyê. Hetanî derengî şevê… 

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de

26.06.2014 / Didome… 

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin