Ji Destpêka Hiqûqê

Ji Destpêka Hiqûqê

Ji Destpêka Hiqûqê

Pênaseya Hiqûqê

Hiqûq, ew zanista normatîf e ku tevgerên kesayet, civak û dewletê, têkiliyên di navbera wan de; ji aliyê dezgehên desthilatdar ve li gor rê û rêzana wê tê derxistin, bi hêza giştî tê piştgirîkirin, bi awayekî giştî ji muxatabê xwe re dibêje tu yê vê bikî an jî vê nekî, ji bo vê jî hemû dibêtiyan bi normên di meriyetê de bi rêk û pêk dike.

An jî hiqûq, tevahiya qanûnên ku civakê bi rêk û pêk dike û hêza mueyîdeyî ya dewletê diyar dike.

A) Çavkaniyên Zanistî yên Hiqûqê

1.Mewzuat (Mijare)

Mijare: Ji kirariyên sazker ên wek destûra bingehîn, qanûn, biryarnameya di hikmê qanûnê de, peymanên navnetewî, rêzikname, rêvebirname û hwd pêk tên.

2.Biryarên Darazî

a)      Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn

b)      Biryarên Dadgeha Bilind

c)      Biryarên Dîwana Bilind a Şewrê

d)     Biryarên Dadgeha Bilind a Leşkerî

e)      Biryarên Dadgeha Bilind a Kargêrî ya Leşkerî

f)       Biryarên Dadgeha Dubendiyê

3.Berhemên Zanistî

a)      Kovarên Hiqûqê

b)      Berhemên Giştî yên Sereke

B) Rêzikên Tevgerên Beşerî

a)      Rêzikên Hiqûqê

b)      Rêzikên Olî

c)      Rêzikên Sincî

d)     Rêzikên Dîdarî

e)      Rêzikên Dab û Nêrîtê (Urf û Edetê)

Xalên Wekhev ên Rêzikên Tevgerên Beşerî

1.Normatîfî: Ferman, Qedexe, Destûr. Hemû rêzikên tevgerên beşerî an kirina tişteke berbiçav ferman dike an tişteke berbiçav qedexe dike an jî destûra kirina tiştekî dide. Ango ferman, qedexe û destûr ev hersê tişt di hemû rêzikên tevgerên beşerî de hene.

2.Mijara Rêzikên Tevgerên Beşerî: Tevgerên Mirovan. Ew tiştên ku rêzikên tevgerên beşerî ferman dikin, qedexe dikin an jî destûr didin her demî tevgereke mirovî ye.

3.Danêrê Rêzikên Tevgerên Beşerî: Vîna Mirovî. Ferman û qedexe û destûrên di nava rêzikên tevgerên beşerî de cihê xwe digirin ji layêmirovan ve tên çêkirin. Afrînerê rêzikên tevgerên beşerî vîna mirovan e.

a)      Rêzikên Hiqûqê

Rêzika Hiqûqê: Ferman û qedexe û destûrên ku ji layê vîna beşerî ve hatine çêkirin û ji bo tevgerên beşerî bi rêk û pêk bikin û bi kotekê(cebirê) hatî mueyîdekirin e. Rêzikên hiqûqê, ji hemû rêzikên din ên civakê cudatir in. Ev ji ber çi ye?
Heke em sedemên wê rêz bikin, wê wiha be:
*Pîvanga(krîtera) derbasdariya hiqûqî wilê dike ku normek bibe aîdî cîhana hiqûqê.
*Ev pîvang li gor her pergala hiqûqê tê guhertin.
*Pîvanga derbasdariya hiqûqî di destûra bingehîn de divê bê diyarkirin. Destûrên bingehîn taybetiyên ku normek çawa dibe hiqûq di nav xwe de vedibêjin.

Di vir de ya herî girîng: Ya ku rêzikekî dike rêzika hiqûqê derbasdariya wê ya hiqûqî ye. Wek din rêzikên hiqûqê ji aliyê qanûndanêran ve tên afirandin û ew rêzikên di nav gel de qanûndanêr wek hiqûq qebûl dikin. Ango qanûndanêr(yên ku desthilata qanûnçêkirinê di destê wan de) rêzikên hiqûqî çêdikin. Ji vî aliyî ve rêzikên hiqûqê ji rêzikên sincî, olî, dab û nêrîtî(urf û edetî) cuda dibe.

Pergala Hiqûqê: Pergaleke kotekî(cebrî) ya tevgera beşerî ye ku ji layê vîna beşerî ve hatî afirandin. Hiqûq ew pergal e ku ji tevahiya rêzikên hiqûqê pêk hatiye.

b)      Rêzikên Olî

Ferman û qedexeyên wilê tê bawerkirin ku ji layê vîna xwedayî ve hatine danîn û tevgerên beşerî bi rêk û pêk dikin û mueyîdeya wê wek ezabê dojehê yê li cîhana din hatiye danîn.

c)      Rêzikên Sincî

Ferman û qedexeyên ji layê wijdanê mirovî ve hatiye danîn û tevgerên mirovî bi xwe bi rêk û pêk dikin û bi ezabê wijdanê hatî mueyîdekirin.

e)   Rêzikên Dab û Nêrîtê(Urf û Edetê)

Ferman û qedexeyên wê civakê ji demek zû ve di nav xwe de danîn û tevgerên beşerî bi rêk û pêk dikin û mueyîdeyên wê çêdibe ku wek hişyarî(îkaz), şermezarkirin, vederkirin û lîncê bên guhertin.

Rênas Xendekî

26.10.2014

Bersivekê binivîsin