Ji Çil Kaniya Baba Mûnzûr û Li Koyê Dêrsim Gerîllayê Kurd

Ji Çil Kaniya Baba Mûnzûr û Li Koyê Dêrsim Gerîllayê Kurd

Germane: Ji Çil Kaniya Baba Mûnzûr û Li Koyê Dêrsim Gerîllayê Kurd 

Roja din, em serê sibê radibin, tevî ku dayika Makbûle, taştê amade kiribû jî û ne li hesabê wê bû ku em herin li ciyekî din taştê bixwun, lê kekê Aydin xêrxwaze û dixwaze taştê û silavê bike yek. Em diçin ser taştê, kekê Memo di trimbêlê de dimîne. Çend ku ta girtibû. Tevî ku ewçend ji taştê hez dikir, lê nekarîbû bixwara. Em li ser taştê rûdinin, taştê ya suruştî û ji nebat û tewaşê Dêrsim, gellekî xweş bû. Xwediyê çêjxanê xortekî nû ji girtîgehê derketibû. Kenekî ji dil û dînik li dev û rûyê wê xwe dide der. Seyên wan yê hêja û bi xwedî û wûsa jî ji xwe qayîl li derdora me diçin û tên.

Piştî taştê em berê xwe didin çilkaniyên Mûnzûr Baba. Ber û berê rê, dîroka komkujî Dêrsimê ye, û serhildana bêdawiye. Her weha darê li kêleka rê, weke ku li hev hatibin parvekirin, al û navê rêkxistinên weke PKK û TÎKKO yê ne. Her weha falgê dîmenê rêberê PKK ê Ocalan bi dar û deviyê li kêleke rêve li hin ciyan daliqandîn e. Em li ber newaleke ku di nîvê latan re, dihat ser çem, sekinin, ew newala bi navûdeng Newala Laşa- Leş Deresi  bû, warê gorê bêkêlî komkujiya Dêrsimê bû.

Hevalê me dibêjin; hêjî mirov dikare hestiyê mirova di nîvê latan û newalên kûhr de bibîne. Hevrêyê me Nazim jî, ji van deveran bû. Gundê wan jî ji aliyê dewletê ve hatiye valakirin. Gundiyên wan li her deverê cîhanê belav bûne. Em li ser kaniyeke ku ji nîvê çiyê derdiket ava sar vedixun, û rêwîtiya xwe didomînin.

Em diçin nava Ovacix ê. Ovacix yekane bajarê di nav nexşeya KT de ye, ku ji aliyê partiyeke komînîst bi navê TKP tête bi rêvebirin. Em diçin çayxanakê, çay ji me re tê, em çayê vedixwun. Çayxane jî li hember avahiya şaredariyê ye. Di heman kêliyê de, mamoste yê, hevrêyê me Nazim tê. Silavê dide, xuyaye ku mirovê xwedî ezmûn, dikarin zû xwe nêzîkî mirova bikin. Em ji mamoste fêr dibin ku şaredarê Ovacixê jî şagirti wî bûye. Her weha hevalê Nazim e. Lê bi qasî ez fêr dibim, hevaltiya hizrî, di ser ya nas û dostiyê ye. Her kêm li cem hevrêyê me Nazim. Mamoste qala xwe û şagirtên xwe yên wê demê dike û pêre jî serboriya dibistanên şevînî. Bi tirkî; <Yatili Okul>. Paşê em xatirê xwe ji hev dixwazin û rêwîtiya xwe didomînin.

Ez ê li vir qala serboriya Mûnzûr Baba nekim. Lê qala çilkanî û ava Mûnzûr bikim. Mûnzûr hêjayî dîtinê ye. Mûnzûr grêdana ol û xwezayê ye. Mûnzûr hezkirin û şûştina giyan e.Û guneh weşandine. Çawa li cem kurdan tevahî agir pîroz e, lê li vir dîsa bi findê pîroziya xwe dide der. Em çend finda pêdixin û hêviya <parî> loqma qabûl bibe dikin. Avake weke şîr ji kaniya derdikeve. Ez di nav wê av û gelî de ji xwe diçim. Hevalê min diçin, paşê ez diçim digihîjim wan. Em li xwaringehê rûdinin, û lingê xwe dikin nav ava sar. Paşê xwarina me tê. Helbet masî ye. Berê xelkê van deveran masiyê ava Mûnzûr nedixwarin. Hê jî hin naxwun. Lê me ew tewankariya kir, bi hêviya Mûnzûr Baba me bi bexşîn e. Piştî xwarinê berê me dîsa li Ovacixê ye. Em diçin nava sûka Ovacixê, hevala me Gulbihar ji Memo nebatekî bi navê; Revez xwestiye. Em di çêjînin, weke rababa Almana ye. Memo wan û nih Kakulîlka dikire. Vêcarê berê me li gundê kavil bûyî, yê hevşariya me ya Hameln Gulbihar e.  Bi qasî ji me re têgotin; nêzîke bi qasî deh, dozdeh Kîlo metriya ye.

Em di ser pirake ji dara re diçin, û her ku em diçin rê kambax dibe. Her weha pêjna mirovan jî. Bi rêve hevalê me ji jineke ku heman nebat diçinî pirsî, wê rêya me pişterast kir. Lê em her bi nava Koyê Dêrsim ve diçin. Bi rêve em rastî jinek din tên, ew jî li ber dewara ye. Lê kuçikê wê yên weke gurra dane dûv me. Bê pêjinya mirova, û gundê vala şik û gumana bi mirova re peyda dikin. Heta em gihiştin kaşekî, ku trimbêla me ne pêve diçû. Me biryar da ku vegerin. Lê du seyên Qangal derdora me girtin. Lê hevalê me Nazim ji wan ne di tirsiya. Ez, Phîlîpp, Aydin û Memo reviyabû trimbêlê. Nazim li derve mabû. Di wê kêliyê de tekane malbat û jin û mêrê di gund de mayî derket û gazî me dikir. Hevalê me Memo û Nazim xwestin herin, lê ji ber nexweşiya Memo, Memo vegeriya. Vêcarê Phîlîpp û Nazim ketin rê. Ez hizirîm ku Nazim û Phîlîpp wê hef fêm nekin, ji ber pirsgrêkê zimên. Lewma min da şopa wan, lê ew dûr ketibûn jî.

Ez ketim nav darê mazî, yên ku gellek caran ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn şewitandin. Lê dîsa jî ya xwe nedihatin xwarê. Ez hindik mabû di nav daran de asê bimama. Hevalê me Nazim jî her bang dikir, ji bo ku hirç neyên min. Di nava daran de min ji xwe re digot; Emê ji sedî sed li van deveran Gerîlla bibînin. Ya rast min dixwest jî, cara yekem çekdar û şervanê kurd, bi çavê xwe bibînim. Carna his û hestên mirov, ji wêrekiya mirov mezintirin. Gava em derketibûn, hafa gund yê kavil û wêran. Em li şûna xirba li kevirên mala di lukumîn. Her weha hevalê min. li pêşiya min bûn. Ez hê negihiştibûm wan, gundî bi pêrgî min hatibû. Me silav da hev. Û ez birim ser xerabê mala Gulbihar ê. Hest û dilê min dîsa xemgîn û jar dibûn. Ger miroveke dimire şûna wî vala dimîne, lê ev şêniyek bû. Şûna şênî vala bû û bûbû warê kund û pepûka.

Gava min dîmenê mala Gulbiharê dikişandin, gundî ji me re got; Xwe daxînin… xwe daxînin… Êdî ciyê xwe daxistinê jî nema bû. Hevalê min li wê hafê bûn. Min got; êdî nabe, hema çi dibe bila bibe. Min dît gerîllayê kurd hêdî hêdî ji nav dar û deviyan derdikeve. Wûsa jî bi aramî tev digere. Derketina wî ya bi aram ewlebûn dida mirov. Ez ketibûm xema Phîlipp. Bi lez ez ber bi gerîlla ve çûm. Daku tirs bi Phîlîpp re çê nebe. Helbet Nazim jî wûsa. Berê bi Nazim re axifî. Paşê ez ketim nava axaftinê. Min hevalê xwe Phîlîpp û paşê xwe pê da naskirin. Min got; Phîlipp rojnamevanekî Elmanî ye. Wî pirs kir; ya heremî yan ser heremî? Min got; Na heremî ye. Ji Phîlîpp re got; Em emdamê PKK ê ne. Em şerê çekdarî dimeşînin. Ji bo azadiyê. Hêviya me bi aştiyekê heye, tevî ku heta niha jî tu gav nehatine avêtin. Di wê navênê de seyên Qangal hatin, em di ciyê xwe de sar man. Ez bêhn kirim. Min ji xwe re got; vêcarê qewimî haa. Lê em bêhn kirin û helbet şervan jî. Paşê dûrî me dikin, bêhna me tê ber me.

Şervanê Kurd ji min dipirse; vegera Êzdiya hûn çawa dibînin? Min jî got; li gorî nêrîna min ya herî zehmet ev e, ku piştî salan generasyonê çêbûne. Ev nifşê nû, Elmanya wek welatê xwe dibîn e. Xwe li wir naskirine, û xwendin û cîhana wan ya pîşeyî û çandî li wir e. Weke hûn dizanin; kurd bi zarok û malbata xwe ve grêdayîne, ez bawer nakim dê û bav jî dev ji zarokê xwe berdin û werin warê xwe yê berê. Û jixwe wê azadiya takekesî li van deveran nabînin. Gerîlla dipirse; ma hûn serdana saziyê me yên lêgal dikin? Min got; ji bo min ne saziyek, hemû saziyan divê hûn weke yê xwe bibînin. Dilê we divê bi qasî nexşeya Kurdistanê mezin be. Dikene, kenekî şîrîn û xwêdan di eniya wî re diavêje. Çeka wî ya kurt di destê wî de bû. Lê ji şervanekî bêhtir, weke mirovekî sivîl, hêmin û bêxisar xuya dikir. Xwêdanê di eniya wî re di avêt, bi simêl û xuya bû ji mêjve rihê xwe jî nequsandibû. Temenê wî nizanim, lê gellekî ciwan bû. Mijara me, bi ser pişavtinê ve diçe. Ez nêrîna xwe ya ku, divê netewek xwe bi xwe, xwe bi rêve bibe bibîrtînim. Navê wî çi dibe bila bibe. Ew jî di wê nêrîne de ye, ku netewek bê dewlet jî dikare hebûna xwe biparêz e. Ez dibêjim; dewlet sazî ye, û netewek bê sazî nabe. Em neçarin ku xatirê xwe ji hev bixwazin. Dem ber bi êvarê ve diçû û hatina me dikare ji bo Gerîlla jî bibe xeter. Ez sozê pirtûkên xwe didim wî, û em xatir ji hev dixwazin.

Gava em daketin ciyê xwe, vêcarê Memo û Aydin jî ne li wir bûn. Em ber bi vegerê ve, daketin. Lê ne karê aqila bû, ku hevalê me, me li vir bihêlin û vegerin. Lewma jî hezar hizr di heman kêliyê de di serê me de diçûn û dihatin. Ew jî bi şopa me ketibûn. Em vegeriyan ciyê xwe, bi rêve me dîsa ew hevalê Gerîlla dît. Min jê re got; bibore, min soz dabû te, ku pirtûka bihêlim, lê ne pirtûk û nejî hevalê me hene. Ez bi bazdan ji wan qetiyam û ber bi jor ve diçûm. Di wê kêliyê de pêjna Memo û Aydin dihat. Ez çûm cem wan ew jî têra xwe tirsiyabûn. Em bi hevre tên cem Gerîlla û em xatirê xwe jê dixwazin dîsa.

Gava em bi rêya xwe ve vedigeriyan, êdî roj li ber rojava bû. Hêdî hêdî tarî dibû. Em vegeriyan Ovacixê û berû berê Mûnzûr re ber bi Dêrsimê ve diherikîn. Ez di nava hizr û axaftian me ya bi Gerîlla re bûm û hevalê me jî weke her car di nav axaftinên polîtîk de. Çawa em tên navenda Dêrsimê, ez serdana nemir Pîr Seyîd Riza dikim. Helbet Phîlîpp jî ligel min e. Em dîmena dikişînin, şênî li qada Seyîd Riza kom bûbû, û xwe ji protestoya, ji bo bûyera Soma amade dikir. Em dîmena dikişînin. Her wûsa jî diwarê ku bi dîmenê komkujiya Dêrsimê hatiye xemilandin dişopînin. Dîmenê tije êş û xemgînî.

Paşê mazûvanê me tên, em bihev re li ber çemê Mûnzûr bîrake sar vedixwun û qala bûyerê rojê dikin. Em vedigerin malê, û şevbihêrka me bi axaftin û sohbeteke germ didome. Dayika Makbûle û mam Bedrî jî bi me re şiyar dimînin. Lê dem her diherike. Û dema xatir xwestinê ye ji hin hevalan… 

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de 

03.07.2014 / Didome… 

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin