25 Kitêbên Felsefeyî

25 Kitêbên Felsefeyî

Felsefe mîna çalakiyeke aqilane, dikare hemû têgeh û bûyerên siyasî, hunerî, dînî, zanistî, mirovî, civakî û ehlaqî, ji bo xwe bike mesele û li ser wan raweste. Bi hêsanî meriv dikare bibêje ku şexs û civakên ku vedikolin, dipirsin û xwediyê nêrîneke felsefî ne, bêtir xwediyê hêza zanîn û têgihiştinê ye. Ji bo gihêjtina ramana felsefî, yek rê jî xwendina kitêbên nivîsakar û feylesofên ku bi awirekî felsefîk, berhemên xwe nivîsandine ye. Bêguman herkes dikare lîsteyeke kitêbên felsefî pêşniyaz bike û wan berheman bilind binirxîne. Lêbelê armanca min ya amadekariya vê lîsteyê, bi tenê balkişandinek e û bi vê hincetê, kêm be jî ez dixwazim bala xwînerên kurdî bidim ser kitêbên felsefî.   

1- ‘Dewlet’ (B.Z.380) – Platon / Eflatûn        

Alfred North Whitehead dibêje ‘dîroka felsefeyê, ji bilî têbiniyên li ser Platon, ne ti tişt e.’ Platon di diyalogên xwe de, bi devê mamosteyê xwe Sokrates diaxive û kitêba wî ya navborî, di roja me de jî mîna jêdereke gelek girîng tê dîtin. Bi taybetî jî kesên ku pirsa ‘gelo dewleteke îdeal, bi çi şeklî pêkan e, yan jî dewleta îdeal divê dewleteke çawa be?’ dikin, teqez divê vê berhemê bixwînin.   

2- ‘Etîka Nikomakhos’ (B.Z.350) – Arîstotales  

Arîstotales yek ji wan otorîteyên felsefeyê ye û ramanên wî bi sedê salan, mîna paradîgmayên felsefî hatine dîtin. Arîstotales vê kitêbê, diyariyê kurê xwe Nikomakhos kiriye.     

3- ‘Prens’ (1532) – Niccolò Machiavelli

Îro dema em peyva Makyavelîst dibihisin, em dizanin ku merivên makyavelîst ji bo desthilatdariya siyasî û menfeetê, dikarin serî li her tiştî bidin, beyî ku li ser aliyên wan yên ehlaqî bifikirin. Ev peyv jî, ji navê Niccolo Machiavelli tê. Di vê kitêba xwe de, şîretan li desthilatdaran kiriye.

4. ‘Meditasyon” (1641) – Rene Descartes

Di vê kitêba xwe de bi berfirehî, li ser metafîzîkê rawestiya ye û bingeha pêşniyara xwe ya ‘cogito ergo sum’ (difikirim, nexwe ez heme.) daniye.  

5.  ‘Leviathan’ (1651) – Thomas Hobbes

Yek ji wan metnên esas (bingehîn) yên felsefeya siyaset, hiqûq û dewletê ye. Di vê kitêbê de peyva ‘Leviathan’, di wateya dewleta serwer a ku xwediyê hêzeka mitleq e û xwediyê wê erkê ye, de hatiye bikaranîn. Ev kitêb, wekî mînakeke herî kevin ya teoriya peymana civakî tê nirxandin. 

6.  ‘Etika’ (1677) – Baruch Spinoza

‘Etîka’ yan jî ‘Ethîca’, berhema naskirî ya Spinoza ye. Bi zimanê latinî hatiye nivîsandin û piştî mirina Spinoza, hatiye weşandin. 

7.  ‘Ceribînek Li Ser Entelekta (Zêhna) Mirovî’ (1690) – John Locke

Ev kitêb bi sedê salan, mîna şahbermeke felsefeyê hatiye dîtin û girîngiya xwe parasti ye. Di vê kitêba xwe de Locke dibêje ku çavkaniya zanînên me (zanayî), ezmûn û sehek in. Giyan (rih) jî, xwe dispêre wan û ramanê berfireh (xurt) dike.      

8. ‘Li Ser Prensîpên Zanîna Mirovî’ (1710) – George Berkeley

Di vê berhema xwe de Berkeley wiha diparêze ku bi tenê rih û îdeyên rih hene û made jî tune. Berhema herî naskirî ya Berkeleyî ye.

9. ‘Derbarê Behreya Têgihiştinê a Mirovî de Lêpirsînek’ (1748) – David Hume

Mijara kitêbê, sînorên aqlê mirovî ye û yek ji wan teoriyên herî xwedîbandûr ya sedemitiyê ye.  

10. ‘Peymana Civakî’ (1762) – J. Jacques Rousseau

Di vê kitêba xwe de Jean-Jacques Rousseau dibêje ku ji bo damezrandina sîstemeke siyasî rêbaza herî çak, peymana civakî ye. 

11. ‘Rexneya Aqlê Xwerû (Saf)’ (1781) – Immanuel Kant

Kant di destpêkê de cudahiya zanîna xwerû (saf) û amprîk destnîşan dike û dibêje ku, hemû zanînên me ji tecrubeyan dest pê bikin jî, ev yek nayê wê maneyê ku çavkaniya wan tecrube ne. Bi taybetî jî, li ser felsefeya Humeyî û prensîba sedemîtiyê rawestiya ye.      

12. ‘Dîtbarnasiya (Fenomenolojiya) Rih’ (1807) –  Georg Wilhelm Friedrich Hegel

Berhema Hegel a ku bandûreke mezin li felsefe û têgihên Nietzsche kiriye, ev berhem e. Gelekî hatiye rexnekirin û çewt hatiye têgihiştin.

13. ‘Dinyaya Mîna Daxwaz û Tesewireke’ (1819) – Arthur Schopenhauer

Cara yekem, di sala 1819an de hatiye çapkirin û şahberhema Arthur Schopenhaur e.

14. ‘Tirs û Lerizîn’ (1843) – Soren Aabye Kierkegaard

Soren Aabye Kierkegaard pêşengek î egzistansiyalîzmê ye, feylesof û teologek î danîmarkî ye.

15. “Manîfestoya Komunîst’ (1848) – Karl Marx & Friedrich Engels

Manîfestoya Komunîzmê ye. Nivîskarên kitêbê di berhema xwe de dibêjin ku divê proleterya (çîna karkiran) sazûman û sîstema heyî bi şoreşekî hilweşîne, alav û makîneyên hilberandinê bika malê gel û sazûmana xwe ya bêçîn ava bike. 

16. ‘Kêrperestî/Sûdperestî’ (1863) – John Stuart Mill

Di vê berhema xwe de Mill, ramana kêrperestiyê nivîsandiye. Feylesofek î ingilîz e, mantîkzan û aborînas e. 

17. “Zerdeşt Wiha Ferman Kir” (1883) – Friedrich Wilhelm Nietzsche

Feylesofê dahî, di vê berhema xwe de felsefeya xwe û nêrîna xwe ya ‘mirovê jor, mirovê bilind, mirovê raser’ nivîsandiye.

18. “Tractatus Logico-Philosophicus” (1921) – Ludwig Wittgenstein

Ludwig Wittgenstein feylesofek î avusturyayî ye û ev berhema wî, beriya mirina wî hatiye çapkirin. Kitêb ji pêşniyar û jêrpêşniyarên li ser mijarên dinya, rasteqînî, zanist, etîk, mentiq, dîn, mîstîsîzm, felsefe, ziman û ramanê pêk tê.

19. “Heyîn û Dem” (1927) – Martin Heidegger

‘Heyîn û Dem’ berhema herî girîng ya Martin Heidegger ê feylesofê alman e û di sala 1927an de hatiye weşandin. Mîna berhema herî girîng ya Egzistansiyalîzmê tê dîtin.

20. “Hebûn û Tunetî’ (1943) – Jean-Paul Sartre

Cara yekem di sala 1943an de hatiye weşandin û ev berhem jî, wekî berhemeke girîng ya egzistansiyalîzmê tê dîtin.

21. “Civaka Vekirî û Dijminên Wê” (1945) – Karl Popper

Yek ji wan berhemên herî xwedîbandûr ya sedsala 20. e û di kitêbê de felsefeya Platon, Hegel û Marks, hatine rexnekirin.

22. “Zayenda Duyem” (1949) – Simone de Beauvoir

Di kitêbê de giraniyek Freudyen xwe dide der û hebûnparêziyeke femînîst xwiya dike. Wekî prensîpekî Simone jî wiha bawer dike ku hebûnatî, beriya cewherê tê û xwe digihîne ramana ‘meriv jin nayê dinyayê, dibe jin.’  

23. “Minima Moralia” (1951) – Theodor W. Adorno

Şahberhema Adorno ye û li ser meseleyên felsefî, siyasî, û edebî rawestiya ye. Di şeklê fragmanan de hatiye nivîsandin.

24. “Bêje û Tişt” (1966) – Michel Foucault

Di sala 1966an de hatiye weşandin û xebateke muqayeseyî ya li ser ekonomî, xweza û zimannasiyê ye û Faucault bi saya vê berhema xwe hatiye nasîn.

25. “Gramatolojî” (1967) – Jacques Derrida    

Jacques Derrida mîna damezranerê rêbaza ramana rexneyî tê dîtin û feylesofek î fransî ye. Ev berhema wî jî, wekî berhemeke felsefî a girîng tê nirxandin.

Ali Gurdilî

peywendi@felsefevan.org

04.01.2017

Bersivekê binivîsin