Ji bo ciwanên me yên li zanîngehan de dixwînin

Ji bo ciwanên me yên li zanîngehan de dixwînin

Ji bo ciwanên me yên li zanîngehan de dixwînin 

    Ciwanên kurdan li Tirkiyeyê bi şert û mercên giran de, bi kêmasî û belengaziyan de bi zorê pûanekê baş qezenç dikin û xwe diavêjin zanîngehên dagirkeran. Helbet xwendina zanîngehê jî ji bo Kurda qet ne hêsan e ; bê peretî, nezantî , jiyaneke xerîb hwd. Lê gelek tişt hene ku vê rewşa dijwar dijwartir dikin wek mînak fikra, ‘ciwanên rêxistinî’ ango derheqê sîyaseta Kurdên bakur de, derheqa tevgera azadiyê de xwedî agahî, xwedî zanîn bûn. Helbet cihekî wek tirkiyê, taybetî jî demên wiha de ne tiştekî hêsan e, pozika sola meriva jî xwar dîtin dibe bela serê meriva. Xort û keçên Kurda helbet wêrek in, çalak in, jêhatî ne lêbelê rastiyeke wiha jî heye; heta niha rêxistiniyeke wiha kêrê tu kesî nehatiye. Ciwanên kurda ger ji bo gotinekê, ger ji bo du tiliya, ger bo kincekî tên girtinê, tên sirgûnkirinê, tên kuştinê. 

Helbet ez dijî rêxistina ciwanên me nîn im lê gava meriv rêbazak ceriband û dawiya wê bê feyde derket ne tiştekî mantiqî ye vêya 90 salî li ser hev biceribînin, rê şaş be encam jî şaş e. Wek formuleke matematîkê ye jiyan; bi formulekî dernekeve dê helbet formulekî derkeve. Ez dibêm heta em şev û roj bi peyva ‘hewal’ û spas ve li ser mijarên siyasî dipeyvin, em her yek ji bo kurda, ji bo kurdî beşa xwe de çi hînbûne bi hev re parvekin, bi hev bişêwirin çêtir nabe qey? Fikreke wiha heye dibên em bindest in tiştek ji me dernayê, na xêr ne wisa ye Di dema naziyan de cihû li elmanyayê û gelek deverên dinyayê rastî gelkujiyan dihatin, lê gava meriv li beşa psîkolojiyê dinêre %90 damezrinerên psîkolojiyê cihû ne û xebatên xwe jî tev li wê dema xirab de kirine, wek mînak freud, adler, fromm û hwd.

Ev sed sal e komara tirkiyê ava bûye, ev sed sal e li vî welatî kurd dîlgirtî û li ser axa xwe penaber in lê penaberî nayê wateya tolaziyê, zanîn û her zanîn rêya rizgariyê ye, dem guheriye êdî şervanên navdar ne yên yên çekan xweş bikartînin, yên çekên baş diafirînên in.

Bi hêviya ku ez şaş neyêm fehmkirin, demxweş.

Rêzan Erzirom 

27.04.2016 

Bersivekê binivîsin