Ji Bo ‘Bersiv(ê)an’ Felsefe

Ji Bo ‘Bersiv(ê)an’ Felsefe

Kêmzan Bêwar: Ji Bo Bersiv(ê)an Felsefe

    Eger em li ser pirsa “pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?” herin ez bawerim em dê rê ber bi gelek şaşiyan vekin. Ji ber ku tenê pêwîstiya me felsefeyê nîne hewcehiya kurdan gelek tiştên din jî hene. Lê bi bersiveke kurt em dikarin vê pirsê bibersivînin.

    Ji bo ku felsefe diafirîne pêwistiya me bi felsefeyê heye. Felsefe ji ber ku derfeta ‘bersivan’ dide me girîng e. Ev ‘afirandin’ ev ‘bersiv’ jî ji ber xwe dernakevin. Ji bo ku afirandinek hebe, ji bo ku bersivek were dayîn divê pêwîstiya afirandinê û bersivê derkeve holê. Dema ew pêwîstî derdikeve hinge pêwîstiya me bi felsefeyê jî dibe. Ji bo ramana li ser tiştan em hewceyî felsefeyê nînin. Her kes difikire. Hemî zanînên heyî bi riya fikirînê dertên. Lê dema bûyerek rûdide, kirin derdikevin holê, pirsgirêk peyda dibin hingê ji bo ‘bersiv(ê)an’ pêwistiya me bi felsefeyê çêdibe. Em ji bo zelalkirina wan dikevin di nava hewldanan.

     Nexwe felsefe ji bo ku derfeta ‘bersiv(ê)anê’ diafirîne wê di nava jiyana me de her tim hebe. Em dê bi riya têgehên ku têne afirandin her tim felsefeyê ji bo bersivan bikarbînin. Lê mixabin niha em dibînin (ev yek ji bo vê nivîsê jî derbasdar e) li şûna ku em bersiv(ê)an bidin/biafirînin ji bo van bûyerên rûdidin (taybet jî ji bo yên li kurdistanê) em ketinê pey girîngiya felsefeyê. Em kurd niha tenê di nava deryaya felsefeyê ya bêsînor de fetisîna xwe temaşe dikin!

Kêmzan Bêwar

10.03.2016 

Bersivekê binivîsin