Jêmayên Xanedaniya Merovenjê

Jêmayên Xanedaniya Merovenjê

Enstîtuta Şûnwarnasî Inrap a Fransayî ragihandina encamên lêkolînên xwe ên li bakurê Fransayê hatibûn kirin, pêk anî. Şûnwarnas di lêkolînên xwe de goristaneke (necropolis) bikêmasî 600 îskeletên mirovî ên ji dema Merovenjê-Mérovée ne vedîtin. Ji hejmara jêmahî û bidestxistina îskeletên zarokan tê dîtin ku tevahiya îskeletên vedîtî ji kesên heman gundê ne.

Xanedana Merovenj ji sedsala 5an heya 8an li Fransa û Belçîkaya a niha serwer bûye. Dema karkerên fîrmayekê li bajaroka Monchy-Lagache a li Picardiëyê ye dixebitin daku dibistanekê li wir çêbikin, rastî hin hestiyên mirovî tên û li ser vê yekê rayedarên enstîtuta Inrapê agahdar dikin. Kizîr Richard Rougier wiha dibêje; “Heya vê gavê me tenê ji sedî 12yê cihê lêkolînê vedaye û em di wê bîr û baweriyê de ne ku em ê di navbera 600 heya 800 heb îskeletên mirovî bidestbixînin.” Dîsa Rougier destnîşan dike ku heya a niha tu şopên tade û lêdanê li ser hestiyên bidestxistî nehatine dîtin.

Metîn Eser 

Çavkanî: AFP

Bersivekê binivîsin