Jean Paul Sartre

Jean Paul Sartre

Tişteke ku em bikaribin jêre bibêjin <xwezaya mirov> e tune û mirov, bi dest û keda xwe, xwe diafirine û destnîşan dike. Kêzik û çûk, çawa bûne heyîn, wisa jî dijîn û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, ber bi xwezayê ve hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe, bi ked, bi zanyarî û hwd. diafirînin. Ji ber vê yekê jî divê tevgerên wan neyêtin astengkirin/sînorkirin û divê ku hemû mirov, bi azadî bikaribin tevbigerin.  

Ango, mirov, mehkûmê azadîyê ye. 

Di bin kîjan şert û mercê de bin bila bin, em azad in û jiyana xwe bi destê xwe diafirînin. Ji ber ku hemû kes cihê xwe, nirxên xwe, hêjahiya xwe, bi destê xwe diafirîne, zagoneka exlaqê yeka ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune. 

Mirov heyînek ji bo xwe ye, hiş û azadî ye.  

Em di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û bi biryarên xwe, em jiyana xwe diafirînin. Helwesta me ya ku em ji bo rewşekî nîşan didin, bi pêşnûmayên me yên ji bo pêşerojê re digihêjine wateyekî û tevgerên me jî, li gor van pêşnûmeyan derdikevine holê. Azadiya giştî, bi xwe re berpirsiyarîya giştî tîne. Ji ber vê yekê jî mirov, hem ji xwe û hem jî, ji hemû kesan berpirsiyar e. 

Hilbijartina li hember rewşekî jî, di destê me de ye. Biryara vê yekê, em bi xwe didin. Hilnebijartina tiştekî, di rastiya xwe de hilbijartina tiştekî ye û divê ku em hesabê vê yekê jî bidin. Di dema hilbijartina rewşekî de; em ne jiyana xwe tenê, em di heman demê de hêman û hêjahiyên xwe jî, ku bingeha vê hilbijartina me ne, em wan jî destnîşan dikin û pêşkêş dikin. 

Mengiyên/îdealên exlaqî û hêjahiyên me, bi tenê dikarin li ser azadiya me werin hîmdarkirin. Mehkûmbûna mirov ya azadiyê û têgihiştina mirov ya berpirsiyariya xwe,  diltengiyekî derdixe holê. Diltengî, yek ji wan hestên herî bingehîn yên hebûna mirovî ye. 

Jean Paul Sartre | 1905-1980 

Têbinî: Jean Paul Sartre, ramanwerekî fransî ye. Dibistana Mamosteyan qedandiye. Ji bo demekî, mamostetiya felsefeyê kiriye. Kovar derxistiye. Roman, kurteçîrok, ceribandin û şanoyan nivîsandiye. Demekî bûye endamê Partiya Qomûnîst ya Fransî, lê piştra dev jê berdaye. Mirovekî xwedênenas e. Bi temamî dijberê ol e. Li gor bîr û baweriya Sartre baweriya olî, di rêya azadiyê de astengek e. Hebûnperest  [egzîstansîyalîst] e. Li gor baweriya wî li cem mirovan, şekil (lewn) ji hilikê girîngtir e. Mirov, bi destê xwe hilika xwe destnîşan dikin.  

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.

 

Bersivekê binivîsin