Jean Paul Sartre

Jean Paul Sartre

Jean Paul Sartre (1905-1980) 

Jean Paul Sartre, ramanwerekî fransî ye. Dibistana Mamosteyan qedandiye. Ji bo demekî, mamostetiya felsefeyê kiriye. Kovar derxistiye. Roman, kurteçîrok, ceribandin û şanoyan nivîsandiye. Demekî bûye endamê Partîya Qomûnîst ya Fransî, lê piştra dev jê berdaye.

Mirovekî xwedênenas e. Bi temamî dijberê ol e. Li gor bîr û bawerîya Sartre bawerîya olî, di rêya azadîyê de astengek e. Hebûnperest  [egzîstansîyalîst] e. Li gor bawerîya wî li cem mirovan, şekil (lewn) ji hilikê girîngtir e. Mirov, bi destê xwe hilika xwe destnîşan dikin.

Mirov mecbûr e, ku azad be. Ji bo vê yekê jî, divê têbikoşe. Lê mirov nikare bibêje ku yê ku cara pêşîn van ramanan anîye ziman, Sartre ye. Ango, mirov nikare bibêje ku wî felsefeyeka xweser afirandiye. Ne karibû bibe Kierkegaard (Soran Aabye Kierkegaard 1813-1855) û ne jî karibû bibe Heîdegger. Tiştê ku wî navdar kiriye, hêla wî ya edebî ye.

Çî gotiye Sartre?

1- ‘Mirov mehkûmê azadiyê ye.’

2- ‘Ez ne heyranê tu kesî me û naxwazim ku tu kes jî bibe heyranê min.’

3- ‘Di nav xirabiyan de xirabiya herî mezin, neguhêranadina me ya kêmasîyên xwe ye.’

4- ‘Azadiya mirov di helwesta mirov de veşartiye.’

5- ‘Dojeh (cehnem) yên din in.’

Li Gor Nêrîna Sartre Azadî Û Berpirsiyarî 

Mirov heyînek ji bo xwe ye, hiş û azadî ye. Sartre vê ramana xwe û bivênevêtîya azadîyê bi hevoka ‘mirov, mehkûmê azadîyê ye.’ şirove dike. Em di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û bi biryarên xwe, em jiyana xwe diafirînin. Helwesta me ya ku em ji bo rewşekî nîşan didin, bi pêşnûmayên me yên ji bo pêşerojê re digihêjine wateyekî û tevgerên me jî, li gor van pêşnûmeyan derdikevine holê. Azadîya giştî, bi xwe re berpirsiyarîya giştî tîne.Ji ber vê yekê jî mirov, hem ji xwe û hem jî ji hemû kesan berpirsiyar e. Hilbijartina li hember rewşekî jî, di destê me de ye. Biryara vê yekê, em bi xwe didin. Hilnebijartina tiştekî, di rastiya xwe de hilbijartina tiştekî ye û divê (em bêgav in) em hesabê vê yekê jî bidin.

Di dema hilbijartina rewşekî de em ne jiyana xwe tenê, em di heman demê de hêman û hêjahiyên xwe jî, ku bingeha vê hilbijartina me ne; em wan jî destnîşan dikin û pêşkêş dikin. Mengîyên (îdealên) exlaqî û hêjahiyên me, bi tenê dikarin li ser azadiya min werin hîmdarkirin. Mehkûmbûna mirov ya azadîyê û têgihiştina mirov ya berpirsiyariya xwe,  diltengîyekî derdixe holê. Diltengî, ji hestên herî bingehîn yên hebûna mirov e.

Felsefeya Sartre ya Exlaqê 

Li gor bawerîya Jean Paul Sartre; tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin ‘xwezaya mirov’ tune û mirov bi dest û keda xwe, xwe diafirine û destnîşan dike.

Kêzik û çûk, çawa bûne heyîn, wisa jî dijîn û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, li xwezayê hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe (bi ked, bi zanyarî û hwd.) diafirînin. Ji ber vê yekê jî divê tevgerên wan neyêtin astengkirin (sînorkirin) û divê mirov azad tevbigerin.  Ango Sartre dibêje: ‘Mirov, mehkûmê azadîyê ye.’

Di bin kîjan şert û mercê de bin bila bin, em azad in û jiyana xwe bi destê xwe diafirînin. Ji ber ku hemû kes cihê xwe (nirxên xwe, hêjahiya xwe) bi destê diafirîne; zagoneka exlaqê yeka ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin