Jaffer Joqy: xwebûn bilintirîn ast e

Jaffer Joqy: xwebûn bilintirîn ast e

Jaffer Joqy: xwebûn bilintirîn ast e

Ez ê li pirseke dî de dergehê bersiva vê pirsê vekim, ew jî: çima pêdiviya me bi me heye? Bêgûman Xwebûn bilintirîn ast e ku tak bi riya piroseyeke dijwar û tijî asteng digehê. Ew pirose jî ne li cîhane derve re ye, belê her li hindiruyê mirov de ye, wate di xwe de mirov bi saya hizrkirinê digehe xwe. Felsefe jî gereke ku mirov li xwe de encam dide li rêk û kolanên hizrê de.Armanc jî, ku bigehe peravên rastiyeke diyarkirî û  meya wê binoşe.

Ji bo me (weke kurd) giringiyeke xwe ya taybet heye, ew jî:

Bi sedên salan em li bin nîrê koletiyê de destarê rezîltiyê digêrin, ji sixûmetî vê çêndê ve em -weke xwe- wenda bûna, loma jî em dikarin dergehên Felsefê li xwe vekin û bi xwebûna xwe şad bibin. Xaleke dî û giring: Heta astekî -gelek bilind- em ketine jêr desthelata hestê xwe ku ew me dike paşbend û sêbera kes û tiştê dî û me ji me vediqetîne, bi vê çendê felsefe dikare me hemûyê li me vegerîne û em serweratiya xwe bikim.

Jaffer Joqy

03.03.2016 

Bersivekê binivîsin