Jacques Derrida – 1930-2004

Jacques Derrida – 1930-2004

Jacques Derrida (1930-2004) 

Fîlozofê fransî. Poststrukturalîst (postbinyatkar). Li hember felsefeya ku aqil wek navend dibîne derdikeve û bi awayekî pirr dijwar ya modernîzmê rexne dike. Di nav loda felsefeya ku ziman wek navend dibînin de cîhê xwe girtiye. Li gor bîr û bawerîya Derrida, ziman mal a evînê ye.

Jacques Derrida wiha dibêje: ‘(Ez) figûreka ziman e, an jî pirseka ziman e. Ziman jî sîstemeka nîşander e an jî leyîstikek e. Ji bilî ziman, tu tişt tune û hemû tişt di nava nivîsarê/metnê de ne.’

Bawerîya xwe bi raveyê (yorum) nayne. Lewra rave, mirovan nabin heqîqetê. Ango, mirov bi raveyan nikarin xwe bigihînin heqîqetê. Rave raveyan, dîrok dîrokan û nivîs jî nivîsan derdixine holê. Raveyeka ku naguher û mayende be tune. Li hember metafizîka rojava ku mentîqê wek navend dibînin, derketiye. Li gor bawerîya wî Retorîk, di pêşîya mentîqê de tê. Bi kurtasî mirov dikare bibêje Derrida êrîşê hemû cureyên kevnoşopî yên felsefeyê kiriye, ew êrîşkarê avahîyê ye, hilweşandiye û xira kiriye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin