Îro Ciwanekî Din Jî Firî û Çû

Îro Ciwanekî Din Jî Firî û Çû

Îro Ciwanekî Din Jî Firî û Çû

Îro ez hewqasî  bextewar im, ji bextewarî û kêfxweşiya ku ez di navde me, rê nade ku ez nêzê  derd û kulê xwe  bibim. Di girmilkên min de êşeke bi şewat heye û şewata wê ketiye heta dilê min. Lê xem nake, êşa min îro cih guhertiye û şewata wê bûye bextewarî. Ez li benda zarokên xwe me, ka bila dora wan be, ez ê ji hemû kesî zêdetir amadekarî bikim, wana yek û yek bi dekor û bi rengên kurdî bixemilînim û piştre ez ê wan bi kêfî û şahî bişêynim bihuştê. Ez dizanim ku bihuşt cihekî ne diyare û texmîn dikim ku cihekî dûr e.

Lê em ê her rojekê din bigihîjin hevdu û ji xwe heta wê demê em ê hevdû jibîr nekin û dê herdem di nav xeyalê min de bin û ez ê berdewam bibîranîna wan jî bi kêfxweşî bi êşa xwe re bigerînim. Çawa min gotî ji dora wan re wext divê, lê belê ez ji niha ve û li ber çavê hemû kurd û Kurdîstanê radigihînim.; Gencê min û zorokên min ê delal, hûn qet mereq nekin, bavê we her tim li cem we ye û dê herdem li ser we bifikire û ji we bi awayekî bêpîwan û bêşert, ji we hez bike.

Lê îro ne dor a zarokên min bû. Li welatê me zarok zêde ne û piraniya hemwelatiyên min zarok in, gencin û xwedê jê razî rayedarên welatê me û gelê me jî, bi hev re ji bo wan zarokan jîyanek gelek balkêş û xweş amade kirine û ew dijîn û kêf kêfa wan e. Hêdî kef û xweşî têra wan nake, îcar dixwazin bikevin rêzê ku biçin dinyayeke din. Em jî pîr bûne û bi kêrî tiştekî nayên û tu kes, li me nafikire. Dem, dema xortan e û divê em amadekariyek baş bikin ji bo wan ciwanên me û divê em, bikaribin ji riya wan bextewar bin..

Em kurd pir zêde perpirsyar in û xwedî li zarokên xwe û ciwanên xwe derdikevin. Ji ber wê, îro me dîsa xortek xwe firand û ji destê me filitî û bi hêviya ku bigîhêje cenetê û divê ji vir pê ve em kurd hêdî jibîr nekin û hêvî bikin ji bo ku em ê rojekê li bihuştê hevdu bibînin û derd û kulên xwe, bi hev re parve bikin.

Sebra me zêde ye, ma ji xort û ciwanan zêdetir çi heye û divê em li jîyana wan bifikirin û divê, ew xweş bijîn. Jiyana Dinyayê têra wan nake û ji ber wê,  miletê kurd biryar daye ku ciwana yek û yek radêstê cînaran bike û cînar jî soz dane me, ku dê wan hindek biêşînin û piştre bidin me, ku em jî wan rêbikin bihuştê. Ji xwe em kurd fêrî êşandinê bûne û ji êşandinê jî, hez dikin û dîsa em têgihîştine ku evîndarî xweş e û em fêrî evîdariya wan jî bûne.

Me ciwanekî xwe dîsa radestê cînaran kir û ew ciwan, ji destê me filitî, çû û çû…

Em dikarin bênavber, hemû rojan biqêrin û roja din jî, jibîr bikin, em çi bikin em jî welê ne û em kurd in û kurdistanî ne. Niha Kêfxweşî û qêrîna şahiye xelas bûye. Dor hatiye edebiyatê û em hemû li benda hev rawestiyane, ka kî dê çi binivîsîne û  dê kî çiqasî xweş binîvîsîne, da ku em wan nivîsan hilbijêrin û biecibînin. Ez îro naxwazim tu kes nivîsa min biecibîne, ji ber ku ez pir zêde kêfxweş im û me xortekî din jî radestê cînaran kir û bi hêvîya şandina bihuştê û divê em kurd û gelê Kurdîstanê jî li ser riya wan biçin, ji ber ku ew ciwan û zarok in.

Sultan Arslan

20.02.2015 / Copenhagen

Bersivekê binivîsin