Îbnî Tufeyl

Îbnî Tufeyl

Îbnî Tufeyl (1106-1185) 

Bi eslê xwe, Endulûsî ye. Hekîm û hiqûqzan. Ramanwer. Navê wî yê rast Abu Bakr Muhammad ibn Abd al-Malik ibn Muhammad ibn Tufail al-Qaisi al-Andalusi ye. Li nêzîkê bajarê Giranadayê li Guadîskê hatiye dinyayê û li Fasê çûye ser dilovanîya xwe. Ji alîyê Îbnî Bacce ve hatiye perwerdekirin. Di cîhana latînî de bi navê Abubacer tê nasîn. Li ba walîyan, katîbîyê kiriye. Berhemên fîlozofên yewnana kevin xwendiye…

Ramanên xwendegeha (ekola) îştakîyeyê pejirandiye ku ji alîyê fîlozofê kurd, Suhrewerdî ve hatiye damezrandin. Li gor vê ramanê, mirov bi aqilê xwe dikare bi xwedê bizanibe. Ligel wehîyê, aqil jî wek rêyeka bidestxistina zanayîyan, tê pejirandin. Îbnî Tufeyl ji bo bikaribe ramanên xwe bipeyîtîne, bi navê ‘Hay bin Yakzan’ kitêbeke nivîsandiye. Hay, zarokekî berhembêz e û li giravekî bi serê xwe tenê dijî.

Hay, mezin dibe, birêve diçe, hawirdora xwe dinase û di dawîyê de jî, digihêje fikra hebûna xwedê. Kitêba Îbnî Tufeyl ya bi navê Hay, bi sedsalan berîya Robinson Crusoe ya Daniel Defoe hatiye nivîsandin û romana mirovekî bi serê xwe ye. Girîngîya vê romanê ew e ku Tufeyl di vê romana xwe de fikrê xwe yê peresanê jî anîye ziman. Kitêba Hay Bin Yakzan, li Tirkiyeyê jî, ji layê weşanên Yapî Kredî ve hatiye çapkirin. Berhemên wî, li gellek zimanên rojavayî hatine wergerandin.

1- Endulûs: Navê herêmên ku di navbera salên 711-1492 an de li Nîvgirava Îberê, di bin bandûra misilmantîyê de bûn.

2- Îştakîye: Tevgera felsefî ya ku ji aliyê fîlozofê kurd Suhrewerdî ve hatiye damezrandin. Li gor vê ramanê, bi rêya birêvebirina (bikaranîna) aqil; mirov dikare bigihêje heqîqetê. Lê ji bo bidestxistina zanayîyan rolê aqil, dîsa jî hebekî biçûk tê dîtin û di vê xalê de feraset (sezgî) tevlî mijarê dibe. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin