Îbnî Sîna
Hemû heyîn, ji xwedê der çûne. Di destpêkê de bi tenê xwedê heye. Ji xwedayê ku heyînek rasteqîn û bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan, sedemê pêşîn e. Ji vê sedema pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnê de hene der çûne. Ev yek jî, aqilê çalak e. Mirov di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan.
Bextewarî jî, xwepakijkirina rihê mirov û ber bi aqil ve qesidîna mirov e.
Îbnî Sîna | 980-1037
Têbinî: Îbnî Sîna li rojavayê bi navê <Avicenna> tê naskirin û li cîhana îslamê jî jêre dibêjin <Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê yan jî serokê Fîlozofan> tê gotin. Îbnî Sîna jî wekî Farabî li ser dozîneya Arîstoteles ya ‘<adde û formê> rawestiya ye. Navê wî yê rasteqîn: Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi ye.
Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî
Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.