Îbnî Rûşd

Îbnî Rûşd

Îbnî Rûşd (1126-1198) 

   Îbnî Rûşd, di Serdema Navîn de wek damezranerê Arîstoparêzîyê tê dîtin û li gor bîr û bawerîya Rûşd Arîstoteles tekane fîlozof e. Li gor bawerîya Rûşd hege mantîqa Arîstoteles tunebûna, wê demê ne zanist û ne jî zanayî, ne gengaz bûn. Îbnî Rûşd, berhemên Arîstoteles şirove kiriye û bi awayekî taybetî wan rave kiriye. Mirov dikare bibêje ku rojava, ya Arîstoteles bi saya xebatên Îbnî Rûşd nas kiriye.

Îbnî Rûşd wiha parastiye ku hemû tiştên di ol de ne, mirov dikare wan bi aqil îsbat bike. Li gor ramana Rûşd, madde û zeman, bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ne, ango eternal in. Ango, dibêje ew her hebûn. Dîsa dibêje ku hege livdarî tunebe, zeman nikare were fikirîn. Îbnî Rûşd, wisa bawer dike ku rih bêmirin (zindebar e) e, lê ‘rihê mirov’ ezelî ye. Di berhemên xwe de li ser lihevkirina ol û felsefeyê û li ser hevnegirtîtîya felsevanan rawestiya ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin