Hyperloop Technology

Hyperloop Technology

Veguhestina Mirovan bi leza 1200 km di seetekê de bi riya lûleya (Hyperloop technology) HTT

  Veguhestina mirovan bi leza 1200 km di seetek da bi riya lûleyê Endazyarên Kalîforniyayê dixwezin di hefteyên bê da, destbi çêkirina riyek azmayišî bi navê sîstema veguhestina Haypirlûp, bikin ku 150 milyon dolar jê ra pêwîst e, sîstema han dê jibo veguhestina misafiran di nava lûleyek ku hewa têda tune ye û bi leza dengê diçe, were bikaranîn. Dema di sala 2013’an da, jibo cara yekem Alvin Mask, behsa çêkirina Haypirlûpê kir, fikra wê wek ixtiraek ecêb û terhek ku nikare pêkwere û dê tu carî jî nexebite, hate dîtin.

Lê aniha bûdceya çêkirina vê sîstema veguhestinê amade buye û emê di demeke pir kin da, mînaka azmayišiya wê bibînin. Yekem mesîra azmayišiya teknolojiya veguhestina Haypirlûpê (HTT) dê bi dirêjahiya 8 km’an li Kalîforniyayê û di dema çend hefteyan da, were çêkirin. Terrahên vê teknolojiyê dixwazin 10 milyon kesan ji riya HTT’yê ku li geliyê Quay’ê ye, istifade bikin. Ligor gotina Alvin Mask, di dawiyê da jî dê mesafeya 610 km’iya navbera Losancilis û Sanfiransîskoyê di dema 30 deqeyan da were qedandin û dê misafir bi leza 2 qasî ji balafirê zûtir ber bi meqseda xwe herin.

Leza Haypirlûpê jibo veguhestina misafiran di navbera 2 cihan da, 1200 km di seetek da ye. Di vê sîstemê da lûleyek pir dirêj heye ku hewayê nava wê hatiye valakirin û rewša nava lûleyê xele’ e (vacume). Lûle tehrek hatiye çêkirin ku di hewayê da daliqyayî be û ji erdhej yan jî rewšên nebaš yên hewayê, were parastin. Misafir, yek yek yan jî kom kom di cihek taybet da disekinin û pašê bi alîkariya megnitek mezin ber bi jor diçin û dikevine hindirê kepsûlan. Di nava her kepsûlek da, 6-8 kesan cî dibin û di dema 30 saniyan da, misafir peya û siyar dibin. Jibo her mesîrek jî, serê her merivî 20$ distînin.

Werger: Edo Makûyî

Jêder: http://hyperlooptech.com/

Bersivekê binivîsin