Hypatîaya Îskenderî

Hypatîaya Îskenderî

Hypatîaya Îskenderî

Hypatîaya Îskenderî (370-415) li Museîona Îskenderê (wê demê wek zaningehê dihate pejirandin) hîndekariyê kiriye û dersên felsefe, matematîk û ezmannasîyê (astronomiyê) daye şagirtên xwe. Di nasandina Platon û Arîstoteles de, dersên wê roleka girîng leyîstine. Naveroka felsefeya wê bi temamî baş neyête zanîn jî, wek Platonparêziyanû (Yenî- Platonculuk) tê dîtin. Ji aliyê çend mirovên fileh ên bawerhişk ve, bi kêrê hatiye kuştin. Wekê fîlozofekê nebawer (xwedênenas, ateîst) hatiye nasîn. Wiha tê fikirîn ku di wê demê de sîyasetmedariyê jî kiriye û ji ber çend nakokiyên sîyasî jî, hatiye kuştin. Di vê dewrê de dawîya dewra antîk û felsefeya Pagan  tê û ola fileh xwe gelekî xurt dike. Di warê zanistên xwezayê û matematîkê de paşveçûyînek dest pê kiriye. Hypatîa, di serdema xwe de wek fîlozofa yekta ya jin hatiye dîtin. Bi jîrîtî û delaliya xwe re jî, di wê demê de ya mêran gelekî di bandora xwe de hiştîye. Di warê Arîtmatîkê de xwediyê sêzdeh (13) berhema ye.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin