Huner û Felsefeya Hunerê

Huner û Felsefeya Hunerê

Huner û Felsefeya Hunerê| Ali Gurdilî

Felsefe çawa ku li heyîn, ol, exlaq, sîyaset, zanayî, zanist û hwd. vedikole û dixwaze ku bizanibe ka çavkaniya wan ji kû tên, çi ne û çawa ne, wiha jî dixwaze bizanibe ka huner çi ye, estetîk çi ye, berhema hunerî çi ye? Ji bo vê hindê jî, em di felsefeya hunerê de rastê têgehên huner, berhema hunerî, delalî/spehîtî, têkiliya rastî û xweşî û gewreyê, tên û felsefe li van têgehan vedikole, wan dide nasandin û dixwaze ku fêr bibe, ka darazên hevpar yên estetîk hene, yan na?

Helbet, beriya ku hindek guftegoy pêk werin û mirov bikaribe têbigihêje raman yan encamekê, pêwist e di wê babetê de mirov xwediyê hindek zanayiyan be. Ka delal çi ye, em ê têliliya spehîtî û rastiyê çawa bi nav bikin, têkiliyên di navbera wan de têkîliyên çawa ne û hindek zanayiyên din. Ango, beriya her tiştî divê mirovî xwe bigihîne hindek pênaseyên/danasînên rast û dirust. Bi vê baweriyê, di destpêkê de min jî xwest berê her tiştî ez hindek têgehên felsefeya hunerê û estetîkê bidim nasandin û ger pêwist be pênasa wan bidim, da ku em bikaribin li ser zemîneke/bingehekî xebatên xwe xurt û berfireh bikin.

Mijara Estetîkê û Pênasa Wê

Estetîk, di sedsala 18 an de ji aliyê A. G. Baumgarten ve hatiye damezrandin. Peyva <estetîkê> ji peyva <aisthesis> a yewnanî tê û wateya wê <têgihîna (Bîrbîrî, îdraq) sehekî> ye û mijarên wê jî, zanayiyên têgihîna sehekî ne. Li zanayiyên têgihîna sehekî vedikole û dixwaze ku fêhm bike, ka ew ji kû derê tên. Lê mirovî dikare bibêje ku estetîk, ne li hemû zanayiyên têgihîna sehekî, lê bi tenê li zanayiya bûyera spehîtiyê (delaliyê, bedewiyê) digere.  

Dîsa di sedsala 18 an de Immanuel Kant, estetîkê wekÎ <zanista delkên hestyarİyê> daye nasandin. Spehîtiya ku babeta estetîkê ye, ne tenê ew spehîtİya hunerê ye. Hemû spehîtİyên ku di xwezayê de hene mijarên estetîkê ne, ji lewma jî; ji vê felsefeyê re, <felsefeya delaliyê> tê gotin.

Ji Platon bigirin heta Hegel, dema ku mirovî li dîroka felsefeyê mêze dike, mirov dibîne ku di bingeha nêrînên estetîkî de têgeha ‘spehî’ û ‘spehîtîyê’ heye. Ji şaxê felsefeyê ya ku li spehîyê/delaliyê dipirse û vedikole re, ‘Estetîk’ tê gotin.

Felsefeya ku li hunerê û berhema hunerî dipirse, vedikole û ji bo hunermendan pîvanên nîrxandinê tîne re jî, ‘Felsefeya Hunerê’ tê gotin. Ango, Estetîk û Felsefeya Hunerê, ne di heman wateyê de ne. Lê carinan di hindek axaftinên mirovan de, em dibînin ku di heman wateyê de têne bikaranîn. Lê ew gotin, bikaranîneke çewt e. Lewra, ne heman tişt in. Wekî mînakekî: Spehîtiyeka di xwezayê de, em bibêjin Geliyê Elî Beg, dikare bibe mijara estetîkê. Belam, helbesteka helbestkarekê û romaneka nivîskarekê, encax dikare bibe mijara felsefeya hunerê.

Pênaseya Hunerê  

Bi awayekî estetîkî û bi şeklên/awayên cihêreng; îfadekirina hest, raman, pêşnûma yan jî spehîtiyekê/delalî ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî ye. Mesela wêneyeke wênesazekê, helbesteke helbestvanekê, romaneka nivîskarekê bûyera hunerî ye. Em dibînin ku di jiyana rojane de huner, wekî karekî pêzaniyê/hostetiyê tê fikirîn. Di vê wateyê de huner, bi hostetî û bi marîfet, pêkanîna kar yan xebatekî û bi vî awayî afirandina hilberekî ye ku bi ecibandineke tê pêşwazîkirin. Di felsefeya hunerê de pirsa: <gelo hunermend berhema xwe çawa pêk tîne?>  tê pirsîn û ji bo vê pirsê jî, bersivên cihêreng têne dayîn.  

1- Hunera Bi Awayê Texlîdî <Huner Texlîd e.>

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê huner, bi texlîda hunermend tê pêk anîn. Hunermend tiştekî ku dibîne, yan jî rasteqîniyeke texlîd dike. Di serdema pêşîn de Platon/Eflatûn û Arîstoteles, ji hunerê re gotine <mîmesîs> ango, texlîd. Huner, di encama texlîdkirina hunermend de dertê holê. Li gor bîr û baweriya Platon, tiştê ku resen e (esas e, bingehîn e) îdea ne. Dinyaya ku em têde dijîn jî, dengvedan, sîh û kopîyeka/jêgirtineka îdeaya ye. Li gor Platon hunermend divê tiştên xwiyakirî bibîne, ji wan tiştên xwiyakirî derbasê îdeayan bibe û wan texlîd bike ku îdea mînakên yekemîn yên wanekan/nesneyan in.

Li gor Arîstoteles jî, hunermend xwezayê texlîd dikin, ew texlîdkar in. Hunermend dikare herdem rasterast xwezayê texlîd bike û dikare li gor awira xwe jî wê vebiguhezîne. Dîsa Arîstoteles dibêje ku li gor awayê texlîdkirina tiştan, mirov dikare hunerê bike lod jî.

2- Hunera bi awayê afirandinê <Huner afirandin e.>

Li gor vê nêzîkayîtêdanê, huner xebata lêgerîna baş, xweş û tekûzê ye. Di xwiyakirina xwezayê de tekûzî tune û hunermend jî nikare bi alîkariya xwezayê yên tekûz biafirîne. Hunermend bi tenê, bi alîkariya bikaranîna hêza xwe ya xeyalî dikare yên îdeal biafirîne. Babeta hunerê, yên îdeal in. Li gor bîr û baweriya Benedetto Croce, huner afirandin e û naşibe tu xebatên mirovî. Çimku huner, çalakiyeka azad e. Ev çalakiya azad jî, tê wateya serxwebûna takekesîtiyê/ferdîtiyê.

3- Hunera bi awayê leyîstikê <Huner leyîstik e.>

Li gor vê nêzîkayîtêdanê huner, leyîstik e û ew gellekî dişibin hevdu. Armanca hunerê û ya leyîstikê jî, di nava xwe de ye. Herdu jî ne li pey berjewendiyeke ne. Herdu jî ya mirovî ji tengasî û acizbûnên/sitresên rojane rizgar dikin û mirovî ber bi dinya azad ve dibin. Ev raman ji aliyê ramanwerê alman F. Schiller ve tê parastin. Li gor ramana Schiller; ‘mirov heta ku dileyîze, mirov e.’ Di peyva leyîstikê de, qesda wî huner e. Lewra herdu jî ya mirovan, ber bi azadiyê ve dibin.

Pênaseya Berhema Hunerî

Afirandina hunermend e, hunermend ji xwe (ji dil, bîr û baweriya xwe) form û spehîtiyeke dayê, ku babeta nîrxandina estetîkî ye. Madeya hunermend ya ku di dema pêkanînê de bikartîne, ji bo peykertraş mermer, tunc yan jî cas (cils, alçî) e. Ji bo muzîkvanekê deng e, ji bo wênesazekê reng, kaxiz û pênûs in. Hunermend van madeyan bikar tîne û wateyeke dide wan, di dawiyê de dibin xwediyê weteyeke û bi berhema hunerî tênê binavkirin. Bi saya afirandina hunermend; mermer dibe peykereke Musa, reng û boyax dibin wêneyek û deng jî, wekî besteyên Şivan Perwer dertêne pêşiya me.

Taybetmendiyên Berhema Hunerî

1- Berhema hunerî encama çalakiya/xebata mirovî, ya bibîr û biarmanc e. 

2- Berhema hunerî, zewqeka estetîkî û kelecanê dide mirovî. Ango, em nikarin bi tu awayî li bendê bin ku di jiyana me ya rojane de berhema hunerî bi kêrî tiştekî were. Ji bilî vê yekê, berhema hunerî ji bo armancên sîyasî û exlaqî jî, nikarin werin bikar anîn.

3- Berhema hunerî kit û tekan e. Bi gotineka din, orjînal e. Wesfa wê ya herî mezin ya ku mirov bi saya wê dikare wê ji nesne/hilberên din yên mirovî veqetîne, xweseriya wê ye. Hege Ehmedê Xanî tunebûna wê Nûbihar, yan jî Shakespeare tunebûna wê Macbeth jî tunebûya.

4- Her berhema hunerî, bi heyîneke ku heye re têkildar e. Heyîneke ku kifş/diyar e vedibêje, ji wê heyînê perçeyekê radixe holê.

5- Her berhema hunerî hilbera ked, dem û zehmetiyeke dirêj e. Ji ber vê çendê jî, ji bo ku ew bibe xwediyê wateyekê, li hember wê jî divê heyîneke ku jê hez bike yan jî jê zewq bigre, hebe.

Têgehên Bingehîn Yên Estetîkê

Afirandin yan jî têgihiştina berhemeke hunerî, li cem me rê li xweşiya estetîk (kêfa, heza estetîk), keyfxweşiya estetîk û li kelecana estetîk vedike. Heyîna ku ji van hest û kelecanan dibihîse, hîs dike; kirdeya/subjeya estetîk e û jê re, kirdeya estetîk tê gotin. Ji çavkaniya ku rê li xweşiya estetîk vedike, ku çavkaniya hesta ecibandinê ye jî; spehîtî yan jî, spehiya/delala estetîk tê gotin. Ji wê waneka/nesneya ku xwediyê nîrxa delaliyê ye re, nesneya estetîk tê gotin.

Ji aliyê kirdeya estetîk ve bi awayekî erênî yan jî neyînî, nirxandina nesneya estetîkê (kirdeya estetîk dikare nesneya estetîk delal an jî ar binirxîne) jî, daraza estetîk e. Û jêre, Daraza Estetîk tê gotin.

Pirsgirêkên Bingehîn Yên Estetîkê

1- Tiştên ku nesneyên spehî, spehî dikin gelo ew çi ne?

2- Pîvanên ku rê li spehîtiya nesneyan vedikin hene gelo?

3- Gelo spehîtî kirdewar/subjektîv e? Ango ew darazeka kirdeyê ye, yan na? Yan jî spehîtî, beyî kirdeyê (ê ku pê dizane, têdigihijê, fêhma wê dike) jî, bi awayekî serbixwe ji wê nesneyê der diçe yan na?

4- Têkiliya di navbera spehî û rast, spehî û baş de çi ye?

Pirsgirêka Spehîtiyê/Delaliyê  

Spehî (delal), yek ji wan nîrxên estetîkî ê sereke ye. Spehî, ji hêla estetîkê ve hêja ye. Dîmenek spehî, filîmek spehî, leyîstikek spehî.  Spehîtî hem di xwezayê de û hem jî di hunerê de he ye. Dema ku em dibêjin jineka spehî, dîmenek spehî û dema ku em dibêjin muzîkeke spehî û wêneyeke spehî, wateya spehiya ku em bikar tînin cihêreng e.

Di ya yekemîn de delaliya rasteqîniyeka li derveyê mirov tê vegotin û di ya duyemîn de jî, delaliya ku ji layê hest, coşî û bîra hunermend ve hatiye afirandin, tê vegotin. Li gor nêrîna Platon spehîtî, îdea ye. Heyînên ku di cîhana sehekî de ne, çiqasî ku ji îdeayan para xwe wergirin, hewqas spehî dibin.  

Arîstoteles jî têgeha spehîtiyê bi pîvanên nesnel şirove dike. Li gor Arîstoteles, tiştê ku ji hêla matematîkî ve xwedîpîvan e, rêk û pêk û hevgirtî ye, ew spehî ye.

Li gor Plotinosî jî spehîtî form e. Ev form, xwe berdide madeyê û yekîtiya xwe dide wê. Delal; di laş de xwiyakirina giyan, di giyanê de xwiyakirina aqil û di aqil de xwiyakirina Xwedê ye. Ango, di heyînên gerdûnî de wek şewqeke dengvedana Xwedê ye. Mirov vê nêrîna Plotinos, li cem Hegel û Schopenhaur jî dibîne. Li gor nêrîna Hegel; spehîtî, xwiyakirina giyana tekez (geîst- Xwedê) e û bi sehekan, tê têgihiştin. Li cem Schopentaur jî spehîtî, di heyînên gerdûnî de dengvedana îradeya mitleq e, di heyînên cîhanî de rasterast xwenîşandana îradeya mitleq e û bi awayekî eşkere, xwe dane wê ya der e. Li gor Kant jî, spehîtî ew tişt e ku bêmenfeet li xweşê mirov diçe. Tiştekî spehî li xweşê mirov diçe, lê ev xweşî ne xweşiyeka menfeetperest e. Taybetmendiyeka din jî ya spehîtiyê ew e ku ew li xweşê hemû kesî diçe, ye.  

Têkiliya Spehîtî û Heqîqetê

Têgeha heqîqetê/rastî li derveyê heqîqeta mentîqî- bûyerî, di wateya heqîqeta metafizîkî de ye. Rastîya bûyerî- mentîqî, rastiya pêşniyaran tîne zimên. Rastiya/heqîqeta metafizîkî jî, bi têgihiştina hilika/naveroka heyînê re têkildar e. Li gor nêrîna Platon spehîtî û rastî, heman tişt in. Li gor nêrîna Plotinos û Hegel jî, spehîtî û rastî heman tişt in. Lê, Kant van herdu têgehan ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Kant rastî, nirxeka mentiqî- zanistî ye. Ew aîdê warê zanistî ye. Spehî jî, nîrxeka sehekî ye û aîdê warê estetîkê ye.  

Têkiliya Spehîtî û Baş

Li gor Platon Spehî û baş (qenc, pak, rind, çak), heman tişt in. Spehî, baş e û baş jî spehî ye. Çavkaniya herduyan jî, îdeaya baş e, ku ew jî li gerdûna îdeaya ye. Nivîskarê Urûs Tolstoy jî, ramaneka ku dişibe vê ramanê dipejirîne û dibêje: ‘Hunera, ku exlaqê me xurt neke û bi pêşve nebe, ew ne tu huner e.’ Li gor dijberên vê ramanê jî, divê exlaq bikeve bin xizmeta hunerê û ji bo spehîtiyê, hege pêwist be divê exlaq jî were fedakirin. Kant, têgeha spehî û baş, ji hevdu cuda dike û wateyên cihêreng li wan bar dike. Delal, nîrxeka estetîk e û bi hestên me re têkildar e. Baş jî, nîrxeka exlaqî ye û bi tevgerên me re têkildar e.

Têkiliya Spehîtî û Xweş

Hinek dilêrînên hunerî, têgeha <spehî> û <xweşê>, wekhev dibînin. Ji vê nêrînê re <Hedonîzma Estetîk> tê gotin. Li gor vê dilêrînê, spehî ew tişt e ku xweş e û xweşiyê dide mirovî. Lê hemû tiştên xweş, ne spehî ne. Di vê babetê de Kant, têgeha spehî û xweşê, ji hevdu cuda dike û cihêreng dibîne. Kant dibêje; ‘xweşdîtin/ecibandin asta şexsî îfade dike, lê spehî ji şexsitiyê xwe rizgar dike û ber bi ecibandineka hevpar ve diqeside.’

Têkiliya Spehî û Berzê

Berz/bilind jî, wek spehîtiyê têgeheke (têgîneke) estetîk e. Arîstoteles, yên berz û spehî, ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Arîstoteles; çiyayên bilind, berz in û mirov nikare wan bi têgeha spehî biwesfîne. Spehîtî bi nesneyê re têkildar e û darazên bi sînor û kifş, îfade dike. Li cem yê spehî rêkûpêkî, hevgirî û aheng, heye. Bi têgeha berz (bilind) re jî, bêsînortîyeke ku ji sînoran derbas dibe û bêdawîtî, têne derbirîn. Fîlozofekî din ê ku têgeha berz û spehîyê ji hevdu cuda kiriye, dîsa ramanwer Kant e.

Hebûna Darazên Estetîk Yên Hevpar

Li gor hindek ramanweran, zewq û ecibandinên mirovî, guhêrbar e. Yên ku ji heman muzîkê hez dikin jî, dikarin hunermendên cuda hilbijêrin. Ev yek jî nîşanê me dide, ku darazên estetîk yên hevpar tune nin. Li gor hindek ramanweran jî, di babeta spehîtî yan nespehîtiya berhemeka hunerî de, hesteka hevpar ya ecibandinê dikare pêk were. Wek mînak: Mirovên ku li tabloya Leonardo Da Vinci ya <Mona Lizayê> mêze dikin, li cem wan hesteka ecibandinê peyda dibe û tabloyê diecibînin. 

1- Yên Ku Hebûna Darazên Estetîk Yên Hevpar Napejirînin

Li gor vê nêrînê, zewqa (eciban) hemû kesê cihêreng e. Çavkaniya vê zewqê jî, dinya wan ya hundirîn e. Ji ber vê çendê jî, zagoneka ku ji bo hemû mirovan bikaribe bibe pîvana ecibandinê, tune. Her eciban, li gor xwe derbazî/derbasdar e. Û ji ber ku darazên estetîk subjektîf in, darazên estetîk yên hevpar jî tune nin. Ev raman ji aliyê B. Croce ve tê parastin.

Li gor bîr û baweriya Croce: Hunermend berhema xwe ya hunerî bi hêza xwe ya xeyalê û di encama têgihiştin û ferasetekê de diafirîne. Huner û berhema hunerî ji ber ku hilbera bîra hunermend ya resen e û ji wê derê der diçe, ne gengaz e ku di vê xalê de darazên hevpar derkevin holê.

2- Yên Ku Hebûna Darazên Hevpar Dipejirînin…

Fîlozofê sereke yê ku vê ramanê dipejirîne, Arîstoteles e. Li gor Arîstoteles spehîtî; yekîtiya aheng, hevgirî û pîvanê ye. Arîstoteles van têgînan/têgehan, wekî darazên estetîk binav dike. Belam ramanwerê ku bi awayekî sîstematîk hebûna darazên estetîk şirove kiriye, Kant e. Li gor baweriya Kantî; dema derheqê objeyekê de were gotin ku ew spehî ye, divê ev daraz ne ji bo min tenê, ji bo yên din jî derbasdar be.

Kant wiha dibêje: ‘Dema ku ez li filîmekî temaşe bikim û wê spehî bibînim, divê mirovên din jî wê spehî bibînin. Lewra xîmê daraza estetîk, hesta ecibanê/zewqê ye û ev hesta ecibandinê jî, ji hesta estetîk ya hevpar der diçe, ku li cem hemû mirovan heye.’

Herweha ramanwerên Platon, Plotinos, Hegel û Schopenhaur jî, jiber ku spehîtiyê wekî dengvedana heyîna kit û rasteqîn dibînin, ew jî baweriya xwe bi darazên estetîk yên hevpar tînin. Di vê babetê de ramanwer Fechner jî, di lêkolînên xwe de xwestiye ku rastiya vê yekê derxe holê û bizanibe ka darazên estetîk hevpar in yan na? Fechner, xwestiye ku di vê babetê de xwe bigihîne bingehekê. Ji bo vê yekê jî Fechner li ser şeklên herî bizewq (xweşik) rawestiya ye û li ser vê yekê ceribandinan pêk aniye. Di lewnên/şeklên cihêreng de, ji mirovan re zerfên nameyan bi rê kiriye û ji wan xwestiye ku ya herî xweşik (bizewq) hilbijêrînin. Bersivên ku hatine dayîn jî, bi awayekî îstatîstîkî nîrxandiye û xwestiye ku bi vê yekê re xwe bigihîne şeklên herî xweşik yên hevpar…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

08.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-hunere.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin