Hûn Çi ji Êzdîyan Dixwazin?!

Hûn Çi ji Êzdîyan Dixwazin?!

Hûn Çi ji Êzdîyan Dixwazin?!

 Gelo olek kevnar bit, deyka hemû ol u milletan be, dawîya 74 ferman u malwêranîyan be, hina jibr resenîyeta xo qîjîyan li asimanê 7an be, xwedî lalaşyta nadîya u hezar kiçên dinalin jiber wehşîyeya pêxwasên bîyabana, olek nivek li sofîyet,nivek li rojava, nivek li nav deling kurtan be,u hina li ber xwe dide ji bo mayna jîyanbûnê,u olê yezdan be, hûn jê çi dixwazin ger merem u mebestên we dawya vê olê û ola yezdan be, nekû bes ne fikirin, belkû bizavan neken binin li ser mêşkê xwejî,gereke hûn li dijî hemû pîlan daneran bin, ewên li diji resenbûna we di rawestin, pêdvî bû we ji nû dûpatîya resenbûna xwe kirbana, lê raste gotinek kalan heye di bêje (ewê li eslê xwe xwedî dernekrve, ew bênamûs kûrê bênamûsaye) dîroka xwe bixwênin, u bi fikirin, eger hûn nikarin bixwênin herne cem kalên xwe, ji ware bêjin em kîne, eger wan jî derew li we kir u ji were negot, rojek wê were , wê dîrok li we bi qûlpe, wê yezdan germtrîn cihê dozexê bike şansê we, bi fikirin, ji xwere bi fikirin derewa li xwe nekin, dîrok ne babê tu kasane u dilovanyê bi tu kasan nabe.  

Karwan Ba’eadrî

15.09.2016

Bersivekê binivîsin