Hozanyarî û Daneya Zeradeştê Kal

Hozanyarî û Daneya Zeradeştê Kal

Hozanyarî û Daneya Zeradeştê Kal

Dane Zeradeştê kal di jiyana xwe ya ramyarî û jîreyî li sedema êşê û niyaza bedîtiyê mijûl û raman bû, ta gihişt ku ew li hemberî duyaneya yazdanî ya beşdar rawestiyaye.

Ji hêlekê ve yazdanê çakiyê –Ehoramezda- û li hêla din yazdanê bedîtiyê-Ehrîman-e , û ji van her du yazdanan hêza afrandinê hate peydakirin. Ew her du yazdan, her yek ji wan alîkar û beşdare di dîmenê suriştiyê de ji layê afrandin û peydakirinê, ji lewma jî ev surişt diyar dibe bi rengekî nakok û ciya ciya, û bi rûyê çakî û bedîtiyê xwe xwiya û eşkere dike.

Zeradeştî baweriyek oldariye, li dora perestina yek yazdanî xwe dibîne û ava dike, ew yazdanê gişt û cîhaniye , û hê jî dengê Zara tê gava ku bangî –Ehoramezda- dike…

Zeradeşt bangî mirov kir, ku çakiyê bike bêyî li xelatê bizîvire û hêvî bike. ji ber çakî di hundirê xwe de xelate xwe hilgirtiye, û ji ber wê gereke ku alav û pêdewista bedîtiyê ji giyanê xwe yê guneh kar derîne, û li şûnê de bîr û karên çak bi cih bîne.

Ev tişt girêdayê dana yazdane, yazdan mejî daye mirov û pênûs jî li wî diyar kir, û bi wê pênûsê wî da bi hîn û zanîn her tiştên ku mirov nizanîbû.û hişt ku mirov li ser tabloya jiyana xwe nîgar bike, li gorî dilê xwe û xwest û vîna xweya azad , ji piştî ku yazdan ji wî re zelal kie riya çakiyê û ferman da ku li ser wê riyê bidomîne û gavan bavêje pêş, û riya bedîtiyê ji wî re diyar kir û ferman da ku dûrî wê here û berxwedanekê li hember bedîtî û –Ehrîman- bike .

Ev hemû tişt pêk tên di riya mejî de, ewê ku yazdan li mirov xelat kiriye, û di rêka cinava pak yak u di derûnê mirov de hatiye çandin ji hêla yazdan ve .

Ev xala giring a ku Zeradeşt li ser wê felsefa xwe avadike, a ku dibêje bi azadiya mirov di helbijartinê û xwestek û karan de. daneyê me Zara hêz da mirov ku tenê li dilê pak û mejiyê durist guhdar bike,Tenê divê ku mirov li dengê azadiyê mijûl û kardar be.

Ji berî her sê olên asmanî û gelek baweriyê cîhanî û hozanyaran Zeradeşt bi yekbûna Xweda bang kir , û tekez kir li ser azadiya mirovan di helbijartina kar û daxwazan dane ‘Zara’ heznedikir ku mirov her dem bare xwe hilde li ser Xwedan ! , belê dixwest mirov çakiyê bike tenê bo çakiyê , ne ji boyî bihuştê û xelatên dawî rojê!

Li gorî Zeradeşt dive ku mirov bedîtiyê neke, ne ji ber tirsa ji agir û dojehê, lê belê ji ber ku ew karekî li dijî suriştiya mirove! , gereke hemû karên mirov bo bercewendiya mirovahiyê be, û hemû xebat bo bilind kirina navê yazdanê gewre û geşkirina jiyana teva mirovan be… 

Xweşnav Heso

08.05.2014

xweshnav.heo@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin