Homeros

Homeros

Homeros (B.Z. Sedsala 8an) 

  Zanayê yekemîn yê yewnana antîk wisa tê pejirandin ku Homeros e û derbarê jiyana vî fîlozofî de gelek çîrok hatine vegotin. Wisa tê zanîn ku Berî Zayînê di sedsala 8- an de li herêma Îzmîrê, li girava Sakizê jiya ye. Hozan zanayê Homeros, bi du berhemên xwe yên destanî navdar e û ev herdu berhem, di nav berhemên civaka yewnana qadîm de berhemên yekemîn têne hesibandin.

Li ser van berheman tê gotin ku, nivîsandina wan 200 (dused) salan berdewam kiriye. Ji ber vê yekê jî tê gotin ku, Homeros ne zilamek tenê bûye, lê Homeros navê komake helbestvana ye. Dîsa hatiye vegotin ku, helbestên Homeros di aqademiyan de jî, ji bo perwerdeyê jî hatine bikar anîn û hemû xortên Atînayî bi helbestên wî dizanibûn. 

Homeros, ji aliyê Arîsto ve jî hatiye destnîşankirin û pejirandin ku Homeros yekemîn fîlozofê antîk yewnan e. Sedema vê yekê ew e ku Homeros di helbestên xwe de, li ser babetên gerdûn, xweza û jiyanê rawestiya ye. Herweha ew babetên ku di helbestên wî de hatine zimên, bi demê re bûne babetên felsefeya zanistiyê jî. Ji bilî vê yekê, di destanên Homeros de li ser cewhera pêşîn û bûyîna gerdûnê û li ser wateya jiyanê pirs û lêkolîn hene.

Ji Gotinên Homeros

1- Okeanose bavê Xwedêyan û diya wan jî Tethys e.

[Behr, yek mê û ya dî mê bi du heyînên behrê û bi du Xwedayan hatiye şirovekirin ku li gorî vê yekê av, îro û her dem zayîndarê Xwedayên serwer e.]

2- Di wextekî de bi deh hezaran nîjada mirov diperçiqandin û vir de wê de diavêtin erda sing fireh. Zeus ev dît û pê êşiya û bi eqlê xwe yê kûr fikirî Ji bo ku çawa bikaribe sivik bike barê axê, ku hemû kesan xweyî dike. Lewma geş kir pevçûna şerê îlîosê. Dixwest barê erdê sivik bike bi mirinê, Di bajarê TROIAYÊ de. Mêrxas mirin çûn, daxwaza Zeus hate cîh.

[Di vê gotinê de çîroka bûyînan û xilasbûna wan tê vegotin.]

homeros-kimdir

3- Di binê qonaxa Zeus de du kup hene, bi diyariyan dagirtîne. Yek bi xirabiyan û yek jî bi başiyan. Wan teklîhev bike û bide kê, Ew bi birûskan kêfa xwe tîne. Carina digihêje xirabî, carina jî başiyê. Ji belayan dide kî, wî rezîl dike. Sefaleta bêyom wî ji derekî diavêje derekî din. Digere disekine, Ne mirov û ne jî Xwedan rûmeta wî digrin.

‘Hêjahî û kêmhêjahiya jiyana mirovî tê derbirîn.’  

4- Çawa be nîjada mirovan, ya belgan jî wiha ye. Ba belgan li erdê belawela dike, Yên din daristanan dipişkivîne. Dema bihar tê.Wiha ye nîjada mirovan jî. Yek dipişkivî ya din diçilmise.

 5- Xwezî di navbera mirov û Xwedayan de ev gelemşe ji holê rabûna!

6- Ax, mîna mirovan tu tiştên berdemî xwedî nake.

7- Ecêb e, çawa tawanbar dikin Xwedayan. Vega mirov Dibêjin ku xirabî ji me hatine. Bê guman, ew bi xwe, ji bêaqila xwe, ji qismetê xwe bêtir derd û kulan dikşînin.

8– Zêdehiya karbidestan ne baş e.

9- Hege di ser de bibore, bodek jî têgihiştî ye.

10– Kesê asîlzade ye, dilê wî nerm dibe.

11– Wê ezê bikişînim, dilekî derdbihurandî di singa min de heye.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin