Hişyarbûna Kêm [Kêm Hişyarbûn]
Hişyarbûna Zêde [Zêde Hişyarbûn]
Mirov, dema ku ji rewşa normal zêdetir têne hişyarkirin, ev rewş dertê holê. Hişyarkerên ku doz û hejmara wan gellek zêde ye, parseng/dengeya organîzmayê xira dikin û ahenga organîzmayê xira dikin.
Wekî: Şewqeka pirr zêde, dengekî pirr bilind, êşa diranan ya pirr zêde, sermayeka mezin û hwd…
Hişyarbûna Zêde: Aşırı Uyarım
Hişyarbûna Kêm [Kêm Hişyarbûn]
Hişyarbûna organîzmayê ya ji rewşa normal kêmtir e. Organîzma ji bo ku bikaribe rewşa xwe ya normal bidomîne, pêdiviya wî/wê bi hişyarker e heye. Ev hişyarker dibe ku dengek be, şewqek be, germahîyek be an jî heyînên ku tevdigerin be.
Çimku, ev hişyarker alîkariya organîzmayê dikin da ku ew rewş û dengeya xwe bikaribe di rewşeke normal de bidomîne. Dema ev yek pêk nayên, rewşa hişyarbûna kêm derdikeve holê.
Hişyarbûna Kêm: Yetersiz Uyarım
Têbinî: Ziravbihistyariya livokên me yên sehekî, li gor rewşa organîzmayan diguhere. Ango hinek organizma, hişyarkeran zû dibihisin û hinek jî, dereng dibihîsin…
Ali Gurdilî