Hişmendî (Hiş, Şiûr)
Hişmendî (Hiş, Şiûr)
Li ser hişmendîyê danasîneke hevpar tunebe jî; lewra hêjî bi temamî nayê zanîn ka çî ye û çawa ye, mirov dikare bibêje ku wek “navenda têgihiştina kirdeyê” tê bi nav kirin. Li gor vê yekê, kirde dizivire xwe û têdigihêje hest, raman, tevger, têgihîn (bîrbirî, îdraq) û zanayîyên xwe. Li hêla jî, bi alîkarîya hişmendîyê kirde dikare ji derve ve wek wanekekî/kê li xwe mêze bike û xwe binîrxîne. Di dawîyê de mirov dikare bibêje ku di rewşa hişmendîyê de mirov hem têdigihêje çalakîya (xebata) zanînê û hem jî têdigihêje naveroka van çalakîyan.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.