Hişkebaweriya Zanayiya Olî

Hişkebaweriya Zanayiya Olî

Hişkebaweriya Zanayiya Olî

Di vê cure zanayiyê de, gurza têkiliya kirde û wanekê, afiraner (Xwedê) yan jî, pîrozî ye. Wekî tê zanîn ol sîstemeka baweriyê ye û di vê sîstemê de fermanên Xwedê bi navcîtiya pêxemberan têne hinartin. Zanayiya olî, xwe disperê pirtûkên pîroz û wehiyê û ji ber yekê jî, naguher e û nikare were rexnekirin. Ev yek jî, nîşan dide ku zanayiya olî, zanayiyek hişkebawer (dogmatîk) e. Bingeha zanayiya olî herçiqas girêdayê baweriyê be jî, zanayiya olî zor dide mirovên nebawer û dixwaze ku ew jî baweriya xwe pê bînin.

Mesela, heke li gor zanayiyeke olî Xwedê di heft (7) rojan de dinyayê afirandibe, pênebawerî nabe û ev zanayî, nikare were rexnekirin. Ev yek, taybetmendiyeke zanayiya olî ya dogmatîk e. Lewra ev zanayî ji layê Xwedayê afiraner ve hatiye hinartin û nabe ku mirov, pê baweriya xwe neynin, an jî jê fikaran bikin. Erka zanayiya olî ew e ku hem li vê dinyayê, hem jî li dinyaya din; verastkirina jiyana giyanî ye. Xwedayê afiraner bi rêya wehiyê, hem jî vê dinyayê û hem jî ji bo axretê, hindek delk û zagon bi rê kirine û divê hemû mirov li gor van delk û zagonan tevbigerin. 

Bi vê yekê re jî, ji alîyekî ve jiyana mirovan tê bi rê û pêk kirin (verastkirin) û li aliyê din jî di babetên wek afirandin, axret (dinyaya din), mirin, tevgera ehlaqî û hwd. de, ku babetên derê ezmûna zanistî ne; hindek zanayî têne vegotin. Zanayiya olî ji ber ku nabe babeta ezmûn/deney û çavdêriyê, weke zanayiyek kirdewar/subjektîv tê hesibandin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

24.02.2015 

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin