Hisargeh!

Hisargeh!

Ezbenî! Hisargeh; têwerandin an rexûrûgirtin tev bi yek wateyê ne. Belê ez ê gotina hisargehê bi kar bînim. Ev hisargeha ku roja îro konê xwe, bi dijwarî di ser te re vegirtiye. Hisargeh ne tenê eve; ku tu di şeran de, têkçûbe, bi devê tivingên dijminan hatibe dorpêçkirin, dijminan çarçoveke bi mayîn û têldirî li dor te çandibin an mafê te yê netewî û rewa li te hatibe qedexekirin.. Na ezbenî na… Lê tu di hisî ku tu di hisargehê de yî. Hêt li dor te têne hev… Banê mala te, hin bi hin li te nizim dibin û tu li dergehekî digere, li rêka çûk digere ku tu karibe têre bifirî û ji vê hisargehê rizgar û azad bibî…

Belê Ezbenî, tevî ku welatê te fireh e, ji çiyayê Kurmênc, Kobanî ta bi Cizîra mîr Şeref dirêj dibe. Lê gavên te bi qeyd û lelan girêdayî ne.. Tu ne serbest û azadî û nema tu dizanî berê xwe bide kê û kû..?!!

Konê Reş.

Qamişlo, 19.01.2015

Bersivekê binivîsin