Hiqûq û Civak

Hiqûq û Civak

Hiqûq û Civak

Li gor daneyên zanistî yên di destê me de mirov di nav civakê de, wek civak bi hev re dijîn. Ji ber wê fîlozofê mezin Arîsto dibêje: “Ji bo insan bikaribe li derveyî civakê bijî an divê xwedawendek be an jî divê cinawerek be.”

Lê ev insan ji bo çi divê wek civakekî bijîn, ramana civakbûyînê xwe dispêrê çi, palpişta wê çi ye? Li ser vê pirsê Emîle Durkheîm wiha dibêje: “Palpişta jiyana civakî, bi wê dozîna jînê ya insanan ve girêdayî, ji bo hebûna xwe biparêzin derketiye, ha ew hesta piştevaniya civakî ye ku ev hest ji pêdiviyên wekhev û jihev cihê yên di navbera insanan de çêbûye. Piştevaniya civakî jî, xwe dispêre hevkarî û karbeşiyê.” (piştevaniya mekanîk – piştevaniya organîk) Bi pêşketina civakê re hiqûq jî hîn bêhtir biserûber bûye, sîstematîktir bûye. Bi demê re pêşketina hiqûqê ya bi civakê re wiha çêbûye:

1) Dabînkirina pêdiviyên hevpar (Piştevaniya Mekanîk)

2) Karbeşî (Piştevaniya Organîk)

3) Hiqûqa Taybet – Hiqûqa Gelemperî

4) Maf – Hiqûq (hiqûqa subjektîv, hiqûqa objektîv)

Mirov neçar in ku wek civak bi hev re bijîn, ji ber vê neçariyê ‘rêzik û rêgezên pergalê diyar dikin’ çêbûne. Ango ji bo du insan bikaribin pev re bijîn hiqûq pêwîst e. Civakmayîna insanan bi dewama pergalê pêkan be, dewama pergalê jî bi hiqûqê pêkan e. Hiqûq jêderka xwe ji ‘rêgezên cur bi cur ên jiyana civakî birêkûpêk dikin’ distîne. Mirov dikare rêgezên wek ol, sinc, edet û hwd. mînak bide. (Dr. Ozyoruk, 1959, r: 10-18)

Bi nêrîneke civakî hiqûq jî bi jînê re dest pê kiriye. Di serî de rêzikên wek sinc, ol û edet şikl û şemalê hiqûqê dida; niha pêdivî, dabînkirina pêdiviyan û pêwîstiyên jiyana nûjen hiqûqê dişêwîne.

Hiqûq saziyeke çandî ye, bi vê re guncaniya van herdu hêmanan hem ji bo takekes hem jî ji bo civakê guncaniyeke jiyanî ye. Ji bo dilşadiya mirovan awayên rêvebirinê yên herî îdeal “Demokrasî” û “Komar” in, heke ev herdu têgeh bi hiqûqê re ne di nav guncaniyê de bin dewama wan jî ne pêkan e.

Em dîsa werin ser girîngiya çandê û çanda civakê. Yên hiqûqê hem teorîk hem jî pratîk amade dikin û disepînin divê çandê pir baş analîz bikin, ev jî ji bo hiqûqeke nûjen merca pêşîn e. Di pergalên hiqûqî de ji parêzeriyê bigire heta noteriyê, ji dadgeriyê bigire heta pisporan (ekspertan) sektoreke gelek fireh heye, di van hemû beşên pîşeyan de takekes dixebitin. Ji nav van beşên pîşeyan dadgerên ku wek merciya biryarê dixebitin, takekesên di navenda sereke ya dad lê xuya dibe de peywirê dikin in. Ev takekesên tên qalkirin divê civakê loma jî divê çanda civakê fêm bikin, tişta ji bo pergalê girîng jî ev e.

Dawiya dawîn tişta bê gotin, tişta rast bi awayê herî xwerû û hêsan ev e:

“Hiqûq, siha wê civaka ji nav derketiyî ye. Helbet hiqûq gelek caran rê nîşanî civakê dide wê bide jî, li gel vêna jî yên divê civakê fêm bikin dîsa hiqûq û hiqûqnas in.”

Rênas Xendekî

02.07.2015

Ferhengok

*Guncanî: Aheng, lihevkirin, Ing: reasonableness, Tr: uyum

*Şêwandin: Şêwe dayîn, şekil dan, Tr: yön vermek

Çavkanî:

-Dr.Murat Sakir CEYHAN, gotara wî “Hukuk ve Toplum / Hiqûq û Civak”

-Arîsto

-Dr. Ozyoruk, 1959, r: 10-18

-Emîle Durkheîm

Bersivekê binivîsin