Hind: Kaniya Mirovahiyê

Hind: Kaniya Mirovahiyê

Hind: Kaniya Mirovahiyê

     Çîrokeke pir bi nav û deng heye ku ez bawer im pirî mirovên li ser vê dinê ya wê bihîstine yan jî wê xwendine. Em dikarin bibêjin haya ji nîvî bêhtir mirovên li ser dinê jê çebûye. Li pirî welatên dinyayê, ji aliyê pirî nivîskaran ve bi zimanên cuda û bi versiyoneke nû  ev çîrok hatiye nivîsandin û derketiye pêşberî xwendevanên xwe. Wekî du mînakên li ber çavan em dikarin Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û Lev Nikolayeviç Tolstoy ê Ûris bidin. Seîdê Kurdî di Risaleyî Nûr a xwe de û Lev N. Tolstoy jî di pirtûka xwe ya bi navê İtîrafên min de vê çîrokê gihandiye xwendevanê xwe. Herdû jî bê ku haya wan ji hev hebe vê çîrokê nivîsandine.

     Ka gelo ev çîrok ji ku hatiye û kana wê ku dere? Gava ku em li serê disekinin em dibînin ku kana vê çîrokê destana Hinda a bi zimanê Sanskrîtî hatiye nivîsandinê û di heman demê de hem di nav destanên Hinda de hem jî di nav destanên cîhanê destana herî dirêj a bi navê Mahabhrata ye. Bi texmînî nivîsandina vê destanê Berî Zayînê di navbera salên 313-291 de destpêkiriye û ta hetanî Piştî Zayînê sala 100 a domiyaye. Bi texmînî di vê salê de ev destan hatiye temamkirinê.

     Mahabhrata yekemîn destana Hinda ye.Peyva Mahabhrata peyveke hevedudanî ye. Ji peyvên Maha (mezin, gewre) û Bharata (pêşî, bav û kal) pêkhatiye. Wateya Mahabharata yê “Pêşiyê Gewre (mezin)” ye.  Serê pêşî wekî straneke cengê derketiye holê. Cenga di navbera Pandava û Koravayan de. Li gor efsaneyeke tê gotin ku vê destanê ji aliyê Viyasu ve hatiye berhevkirin û sererastkirin. Dîsa li gor efsaneyê ev kesê bi navê Viyasu “Vişnu” bi xwe ye. Vişnu xwedayeke Hinda ye. Dibên 200 sal beriya İsa bi navê Viyasa hatiye dinyayê û xwestiye ku bi vî şerê di navbera neviyên (Pandava û Korava) xwe de lehengî û fêrisiyên wan cawîdan bike da ku navê wan her li ser rûyê dinyayê bimînin.*

     Serê pêşîn destan bi qasî çend sed semane bûne. Paşê bi lêzêdekirinê bûye destana herî dirêj a cîhanê. Di nava xwe de bi hezara çîrok û helbest û stran û serpêhatî dihewîne. Tu dikarî di navê de ol û dîn, dia û tefsîr, felsefe û derûnnasî, eşq û evîn, şer û pevçûn, lehengî û fêrisî, biratî û xayîntî, huner û şano û hwd. bi hezara taybetiyên cuda bibînî. Ez pir dirêj nekim û ku hun jî dil bikin em li çîrokê binêrin ka çî ye û dixwaze çi ji me re bibêje? Çîrok ev e:

     “Di nav daristaneke bêser û bin e Brahmanekî** rêya xwe şaş dike û winda dibe. Bê ku zanibe bi ku ve diçe dimeşe. Daristan pir gur bûye û darên wê wekî diwaran bûne û rê nedane Brahman. Ji çar alî ve dengê cinawiran tê bihîstinê di nav de, ên ku dikirin qîreqîr û ên ku dizûriyan. Brahman ji tirsa di nav kel û xwêdanê de mabû û xwêdana sar û cemidî ji laşê wî diherikî. Dest bi bazdanê dike bi hêvî û umîdek da ku ji xwe re şikeftek yan jî starek bibîne û dikaribe xwe ji cinawira biparêze. Lewra rebenê xwedê dizanibû ku di nav xala mirinê de li dora xwe diçe û tê. Ji nişka ve bala wî bi Pîrhevokek dikeve ku ew pîrhevok dixwaze wî biqefêle. Di heman demê de dibîne ku marekî pênc serî jî li dû wî ye radibe pêdarê û xwe jê re bilind dike.

     Di nav van hest û pejnan de Brahmanê reben bê ku bizanibe bi ku ve diçe dest bi bazdanê dike û direve. Tu nabêjî qey li pêşiya wî bîreka kûr heye ku devê wê ji badek û darelînka naxuye. Piyê Brahman di nav badeka de asê dibe û bi serserkî dikeve bîrê. Wekî fêkiyên ku bi çiqilê darê ve daleqandî mabe ew jî wisa bi serserkî di nîvê bîrê de daleqandî dimîne. Dinêre ku di binê bîrê de ejderek pir mezin heye, li jorê jî dinêre kul i ber devê bîrê fîlekî ku şeş rûyên wî û dozdeh piyên wî heye dibîne. Li ser badeka ku piyê wî têde asê bûye jî mişkên reş û spî hebûne ku wan jî badekê dikurisandin.  Brahmanê reben di nav mirin û mayînê de diçû û dihate. Wekî ku mirîşkeke kêr li ber stûyê wê be dipirpitî. Ji nişka ve bala wî bi hêlîna moza ketiye. Li ser hêlînê bi hezaran moz xwe danîbûn û hingiv çêdikirin. Dema ku çavên Brahman bi hingiv dikeve wekî ku ti tiştekî neqewimî be dest bi alastina hingiv dike û bi eşqeke mezin hingiv dixwe. Êdî ti tiştekî ne di bîra wî de bû. Ne pîrhevok, ne cinawir, ne fîlê mezin, ne ejder, ne marê pênc serî, ne moz ne jî mişk. Teveka ji bîr kiribû û bi şadî û bextewerî hingivê xwe dixwar.”

     Çîrok bikêm û zêde ev e. Vê çîrokê bi piranî ji aliyê derwêş û zanyarên Hind ên ku rêgez û prensîpê Sadhana* yê bidestxistine û xwe ji Samsara* yê xelas kirine ve tê gotin.

     Ka em binêrin ev çîrok  dixwaze çi ji me re bibêje û çi hîkmetan di xwe de dihewîne?

  • Alozî û gelcoyî ya ku Brahman di nav de ye: welidînên nû yên kum e dorpeç kirine ne.
  • Diwar: jiyan e.
  • Cinawir: nexweşîn in
  • Pîrhevok: kalbûn û pîrbûn e.
  • Mar ê pênc serî: dijberiyên mirovan e. Serîkî zanyarî ye, serîkî hêz e, serîkî jîrtî ye, serîkî qencî (ewliya) ye û seriyê din jî xasûktî (nebaşî, xetîs bûn, ji rê derketin û aliyên mirovan ên tarî û nepenî) ye.
  • Bîr: laşê mirova ye.
  • Ejder: dem e.
  • Badek: hêvî û umîd in.
  • Fîlên şeş rû û dozdeh pê: sal in. Rûyên wî demsal in û piyên wî jî meh in.
  • Mişkên ku badeka dikurisînin: şev û roj in. Mişkên spî roj in û ên reş jî şev in.
  • Moz: hest û pejn û xwestekên me ne. Arzû ne.
  • Hingiv: hez û xweşiyên ku em ji jiyanê distînin in.

*Li gor hinek rîvayeta tê gotin ku Viyasa 1200 sal beriya İsa hatiye dinyayê. Lê gava ku em destpêkirina nivîsandina destanê dinêrin ew di navbera salên 313-291 de beriya İsa destpêdike.

Brahman: Rahîpên Hinda. Di nav çîn û kastên Hinda de li asta herî bilindin.

Sadhana: Bilindbûna ji aliyê manewiyatê de. Dîsiplîn û rêyên ku mirov bi wan dikare derkeve dervayê Samsara yê. Rêyên felatê.

Samsara: Kirasguherîn. Zincîreke ku diçe abadînê. Di her xelekek wê zincîrê de mirov bi tenê yek carekî derbas dibe. Her xelekek ji ev a dinê cuda ye. Ev jiyana ku em dijîn ji wan xeleka bi tenê yek e. Ne mirin heye, ne jî nemirin heye, giyan mêjîn e, ezelî ye. Felata ji vê zincîrê bi tenê bi Sadhana yê pêkan e.

EMRE MÛHARGÎNÎ

21.10.2016 

Bersivekê binivîsin