Hijbijartina Çi ?

Hijbijartina Çi ?

Hijbijartina Çi ? 

Kurdên bakur, yên serxwebûn û federasyonê dixwazin li ber deriyê TRTê bûne rêzik. Mîna ku ew dezgeheke kurd be, û sekoyek azad be, û nêrîneke kurdewar û kurdistanî karibin bînin ziman dibînin. Ev ne ji neçarî be, bergeh şaş kirin e. Yên azadiya Ocalan dixwazin jî, ji bo ketina parlamentoya tirka bûne rêzik. Û dixwazin her roj, li rûyê kujerê zarokê kurda û qardiyanê zindana binerin. Lê ya herî kembax ew e, ku parlementoya tirka û ala ya wan, weke ya xwe dibînin, û Ala ya Kurdistanê û parlementoya başûr jî, ji bo wan xerîb e. 

Min qet tiştek ji vê daxwaza û ferasEta wan fêm nekir, lê tiştê min fêm kiriye. Weke ku tirk dibêjin; Gemîsinî kurtaran kaptandir. Ango; yê keştiyê rizgar bike kaptan e. Çawa be, zanîn, têgeh nêrîna wan ji kîsê tirka ye, û kopya wan e. Armanc êdî tenê, kursî, kîs û mûçe ye. Bi hêviya ev nêrîna min çewt be. 

Ez tu hêviya ji meclîsa tirka nakim, û heta niha tenê mirin û femanê qirkirina spî û ya sor, ji wê meclîsê derketin e. Û niyeta pergala tirk ya çareseriyê nîn e. Ger hebûya wê benda hilbijartinê daxistina. Gava mirov benda, ji sedî deh ji nav denga, ji rêja û hejmara şênî derxe, hejmar dihihîje milyona, ev yasa tewrekî antî demokratîk e. Gava mirov hesabekî pak bike, wê bibîne parlemento û desthilatdarî gişk, ne ji sedî pêncî dengê şêniyê tirkiyê digirin. Li kîjan dewleta li gorî pîvanê rewa tête bi rêvebirin ev bend û pergala hilbijartinê heye? Bend tenê bi xwe tunekirina pîvanê demokratîk e, û li dij hêza kurd, ya legal ev yek hatiye sazkirin. Pergala tirk û demokrasî çi ji hev re dibêjin? Armanc menupule kirin û erzan kirina nirxên cêwaza û netewê din e.

Divê raya giştî û hemû rêxistinê sivîl û kesayetê bi nav û deng, li dîj vê bendê derkevin, daku bi rastî reng û dengê civakê bibe xwedî gotin. Heta ev nebe, wê rengê vê meclîsê neyê guhertin.

Lewma jî, bi destxistina mafê kurda ne di meclîsa tirka de, li derveyî vê meclîsa regezperest divê li rê û derfeta were gerîn. Dakeve ji meclîsê û li bakurê Kurdistanê xwe bikin hêz û hevrikê vê çerxa qirêj û meclîsa dagerker. Pêwîstî bi mirovê legal, yê bêsaw û rikber heye, ku vê çerxa li derveyî demê maye bi lerizîn e. 

Ketina parlementoyê, divê ne armanc be,  divê alav be, ji bo bi destxistian mafê rewa û netewî. Hilbijartin û derfetên heyî dikarin bi awayekî taktîkî bêne bikaranîn. Lê nabe mafê rewa û doza Kurdistanê, ji bo nêrînê îdolojîk û berjewendiyê hizbî, bête bikaranîn û pûçkirin. 

Newaf Mîro

newafmiro@gmx.de

17.02.15

Bersivekê binivîsin