Heyîn û Pirsgirêkên Felsefeya Heyînê

Heyîn û Pirsgirêkên Felsefeya Heyînê

Heyîn û Pirsgirêkên Felsefeya Heyînê| Ali Gurdilî

Babeta felsefeya heyînê (ontolojiyê), heyîn e. Hemû tiştên fizikî û ramanî, heyîn in. Di vê xalê de heyîn, dikare li derveyê hişê (bîra, şiûra) mirov hebe û jê azad be û dikare, di nav hişê mirov de jî hebe û hebûna wê girêdayê hişê mirovî be jî. Mesela heyînên weke xanî, kevir, ax, av, şêr, mirov û hwd. li derveyê hişê mirov in û jê serbixwe ne. Ev Heyînên ku me qala van kir, heyînên rasteqîn in. Sisê, pênc, prîzma, sêkoşe, hejmara pî û rih, hebûna wan girêdayê hişê mirovî ne û bi hişê mirovî re, hene. Ev jî, heyînên ramanî (îdeal, hizrî, fikrî) ne. Heyînên rasteqîn, rasteqîniya xwe ji bûyer/kirû, wanek/nesne û ji kesayetiyan digrin. Li fezayê cîh digrin, bi demê re diguherin yan jî, ji holê radibin. Lê heyînên ramanî/fikrî, bi sehekan nayên bihistin; derî feza û demê ne û tu rasteqîniya wan jî tune.

Pênaseya Felsefeya Heyînê/Ontolojiyê

Ji beşa felsefeyê ya ku dixwaze heyînê fêhm bike û lê dikole da ku bizanibe ka hilik û sedemê yekemîn ya heyînê çi ye û pirsa, ‘gelo heyîn heye an na?’ ji xwe dike, felsefeya heyînê, ango ontolojî tê gotin. Ji hêla zanistê ve heyîn (hemû tiştên ku hene) hem mijara zanistê û hem jî, mijara/babeta felsefeyê ne. Lê, di babeta heyînê de nêzîkayîtêdana zanist û felsefeyê, mirovî bi hêsanî dikare bibêje ku ji hevdu cuda ne.

Zanist, hem hebûna heyînên ramanî û hem jî, hebûna heyînên fizikî dipejirînin û pirsên mîna ‘Gelo heyîn heye, yan na? û Gelo bingeha heyînê çi ye?’ ji xwe re nakin pirsgirêk. Ya ku van pirsan dike û dixwaze ku van pirsan çareser bike, ontolojî/felsefeya heyînê ye.

Her zanistek, ji xwe re qadaka heyînê dike mijara vekolanê. Mesela bîyolojî li heyîna zindî, fizîk li heyîna cismî û psîkolojî jî, li heyîna giyanî dikole. Ji hêla felsefeyê ve heyîn û pirsgirêka heyînê, wekî zanayî, zanist, estetîk û etîkê, babeteka sereke ye. Babeta pêşîn a ku ji aliyê fîlozofan ve hatiye vekolandin, mirov dikare bibêje ku heyîn e.

Fîlozofên serdema pêşîn yên xwezayê, li arkheaya/dêmadeya heyînê vekolandine. Li gorî nêrîna Thales arkhe, av e. Li gorî Thales, hemû tişt ji avê der çûye û wê carekê din, bizivire avê. Li gorî nêrîna Anaksîmenes jî, dêmadeya heyînê; hewa ye. Li gorî Aneksîmandros jî, aperîon (nexuyatî, nediyarî, newekatî, kesnezanî) ne. Li gorî nêrîna Demokrîtos, atom û li gorî nêrîna Herakleîtos jî, agir e. Pirsgirêka heyînê, bi lêkolandina xwezayê dest pê kiriye. Herweha, metafizîk û ontolojî, du têgehên cuda ne ku heman tiştî îfade dikin. Li gorî nêrîna Arîstoteles ontolojî, li sedem û prensîbên pêşîn yên heyînê digere û zanayiyek e.

Kesê ku cara pêşîn peyva metafizîkê bikar anîye, Andronikosê Rodosî ye. Beriya Zayînê/Beriya Îsa, di salên 70- an de dema ku berhemên Arîstoteles tesnîf dike, nivîsên Arîstoteles yên felsefî; piştî nivîsên fizîkê tesnîf dike. Ji wê rojê ve jî, ev peyv tê bikaranîn. Di felsefeya serdema navîn de, ji bo ku bikaribin bingeheke felsefî ji teolojiyê re bibînin; metafizîk hatiye bikaranîn. Metafizîk, zanayiyeka felsefî ye û hewl dide da ku pirsgirêkên derî xwezayî, bi ramanên eqlî şirove bike. Herweha bi heyîn, Xwedê, zindebarî, giyan/rih û hwd. bi pirsgirêkên bi vî rengî re mijûl dibe û hewl dide da ku van pirsgirêkan şirove bike. Bingeha metafizîkê, têgehên razber <neberbiçav, abstrakt> in û metafizîk ji bo şirovekirina gerdûnê, di hewl daneka giştî de ye û bi pirsgirêkên neçareserkirî re mijûl e.

Metafizîk, beşeka felsefeyê ye, û li gorî prensîbên mentiqî tevdigere. Ê ku metafizîkê bi awayekî pirr dijwar kiriye, Descartes e. Li gorî nêrîna Descartesî metafizîk, ji bilî sîstemeka danasînê, ku hewl dide heyînên derî sehekî şirove bike; ne tu tişt e. Metafizîk ne zanayiyek e û zanayiyên ku pêşkêş jî dike, ne zanayiyên derbazî ne. Ev ramana Descartes, piştî wî; ji aliyê fîlozofên pêzawer/materyalîst ve jî hatiye pejirandin.

Descartes di berhema xwe ya bi navê <Pêşgotina ji bo hemû metafizîkên, ku rojekî dikarin wek zanistê derkevin holê> de wiha dibêje: ‘Tiştekî bi rengê metafizîkê, gengaz e gelo?’ ‘Hege metafizîk, zanistek be; çawa dibe ku ew jî wek zanistên din nayê peyîtandin?’ ‘Na hege ew ne zanistek be, çima ew di bin qirasê zanistî de mejiyên mirovan mijûl/şîlo dike?’ ‘Ji bilî vê yekê, zanistên din her diçin bi pêşve dikevin û metafizîk, çima gelo, her di dewsa xwe de ye û li cîhê xwe xwe digindirîne?’

Derheqê heyînê de sekna felsefeyê çi ye/çawa ye gelo? 

1- Felsefe, heyînê; weke heyîna zindî yan mirî û weke heyîna civakî, siyasî û giyanî, dabeş nake û bi awayekî tevayî/tumel, giştî vedikole.

2- Felsefe, bi pirsa ‘Gelo heyîn heye?’ dest bi xebata xwe dike. Ji ber vê yekê, heta ku felsefe li hebûna heyînê venekole, dest bi babeta heyînê jî nake.

3- Felsefe piştî pirsa ‘gelo heyîn heye?, pirsa ‘heyîn ji çi cinsî ye?’ dike.

4- Felsefe, xwe bi rêya aqil nêzîkê heyînê dike û hewl dide da ku pirsgirêka heyînê, bi rêya aqil çareser bike.

5- Felsefe, li heyîn û bûyeran, ne li gorî esasê sedemîtiyê, li gorî rêbaza aqil vedikole.

Di babeta heyînê de, çend pirsên metafizîkê ên sereke

1- Heyîn, gelo heye?

2- Kokê heyînê çi ye?

3- Hilika made çi ye?

4- Heyîn diguhere, yan na?

5- Li gerdûnê rêkûpêkî heye, yan na?

6- Gerdûn, yek e an ji yekê zêde ye?

7- Gerdûn bidawî ye, yan jî bêdawî ye?

8- Gerdûn, bi armace yan na?

9- Gelo li gerdûnê azadî heye, an na?

Pirsgirêka hebûn û tunebûna heyînê

1- Nihilîzm (Hîçparêzî, Hîçperestî) : Di wateya hîçparêziyê de ye. Nûnerên vê tevgerê yên girîng Gorgiasê fîlozofê serdema pêşîn û Nietzscheyê, fîlozofê serdema nêzîk in. Li gorî nêrîna wan, heyîna rasteqîn tune. Her tişt, xewn û xeyal e û ji bilî hizrekî ne tu tişt in. Heyîn, weke heyînên di xewnên me de ne. Dema ku xewna me diqede, em têdigêhêjinê ku heyîn ne rasteqîn e. Ji alîyekî ve, ji ber ku em hene; heyîn jî hene. Heçku hege em tunebin, wê heyîn jî tunebin. Bi kurtî, li derveyê me û ji me serbixwe, heyînek tune û hemû tişt, vala û demî ne.

2- Realîzm (Rasteqînîparêzî, Rasteqînîperestî) : Heyîn, di gerdûnê de hene û heyînên rasteqîn in. Heyîn li derveyê me û bi awayekî serbixwe, hene. Em hebin yan tunebin jî, ew hene û wê hebin jî.

Pirsgirêka pêkhatina heyînê

Di babeta çêbûn û binavkirina heyînê de fîlozof, xwediyê ramanên cuda ne û bersivên cuda dane pirsa çêbûna heyînê. Belam, mirovî dikare wan bersivan, wiha rêz bike..

1- Heyîn, bûyîn e.

2- Heyîn, îdea (raman, hizr, fikir) ye.

3– Heyîn, made ye.

4- Heyîn, hem made û hem jî raman e.

5- Heyîn, fenomen e.

1- Heyîn, Buyîn e.

Fîlozofê pêşîn yê ku vê angaştê parastiye, Herakleîtos e û li gorî nêrîna wî dêmadeya/hilika heyînê, agir e. Gerdûn, bêrawest diguhere û di rewşeka herk û çêbûnê de ye. Di gerdûnê de tu tiştê rawestî û naguher, tune. Li ser vê mijarê, Herakleîtosî gotiye ku ‘Mirov, nikare xwe du caran di çemekî de bişo.’

Herweha guherîna ku di gerdûnê de pêk tê jî, wiha ne serberdayî ye. Tiştê ku hemû tiştî dike rêz û rêkûpêkîtiyeke dide gerdûnê, <Aqilê gerdûnî- Logos> e û di gerdûnê de, bandêra yekîtiya dijberan heye. Mesela: jiyan, ji nêr û mê, pêk tê; xwarina giyayê, rê li jiyana pez vedike. Baş- xirab, ronahî- tarîtî, şer û aşitî, encamên pêvçûnê/lihevxistinê ne. Bi vê ramana xwe re, kesê ku cara yekemîn dîyalektîkê bikar tîne; dîsa Herakleîtos e. Herakleîtos, bi ramana xwe ya ku dibêje hemû tişt tişt diguherin, ya Sofîstan û bi ramana xwe ya ku dibêje gerdûn ji aliyê aqlê gerdûnî (logos) ve tê îdare kirin, ya Stoaparêz û Panteîstan; bi nêzîkayîtêdana xwe ya Dîyalektîkê re jî, ya HEGEL û MARX, xistiye bin bandûra xwe. Di destpêka Sedsala 20- an de E. Mach, ramanên xwe yên di derbarê heyîn û gerdûnê de pêşkêş kiriye û gotiye ku; <Di gerdûnê de hemû tişt têne guherîn. Tiştê ku naguhere jî, westariya/neguhêzbariya guherînê ye.>

Li gorî H. Bergson jî dinya, herdem di nav guherinekê de ye. Bergson, vê guherînê jî bi navê <Hilpişkîna jiyanê> binav dike. Hilpişkina jiyanê, di babeta çêbûn û guherînê de, nîşana rêkûpêkitiya gerdûnê ye.

Whitehead, wiha dipejirîne ku heyîn çêbûn e û li hember nêzîkayîtêdana statîk ya heyînê radibe û dibêje ku, gerdûn herdem diguhere û di nav çêbûneka bêrawest de ye. Ji bo têgihiştina heyînê, berê her tiştî divê em berê xwe bidine xwezayê. Xweza ne heyîneke çêkirî, statîk, mekanîk û razber/soyut e. Xweza, pêkhatineka zindî ye. Di nav vê pêkhatinê de jî, hemû tişt bi hevdu re têkildar in û girêdayê hevdu ne. Hemû tiştên ku xwezayê pêk tînin, hebûna xwe deyndarê hinekên din in. Du taybetmendiyên xwezayê hene ku ew jî afirandêrî û seraqetî ne.

2- Heyîn Raman e. [Îdea ye.]

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê, hêmana herî girîng ya heyînê, îdea/raman e. Ji vê felsefeyê re îdealîzm/mengîwerî tê gotin. Mengîwerî, hemû tiştên ku hene dispêre ramanê û li derî ramana mirovî, rasteqîniyeka serbixwe, yan cîhaneka nesneyan/wanekan napejirîne. Fîlozofên sereke, yên ku vê ramanê dipejirînin; Platon, Arîsroteles, Farabî û Hegel in.

3- Heyîn Made ye.

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê jî, heyîn ji hizra mirovî serbixwe ye û ji celeba cismî ye. Ji vê ramanê re, pêzewarî/materyalîzm tê gotin. Nûnerên vê ramanê; di serdema pêşîn de Demokrîtos û Epîkuros û di serdema nêzîk de jî, T. Hobbes, Le Mettrie û Karl Marx in.

4- Heyîn Hem Made û Hem Jî Raman e. [Dualîzm]

Heyîn, hem made û hem jî raman e. Li gorî vê ramanê heyîn, ji du hêmanan (raman û made) pêk tê, ku mirov nikare yekî bixe dewsa ya din. Ji vê ramanê re, dualîzm/dualîparêzî tê gotin. Nûnerê vê ramanê yê herî girîng, Descartes e.

5- Heyîn, Fenomen e.

Nûnerê vê ramana ku heyînê bi fenomenê şirove dike, E. Husserl ye. Fenomen ew tişt e ku, ji layê hizra mirovî ve tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî ev raman, wek ramaneka îdealîst tê dîtin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

06.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-heyineontoloji.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin