Heyîn di Felsefeya Parmanîdes de

Heyîn di Felsefeya Parmanîdes de

Heyîn di Felsefeya Parmanîdes de

Tezahûra/pêşnûmeya tunebûnê tune, tişteke ku tunebe wê mirov çawa li ser bihizire, yan jî bipeyîve? Tiştên ku mirovî bikaribe li ser bihizire, ew hene û heyîn in. Ango tişteke ku hizra wan heye, ew heyîn in. Lewra, mirov nikare li ser tunebûnê bifikire yan wê tezahûr bike. Peyva li ser tunebûnê, peyva ne ti tiştî ye. Lewra, tunebûn tune û nava wê, qet tije jî nabe.

Di pêşniyara <heyîn heye.> de…

a- Guherîn

b- Bûyîn

c- Livdarî, tune. Lewra, ji bo heyînê rabirdu qet tüne.

Ji bo heyînê, rabirdû û siberoj tune. Lewra, ew <eternîtîk> e. Ango, ji dem serbixwe û aza ye.

Heyîn, bêqeyd û bêmerc weke xwe ye û bi xwe ve ye. Ji tu tiştî dernayê, nazivire û naqulipe tişteke din. Cewhera xwe, di naveroka xwe de vedişêre û yan jî, ji xwe ew têde heye. Rastiya hebûna wê jî, xwe naspêre ti tiştî. Her dem, bi xwe ve dimîne û weke xwe ye. Heyîn bi tenê xwediyê wesfek tenê ye ku, ew jî heyînatî ye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

15.01.2015

Bersivekê binivîsin