Heyîn di Felsefeya Parmanîdes de

Heyîn di Felsefeya Parmanîdes de

Heyîn di Felsefeya Parmanîdes (B.Z. 515-460) de 

<Heyîn heye, tunebûn tune.>

Ev pêşniyara wî ya bingehîn e û Parmanîdes aşharîşên vê pêşniyarê wiha şirove dike:    

A- Ger ku tiştek hatibe hebûnê/heyînê, divê ew tişt yan ji heyînê, an jî ji tunebûnê hatibe holê. Heke ew ji heyînekê çêbûbe, wê demê di vê yekê de bûyînek tune. Lewra, tiştekê ku ji heyînekê hatibe holê, ji xwe ew tişt hebûye û tişteke ku hebe jî, carekê din ew nayê holê. Lewra, ew tişt ji xwe heye. 

B- Na, ger tiştek ji tinebûnê çêbûbe; divê tunebûn jî berê tişteke heyînî be, yan tunebûn jî heyînek be, da ku heyîn bikaribe jê çêbibe û derbikeve holê. Ev jî, nakokiyek e. Heyîn, ne jî hebûnê û ne jî, ji tunebûnê çêdibe. Lewra, ew her heye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

10.02.2015

Bersivekê binivîsin