Hevpeyvîn bi Zeynelabidin Zinar re

Hevpeyvîn bi Zeynelabidin Zinar re

Hevpeyvîn bi Zeynelabidin Zinar re 

“Dibe ku ez, tu, ew û evê hanê ji aliyê biyolojî ve ji dê û bavekî Kurd çêbûbin, lê belê tenê ev ne bes e; ji Kurdan re divê biratî, hevkarî, yarmetî, oldartî, wijdantî û hevgirtina wan çêbibe.”

Zeynelabidin Zinar 

        Ji pazdeh salan zêdetir e ku ez wekî nivîskar û rewşenbîrekî kurd, kekê Zeynelabidin Zinar ji nêz ve dişopînim û dixwînim. Çi dema ku ez di kovar yan di medyaya sosyal de, li nivîseke mamoste rast têm, yekcar berê xwe didim nivîsê û beyî ku navbereke bidim nivîsa wî dixwînim. Di nav gotarên Kovara Nûdemê de jî, yek ji wan nivîskarên ku yekser bala min diçû ser gotarên wî, yek jî kekê Zeynelabidin bû. Rastî, her dem bi zimanekî herikbar, zelal û sade dinivîsîne û bi xwendina nivîsên wî meriv qet aciz jî nabe. Ez bi serbilindî karim bibêjim ku di xebatên xwe de, min ji lêkolînên wî gelek sûd jî wergirtiye, wekî çavkanî min wan bikar aniye û bikar tînim jî. Herweha di hezkirina min ya zimanê kurdî de jî, para xebatên wî gelek mezin e. Lewma jî, hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê şopîner/xwendevanên malpera www.felsefevan.org ê, hem ji bo derfeta vê hevpeyvînê û hem jî ji bo keda wî ya li ser çand, huner û edebiyata kurdî, ez gelekî spasiya cenabê mamoste Zeynelabidin Zinar dikim. 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Ali Gurdilî: Di desta yekem de ez spasiya cenabê te dikim, ku te fersenda vê hevpeyvînê da me, malî ava. Bi destûra te, dixwazim bi pirseke klasîk em dest bi hevpeyvîna xwe bikin. Ji kerema xwe re, bi hevokên xwe tu dikarî hebekî behsa zarokatiya xwe bikî? Yanî heta çend salan tu li gund mayî, jiyana te bajarê Batmanê kengî dest pê kir û çûna te Swêd?    

Zeynelabidin Zinar: Ez di 1953an de li gunekî Reşkotan ê bi navê Hedhedkê hatime dinyayê, hingê bavê min li wirê meletî dikir. Lê min zarûktiya xwe li Gundikê Qêre domandiye. Piştre bavê min ji bo meletiyê li gelek herêman geriyaye, weke gundên parêzgeha Mûş, Bedlîs, Erzerom, Sêr û Amedê. Min yazdeh sal Medreseya Kurdî xwendiye. Di 1968an de li Amedê min dev bi xwendina Îmam-Xetîba tirkî kiriye. Lê piştî Cuntaya Yazdehê Adara 1971ê, bi tawanbariya “Komunîstê Kesk” jê hatime avêtin. Li Batmanê min çend meh li Mekteba Navendî ya Petrolê xwendiye. Piştre min lîseya Şevê li Batmanê beşa edebî domandiye. Ez ketime azmûna zanîngehê jî, lê Cuntaya 1980yî derftet bo min nehêlaye ku berdewam bibim.

Ez bi malîtî 1971ê li Batmanê ci cih bûme. Di 1975 meha heftan de li belediya Batmanê weke karmend (657 sayili) şixulîme. 1981, rojekê Qeymeqamê Batmanê (Hayrulah Yildiz) dema hat daireya ku ez lê dişixulîm û dît ku ez bi yekî re bi kurdî dipeyivim, gote min “Eşşekçe Konuşma” û piştre hetanî Sibata 1984an, heşt car ji aliyê Cuntayê ve hatime girtin, tevek 178 roj îşkance li min kirine. Yekê Adara 1984an, Dadgeha Leşkerî Nimre 1, pênc sal girtîgeh û 20 meh jî sirgûn seza daye min. Piştre ez reviyam û çûm Swêdê.

Ji sibata 1985an hetanî 1994an li Nexweşxaneya Xaça Sor a li Stockholmê tedawî bûme.

Lê Dadgeha Bala ya Leşkerî li Enqerê, di 1988an de bêrîbûna min ji kiryarên ku Cuntayê dixistin stuyê min daye. Lê ez sala 2001ê pê hisiyame.

Min sala 1985an weşanxaneyek bi navê “PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî” li Stockholmê ava kiriye û du-sê sal şûnde min çapxaneyek jî ava kiriye. Li dora 35 nivîskar û hunermendên Kurd li ba min “kar” kirine û mûçeya wan dewletê daye.

Min di 1984an de sê proje nivîsîne û danîne pêşiya xwe:

1) Veguhaztina klasîkên Kurdî bo alfabeya Latênî.

2) Berhevkirina berhemên Folklora Kurdî.

3) Amadekirina çîrokên zarûkan ji yên rawilan ên Folklora Kurdî.

Ji 1985 hetanî 12/2014an, 121 pirtûk bi imzeya min hatine weşandin (www.pencinar.se). Ji wan tenê serpêhatiya îşkencê bi tirkî ye. Eger derfet û temen dest bidin, ez ê jimara pirtûkên kurdî bigehînim 178an û hêj rawestim.  

Ali Gurdilî: Dema ku ez kurtegotarên te yên li ser medyaya sosyal dixwînim, ez dibînin ku her dem tu dixwazî berê ciwanên me bidî axaftin û nivîsîna kurdî. Ji xwe pirê caran jî, tu wekî “Ciwanên Hêja!” deng li wan dikî. Gelo beriya 15- 20 salan rewşa ciwanên me çawabû di mijarên xwendin û nivîsînê de? Yanî heke meriv rewşa niha û ya beriya 15-20 salan rûbirû bike çi guhertin pêk hatine? 

46640_143445835694670_99441_n

Zeynelabidin Zinar: Rast e, ez hertim gaziya xwe digehînim Ciwanên Kurd. Ji ber ku tenê serweteke Neteweyê Kurd heye, ew jî Ciwanên Kurd in. Di qetlîama Heleçeyê de min dît, ew kesên ku ji ber jehriya Sedamî difilitîn, tenê zarûkên xwe dibirin. Min zilamekî dît, zarûkek li ser qoqlîka wî bû, du zarûk jî bi du destên wî û bi çiyê ve dibeziya.

Ez cara pêşî 17/05/ 2002 dema hatim welêt, min dît ku zarûk, ciwan hema bêje her kes bi Zimanê Tirkî napeyive. Ez çûm serdana gelek dostên xwe jî, min dît ku ew jî bi tirkî dipeyivin. Ez pêrgê çend siyasetmedarên kevn jî bûn, bi tirkî dipeyivîn. Min pirs ji çend dayikan kir ku çima zarûkên wan bi kurdî napeyivin, digotin “bi kurmancî qonişmîş nake.” Ew mesela ku serê mirî li tehtê dikeve hêj bi xwe dihise ku mirî ew e, hat bîra min. Min xatir bi kel û girî ji bajarê xwe xwest û vegeriyam. Ji wê demê ve min zêdetir xaza xwe xurt kir û li ser Çanda Kurdî domand.

Nivşên Kurd ên salên 1960, 70 û 80 berhemên heşifandina Kemalîzmê ne û piraniya wan jî tirsiyane. Pir hindik ji wan çendî ku îro weke Rewşenbîrên Kurd têne binavkirin jî, lê belê çewa ku dostekî min bi telefonê got: “Me teyarê revand” û têgeha tirkî bi peyvên kurdî dibêjin. Min jî gotê: “We balafir revand, bir kurê?” hêj nû wî fêm kir ku çi gotiye.

Ji ber ku Ciwanên Kurd sermaye û pêşeroja me ne, eger em xwedîtî li wan nekin, ew li maka xwe nabanin. Ji ber hindê, ez jî wek şagirdekî dibistana Ehmedê Xanî hertim umîda xwe didim ser ciwanan, hewara xwe digehînim wan û eger çengek zanîn li ba min hebe, dixwazim ewil pêşkêşê wan bikim.

Nemir Ehmedê Xanî jî gotiye: “Umîda me ji tifalan…” 

Ali Gurdilî: Beriya çend rojan cenabê te bi sernavê “Kenê Xwe Bi Zimanê Kurdî Nekin!” kurtenivîsek weşand û te bala xwînerên kurd da ser rewşa aloz ya sazî û dezgeyên kurdî, ku bi zimanekî eletewş î nenas weşanê dikin. Bi rastî jî, dema meriv bala xwe dide hinek weşanan, meriv têdigihêjê ku bi mentiqa zimanê tirkî weşana xwe dikin û derdekî wan ê rêzimanî jî qet nîne. Gelo rewşa wan sazî û dezgeyên navborî dikare ber bi başiyê ve biguhere, yan çawa dikare baştir bibe? Pêşniyazên cenabê te çi ne li ser vê meseleyê?     

Zeynelabidin Zinar: Ev pirseke têr di cih de ye. Lewra sazî û dezgehên kurdî, hêjî wek têgeha siyasî disêwirin ku ew di hemû karên xwe de li ser rastiyê ne; li xwe danaynin ku pirs ji hin kesên zana jî bikin an alîkarî ji wan bixwazin. 

10390420_726372414068673_4927191515162548110_n

Niha gelek ciwanên me hene ku ew gelek rind bi kurdî dinivîsin, lê yên wisa bêderfet û bê alîkarî ne.  

Meriv “nezan” e heta ku meriv xwe “zana” dibîne, lê dema ku meriv nezaniya xwe peyitand, hingê meriv piçekî zana dibe. Di rastiyê de têrbûna ji zanînê tune û meriv herdem birçiyê wê ye.

Serpêhatiya wan sazî û dezgehan, wê heta 4-5 salên din jî wisan bidome. Lê belê baweriyeke min a xurt heye ku di demeke nêz de wê Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê bigîje asta xwe ya herî bala.  

Ali Gurdilî: Di gotareka xwe ya bi navê “Ji 60 Milyonî Çend Kurdên Rasteqîne Hene?”  de te bîrîneka xwe ya xedar destnîşan kiriye  û cenabê te wuha gotiye:Dema Kurdê jar bête kuştin, piştre dor tê ser Kurdê dewlemend. Gava Kurdê bêol bête şewitandin, piştre dor tê ser Kurdê oldar. Eger Kurdê nezan têxin gêdûkan, piştre dor tê ser yê zana. Eger keça Kurdê Ezdayî wek ‘cariye’ ji xwe re bibin, sibehê dor tê ser keça min û te.” Dema min vê gotara te xwend, ez wiha fikirim ku ya herî girîng ji bo me “hevgirtin û xwedîlêderketina naxweyî ye.” Li gor bîr û baweriya cenabê te, gelo hestên milî/netewî li cem me kurdan çima zêde ne xurt in? Yan ez çewt difikirim? 

Zeynelabidin Zinar: Rast e, naveroka wê gotarê rind tê bîra min. Lewra min di îşkencexaneya “Qurtoglu”ya Diyarbekirê de serpêhatiyeke sosret dît. Bi kurtî weha bû:

Em girtî li dora 120 kesî bûn. Şevekê derengiya şevê bû, leşkerên Cuntayê ji me pirsîn?

– “Di nava we de ne bisilman hene?”

Kesî deng nekir. Pirsa duyem:

– “Di nava we de Elewî hene?”

Çendî ku çavên me girtî bûn, li gor dengê jimartina leşkeran 12 kes Elewî bûn. Leşker bi ço, şiv û copan ew şev li Elewiyan xistin heta ku ew 12 li erdê kirin term.

Piştre leşkeran got:

– “Bisilmanino, heçî Henefî ne, bila destên xwe rakir.”

Dîsa li gor dengê jimara wan, yên ji Mezhebê Henefî 6-7 kes bûn. Û leşker bi ço û şivterkan li wan jî xistin û her carê digorin: “Dêqehbno, çima hûn wisa hindi in?”

Piştî lêdana pêngava duyemîn, îcar vegeriyane ser me Şafiiyan û li me jî xistin, digotin: “Zarûkên hîzan, çima hûn wisa pir in?”

Mesela naveroka wê gotara min jî li ser Şengal û Kobanê bû, ji ber ku terorîstan pêşî digotin: “Şengal Êzîdî ne û dînbetal in; mal û jinên wan tev helal in.” Lê dema êrîş birin ser Kobanê, îcar digotin: “Ev Kurd MURTED in (ji dîn vegeriyane) û her tiştê wan ji bo bisilmanan helal e.”  Eger ew hatibûna Amed û Batmanê jî û vegirtibûna, wê eynî atara Şengal û Kobanê li wan jî kiribûna.

Hêvîdar im ku siyasetmedar û hemû bîrewerên Kurd, ders ji Koban û Şengalê wergirtibin. 

Ali Gurdilî: Niha ez li ser gotinên pêşiyan, lêkolînek dikim. Yanî, ji hêla ramanên felsefîk ve dixwazim ku li gotinên pêşiyan hûrbibim. Beriya çend rojan jî, te bala xwînerên xwe daye ser dewlemendiya Çîroka Folklorî. Gelo meriv dikare bibêje ku kurdan, gelek ramanên xwe yên felsefîk jî di çîrokên xwe yên folklorîk de jî vegotine? Çimku tunebûn yan jî kêmasiya zimanê nivîskî û qedexeya li ser zimanê kurdî ya bi sedan salan, her zargotina kurdan xurt kiriye û kurd bêgav mane ku hemû fikrên xwe bi riya stran, pêşgotin, çîrok, metelokan bibêjin. Ji kerema xwe re, tu bikaribî vê meseleyê hinekî zelaltir bikî?  

Zeynelabidin Zinar: Pêşiyên me gelek ramanên xwe yên cuda xasma yên felsefî di çîrok û meselokên folklora xwe de eşkere gotine. Peyvika Folklor sal 1846, ji aliyê zanayekî bi navê William Tomas li Londrayê derketiye holê û demekurtek şûnde li nava tevek neteweyên Arî belav bûye. Lê mixabin Sedsala Nozdeh û ya Bîstî weke du sedsalên reş di ser Kurdan re bihurîne û her tiştê wan ên pîroz û şexsiyeta wan a netewî ku pê eşkere dibû tune kirine. Bi riya hin mele û şêxên hevalbendên serdestan, piraniya berhemên folklorî xasma çîrok û meselok, bi xûta ku gotina wan “heram” e,  li Kurdan hatine qedexekirin. Lê belê Çanda Kurdî pir dewlemend e, berî ez dest bi lêkolîna li berhemên klasîk û yên Folklora Kurdî bikim, çendî ku min dizanibû Çanda Kurdî dewlemend e jî, lê belê ew dewlemendî ji sînorê xwe yê ku dihate gumankirin pir û pir zêdetir derket holê. 

Di lêkolîna min a 12 salan de, 1.710 perçe ji Folklora Kurdî bi destên min ketine û min ew bi navê XWENÇE kirine 10 cild û weşandine. Ev berhemên folklorî ku min bi dest xistine, weke ku meriv çengek av ji deryayê hilde wisan çêbûye. Mînak, Çîroka Gul û Sînem. Kîjan çîrokbêj dema vê çîrokê dibêje, pêşî weha dibêje: “Heft şaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê vê dizanim.” Min çar şaxên vê çîrokê bi dest xistine, lê hêj sisê mane. 

10592923_829444500428130_9151279752259865726_n

Folklora Kurdî ji aliyê raman û felsefê ve bi çîrok û çîrovanokên xwe pir fireh e, ji ber ku di wan de gelek babetên cuda hene ku bi xwendina wan, gelek babetên ku bi hêsanî nayên fêmkirin, eşkere dibin. Bi wê yekê, dinyayeke bê sînor li pêşberê mirev vedibe ku mirov di tarîstaneke bêkevî de li rewşen û ruhniya zanistiyê rast dibe. Bi wê hunerê mirov nexşeyeke pir mezin li ser sê parzemînan ku Asya, Ewrûpa û Afrîqa ye jî dibîne. 

Li gor wan belge û materyalên Folklora Kurdî ku niha di destên min de ne, hertim Diyarbekir paytexta Çîrokên Folklorî bûye û girêdana xwe bi gelek welat û herêmêm cuda (dûr/nêz) re daye çêkirin. 

Bi kurtî ger bêjim, Folklora Kurdî, adana jiyana Çanda Kurdî ye. Îcar  em ê lê binerin ka çi di vê xizneyê de hene: 

– Gotinên Pêşiyan: Ev e çend ji wan:

– Şam şekir e, lê welat şêrîntir e.

– Jin û mêr, tevr û bêr.

– Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.

– Yek ban e, du zozan e.

– Diz ku ji malê be, ga di kulekê re derdixe.

– Dixwim nan û avê, hilnadim mineta bavê.

– Dîtin ez im, nedîtin diz im. 

– Stiranên Kurdî: Temenê strana Kurdî, 5.000 sal e. Berê strana kurdî jî weke helbestên klasîk bi kêş, nikl, kitejmar û qafiye bûye. Lê di pêvajoya demê de ew rewş hatiye guhertin.

Di klam û stranên dîrokî de Mîjûya Kurd heye.

Ev xal du beş in.

  Yek: Bi kêş û qafiye û nikl in.

  Dido: Bi kêş û nik in, lê bê qafiye ne. 

   Strana kurdî jî dabeşê ser gelek şaxan bûye, hin ji wan ev in:

– Stranên Dîrokî (Li ser Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Îhsan Nûrî Paşa, Mele Mistefa Berzanî û hwd hatine gotin).

– Stiranên Şînê hene.

– Stiranên Kêf û Xweşiyê hene.

– Stiranên Evîniyê. 

– Heyranok:

– Dîlok:

Bacî:  (Lawik li ser keçikê dibêje)

– Lawik: (keçik li ser lawik dibêje)

– Payîzok: (di karê payîzê de tên gotin)

– Meselok:  Ev kurt in: Mele Elî û limêja gundiyan, tenê limêjek) 

Pêkenok:             

– Leqemok:  (davêjin hevudu)

– Lawij/lawje:     

– Xweşbêje:                   

– MAMIK: 

Ev e çend mînak ji Mamikên Kurdî:

– Qesreke sipî ya bêderî, melayek tê de bêserî? (HÊK)

– Şiva ter, ket guher? (MAR)

– Ez çûm bi ha ve, ecêbek hat pêş min ve; sîtil ji kuç e û agir ji av e? (AŞÊ AVÊ)

– Şonikê qîrê, ket binê bîrê? (Berika Tivingê ku dikeve xiznê)

– Dep e, ne dar e. Serhilû ye, ne mar e. Giya dixwe, ne kar e? (Reqa Bejî) 

– BWÊJ/biwêj:

Ev e du mînak jê:

– Adarê, bewrf digîje guliyên darê, lê namîne danê êvarê.

– Dar û kulavê min, rehmet lid ê û bavê min. 

– ŞÎRET Û NESÎHET:

Ev e çend mînak:

– Ol û Ayîn, nesîhet in.

– Dûa çeka bawerhuner e.

– Lixwetirsîn, perestin e.

– Rastbêjtirîn, têgehejtirîn e.

– Baştirînê xweperestinê nihênî ye.

– Baştirînê marbirînê erzanî ye.

– Her gunahik jê re seza heye. 

Serpêhatî:

Bûyerek, bobelatek, rûdanek bi serê yekî ve hatiye û wek çîrok hatiye gotin, piştre li nava xelkê belav bûye. 

ÇÛROK (û ÇÎRVANOK):

Beşa herî vêjeyî, xweş û ku rewşa jiyana mirovan radixêle ber çavan, Çîrokên Folklorî ne.

Ev jî çend şaxên xwe yên cuda hene, ev e çend ji wan:

  1. a) Çîrokên Rawilan (fabil).  
  2. b) Çrokên Mirovan.
  3. c) Çîrokên Têkel.
  4. d) Çîrokên Kurt.
  5. e) Çîrokên Dirêj. 

– ÇÎRVANOK: Ev tîp fentezî, derdemî û xeyalî bêsînor û bêber in.  

Dema ku mirov bi têgihîştina folklora xwe rewşen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne. Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike. Tiştê herî girîng ev e ku mirov êdî xwe ji kirina xirabîyan dide paş. Herweha bawerîya mirov pir zêde bi mirovî çêdibe. Mirov pir dixwaze ku şexsîyeteke rind bigire. Mirov dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe. Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên alîkarîyê dirêjê jar û belengaz bike. Û bi dehan xeysetên baş ên wisa… 

Ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro pêdivîya kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin. Xasma jî, dê û bavên kurd, zarokên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin, pêkenok û serpêhatîyan bibêjin, heyranok û payîzokan bibêjin, şîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin, şîroveya Gotinên Pêşîyan bibêjin, klasîkên kurdî bi wan bidin naskirin, herweha xwezaya Kurdistanê jî bi wan bidin naskirin. 

10846330_815606105145303_161042083122419924_n

Bêguman çi neteweyê ku zimanê xwe neparêze û li gor toreya xwe nelipike, ew netewe di ber mirine de ye.

Herweha çi neteweyê ku folklora wî tune be, ew netewe goristaneke bê kelik e. Le eger folklora wî hebe û xwedîtî li folklora xwe neke, ew netewe goristaneke bi kelik e. Yanî neteweyê bê tore û bê folklor, her mirî ye û warê wî jî her goristan e. Lê eger ew netewe xwedîtî li tore û folklora xwe bike, hingê ew gulistaneke şên e û di rengê deryayeke be kevî û bê binî de ye. 

Ali Gurdilî: Em dizanin ku gelek xebatên te li ser berhemên Nemir Ehmedê Xanî û Mewlana Melayê Cizirî hene.  Bi nêrîneke giştî be jî, mirov derheqê felsefeya wan de dikare bibêje gelo? 

Zeynelabidin Zinar:  Bêguman bingeha felsefeyê pirs û bersiv in. Dîsa bêguman li jiyanê kesê bê felsefe jî tune û felsefe babetê nîqaş û dehkereyan e. Herweha kesên ku di zanistiyê de bûne tevdezan, bi baweriya min tenê yek şop felsefeyê dane ajotin ku ew jî rêbertiya zanistiyê bûye. Wek mînak: Melayê Cizîrî dîwana ku honaye, ji 114 beşan pêk hatiye û her beşek jî naveroka wê, kêş û nikl û kitejmar û qafiyeya wê ji ya din cuda ye.

Em bala xwe didinê ku Qurana pîroz jî 114 Sûret in (Zeydê katibê Wehyê nivîsiye). Herweha Cizîrî beşek ji helbesta xwe bi navî Felsefe ku nivîsiye, 142 çarîne ne. Di wan çarîneyan de çend felsefeyên cuda têne dîtin. Ez bi xwe bawer dikim ku Cizîrî ev hawe tenê wek agahdarî daye xuyakirin. Lê belê babeta Felsefeya Ehmedê Xanî cuda ye, ewî felsefeya xwe li ser xwendin û zanîn û zanistiyê li ser bingeha nijadî ava kiriye.  

Di wan sedsalên ku Cizîrî û Xanî tê de jiyane, ol û oldarî yek ji mercên jiyanê bûne.  

Ali Gurdilî: Beriya kurtedemekî, cenabê te di medyaya sosyal de bi navê “Dolar çewe digihin DAÎŞê” weşand. Di gotarê de, behsa şehîdbûna peşmergeyekî û çûna bavê wî ya Hicê dike. Lê pereyên bavê peşmergeyê şehîd, ku îşaretkirine û li hicê xerc kiriye, di berîka leşê Daîşiyekî de dertên. Dema min ew nivîs xwend, kûştina Mensûrê Hallacvan û helwesta wî ya derheqê çûna Hicê hate aqilê min.   

Hallacvan, derheqê çûna Hicê de wiha gotiye: “Dema hêza mirovekê tunebe here Hicê, wê demê ew mirov dikare li mala xwe jî bi awayekî sembolîk vê merasîmê pêk bîne û ev yek jî, di dewsa çûna Hicê de ye.” Helbet bi vê nêrîna xwe,, Hallacvan pîroziya arişî/manewî ya hindûrîn, di dewsa pîroziya daringî ya Kabeyê de dîtiye û ziyareta Xwedê ya arişî, derxistiye pêş. Di vir de pirsa min eve e: Gelo mirov neçin hicê û pereyên ku di riya çûna hicê de xerc dikin, li feqîr û belengazan belav bikin, dûvre jî bi awayê ku Hallacvan destnîşan kiriye seramoniya xwe pêk bînin, dê hica wan qebûl nebe? Yanî li gor qaideyên dînê îslamê dipirsim?   

Zeynelabidin Zinar:  Li gor mercên zagona Îslamê, çûna Hecê li ser van kesan deman e:

  • Mal hebe, asteng jê re nebe. Astengî, ger bi stendina pereyekî hindik be jî, dîsa çûna Hecê ne deman e.
  • Kesê ku diçe Hecê, divê di malê wî te bi çu rengî heramî nebe. Ew heramî çi malê mîratxuran be, çi malê xelkê, yan zêdeyî (faiz) û wekî din ji bazirganiya xapandinê be.
  • Ji ber ku îro Meke û Medîne di nav sînorên dewletekê de ne û sînor ji bo çûnê re asteng in, ne deman e.
  • Himûmeta Seûdî jî Wehabî ye, ev wehabîtî jî vajiyê baweriya Ehlê Sunet û Cemaetê ya Suniyan e. Çi suniyekî here wirê mecbûr e ku riayeta hikûmeta Wehabî bike. Ji ber vê be jî, çûna Hecê ne wacib e.
  • Ya girîng, min bi xwe ji devê jineke Kurd ku bi erebî jî dizane û li Medîneyê çûbû ber gora Pêxemberî (xxl), leşkerekî Seûdî pê re xeyidiye û bi erebî gotiye: “Mihemed bûye hestiyekî rizî, wê hestî karibe çi ji te re bikin?” Ha ew desthelatiya ku Pêxemberî wek hestiyê rizî bizane, ji ber vê be jî çûna Hecê ne deman e.
  • Eger feqîrên jar û belengaz, xasma yên xizm û destegîr hebin, eger meriv pereyên ji bo Hecê amade kiriye bide wan, xêrtir e ji çûna Hecê.
  • Li ser wê nûçeya Dolarê Pêşmergeyê bavê şehîd, divê Kurd heta demekê neçin Hecê. Ka Erebistana Seûdî tewrên xwe li pêşber terora DAIŞê çewan eşkere dike. 

Helacê Mensûr (Abū al-Muxī Husayîn Manūr el-allac 858-922) rast gotiye. Ew gotina ku gotiye: “Enel Heq” wê demê şaş hatibû fêmkirin û pê hatiye kuştin. Niha jî û wê demê jî hemû olzanên dinyayê gotine û dibêjin ku “Xwedê li her derê ye û di her tiştî de ye.” Madem mirov jî beşek ji heyîn ne, Xwedê di wan de jî heye. 

Herweha Hedîseke cenabê Pêxemberî jî weha heye: “Kiryar bi niyetê ne.”

Mesela, eger perê te nebe, here Cizîrê serdana Gora Nûh Pêxember.

Salek berê perê min nebûn ku ez herim Hecê, lê ez bi niyeta Hecê çûn serdana gora Ehmedê Xanî. 

Erebistana Seûdî hem Wehabî ye û hem jî DAIŞê dişîne ser Kurdan, serê Kurdan jê dikin, malê wan wek “xemînet” dibin û keç û jinên wan jî wek “cariye” dibin û di bazaran de jî difiroşin. Kurdê ku piştî vê wehşetê jî here pereyên xwe bide wan, tawanbar e.

1660701_822150784490835_3699056177837088897_n

Ali Gurdilî: Berî çend rojan, cenabê te bi sernavê “Sextekariya di ol û îdeolojiyê de” gotarek weşand û bala xwînerên xwe da ser wê xeteriya mezin. Gelo, di serdema me de mirov dikare tundrewiya olî û îdeolojiyên demborî, mîna du xeteriyên mezin bibîne? Û di serdema me de, ji bo mirovahiyê nirxên me yên sereke divê çibin li gor baweriya cenabê te? 

Zeynelabidin Zinar:  Bêguman, di nava hemû olan de sextekarî çêbûne û çêdibin. Dema Xelîfe Emer ku ferman daye Zeydê Katibê Wehyê da Quranê li ser kaxez binivîse û bike mîna kitêb, demekurtek pişre şeş pirtûkên dî bi navê “quran” ji aliyê eşîrên Ereb ve derketine holê.  

Mixabin sextekarî îro di nava Bisilmanan de zêdetir çêdibe, ji ber ku bisilman niha (Sedsala Bîstûyekê) xwe gehandine vê teknîka nûjen jî, pir bi hêsanî dikarin sextekariya xwe bi qalîte derxin pêş. Çewa ku di wê gotara min de navê Xwedê li ser şanikê hingiv dane nivîsandin, li aliyê din jî das û çakuça qomunistiyê li ser şanikê hingiv dane nexşkirin. Van herdu aliyan jî xwestine ku bidin zanin ku hunera wan ya nepenî heta ku ji aliyê mêşên hingiv ve jî hatiye peyitandin.  

Di vê dema niha de, divê nirxên me yên sereke, xebat û libat ji bo mirovahiyê bêtin kirin. Yanena, ev neteweyên serdest û kevneperest ku xwedanê dewletan in û derfetên wan ên xurt hene, dikarin xirabiyên pir mezin bi kesên bê dewlet bikin. 

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, pêşniyazên te yên ji bo ciwanên me yên ku nû dest bi xwendin û nivîsîna kurdî kirine çi ne? Çawa dikarin zimanê xwe zêdetir xurt bikin û baş biaxivin?  

Zeynelabidin Zinar:  Sed sal, dused sal berê, ev dewletên serdest kesên ne ji xwe bi jêkirina seriyan ji holê radikirin. Lê belê niha bi alîkariya teknîka nûjen û pirbûna derfetên aborî, karin pir zû merivan bihelînin û bikin mîna hevîr, piştre jî li gor vîna xwe reng û wêne bidinê.

Çewa ku Xwedayê mezin jî gotiye ku her zimanek ayetek ji ayetên wî ne (Ayet 22, Sûret Rûm), divê her Kurdê bawermend ayeta Xwedê biparêze ku Zimanê Kurdî ye. Lê Kurdên ku ne bisilman in, divê ew ji bo parastina nijada xwe zimanê Kurdî biparêzin. 

Ciwanên Kurd ên ji salên 1980yî û bi vir ve, nivşên heşifandina dema teknîka nûjen in. Lê belê ji 2007an û bi vir ve, derfetine zêrîn ji bo bipêşxistina Zimanê Kurdî derketine holê.

Divê her ciwanek, hewl bide xwe heta ku dest dide bi kurdî bipeyive û notên xwe yên rojane bi kurdî binivîse. Herweha divê her ciwanek her roj nîv rûpel bi xameyê li ser kaxez bi kurdî fenteziyên xwe binivîse. Bila her ciwanek her roj bi qederê saetekê nivîsên kurdî yên cuda cuda bixwîne. Bi vî hawayî demekurtek şûnde ciwan fêrî zimanê xwe dibe.

1006325_582171498488766_543460480_n

Divê em jibîr nekin ku dema ziman bête bikaranîn zindî ye, lê dema neyê bikaranîn mirî ye.  

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî çend kitêban pêşniyazê xwînerên me bikî, da ku ciwanên me bixwînin û sûd jê werbigirin.

Zeynelabidin Zinar:  Li gor lêkolînên min, nivşên van dewletên nûjen ên dinyayê, hemû ji du cûre pirtûkên xwe zanîn û têgehiştinê wergirtine. Yek berhemên folklora xwe û ya din berhemên xwe yên klasîk. Helbet ev hawe ji bo ciwanên me jî sufte ye; bila ciwanên me jî Klasîkên Kurdî û berhemên Folklora Kurdî bixwînin.  

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî hinekî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Jiyan, ji bo te çi ye? Nirxên ku jiyana te watedar dikin çi ne? Çi xewn û xeyalên te hebûn û bicîh hatin gelo yan na û herî zêde tu di jiyana xwe de qîmetê didî çi?

Zeynelabidin Zinar:  Bi van çar pirsan dikarim weha bibêjim: Ji ber ku niha ez çendî ku kesek im, lê du jiyanên min hene Yek, Cuntaya Kenan Evrenî ez di 1981ê de kuştim, lê Nexweşxaneya Xaça Sor ez ji mirina lezgîn vegerandim. Jiyana min a berî 1981ê cuda bû, ya piştî wê jî cudatir e. Ez jiyana xwe ya duyemîn çirk bi çirk, deqe bi deqe, kat bi kat, bi kêş û pîvan dinirxînim.

– Jiyan, ji bo min xizmeta Çanda Kurdî ye. Eger ne ev be, jiyan dibe wek ya sewalan û bê wate ye.   

– Nirxên ku jiyana min watedar dikin, dîsa xizmeta Çanda Kurdî ye, belavkirina zanîna wan kesên pîroz e ku qewîtiya xwe li min kirin da ez jî weke wan tiştê ku zanibim bigehînim kesên ku nizanin.

– Ez dema 5-6 salî bûme, min gotiye ku “dema ez mezin bibim, ez ê ji xwe re qelemek, defterek û neynikek bikirrim.”  Dema ez heştsalî bûme jî, piştî lêdana cendirmeyan li min, min gotiye ku “dema ez mezin bibim, ez ê ji Kurdan re cendirme çêbikim.”

Heta niha gelek vîn û daxwazên min bi cih hatine, lê hinek mane, hinek jî hene lê hêj bi cih nehatine. Hinek tiştên pir girîng jî hene, niha hêj zû ye ku eşkere bikim.

 – Herî zêde ez di jiyana xwe de qîmet û giringî didim berhemên Folklora Kurdî  û yên Klasîkên Kurdî. 

Ali Gurdilî: Mamosteyê min, spasdar im bo vê hevpeyvînê û vê fersenda ku cenabê te da me. Mala te ava. Li ser navê xwînerên/xwendevanên malperê, em serkeftin, saxî û silametiya cenabê te dixwazin.     

Zeynelabidin Zinar:  Ez jî spas dikim ku we ez ji bo hevpeyvînê hilbijartime, serkeftin û serfirazî bo cenabê te û heval û hevriyên te dixwazim. Herweha ez spas dikim ji bo wan xwendevanên ku dema xwe wê bi xwendina vê nivîsa min re dema xwe bibihurînin. Her şad û bextewer bin… 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

17.01.2015 

Zeynelabidin Zinar kî ye? 

Zeynelabidîn Zinar nivîskar, wergêr û lêkolînerek î kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal medreseya kurdî, piştre Imam-Xetîb û lîseyê xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê şixuliye. Ji 12’ê îlona 1980’yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984’an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di <Işkencede 178 Gün>  diyar kiriye. Zinar, di dawiya 84an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995’an tedawi bûye.  

Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye. Heta niha, 121 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ê ye (www.pencinar.se).  

1986-2014

121 pirtûkên Zeynelabidîn Zinar ku di demên cuda de hatine weşandin 

1- Xwençe 1, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1989, 278 rûpel, ISBN 91-861463-0-5

2- Xwençe 2, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1990, 288 rûpel, ISBN 91-861463-5-1

3- Xwençe 3, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stock holm, 1991, 297 rûpel, ISBN 91-861463-9-4

4- Xwençe 4, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1990, 262 rûpel, ISBN 91-630076-4-9

5- Xwençe 5, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1991, 293 rûpel, ISBN 91-630076-2-2

6- Xwençe 6, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993, 266 rûpel, ISBN 91-630168-9-3

7- Xwençe 7, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1994, 280 rûpel, ISBN 91-972090-1-5

8- Xwençe 8, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sûriye/şam, 1995, 288 rûpel, ISBN 91-972090-7-4. Çapa duyemîn: Stockholm.

9- Xwençe 9, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1996, 290 rûpel, ISBN 91-972779-0-8

10- Xwençe 10, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1997, 268 rûpel, ISBN 91-972779-3-2

11- Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Zeynelabidin Zinar, Kurdî, Antologi, Sverige/Stockholm, 1991, 377 rûpel,  ISBN 91-830062-2-7

12- Di Işkencê de 178 Roj (178 Roj Di Işkencê De), Zeynelabidin Zinar, bi zimanê tirkî, serpêhatiya îşkencê, Komkar/Tyskland, Köln, 1987, 240 rûpel, ISBN….

13- Siyabend û Xecê, Zeynelabidin Zinar, kurdî/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1992, 160 rûpel, ISBN 91-630122-2-7

14- Xwendina Medresê, Zeynelabidin Zinar, Kurdî,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3

15- Kadîna Mişkan, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrvanok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993, 144 rûpel, ISBN 91-972090-0-7

16- Balafira Jînê, Zeynelabidin Zinar, kurdî folklor/çîrvanok,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993, 134 rûpel, ISBN 91-972090-3-1

17- Xweşber, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/ folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1994, 86 rûpel, ISBN 91-972090-4-X

18- Mîrate, Zeynelabidin Zinar, kurdî,  leyztikên zarûkan,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sûriye/şam, 1994, 120 rûpel, ISBN 91972090-5-8

19- Çarmix, Zeynelabidin Zinar, kurdî, helbestên îşkencê,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1996, 70 rûpel, ISBN 91-972779-1-6

20- Hemdîn û Şemdîn, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor – serpêhatî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1998, 112 rûpel, ISBN 91 972779 75

21- Fermana 33 Rewşenbîran, Zeynelabidîn Zinar, lêkolîn, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 7/2000, 176 rûpel, ISBN 91 89491 05 x

22- Bingeha Çîroka Kurdî, Zeynelabidîn Zinar, lêkolîn, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 12/2000, 134 rûpel, ISBN 91 89491 12 2

23- Çivîka Bilûrvan, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/ folklor-çîrok bo zarûkan digel wêne, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2001, 34 rûpel,  ISBN 91 89491 17 3

24- Bawermendî -I-, Zeynelabidîn Zinar, kurdî bingeha ola îslamê, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm,11/2002, 26 rûpel, ISBN 91 89491467

25- Bawermendî -II-, Zeynelabidîn Zinar, kurdî bingeha ola îslamê, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1/2003, 43 rûpel, ISBN 91 8949147 5

26- Pîra Kût û Dîkê Derpîkurt, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003, 40 rûpel A4,ISBN 91 89491 04 1

27- Hecî Rovî, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan digel wêne, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003, 40 rûpel A4,  ISBN 91 89491 09 2

28- Kurdistana Xwedê jî şewitî, Zeynelabidîn Zinar, meselokên rawilan, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 3/2003, 120 rûpel, ISBN 91 89491 49 1

29- Nêçîra Çiyayê Reş, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan digel wêne, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003,62 rûpel,  ISBN 91 8949119X

30- Keywan Paşa û Keçelok, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan digel wêne, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003, 46 rûpel, ISBN 918949123 8

31- Beranê Sêr, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan digel wêne, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003, 40 rûpel,  ISBN 91 8949128 9

32- Abidê şikeftê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan digel wêne, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003, 72 rûpel,  ISBN 91 89491 20 3

33- Zira Kerê û Lota Devê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan digel wêne, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2002, 35 rûpel, ISBN 918949116 5

34- Çîm Beg, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003, 40 rûpel,  ISBN 91 89491 39 4

35- Qîza Paşayê Çîn û Maçînê û Hesenê Sênî, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok bo zarûkan, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2003, 40 rûpel,  ISBN 91 89491 41 6

36- Ji heftan çar şaxên çîroka Gûl û Sînem, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 196 rûpel,  ISBN 91 89491 42 4

37- Hevberdana Qijik û Kevokê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 162 rûpel,  ISBN 91 89491 35 1

38- Kalê Merivxwir, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 33 rûpel,  ISBN 91 89491 45 9

39- Kewê Çîrokbêj, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 90 rûpel,  ISBN 91 89491 37 8.

40- Kerkerokê Bayê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 57 rûpel,  ISBN 91 89491 31 9.

41- Sînelmasî û Mîr Mihê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 55 rûpel,  ISBN 91 89491 40 8

42- Sêva Sêrê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 67 rûpel,  ISBN 91 89491 38 6

43- Gurê Selikê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 38 rûpel,  ISBN 91 89491 14 9

44- Mele Kulî, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2005, 49 rûpel,  ISBN 91 89491 52 1

45- Pêxemberê Derewîn, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/20 meselokên folklorî, ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 53 rûpel,ISBN 918949179 3

46- Mîrê Cîzîra Botan û Siltanê Stenbolê,  Zeynelabidîn Zinar, kurdî/serpêhatî, ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 58 rûpel, ISBN 91 89491807

47- Xwişkebiratiya Teyr û Rovî, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 38 rûpel, ISBN 91 89491777

48- Kurê Paşê û Mişkê Qut, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006,59 rûpel,  ISBN 91 89491 72 6

49- Cihê û Çil Kose, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 37 rûpel,  ISBN 91 89491 68 8

50- Bablîcan, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 48 rûpel,  ISBN 91 89491 44 0

51- Miriyê Li Ser Bîrê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 31 rûpel,  ISBN 91 89491 67 X

52- Serpêhatiya Wezîr û Paşê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 31 rûpel,  ISBN 91 89491 64 5

53- Mado Paşa û Keça Dêwê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 63 rûpel,  ISBN 91 89491 30 0

54- Mîr Mihê û Gulîzar, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/folklor, çîrok ji bo her kesî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 32 rûpel,  ISBN 91 89491 33 5

55- Zerdeşt Pêxember, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/lêkolîn, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2007, 66 rûpel,  ISBN 91 89491 81 5

56- Di Çanda Kurdî de 37 Şaxên Zanistiyê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/lêkolîn,  Sverige/Stockholm,  2009,  220 rûpe, ISBN 91 89491 82 3.

57- Govenda Mirinê, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/lêkolîn,  Sverige/Stockholm, 2010,  212 rûpe, ISBN 9189491 86 6.

58- Jînewariya Derwêşê Sado, Zeynelabidîn Zinar, kurdî/lêkolîn,  Sverige/Stockholm,  2010,  220 rûpe, ISBN

59- Tûtika Cinî, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 30 rûpel, ISBN 91 89491 21 1.

60- Toz Paşayê Kurê Çeqçeq Paşa, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 28 rûpel, ISBN 91 89491 59 9.

61- Kund û Bilbil, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 30 rûpel, ISBN 91 89491 21 1.

62- Heft Sal Şivantî, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 30 rûpel, ISBN 91 89491 74 2

63- Çêleka Zer, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 35 rûpel, ISBN 91 89491 73 4

64- Sêva Paşê, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 30 rûpel, ISBN 91 89491 62 9.

65- Xeyda Pisîkê, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 30 rûpel, ISBN 91 8949114 9.

66- Dêwê Heftreng, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 44 rûpel, ISBN 91 89491 32 7

67- Mamê Mamcel, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 46 rûpel, ISBN 91 89491 58 0.

68- Keça Sêvê, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 50 rûpel, ISBN 91 89491 61 0.

69- Daweta Hirç Û Rovî, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 32 rûpel, ISBN 91 89491 71 8

70- Çepgera Aşê Dewletê, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 38 rûpel, ISBN 91 89491 78 5.

71- Gemiya Nokan, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 46 rûpel, ISBN 91 89491 43 2.

72- Daweta Kurê Paşê û Qîza Gavan, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 40 rûpel, ISBN 91 89491 66 1

73- Rêncberiya Mîrzo û Keleş, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 36 rûpel, ISBN 91 89491 71 X.

74- Pîra Xwînxwur, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 26 rûpel, ISBN 91 89491 60 2.

75- Rasto û Xwaro, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 32 rûpel, ISBN 91 89491 69 6

76- Simbêlşonik, Zeynelabidin Zinar, kurdî, çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 42 rûpel, ISBN 91 89491 65 3.

77- Pîra Bênefs, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 40 rûpel, ISBN 91 89491 75 0..

78- Gurê Nalbend, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 26 rûpel, ISBN 91 89491 14 9.

79- Keçelok û Gurrî, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 36 rûpel, ISBN 91 89491 64 5.

80- Mîrzoyê Kurê Paşê, Zeynelabidin Zinar, kurdî çîrok/folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 40 rûpel, ISBN 91 89491 76 9.

81- Arşîva Şêxên Axtepeyê, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2012, 260 rûpel,  ISBN  91 8949190 4

82- Jîneweriya Şêx Edhem Berzanî, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2013,  rûpel,  ISBN 91 89491 91 2

83- Serpêhatiya Mele Xelîl, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2013,  rûpel …… ,  ISBN 91 89491 83 1

84- Serpêhatiya Efrasiyabê Êlihê, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2013,  rûpel 300 ,  ISBN 91 89491 55 6

85- Karoka Evsûn, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2013,  rûpel 160 ,  ISBN 91 8949192 0

86- Serhildana Eşîra Jêlî 1929, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2014,  rûpel: 320, ISBN   91 89491 94  7

87- Gotinên Watedar, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2014,  rûpel 160,  ISBN 91 89491 97 1

PIRTÛKÊN KLASÎK Û WEKÎ DIN 

88/1- Dîwan, Melayê Cizîrî, Kurdî,  Roja Nû, Sverige/Stockholm, 1987, 560 rûpel, ISBN 91-767202-1-7. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar û Emîn N.

89/2- Nûbihar, Ehmedê Xanî, Kurdî,  Roja Nu, kurdî,  Sverige/Stockholm, 1986, 80 rûpel, ISBN 91-767201-7-9. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

90/3- Eqide, Ehmedê Xanî, Kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, kurdî,  Sverige/Stockholm, 2001, 54 rûpel digel nivîsa bi tîpên erebî, ISBN 91 89491 13 0 Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

91/4- Mewlûda Kurmancî, Melê Bateyî, kurdî,  Roja Nu, Sverige/Stockholm, 1987, 64 rûpel, ISBN 91-767201-8-7. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

92/5- Rêberê Sanî, Mele Ehmedê Qoxî, şerha Eqîdeya Ehmedê Xanî,  kurdî,  YDK, Elmanya/ Düsseldorf, 1990, 180 rûpel, ISBN …….. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

93/6- Sirmehşer, Feqe Reşîdê Hekarî, Kurdî,  YDK, Tyskland/Düsseldorf, 1990, 112 rûpel, ISBN……… Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

94/7- Nehc-ul Enam, Mele Xelîlê Sêrtî, Kurdî,  Sverige/Stockholm, 1988, 54 rûpel, ISBN 91-870960-2-1. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

95/8- Dîwan, Pertew Begê Hekarî, Kurdî, Rewşen, Tyskland/Bonn 1, 1991, 271 rûpel,  ISBN ……. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

96/9- Rewdneîm, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Kurdî,  Sverige/Stockholm, 1991, 440 rûpel, ISBN 91-830062-0-0. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

97/10- Dîwan, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Kurdî,  Jîna Nu,  Sverige/Uppsala, 1988, 140 rûpel,  ISBN 91-970927-6-2. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

98/11- Leyl û Mecnûn, Şêx Mihemed Can, Kurdî,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî,  Sverige/Stockholm, 1992,  352 rûpel, ISBN 91-630-1486-6. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

99/12- Mîrsad-ul Etfal,  Şêx Mihemed Kerbela, kurdî,  Jîna Nu, Sverige/Uppsala, 1989, 125 rûpel, ISBN 91-970927-5-4. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

100/13- Iqdê Durfam, Şêx Eskerî, Kurdî,  Apec- tryck, Sverige/Stockholm, 1989, 203 rûpel, ISBN 91-877301-6-2. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

101/14- Herdubat, Mele Zahidê Diyarbekrî, Kurdî,  Apec-tryck, Sverige/Stockholm, 1990, 74 rûpel, ISBN 91-877301-8-9. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

102/15- Serfa Kurmancî, Mele Elî Teremaxî, Kurdî,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1997, 140 rûpel, ISBN 91-972779-4-0. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

103/16- Jiyana Mele Seîdê Kurdî, Ebdurehman Norsî, kurdî,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1996, 140 rûpel, ISBN 91-972090-6-6. Wegera ji zimanê tirkî: Zeynelabidin Zinar.

104/17- Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî, Mele Nûrîyê Hesarî,  kurdî,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1996, 245 rûpel, ISBN 91 972779 2 4. Amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

105/18- Çanda Warê Talankirî, Ebas Alkan, folklor, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1997, 140 rûpel, ISBN 91 972779 5 9. Amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

106/19- Hozanvanêt Kurd, Sadiq Behaedîn Amêdî, kurdî,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1998, 465 rûpel, ISBN 91 973403 1 6. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

107/20-Sêkêşan, Mele Evdilhadiyê Comanî, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1998, 200 rûpel, ISBN 91 973403 0 8. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

108/21- Rênasî,  Şêx Xiyasedîn Emre, kurdî, olî û bawermendî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1999, 165 rûpel, ISBN 91 973403 5 9. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî, amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

109/22- Mamikên Kurdî, M. Xalid Sadînî, kurdî, Mamik, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1999, 130 rûpel,  ISBN 91 973403 6 7. Amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

110/23- Rêgeha Perestiniyê, Nûrullah Kodişkî, kurdî, şerî‘et, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2000, 250 rûpel digel nivîsa bi tîpên erebî, ISBN 92 973403 9 1. Tîpguhaztin, amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

111/24– El Hemaîlu Fîş´şemaîlî, Şêx Fethullah Werqanisî, kurdî, helbest, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2000, 740 rûpel digel nivîsa bi tîpên erebî,  ISBN  91 89491 06 8. Tîpguhaztin, amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar

112/25- Rîsalet-ul Kufrî W´el Kebaîrî, Şêx Fethullah Werqanisî, kurdî, nesir û helbest, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2000, li dora 150 rûpel digel nivîsa bi tîpên erebî,  ISBN  91 89491 10 6. Tîpguhaztin, amadekirin û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

113/26- Eqîdeya Îmanê, Şêx Fethullah Werqanisî,  kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2000, li dora 40 rûpelî digel nivîsa bi tîpên erebî,  ISBN  91 89491 11 4. Tîpguhaztin, amadekirina ji bo çapê û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

114/27- Îslam û Ewrûpa, Ingmar Karlsson, kurdî, weşanxaneya DOZ, Stenbol/Turkiye, 2007, rûpel 252, ISBN 978-9944-227-24-4. Wergêr Zeynelabidin Zinar.

115/28- Dîwana Hesbî, Şêx Hesîb Axtepî, kurdî, weşanxaneya Lîs, Diyarbekir/Turkiye, 2008, rûpel  456, ISBN  978-9944-227-64-3, wergêr Zeynelabidin Zinar.

116/29- Keşkol, Şêx Eskerî Axtepî, kurdî, weşanxaneya DOZ, Stenbolr/Turkiye, 2008, rûpel  272, ISBN   978-9944-227-63-6,  wergêr Zeynelabidin Zinar.

117/30- Kulîlka Nîsanê, Şêx Edhem Berzanî, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2010, 70 rûpel, ISBN 91 89491 87 4. wergêr Zeynelabidin Zinar.

118/31- Dîwançeya Xakî, Şêx Qudbedîn Korikî, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 120  rûpel, ISBN 91 8491 89 0. wergêr: Zeynelabidin Zinar.

119/32- Jinavbirina Berzaniyan, Siyamend Sêlekî, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, 130 rûpel, ISBN 91 89491 88 2, wergêra ji tîpên erebî û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

120/33- Serpêhatiya Îsa Pêxemberî, Mele Arifê Dêrîşî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurd, Sverige/Stockholm, 2014, 130 rûpel,  ISBN 91 89491 95 5, wergêra ji tîpên erebî û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.

121/34- Gulzarîcan/ Yûsuf û Zuleyxa, Mele Arif Dêrsilavî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurd, Sverige/Stockholm, 2014, 130 rûpel,  ISBN 91 89491 96 3, wergêra ji tîpên erebî û mîzanpaj: Zeynelabidin Zinar.  

Jêder

1- http://ku.wikipedia.org/wiki/Zeynelabid%C3%AEn_Zinar

2- https://www.facebook.com/zeynelabidin.zinar 

3-http://www.rojevakurd.com/nivisar/17191-Bingeha-roka-folklor.html#sthash.xMgnxvLT.dpuf

4- http://www.rojevakurd.com/nivisar/17406-Dolar-ewe-digihin.html 

5- http://www.rojevakurd.com/nivisar/17378-Sextekariyiya-deolojiy.html

6- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallacvan. Ali Gurdilî. Li ber çapê ye.

7- www.pencinar.se

8http://sv.wikipedia.org/wiki/Zeynelabidin_Zinar

9-http://www.nucehaber.com/haber/wje-zanist/nivskar-lkolner-zeynelabidn-zinar-k-ye/208.html

10- http://diyarname.com/news.php?Idx=5973

 

 

Bersivekê binivîsin