Hevpeyvîn bi Têmûrê Xelîl re

Hevpeyvîn bi Têmûrê Xelîl re

Hevpeyvîn bi Têmûrê Xelîl re

‘Dilê germ, serê sar…’ ji aliyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdiya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiya, çem û kaniya, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojiyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantiyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin.’

Mazhar Kara – Hejmara 101ê ya Kovara ‘Roja Nû’  

Ali Gurdilî: Kek Têmûrê Xelîl, li ser navê xwe û xwînerên malpera www.felsefevan.org ê ez gelekî spasiya te dikim, ku te daxwaza me ya vê hevpeyvînê qebûl kir û vê îmkanê da me. Spas.

Têmûrê Xelîl: Ez jî sipas dikim, ku bersîva pirsên malpereke kurdî, malpereke bi naverokê dagirtî, malpereke welatparêz didim. 

Ali Gurdilî: Di destpêkê de jiber avakirina malpera we ya http://riataza.com/ ê ku beriya demekê dest bi weşanê kir, ez we pîroz dikim û di karên we de serkeftinê dixwazim. Kek Têmûr ji kerema xwe re tu dikarî derheqê malperê de hinek agahdariyan bidî me? Yanî malpera we çi demê dest bi weşanê kir, naverok û armanca we ya sereke çi ye? Bi çend zimanan malper weşanê dike? Pirsa herî dawî jî, têkiliya malpera http://riataza.com/ ê bi rojnameya ‘Rya teze’ heye gelo yanê na?

Têmûrê Xelîl: Sipas. Malpera me di meha gulana sala par da bi vêrsyona rûsî wek test dest bi karê xwe kir, piştî 2-3 mehan me dest bi vêrsyona kurdî jî kir. Naverok û armanca wê ew e, ku kevirekî dayne ser kevirê şênbûna zimanê me, dîroka me, welatê me. Navbenda malperê li bajarê Moskvayê ye, lê karê wê li tevaya Kurdistanê, heta tevaya cihanê ye jî, bi şertê ku bûyerên li cihanê diqewimin, fikirên ku li cihanê têne gotin alî miletê me û welatê me bikin. Malpera me bi du zimanan weşanê dike: kurdî û rûsî. Em hewil didin nivîsên bi hemû zaravayên kurdî, ser hemû warên ku kurd lê dimînin biweşînin. Têkilîya me bi rojnameya ”Rya teze” ra tune, her tenê sîmvolek e bona ew navê pîroz herdem di guhê her kurdekî da bike zingîn û zindî bimîne. 

12647824_1319076928118334_788447879_n
Koma Kurmancî li hevpeyvîna KURD 1ê

Ali Gurdilî: Kek Têmûr, aliyekî te ê çîroknûsiyê jî heye, lê tu zêdetir bi xebatên xwe yên zanyarî yên li ser kurdî û Kurdistanê têyî naskirin. Te wext peyda nekir ku tu zêdetir bala xwe bidî wêjeyê yan ev hilbijartineke ji bêgaviyê bû? Û a niha xebateke wêjeyî di destê te de heye yan?

Têmûrê Xelîl: Ez heta niha jî xwe nivîskar nahesibînim. Karê min yê sereke rojnamevanî ye, karê min daye ber xwe jî ew e, ku hemû pirtûkên kurdzan û rohilatzanan yên ku bi rûsî û ermenî derketine, wergerînim kurdî û bigihînime gelê xwe. Di wî alî da min 17 pirtûk wergerandine, ji wana 8 derketine.

Ma ne heyf e, ku kurdzanên Sovyeta berê bi salan bi profesyonalî, rojê bi kêmanî 8 siet derê karê xwe vekirine, ser pirsên dîrok, ziman, êtnografî û h.w.d kar kirine, ji bo xatirê karê xwe bi serketî pêk bînin gelek ji wan bi taybet zimanên erebî, farisî, tirkî fêr bûne, ku bikaribin arşîvên ser kurdan û Kurdistanê bi kar bînin û ew hemû kar negihîje gelê me? Karê din, ku min daye ber xwe ew e, ku hemû berhemên folklorî yên ku cem me bi kirîlî û latînîya kurdên Sovyet derketine, bikim latînîya Hawarê û bigihînime gelê me. Ez wî karî bi du keçên xwe ra dikim, heta niha ji wana 9 heb derketine, 12 jî wê derkevin. 

1454414902_123

Ali Gurdilî: Cenabê te yek ji wan endamên Koma ‘Kurmancî’ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê ye. Ji kerema xwe tu dikarî behsa xebatên koma we bikî? Ev çend sal in ku koma we dicive û we çi encaman bi dest xistin? Pirsa din jî, Înstîtuya Kurdî ya Parîsê, beriya demekê di tengasiya diravî de bû. Gelo ew mesele çareser bû yan hêjî didome? Dîsa li gor bîr û baweriya te, saziyeke alîneger û xweser ya wekî Înstîtûya Parîsê, çima dikeve wan tengasiyan?

Têmûrê Xelîl: Bersîva vê pirsê wê pir dirêj be. Bi kurtî bêjim: eger weke 15 kesên xwedî zanebûnên zêdeyî 15 zimanan, di salê da du caran, her carê 10 rojan, her rojê 12-14 sietan ser pirsgirêkên zimanê kurdî kar dikin, li ser gotineke kurdî heta sietekê jî minaqeşe dikin, tê wê maneyê ku karekî pîroz dikin. Berhemên civînên me di 56 hejmarên rojnameya “Kurmancî” da xuya dibin, ku 40 hejmarên wê bi pirtûkeke zêdeyî 1200 rûpelî va çap bûye.

1454393285_2

Ser meseleya tengasiya diravî da tenê zanim, ku rewşa Înstîtuyê niha hinekî baştir bûye û hêvî heye ku wê hîn baştir be. Înstîtûya Kurdî ji bo miletê me ye û xwedîyê wê jî miletê me ye û xwedîlêderketî jî gerekê miletê me be. Lê kurd dema diçine şahîya bûk û zavê, 100 dolar didine hediya wan, lê 500 dolar jî wek şabaş didine defçî û zirneçîyan. 

Ali Gurdilî: Em dizanin ku demekê, te li Ermenistanê endamêtiya Komeleya Xwendekarên Kurd kiriye. Piştre jî te li heman welatî, sêkrêtariya Şêwra Rewşenbîrên Kurd kiriye. Li gor bîr û baweriya te têkiliyên kurd û ermenan, niha di çi astê de ne? Meriv dikare bibêje ku têkiliyên wan baş in, xurt in yan herdu milet di hevkariyekê de ne? Di civaka wan de, gelo hina jî kes hene ku ji ber Jenosîda Ermenan kurdan sûcdar dikin?

Têmûrê Xelîl: Bi bawerîya min, li cihanê ji ermenîyan pirtir dostên kurdan tunene. Me ev yek di hevaltîyê da jî, di cînartîyê da jî, di pêwendîyên rojane da jî, di berhemên nivîskarên ermenî yên ser kurdan da jî, di piştgirîkirina pêşketina çand û edebîyeta me da jî ser xwe texmîn kirîye. Wek ku Cegerxwînê mezin di hevpeyvîna bi min ra gotîye: ”Em û ermenî birîndarê şûrekî ne”. Di dema Sovyet da hîç ermenîyekî, hîç çapemenîyeke fermî hîç caran kurdan di gelkujîya ermenîyan da sûcdar ne kirîye.

Piştî Sovyetê çend ermenîyên nasyonalîst û çend êzdîyên nezan, herwiha çend sîyasetmedarên kurd yên Bakur gotin û nivîsîn, ku kurdan ermenî û êzdî qir kirine. Û ev gotin ne gotinên dewleta Ermenîstanê ne, yên çend kesan in. Ermenî heta ne dijî musulmanîyê ne jî. Ji 500 hezar azirîyên Ermenîstanê hemû terka Ermenîstanê kirin, lê kurdên musulman heta niha jî li Ermenîstanê dijîn. Yek ji wan – Nadoyê Xudo Maxmûdov gelek salan bûbû wezîr û cîgirê wezîrê dewletê. Pêwendîyên me û ermenîyan eger xirab bibin, ewê ji me be.  

1454393285_6

Ali Gurdilî: Wekî ku em dizanin, di xwenasîn û zanîna miletan de, rola zargotina miletan gelek girîng e; bi taybetî jî miletekê mîna miletê kurd ku hema hema, hemû êş û dîroka xwe bi devkî gotiye. Lewma jî gorbihuştê Qanatê Kurdo gotiye ku ‘zargotina kurdî, kaniya edebiyata kurdî ye.’ Ez jî hihekê din li ser vê ramanê zêde dikim û dibêjim ku edebiyata kurdî, kaniya felsefeya kurdî (kurdan) ye jî. Ez di wê baweriyê de me ku zargotina kurdî hêjî bi awayekî baş nehatiye berhevkirin, zelalkirin û şirovekirin, da ku ji bo gelek fikrên nû re bikaribe bibe bingeh. Ez baş dizanim ku xebatên te yên gelek hêja hene li ser zargotina kurdî, lewma dipirsim. Li ser vê mijarê fikrên te çi ne gelo?

Têmûrê Xelîl: Zargotina me li Ermenîstanê ji alîyê Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Xelîlê Çaçan Muradov, Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl têra xwe hatîye berevkirin û çapkirin, hinek jî min berev kirine û amade kirine, lê wek pirtûk heta niha çap nebûne. Pirsgirêk tenê ew e, ku ew bi herfên latînî yên kurdên Sovyet û herfên kirîlî hatine çapkirin û bona bigihîjine gelê me, gerekê bikine herfên latînî ya “Hawar”ê. Ew kar min û herdu keçên min kirine, beşek ji wan çap bûne, beşeke mezin jî amade ne, lê çap nebûne. Piranîya wan jî di wan deman da hatine berevkirin, dema têlêvîzyon neketibû welatê me û nimûnên zargotina me her şev di odeyan da ji bo milet bi kurmancîyeke xweş dihate gotin û her nislek bi wan terbîye dibû û mezin dibû.

1454402382_1

Ali Gurdilî: Bi destûra te, dixwazim li ser êzdiyan jî pirseke bikim. Di demên dawî de, bi qasî ku ez sehdikim di civaka êzdiyan de hejmara kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em ne kurd in, em êzdî ne.’ her diçe zêdetir dibe. Helbet meriv dikare bi nêrîneke rûkalkî çend sedemên vê yekê bîne zimên, lê ez dibêjim ku mesele gelek kûrtir e newsa? Yanî ji ber çi wuha dibêjin gelo?

Têmûrê Xelîl: Her deman, li her welatî xwedîyên milet dewlet e û ronakbîrên wê ne. Di dema Sovyet da dewleta me Sovyet û ronakbîrên me bûn. Dema Sovyet nema û ronakbîrên me jî ji Ermenîstanê derketin, ew cîyê valabûyî hinek nezan tije kirin, ku piranîya wan zanin jî ku êzdî kurd in, lê îro wisa tê hesabê wan. Lê zirara kesên wisa zêde tune. Kesên ku dibêjin em êzdî ne, heta em ne kurd in jî, çi dikin? Milet ra dibêjin bi zimanê xwe biaxivin, erf û edetê xwe biparêzin, sitiranên xwe bistirên, reqasên xwe bireqisin. Û ev hemû kurdî ne. Em gerekê êzdîyan fêm bikin bo çi wisa dibêjin. Piştî fermana 74an êzdî birîndar in, şikestî ne, tirsîyane, heta berê xwe ji miletê xwe û welatê xwe jî guhastine, ji ber ku li welatê wan wana qir dikin û nayêne parastin.

1454393327_3

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe, tu dikarî bi kurtasî be jî hinekî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Yanî, jiyan bo te çi ye? Tu xwe ji çi bextewar hîs dikî? Û têkiliya te ya bi felsefeyê re, di çi astî de ye? Meseleyên felsefî, bala te dikşînin gelo?

Têmûrê Xelîl: Felsefeya jîyana min pir sade ye: bi kurdî bijîm, bi kurdî biaxivim, bi kurdî binivîsim, bi kurdî bistirêm û bireqisim. Di karê xwe da jî felsefeyeke min a taybet heye: ez ji êrîşên bê bingeh yên ser nivîsên min yên kesên ku ne dost û hevalên min in, ber dilê min ne ezîz in, hîç naxeyîdim û aciz jî nabim, bersîva wan jî nadim. Di karê xwe yê berpirsîyarîya malperê da jî bona min ne giring e, kesên ji bo me nivîsan dinivîsin nivîskar in, doktor in, pale ne, kurê kîjan bavî ne û bejina wan çiqas kurt an dirêj e. Bo malpera me kalîteya nivîsê û aktualbûna wê giring in. Bo nimûne, keç û xortekî kurd – Nura Shane û Shivan Keleş ji malpera me ra çend caran gotar û wergerên ser dereceya bilind û bi kurdîyeke xweş nivîsîn, emirê wan 20-25 salî ye, lê hinek nivîskar jî hene, ku heta 10 pirtûkên wan jî çap bûne, ser redaktorîkirin û korrektorîkirina nivîsên wan çend sietên min diçe û naverok û kalîteya nivîsan jî ne zêde baş in. Xuya ye wana bawer kirîye, ku ew nivîskar in. 

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya te, rewşa zimanê kurdî niha çawa ye? Ji bo hemû perçeyan dipirsim. Gelo meriv dikare çi bike, yan divê çi werin kirin bo pêşketina zimanê kurdî?

Têmûrê Xelîl: Gorî lêkolînên min, ez hatime ser wê bawerîyê, ku li Kurdistana Bakur ew kurd bi tirkî diaxivin, yên ku tirkî nizanin. Û ew kurd bi kurdî diaxivin, ku tirkîya wan gelek baş e. Rewşa zimanê kurdî xwesma li bakur berbat e. Ji bo wê hezar û yek bahaneyan tînin, ku hîç yek jî nayê qebûlkirin. Mesele, dibêjin, tirk zor li me kirine, nehîştine em bi zimanê xwe bipeyivin, ku dibistanên kurdî tunebûn, lema, ku eger kurdî bipeyivin, paşê wê nikaribin karekî ji xwe ra bibînin, ji ber ku zimanê fermî tirkî ye. Ma eger di gundekî kurdan da kurd di mala xwe da bi kurdî biaxivîyana, qey ber derê her malekê polîsên tirkan sekinîbûn ne dihiştin? Ma qey mirov li dibistanan kurdî fêr dibe? Li dibistanan fêrî xwendin û nivîsara bi kurdî dikin, ne fêrî axavtina kurdî dikin. Biyanî dikarin kurdî fêr bibin, ne kurd. Kurd gerekê kurdî bizanibin, gerekê ji xwîna dê ra derbazî nava bedena wan be.

1454393262_4

Ez meseleya xwe bêjim: ez li gundên kurdan mezin nebûme, li paytextê Ermenîstanê bûme û mezin bûme. Li paytext jî zêde kurd tunene. Dibistan jî bi ermenî û rûsî ne. Cînar û heval jî ermenî û rûs in. Min li dibstanê hîç deqeyekê jî kurdî ne xwendîye. Dê û bavê min jî ne gotine fêrî kurdî be, heta fêrî xwendin û nivîsara kurdî jî nekirine. Dê bavê min yek tişt tenê kirine: dema me bi ermenî an bi rûsî pirsek ji wan bikira, bersîva me nedidan, digotin em fêm nakin tu çi dibêjî. Me jî mecbûr pirsa xwe bi kurdî dikir.

Dema me bersîva pirsên wan jî bi ermenî an rûsî bida, dîsa digotin em fêm nakin tu çi dibêjî, me jî mecbûr bi kurdî digot. Hinek kurdên bakur jî dema tirkîyeke şikestî dipeyivin, xwe wek kesekî medenî dibînin. Hema mirov dixweze ji wan ra bêje: xwelîserno, eger me medenîbûnê bifikirîya, meyê jî bi ermenî û rûsî bipeyivîya, di ser da jî ermenî jî, rûs jî ji tirkan medenîtir in. Tirkî axavtina kurdan nimzdîtina miletê xwe ye, nezanîya dîroka xwe  ye, kêmanîya welatparêzîyê ye, jixweheznekirin e. Ma qey we li cihanê dîtîye yek jineke bi aqil û ciwan bibîne û bêje xwezî ev dayka min bûya! Dayka min a here ciwan û here bi aqil e li cihanê.  

12647791_1319081291451231_471166141_n
Ligel gorbihuştê Osman Sebrî

Ali Gurdilî: Tu Kurdistaneke çawa xeyal dikî kek Têmûr?

Heke hêza te hebûya, dê te ji bo kurdan, dewleteke çawa ava bikira?

Têmûrê Xelîl: Kurdistaneke bi zimanê kurdî, bi alaya kurdî, ku tê da hîç miletek nebe bira, lê bibe dost, heval, cînarê baş. Bira ji dê û bavekî, an jî bi kêmanî ji yek ji wan dibin. Kesên ku li ser axavtina kurdî ji milet ra bûne asteng, kesên ku dijî alaya kurdî bûne bela serê milet, kesên dewletnexwez gerekê di Kurdistana serbixwe da gorî qanûnê bersîvê bidin. Gerekê Kurdistaneke wisa be, ku piştî neslekê mirov bikaribe ji reng û rûyê mirov, ji kenê mirov, ji şabûn û xemgînîya mirov, heta ji rêveçûna mirov jî ferq bike ka kîjan kurd e, kîjan jî tirk e.

Ali Gurdilî: Kekê Têmûr, zor zor spas bo vê hevpeyvînê, mala te ava. Li ser navê xwe û xwînerên malperê, ez dubare spasiya te dikim û serkeftina cenabê te dixwazim.

Têmûrê Xelîl: Ez jî gelek sipas dikim, bi hêvîya ku nimûneya jîyana kurdekî Sovyet bikaribe piçek be jî, alî pêşketina kurdîyê, kurdîtîyê, kurdbûnê û Kurdistanê bike.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

02.02.2016 

Temûrê Xelîlê kî ye?

Têmûrê Xelîl yekemîn kes e, ku gelek salan di hemû çapemenî û radyoyên kurdî yên fermî yên Yekîtîya Sovyet da kar kirîye: di rojnameya ”Rya teze”, radyoya kurdî ya Rewanê, radyoya kurdî ya Moskvayê. Herwiha 5 salan jî bûye cîgirê berpirsyarê rojnameya ”Golos kûrda” (”Dengê kurdan”), ku Navenda çanda kurdî li Moskvayê bi zimanê rûsî, lê ser kurd û Kurdistanê çap dikir.

Malbeta Têmûrê Xelîl belkî yekemîn malbet e, ku neferên wê bi tevayî weke 100 salan bi profêsyonalî karê rojnamegerîya kurdî xurt kirine. Ango, 100 salan di rojê da bi kêmanî 8 sietan ew kar kirine. Bavê Têmûr – Xelîlê Çaçan 24 salan serok û berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê bûye (ji sala 1957an heta sala 1981ê), diya wî – Eznîva Reşîd 27 salan bêjera wê radyoyê bûye (ji sala 1955an heta sala 1982an), keça Têmûr – Mîdîya ji kurdên Sovyet yekem kes e, ku fakûltêya rojnamegerîyê ya Ûnîvêrsîteya Yekîtîya Sovyet ya sereke ya ser navê M.Lomonosov li Moskvayê temam kirîye û gotarên wê di gelek rojname û kovarên kurdî, ermenî û rûsî da da çap bûne, wek ”Armanc”, ”Novîy Kurdîstan”, ”Roja Nû”, ”Ankaxûtyûn”, ”Sûdarûşka” û yên din. Têmûr bi xwe jî zêdeyî 40 salan e di wî karî da ne û niha jî berpirsyarê vêrsyona kurdî ya malpera www.riataza.com e.

Eger em bidine ber çavan, ku ji hemû karên kurdên Sovyet ji hemûyan pirtir karê radyoya Rewanê gihîştîye gelê me, bêtir jî bi riya stiranên wê, em dikarin bêjin, ku hema bêje hemû sitiranên kurdên Sovyet bi saya serê Xelîlê Çaçan hatine qeydkirinê (me gelek caran îzbat kirîye, ku eger ne camêrî, welatparêzî û bêxofîya wî bûya, weyê îro dengê Şeroyê Biro, Şebabê Egît, Zadîna Şekir û yên din ne bihîsta), hemû sitiranaên kurdên dervayî Sovyet, wek Şivan Perwer, Gulistana Perwer, Mehmûd Qizil, Eyşe Şanê, Husênê Farê û yên din Têmûrê Xelîl peyda kirine û wek hediya dane radyoyê (di dema Sovyet da qedexe bû pêwendîyan bi kurdên derva ra daynî, bi wan ra bikevî nava têkilîyan, lê ew ne ji bo Têmûr bû) û diya Têmûr jî ew bi radyoyê belayî Kurdistanê kirîye. Ewî bi kesên wisan bi nav û deng ra hevpeyvîn kirîye, wek Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Ebdurehman Qasimlo, Osman Sebrî, akadêmîk Nadirê Kerem Nadîrov û gelek kesên din yên bi nav û deng ra.

Li Ermenîstanê di nasnameyên hema bêje hemû kurdên êzdî da li ber navê miletî “êzdî” hatibû nivîsarê û paşnavê hema bêje hemû kurdên êzdî jî bi cûreyê ermenkî – bi paşpirtika “yan” xilaz dibû. Çend kes jî hebûn, ku di nasnameya wan da “kurd” hatibû nivîsar, lê paşnavê wan bi cûreyê ermenkî – bi paşpirtika “yan” xilaz dibû. Çend kes jî hebûn, ku paşnavê wan ne bi cûreyê ermenkî – bi paşpirtika “yan” xilaz ne dibû, lê li ber navê miletî dîsa “êzdî” bû. Tenê malbeta Têmûrê Xelîl û malbeta bavê wî – Xelîlê Çaçan him paşnavê wan ne bi cûreyê ermenkî xilaz dibû, him jî li ber navê miletîya wan “kurd” hatibû nivîsar.

Berhemên wî

  • Dengê Xwînê, kurteçîrok, 2009, Weşanên Lîs, Amed
  • Antolojîya 35 helbestvan û nivîskarê kurdên Sovyet, 2015, weşanên NA, Îzmîr.

Wergerên wî yên ku gihandine kurdî

Heta niha Têmûrê Xelîl ev pirtûk ji zimanê rûsî û ermenî wergerandine kurdî.

1- ‘Kurdên Tirkiyê di dema nû û here nû da’ (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan, ji rûsî wergerandîye kurdî û sala 1994a li Bêlçîkayê, ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê da hatîye çapkirin.

2- ‘Pirsa kurdan’, cildeya 1ê, profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999a di nav weşanên ‘Roja Nû’ da çap bû.

3- ‘Împêrîyalîzm û pirsa kurdan’, cildeya 2an ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, ji rûsî wergerandîye kurdî û di weşanên ‘Roja Nû’ da çap bû.

4- ‘Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkiyê ra’, ya serhing A. Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 103 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatîye wergerandin û ewê li zûtirekê çap bibe.

5- “Kurdistana nû”, 500 rûpel, bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin û wê li zûtirekê çap bibe.

6- ‘Tevgera kurda’, ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963a bi rûsî çap bûye. Hatîye wergerandinê û APECê çap bike.

7- ‘Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî’, ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Ev pirtûk Kitêbxaneya kurdî li Stokholmê wê çap bike. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatîye wergerandinê ser kurdî.

8- ‘Kurdên Azirbêcanê’ ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932a li Bekuyê çap bûye. Ji rûsî hatîye wergerandin, Înstîtûta Kurdî li Parîsê wê çap bike.

9- “Dêrsim” ya Andranîk, 180 rûpel, sal 1900, wergera ji ermenî, weşanên “Deng”, sal 2009.

10- “Li Muksê folkor û jîyana rojane”, ya akadêmîk Îosîf Orbêlî, 104 rûpel, weşanên Nûbihar.

11- “Bawermendîyên kurdên êzdî”, 220 rûpel, wergera ji ermenî, heta niha çap nebûye.

12- “Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)”, a M. Lazarev, cildeya 3an, 310 rûpel, heta niha çap nebûye.

Berhemên din

Têmûrê Xelîl gelek pirtûk jî bi herdu keçên xwe – Mîdîayê û Dîdarê ra – tevayî ji tîpên kîrîlî û latîniya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha:

– ‘Mesele û metelokên cimaeta kurda’, 800 rûpel ya ku Heciyê Cindî berev kiribûn.

– ‘Şaxêd Rostemê Zale kurdî’, 400 rûpel, ya ku Heciyê Cindî veçêkirîye.

– ‘Folklora Kurmanca’ ya sala 1936a, 640 rûpel, ji latîniya kurdên Ermenîstanê hatîye wergerandin ser kurdiya latînî ya niha. Amadekarên wê Emînê Evdal û Heciyê Cindî ne.

– ’Pênc cildên ‘Hikyatêd cimaeta kurdîyê’, 1300 rûpel, ku Heciyê Cindî berev kirine.

– ‘Folklora kurmancîyê’ ya sala 1957a, ku H.Cindî berev kirîye û amade kirîye.

– ‘Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê’, 250 rûpel, ku H. Cindî berev kirine û sala 1972a bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê çap bûye.

– ”Heleqetîyên pizmamtîyê di nava kurda da” ya Emînê Evdal, sal 1965, 300 rûpel, Yêrêvan.

– ”Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”. Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî. Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê, Moskva 1962. 180 rûpel.

– ”Varyantên kurdî yên destana ”Koroxlî”. Jibernivîs, berhevkar, werger û pêşgotin yên Hecîyê Cindî. Yêrêvan, 1953, 120 rûpel.

Bersivekê binivîsin