Hevpeyvîn Bi Shahînê Bekirê Soreklî Re

Hevpeyvîn Bi Shahînê Bekirê Soreklî Re

Hevpeyvîn Bi Shahînê Bekirê Soreklî Re 

Ali Gurdilî: Kekê Shahîn, li ser navê şopîner û xwendevanên Malpera Felsefevan, em spasiya te dikin ku te daxwaza me ya hevpeyvînekê qebûl kir, malî ava. Gelo çend sal in ku tu wekî nivîskarekî dinivîsîne? Ez bawer im ku kêm zêde 35 saliya nivîskariya te di van rojan de temam dibe?   

Shahînê Bekirê Soreklî: Brayê hêja Ali Gurdulî, yê spasdar ez im.  Kêfxwesh im ku dikarime hinekan ji dîtin û ramanên xwe bi xwendevanên malpera we re parvebikim. 

Nivîsandina min ya bi kurmancî di salên dawîn yên nîvê 2yemîn yê salên 1970yan de dest pê kir. Hinek ji berhemên min destpêka salên 1980yan di kovar û rojnameyên li welatine ewropayî dihatin weshandin. Bo nimûne, kurteçîroka bi navê “Civata Pêxemberan” di kovara Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de hat weshandin (Hejmar 2/Gulan 1984), lê pêsh wê jî berhemine min hatibûn weshandin. 

Ali Gurdilî: Weke piraniya me kurdînûsan, cenabê te jî bi helbestê dest bi edebiyatê kir, yan bi kurteçîrokan? Û bi qasî ku ez dişopînim, tu kurteşanoyan jî dinivîsînî ne wisa?   

Shahînê Bekirê Soreklî: Heye ku destpêkirina gotaran, helbestan û kurteçîrokan hema-hema bi hev re cîh girtibin: Dawiya salên 70yan û destpêka yên 80yan. Bawer im mebesta te bi “Kurteshanoyan” ew berhemên ku ez di Fêsbûkê de heman navî lê dikim in. Wan wek berhemên “shanoyî” nahesibînim, çiqa navê “kurteshano” li wan dikim jî.  

Meraqa min li nivîsandina berhemên shanoyî hebû, bi taybetî ji ber wê yekê çimkî dema xwendina bilind, di shopandina edebiyata almanî de, rastî wî beshê wêjeyê jî hatibûm, lê civata Kurmancan ji bo berhemên shanogiriyê ne amade bû, ne jî derfetên shanogiriyê wê demê hebûn. Bivêt-nevêt min berhemke ji bo shano nivîsandiye: MEHKEMEKIRINA SELAHEDDÎNÊ EYÛBÎ. Ew sal 1989 ji aliyê Weshanên Haykurd ve li Stockholmê wek pirtûkeke biçûk ya bi 45 rûpelan hatibû weshanin. Mixabin gellek shashiyên rêzimanî tê de hebûn. Li milê din, ji yên ew xwendinî gellekan mebesta nivîsandina wê shash fêhmkirin. Wek nivîskarê berhemê, min nerxê Selaheddîn nizm nekiribû. Ya rast, yê dihat dadkirin ne Selaheddîn, lê alîne kurd û cîhana îslamî bûn. Ger hûn meraq bikin, ez ê berhemê ji bo weshandina di Malpera Felsevan de ji we re bishînim. Bêyî guman naveroka berhemê ji felsefeyê ne dûr e.

601121_277713639028205_1329204667_n 

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re tu dikarî hebekî behsa jiyana kurdên Australyayê bikî? Rewşa sazî û dezgeyên kurdan yên kulturî û rêxistinên we yên li Australyayê… 

Shahînê Bekirê Soreklî: Bibexshîn, ez ê bi xwe dest pê bikim. Dawia meha 10emîn ji sal 1968 bû dema gihîshtim Australyayê. Haya min ji hebûna Kurdan li vî welatî nebû. Li dû derbasbûna demekê pê hesiyam ku çend malbatên Kurdên ji Tirkiyeyê li Sydney û Melborn hene. Nû bi karkerên ji Tirkiyeyê re hatibûn vir. Dawiya sal 1979 yekemîn komeleya kurdî li Sydney hat damezirandin. 6-7 salan serok yan sekretêrê rêxistinê bûm. Wê demê tenê dora 35 malbatên ku xwe ashkere wek Kurd didan nasîn li Sydney hebûn. Pirraniya endamên komeleyê ji Tirkiyeyê hatibûn, lê 4 malbatên ji Sûriyeyê û du-sê xwendekarên ji Îraqê hatinî jî tê de bûn. Bi saya hevkariyê, dilsoziyê, yekgirtinê, dûrbûna partiyên kurdî û xebateke zîz karên gellekî mezin cîh digirtin û ji bo cara 1emîn navê “civateke Kurdî” li vî welatî hat bihîstin… 

Bi derbasbûna salan, zêdebûna Kurdan û bandora partiyên siyasî re, ew hevgirtina “kurdistanî” wek berê nema, ne jî ew xebata ku ligor rewsha Australyayê cîh digirt. Ev dîtina min ya shexsî ye. A nuha li Sydney du komeleyên ku min hay jê heye hene, yek di dest pishtgirên PKK de ye û ya din di dest pishtgirên YNK û PDK de bû. Hinek “kom/komîteyên” bo rêxistinên din pishtgir jî dê hebin. Li bajarên din jî kêm-zêde weha ye. 

Ligor jimarên fermî yên dewletê, li seranserê Australyayê nêzikî 5000 kesên ku li malên xwe zimanê kurdî jî bi kar dihînin sal 2011 hebûn (tev zarokan), lê jimara kesên ji pasherehên kurdî zêdetir e.  Kurd bi xwe jimara xwe li jor 10 000 kesan didin. Bi texmîna min, heye ku dora 7000-8000 kesên kurdîziman li seranserê Australyayê hebin, pirraniya wan ê soranîziman û li Sydney bin. Ligor jimara kurdîzimanan ya fermî, Pirraniya Kurdên Australyayê ji Îraqê hatine. Yên manî ji Îranê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û welatine din hatine.  

Rojname û kovarên bi zimanê kurdî li Australyayê nînin, lê bernameyên radyo hene û ya fermî di nav wan de Beshê Kurdî yê Radyoya SBS e ku bernameyeke hefteyê 2 saet in: www.sbs.com.au/kurdish

224371_10151159666151070_1652792028_n 

SBS, SPECIAL BROADCASTING SERVICE, ku wateya “Dezgeha Ragîhandina Taybet” dide, xwediya 3 çaviyên televizyonî û 3 pêlên radyo ye. Pirraniya pereyên jê re pêwîst ji hukûmeta federal dihên. Dezgeh di bin berpirsiya encûmeneke serbixwe de ye; bûrokrasiya dezgehê û karmendên besh û bernameyên radyo û televizyonê wê bi rê ve dibin. 

Ji bo vê bersîva kurt bexshandinê dixwazim. Ya rast, ji pirsiyarên herî dijwar bo min di hevpeyvînan de ev pirsiyar e, çimkî nikarim ji heqê bersîvê derkevim û naxwazim behsa rola xwe ya shexsî bikim.  Li milê din, ditirsim shash bihêm têgihîshtin. 

Ali Gurdilî: Kekê Shahîn niha tu wekî rojnamevan û raportor di SBS Radio Beşa Kurdî de kar dikî. Ji kerema xwe re dikarî hebekî behsa karê xwe bikî? Yanî raport çawa têne amadekirin, hûn kîjan çavkaniyan dişopînin û zehmetiyên karê we çi ne?  

Shahînê Bekirê Soreklî: Berê, hema bi çend rêzan, kurtedîroka Bernameya Kurdî ya SBS Radio: Sal 1983 min bi bernameyeke “tecrûbeyî” dest bi bernameya kurdî kir. Wê demê navê dezgehê “Radio 2EA” bû. Li dû kurtedemekê bername bû yeke hefteyê nîv saet û dûr e hefteyê 45 xulek. Sal 1993, navê dezgehê êdî SBS bû. Ji wê demê û shûn ve bernameya kurdî bû yeke hefteyê saetek û êdî digihîsht guhdarên li Sydney, Melborn, Kanbêrra û doraliyên wan. Ji meha 5emîn ya sal 2013 û shûn ve bernameya kurdî bû hefteyê 2 saet, yanê hefteyê du bernameyên yeksa’etî. Nuha bernameya roja îniyê digihê guhdarên li Sydney û Melborn û doraliyên wan. Bernameya yekshemê, li milê din,. Digihê bajar û bajarokên seranserê Australyayê. Bername dikare bi rêya malperên înternêtî li seranserê cîhanê bihêt guhlêdan: www.sbs.com.au/kurdish  

Ji destpêka sal 2014 û shûn ve Meyade Kurdî Xelîl (Kurmanc) û Roza Germiyan (Soran) ê bernameyên roja îniyê pêshkêsh bikin. Ev biryara min bi xwe bû. Min dil hebû bername bi tevahî ji aliyê jinan ve bihêt amadekirin û pêshkêshkirin. Xecê (Hatice Kamer) ji Diyarbekir û Shehên (jineke Soran) ji Sulêmaniyê dê bi raportên xwe bi Roza û Meyadeyê re hevkar bin. Shahînê Bekirê Soreklî dê wek berpirsê Beshê Kurdî bimîne û bernameyên yekshemê jî pêshkêsh bike.

375140_10151604797271070_721530403_n  

Li meydana mekteba zer ya Kobaniyê: 1959

Wek karmendên SBS divêt em bernameyên xwe ligor shert-û-mercên dezgehê amade bikin. Ji bo SBS balans û bêlayanî (serxwebûn) gellekî grîng in. SBS bi xwe xwediya navendeke nûçeyan e. Em pirraniya nûçeyên xwe ji navenda SBS digirin, lê her weha ji ajansên navneteweyî yên wek AFP, Reuters, Associated Press… Em dikarin li ser berpirsiyariya xwe her weha ji çavkaniyên kurdî yên pêbawer bigirin, lê navêt em bi çi shêweyan propagandaya pishtgiriyê/dijberiyê bikin. Ev derbarê siyaseta australî bi xwe de jî weha ye. Navêt em propagandayê ji hukûmeta australî re, yan ji partiya desthelatdar/muxalefetê re bikin… Navenda nûçeyên SBS bi xwe raportên bi zimanê înglizî derbarê hinek mijarên australî û navneteweyî de amade dike, lê em ne neçar in wan hemî bi kar bihînin.  Em dikarin bi xwe jî raportan amade bikin, ger naverok serbixwe û profesyonel bêt. 

Di van demên dawîn de gellek ji shert-û-mercên dezgeha SBS hatin guhertin. Yek ji wan ew e ku bernameyên her 74 zimanan divêt xwe bi pirranî bi mijarên australî ve, yan mijarên ku Australya bi shêweyekê ji shêweyan pê ve eleqedar e re peywendîgir bikin. Lê ta ji dest me dihêt, em bernameyên xwe rengîn dikin û her dem wê bizavê dikin ku para mijarên kurdî tê de hebêt û bernameyên me ji bo guhdarên me balkêsh û ragîher bin. 

Me îroj dijwariyên mezin nînin, ji bilî dîtina peyamnêrên kurdîziman ku bikaribin raportên xwe ligor mercên SBS, yanê bêlayan û bi balans amade bikin. Ma di nav Kurdan de çend peyamnêr ê hebin ku bikaribin/bixwazibin heman mafê didin berpirsekî BDP, bo nimûne, bidin berpirsekî dewletê jî? Ji bo me Kurdan balans û bêlayanî gellekî dijwar e. 

Destpêkê dijwarî û zehmetî bêjimar bûn, wek nebûna peyv û “têrmên” ji bo pêdiviyên corbicor, nebûna ferhengên rêk-û-pêk, cuhdatiya mezin di navbera Kurmancî û Soranî de, zihniyeta kurdî ya fêrî ragîhandina serbixwe û bi balans nebûyî, mentalîteya propagandîst ya hinek aliyên kurdî, dijberiya alîgirên hinek dewletên li Kurdistanê desthelatdar… Ji xweshbextiyê van dijwariyan hemî li pash man. Îroj dijwariya tenê terxandina bi saetan e ji bo amadekirina bernameyeke ku mirov hêvî dike ji bo guhdaran ragîher û balkêsh bêt, û ev ne hêsan  e, bi taybetî ji ber wê yekê, çimkî pirraniya Kurdan fêrî shêweyeke tenê ya ragîhandinê bûne, lê em ê rêya xwe bidomînin. 

Guman tê de niye ku hinek rojnamevan, pêshkêsher û karmendên zîrek û jêhatî di nav mîdyaya kurdî de êdî qe nebe hinek bernameyên bi kalîte çêdikine. Rewsha di warê mîdyayê de ta radeyekê bashtir bûye, çiqa shûn ji gellek gavên erênî re mabe jî. Hêvîdar im mîdyaya kurdîziman bi derbasbûna demê re hîn bashtir bibe, çimkî heta bi Kurdan be dê ji bernameyên propagandîst westa bibin. Em hemî neçar in kalîteya bernameyên xwe bashtir bikin, yan na: guhdar û temashevanên me dê ji me birevin dezgehên bi zimanên din. 

Ali Gurdilî: Di gotarekê de ku 06/1999 hatiye nivîsandin, te wiha nivîsiye: ‘Heke kurd neyên guhertin cîhan neçar nîne xwe ji bo xatirê wan bide guhertin. Divêt kurd xwe û giraniya xwe ya navneteweyî baş binasin.’ (1) 

Di ser vê gotina te de, kêm zêde 15 sal derbas bûne. Gelo li ser vê mijarê ramanên te yên niha çi ne? Me xwe baş nas kiriye, yan dîsa rewş weke ya berê ye? 

Shahînê Bekirê Soreklî: Mixabin pirraniya Kurdan xwe bash nenasîne, di xwenasîna gellekan de gellek pêbaweriyên shash hene û “nerastî” di gellek waran de berfirehtir dibêye. Bo nimûne navekî wek “Rojava” bû herêmên kurdî yên binxetê (bashûrê rojavayê Kurdistanê) shash e, lê belav bûye û bûye “rastiyeke” shash. Hinekan nexsheya Kurdistanê gînhandine Deryaya Navend li rojava, Deryaya Resh li bakur û Kendava Farisî/Erebî li bashûrê rojhilat û her weha û her weha… Em vê mijara xwenasîna shash li aliyekî bihêlin û biçin mijara pêdiviya bi xweguherandinê. 

Kurd bi shêweyeke gishtî endamên civatên gundî ne. Heta bi Kurdên bajarî jî di sedsalên par de bi pirranî ji kûraniya siyaseta navneteweyî bêyî haydarî bûne. Em her giriyane û me cîhan bi “bêwûjdaniyê” û pishtnegirtina Kurdan tawanbar kiriye. Dû re, bi encama mêjîshushtina komonîstî me hemî sedemên bedbextî û perîshaniya xwe xistiye stuyê “impiryalîzê, kapêtalîzmê,” Ewropaya Rojava û Amerîkayê. Shahînê Bekirê Soreklî bi xwe demekê yekî ji wan kesan bûye. Lê va demeke bi shêweyeke din li mijarê dinihêre. Nimûneyekê derbarê vê mijarê de bidim: Dema bibim mamoste, lê li xwendegeha ku tê de mamoste me kesek guh nede min û kesek behsa min neke. Li vir 2 aliyên niherîna li vê “rastiyê” hene. Aliyek xwe bi yên din ve girê dide, yanê mamosteyên din, berpirsên xwendegehê û shagirt. Lê aliyê din ez bi xwe me. Da ku haydariya wan bikishînim ser xwe, divêt EZ wan gavan ranim ku hebûna xwe li wê xwendegehê pishtrast bikim û wan haydare rola xwe û karê xwe bikim. Bi shêweyeke gishtî Kurd her “giriyane,” her gaznid kirine, her rexne û lome li aliyên din kirine, lê tarîbûna hindir malekê ne tenê bi encama tarîbûna shevê ye, ew her weha encama nebûna çiryeke di wê malê de ye. Ger Kurd bixwazin ligor sedsala 21emîn û siyaseta aliyên pêshkevtî li cîhanê pêsh ve biçin, pêdiviya zihniyeta wan bi guherandineke bêhûde mezin heye. Ger em karbidestiya herêma Kurdistanê (bashûrê Kurdistanê) wek nimûneyekê bidin û guhertinên di nav 10-15 salên çûnî de hem li hindir, hem li niherîna navneteweyî derbarê herêmê de, bidin pêsh çavan, heye ku beshekî ji memesta min zelaltir bibe. Lewma mebesta min li vir ne karbidestiya herêma Kurdistanê ye. Bi dîtina min, ligel hinek kêmasî û shashiyan jî, karbidestiya li wir karekî bash dikêye. 

Van demên dawîn ez peyva “Kurmancan” pirr bi kar dihînim, çimkî rewsha Kurmancên li bakur û yên li binê xetê nema heman rewsha li aliyên Soranan e. Neçar im li vir dîsa behsa PKK, BDP û rêxistinên bi wan ve girêdayî bikim, çimkî rola wan di nav Kurmancan de mezin e; yanê dîsa rexnegiriya li wan dikime, çiqa min dil niye jî! Ha ji bo siyaseta wan û shêweya karê wan hîn îroj jî xweguherandineke bêhûde mezin divêt, hem ji aliyê zihniyetê ve, hem ji aliyê karê rojane ve, hem ji aliyê metodê xebata siyasî ve û hem ji aliyê ragîhandina durist ya amancan ve. Û careke din bibêjim ku mebesta min bi gotineke weha ne dijberîkirina PKK û rêxistinên di bin qanadê wê de ye, lê ew hêviya mezin e ku rêxistin xwe bide guherandin, ji bo berjewendiya wê bi xwe û ji bo berjewendiya Kurmancan/ Kurdan. Bila hinek pishtgirên pênûsxurek yên pkkyî rexneyên dixwazin bikin, lê berjewendiya PKK û Kurdan ne di pênûsa wan de ye, di xweguherandinê de ye. Ji salan û vir ve ye ku yên wek min ji PKK hêvî kirine xwe bide guherandin, çiqa rêxistin bi pirranî her bi ya serdariya xwe bike jî. Heye ku hinek xwendevan bi bîr bihînin ku jimareke ji Kurdan, Shahînê Bekirê Soreklî jî di nav de, bi salan e pêshniyaz kirine ku dema têkoshîna çekdar çûye. Rexneyên tûj bo vê pêshniyaziyê hatine girtin, lê li dawiya dawiyê dema birêz Ocalan biryar girt, danîna çekan qe nebe ji bo demekê hat pesindan!  Dem ji mêj ve bo wê yekê guncav e (munasib e) ku PKK xwe wek rêxistineke sharistanî ya medenî têxe nav xebata siyasî. Dem hatiye ku tevahiya Kurmancan xwe ji zihniyeta sherxwaziyê, hevrikiyê, hêvotinê, dijberîkirinê û evîndariya klashnîkovan bi dûr xin. Kurmancan demeke aram divêt da ku carê bi aramî derbarê xwe, rewsha xwe, siberoja xwe, zimanê xwe, çanda xwe û hebûna xwe de bi mentiq biponijin. Dem hatiye bi hezaran Kurdên bakur yên zimanzan, pispor, dîplomat, pîshesaz xwe ji nav veshartina rasterast yan ne rasterast derînin û bêyî tirs têxin nav têkoshîna siyasî ya medenî û bi sharistanî. Dem hatiye Kurd xwe ji tîpên wek MHP û CHP cuda bikin, bidin guherandin û nema bi zihnieyeteke wek ya wan kar bikin. Dem hatiye ku Kurmanc ne aliyên pashkevtî û modekevn ji xwe re bikin “modêl” û rêber, lê aliyên ku pishtrast kirine jiyana aram û ji sher û sherûdetiyê dûr dikare endamên civatê pêsh ve bixe. Ma filistîniyan bi shêweya têkoshîna xwe çi amanc bi dest xistin ku hinekan razeke shêweya têkoshîna wan kirine/dikin! Ez pishtgirê mafên wan im, lê…!  Dem dema xweazadkirina ji zihniyeta stalînî, ya tundrêbûna olî û siyasî, ya eshîrvanî û ya xwepesindana bi gotinên tûj û vala ye. Dem dema zanînê, pêshvexistina ekonomiyê, berzkirina shêweya jiyana xelkê û xweperwedekirinê ye û ev dema dikare bihêt tenê ger ew wêrekiya li nik me hebe ku bibêjin, qe nebe beshekî ji zihniyeta me nema ligor demê ye (ger mebesta me bi “demê” dema cîhana pêshkevtî be). Û bila kesek ji rindiya xwe pêshniyaz neke ku girtina vê rêyê ji bo berjewendiya Kurd û Kurdistanê ji ya tund-û-tûjiyê û sherkirina bêyî rawestanin ne bashtir e. Ma ne dîmen li pêsh çavan e: ha fermo dîmena Kurd û Kurdistanê ji sal 1946 ta nuha bidin pêsh çavan! 

Gotina li jor a nuha xwe bi Kurdên bakur ve eleqedar dike, çimkî rewsh li aliyên din cuda ye. 

Kêsheya mezin ya Kurdan bi dîtina min ev e: Kurdistan bi sedan sal wek dewleteke serbixwe ya yekgirtî nebûye. Milletê Kurd hev çê-çê nedinase, hev çê-çê fêhm nake û rewsha li Sine ne wek rewsha li Hewlêrê ye; rewsha li Hewlêrê ne wek ya li Efrînê ye û ay li Efrênê ne wek ya li Rihayê ye. Lê em hîn bi serhishkî dibêjin “Em Kurd…” Di rastiyê de “EM KURD” li ser realîteya erdê niye! Di nav hishên me de ye, lê di dest de niye! Dem hatiye em bipejirînin ku dermanekî nexweshiyên “me Kurdan” bi hev re “rihet” bike niye. Ger em vê rastiyê nepejirînin, em ê her li dû yek dermanê bo hemiyan bin ku dê ji bo hemî nexweshiyan ne guncav be. Ji bo civatên Kurdan, herêmên wan û beshên wan dermanên corbicor divên. Tenê dema her aliyek ji wan, bi encama dermanên bo wan guncav (minasib) “rihet” bibe, wê demê heye ku ew bikaribin rast ber bi hev bihên. Ger kesên ji nifshê min 30-40 salên derbas bûnî bidin pêsh çavan û bash di rewshê de biponijin (bifikirin), ew ê bibînin ku guhertineke mezin di nav Kurdan bi xwe de cîh negirtiye. Guhertina heye bi pirranî encama guhertinên ji derve ye. Heta bi rewsha li bashûrê Kurdistanê be encama guhertinên ji derve û fersendeke dîrokî ye. Dikarim vê yekê bi dayîna îspatan pishtrast bikim, lê bila bersîv dirêjtir nebe. 

Bi kurtî, pêxemberê ku 3-4 caran bang liçiyayî kir ku ber bi wî were neçar ma li dawiya dawiyê bi xwe ber bi çiyê biçe, da ku xwe bigihînê. Tawanbarkirina welatan û cîhanê kesekî ber bi Kurdan nahîne; divêt ew ji welatan û ji cîhanê re raber bikin, ka çima pishtgiriya Kurdan sûdmend e, yan qe nebe divêt em ligor zihniyeta aliyekî derve û pêshniyaziya wan ber bi wan biçin, da ku ji wan nêzik bibin. Bo nimûne, ger karbidestiya herêma Kurdistanê ji shirketên biyanî re ashkere neke ku pareke wan ya bash di dîtin û derhanîna petrola kurdî de dê hebe, wan shirketan ê bi milyonan dolarên xwe li gerîn û derhanîna petrolê xerc nekin, û ger weha nekin dewletên wan jî dê xema Kurdan nekishînin… Ev yek. Ya duyemên ev e: Carine, ger dem guncav be, ew ê bashtir be ku Kurd bi hukûmetê re hevkar bin. Gotina ku tenê ziyan ji dewletê dihêt, ku “her dem niyeta wan xirab e,” ne gotineke mentiqî ye. Dema hevkariya bi hukûmetê re qezencên bo Kurdan bi xwe re bihîne, dijberîkirina berdewam ya bi mebest bi ziyan e. Divêt nehêt jibîrkirin ku çavên Kurdan li amancên dûr e. Ranana gaveke biçûk dikare wê amancê bi gavekê nêziktir bike. 

Ali Gurdilî: Kekê ez te wekî mamosteyê Zimanê Kurdî jî dinasim. Xebatên te yên li ser Zimanê Kurdî çi ne gelo? Qasî ku dizanim, cenabê te bi 5 zimanan dizane newsa? Di nav xebatên te de wekî ferhengeka kurdî-îngilîzî xebatek heye gelo? 

Shahînê Bekirê Soreklî: Ligel ku bavê min zaza bû, zimanê min yê makî Kurmancî ye û ez bi Soranî jî dizanim, hem bi axaftin û hem bi xwendin. Salên zarokiya xwe ji Ermeniyan û Tirkmanan (çend malbatên wan li gundê me cotyarî bo demekê dikirin) fêrî Tirkî bûm, lê xwendin û nivîsandina min bi Tirkî bi sînor e. Bi Erebî, Înglizî û Almanî bash dizenim, bi xwendin û nivîs… 

Zimanzaniya min, mebesta min rêzimaniya Kurmancî ye, ji tecrûneyên nivîsandinê dihêt, her weha ji xwendina beshine ji gramera HAWARê ya Celadet Bedirxan. Lê jê bêtir encama mijarên xwendina min ya bilind e. Di nav kûrsên zanîngehî de her weha beshdare kûrsên zanistiya zimanî (LINGUISTICS) bûme. Li milê din, ji bo fêrbûna Erebî û dû re Almanî û Înglizî neçare fêrbûna rêzimaniya (gramera) wan zimanan bûme. Bi encamê têgihîshtina lihevsiwarkirina peyv û hevokên kurmancî bo min hêsantir bûye û ez dikarim rêzimaniya kurmancî bashtir di nav hishên xwe de zelal bikim. Lê ne mamosteyê zimanê kurdî yê bi shehade û meslek im. Destpêka salên 1980yan min hewl dabû dawiya hefteyan zarokên malbatine Kurdan fêrî xwendina Kurmancî bikim, lê ji wê bêtir min wek mamosteyê zimanê kurdî kar nekiriye. Tenê bi rêya Fêsbûkê min xwe-bi-xwe kiriye mamosteyê vî zimanî û hinek dersên Kurmancî, yan Kurmancî-înglizî weshandine/diweshînim. Lê min bi salan mamostetiya zimanên Înglizî, Almanî û heta Erebî jî kiriye, hem li xwendegehên navend (polên 7-12) û hem li “kolêcên” êvaran yên mezinan. Ne tenê ev, min her weha mamosteyên zimanan perwerde kirine, sebaret bi metodên fêrkirina zimanan. 

Mixabin min çi ferheng nenivîsandine. Çendîn car xweztiye xwe bidim ber karekî weha, lê meraq û daxwaz weqa pirr û dem/jiyan weqa kurt e! 

Ali Gurdilî: Li tevahiya Kurdistanê û bi taybetî jî li Kurdistana Bakûr rewşa zimanê kurdî, ne baş e. Kêm tê bikaranîn û ne wekî zimanekî serdest e. Edebiyat û her cure xebatên edebî jî, nagihêjine wê asta xwe ya hêja. Ji bo ku em kurd, bikaribin li welatê xwe zimanê xwe xurt bikin an jî bi pêş bixin, divê em çi bikin? Li ser vê mijarê pêşniyarên te çi ne gelo?   

Shahînê Bekirê Soreklî: Bi rêdana we, ez ê bersîveke dirêj bidim vê pirsiyarê. Zimanê kurdî wek zimanê komeke bi milyonan li Tirkiyeyê di tehlûkeyê de ye. Li gundekî Kurmancan min bi zarokekî 3-4 salîn re bi kurmancî axaftiye û wî ji min fêhm nekiriye, tenê bi tirkî dizanibûye! Di rewsheke weha de em li xwe derewan dikin, dema gotina zimanê makî dikin, çimkî zimanê makî yê zarokekî weha tirkî ye, ne kurdî. Tehlûke li vir mezintir dibe ku day bi xwe tirkîziman e. Tehlûkeya li holê ji ya ku hinek texmên dikin gellekî mezintir e, çimkî tirkîzimanîbûna kesên xwe wek “Kurd” didin nasîn kêsheyeke ku gellek kes pê nedizanin/behsê nakin dihîne holê: Du zihnieyetên ji hev cuda. Ger xwe wek nimûneyekê bidim û gotina rast binivîsînim, divêt bibêjim ku dema kesek xwe wek “Kurd” bi min bide nasîn û bi kurdî nizanibe, ez bi wî hestê ku du mirovên ji heman pasherehê dema lihevrasthatinê pê dihesin nahesim. Ya din û ya tehlûketir ew e ku Kurdên bi kurdî nedizanin, ger em hinekên ji Tirkiyeyê wek nimûne bigirin, bi gellek shêweyan di ramanên xwe yên siyasî de, heye ku bi encama pirsên bi zimanî ve eleqedar be, bêtir fanatîk û milîtan in. Bexshandinê ji bo vê gotinê dixwazim, lê “karakterê” wan, zihniyeta wan û ya Kurmancan nema heman zihniyet e. Ev jî tehlûkeyeke bêhûde mezin ji bo nuha û siberojê dihîne hilê. 

Çi divêt bihêt kirin? Pêsh dayîna bersîvekê, divêt em li bersîva komeke ji pirsiyararên din bigerin: Çima Kurdên li Tirkiyeyê bi pirranî meraqê li zimanê xwe nakin? Cima xelk meraqê li fêrbûna zimanekî dike? Çi zimanekî vedijîne? 

A- Hinek Kurdên Tirkiyeyê ji bo gellek sedeman meraqê li zimanê kurdî nakin. Heye ku hinek ji wan ev bin, hema bi kurtî:

–         Asîmîlebûna di nav dewletekê de, ku bi salan siyaseteke li dij zimanê kurdî bi rê ve dibir. Bi encamê di psîkolojiya gellek Kurdan de, bi zanibûn, yan bêyî zanibûn, zimanê tirkî bûye zimanê efendiyan, pêzanan, bajarvaniyê, wezîfeyan û siberojê. Kurdî, li milê din, bûye zimanê gundiyan û paliyan, ligel ku îroj ne weha ye jî.

–         Kurdiya ew pê dizanin têre raberkirina mebestê û naveroka ramanê nake. Ali Gurdilî carekê di Fêsbûkê de gotineke bi vê wateyê nivîsandibû: “Kurdên me dema li halê hev dipirsin bi kurdiyeke bash dipeyivin, lê dema dikevin nav pirsên kûr pinepin bi wan dikeve.” Gotineke durist e, sedem jî ew e ku kurdiya wan têre ragîhandina mebestê nake. Kurdiya pirraniya shêniyê gundan ji bo dan-û-stendina rojane ye û rojên îroj tiji peyvên tirkî û erbî ye. Gellek rewshenbîran, li milê din, li xwendegehê bi kurdî nexwendine. Kurdiya wan ya ew li malê fêrê bûne, ger li mala wan kurdî zimanê axaftinê be, têre ragîhandina mebestên wan nake. Lewma, ew ê nikaribin bi kurdiya xwe derbarê mijarên siyasî, felsefeyî û hunerî de bipeyivin, ger ew ne xwendevanên berhemên kurdî bin û meraqa wan li pêshvexistina zimanî nebêt.

–         Kurdî li bajarn, heta li bajarên kurdî bi xwe jî, nema zimanê qezenca aborî ye. Pere bi pirranî di zimanê tirkî de ne.

–         Filimên keyfê, stran û demderbaskirina bi keyf ne di kudî de, lê di zimanekî din de ne. 

B- Ji ber ku ziman qels bûye û meraqa li zimanê kurdî sist bûye, em neçar in bipirsin ka xelk bo çi meraqê li fêrbûna zimanekî dike? Ger em vegerin sedsala 19emîn, em ê bibînin ku fransî zimanê arîstokratan û rewshenbîran bû, qe nebe li hinek welatên ewropayî û li welatekî wek Rûsistanê. Kesê rewshenbîr ji bo xatirê vê yekê û ji bo fantaziyê û berfirehkirina zanînê meraq li fêrbûna fransî dikir, çimkî fransî zimanê modeyê, edebiyatê û sharistaniyê bû, ligor wê demê. Lê di sedsala 20emîn de û bi encama berfirehbûna rola amerîkî li cîhanê zimanê înglizî dest pê kir bibe zimanê herî bi bandor. Hem ji bo siyaseta navneteweyî, hem ji bo bazirganiyê û hem jî ji bo teknîkê. Mîdyaya bi zimanê înglizî bû ya serperesht li cîhanê. Bi gotineke din, xelkê meraq li înglizî dikir, çimkî dîtina kar, bidestxistina agahiyên teknîkî, siyasî û pîshesazî bo wan hêsantir dikir. Li milê din, înglizî bû bû zimanê ragîhandinê û peywendîgirêdanê li cîhanê; bû bû zimanê stranên “xwesh,” filimên “bash” û zimanê hacetên nû. 

C- ji bo vejandina kurmancî di nav Kurmancan de, bi teybetî li bakurê Kurdistanê, divêt em wî bikin layiqe xwewestakirina ji bo fêrbûnê û xwedîlêderketinê.  Ji ber ku me dewlet niye, divêt em li hinek rêyên sûdmend û amancgîher bigerin. Hinek ji wan rêyan dikarin evên li jêr bin: 

–         Berpirs û xwedîrolêm partiyan û rêxistinan divêt xwe ji ezotiya xwe azad bikin û psîkolojoya xwe ji hestê kêmasiyê pak bikin, da ku bi niyeteke bash û di pratîkê de, bi kirinê, ne bi gotinê, xelkê “teshwîqe” fêrbûna zimanê kurdî bikin û bibêjin xwe, “Ger em bi xwe jî bi kurdiyeke rêk-û-pêk nizanibin û ew ji me bashtir bi kurdî bizanibin, xem  nake.

–         Zihniyeta mirovê kurd divêt bihêt badan, da ku wêneya keçeke kurdîziman û perwerdekirî qe nebe wek wêneya keçeke bi klashnîkov biecibîne. Ya hîn çêtir ê ew be, ger zihniyeta Kurdê li Tirkyeyê ji bo nuha klashnîkovê ji bîr bike û pênûsê/pirtûkê têxe shûna wê.

–         Mirovê kurd, koma kurd, civata kurd û rewshenbîrên Kurdan divêt mijara fêrkirindan û bikarhanîna kurmancî di xwendegehên ku zarokên kurd lê hene de bikin daxwaza rojane ya “aktuel” û graniyê li ser sehneya herêmî, neteweyî (kurdî û tirkî) û navneteweyî bidin vê mijarê.

–         Avakirina kom û klûban ji bo pêshvexistina Kurmancî, lê bi shêweyên nûjen, balkêsh û bi demderbaskirineke xwesh; ne ku bi sloganên neteweyî, durishmên siyasî û metodên propagandîst yên partiyên salên 50an û 60an.

–         Perwedekirina dayan. Mebest dîsa ziman û çand e, ne perwerdekirina siyasî. Di fêrkirina perwerdeyî de siyast û propaganda encamên bed (xirab) didin. Ger çi sûd (fayde) di vê metodê hebûya perwerdeya bêtir ji 80 salan li Yeketiya Sovyêtî dê bi ser keta! Bêyî ku day bi kurdî bozanibe, gellekî dijwar e ku zaroyên wê yên hûr pê bizanin.

–         Lêgerîn û dîtina kesên di warên zimanan û fêrkirina wan de xwediyên xibret û zanîna akadêmî ne; û girtina tevdêrên amadekirina pirtûkên xweshik, balkêsh, hêsan û durist ji bo fêrbûna zimanê kurdî.

–         Derhanîna rojnameyên bi kalîte yên xwendevan, bi taynetî ciwan, meraqê lê dikin û valahîshytina van rojname û kovaran ji propagandaya siyasî ya mêjîshushtinê.

–         Hewldana birêxistina zihniyeteke bêtir realîst û sharistanî. li bervaciya zihniyeta dema sherê sar, zihniyeta ku ji propagandaya Yeketiya Sovyêtî hat der, û ligel ku Yeketiya Sovyêtî bi xwe nema, hîn li Tirkiyeyê zindî ye û di rewsheke xwesh de ye, hem di nav Tirkan û hem di nav hinek Kurdan de, ku vê zihniyetê hîn wek ya “pêshverûyan” û “shoreshgêran dibînin, ligel ku li welatên pêshkkevtî van peyvan tenê di ferhengan de mane.

–         BIKARHANÎNA ORGANÊN MÎDYAYAYÊ: Bi taybetî TELEVIZYON, dikare roleke mezin sebaret bi “teshwîqkirina” fêrbûna kurdî bileyize, LÊ pêdivî bi kesên pispor heye ku dizanin karên guncav û durist di vî warî de bikin. Mixabin dîtina wan di nav Kurmancan de ne hêsan e! Pêdivî bi perwerdekirina kesên ku bikaribin karên weha bikin bêhûde grîng e! 

Bi kurtî, ta ku mak (day) bi kurdî nepeyive, civat li kurdî xwedî dernekeve û xwe pê serbilind nebîne, dezgehên mîdyayê xwe pê ve mijûl nekin, siyasetmedar û rewshenbîr gavên rasteqîne û bi amancên pak ranenin… bi gotinan, bi “Roja Zimanê Kurdî” û bi qiseyên wek “Bi kurdî bipeyive, bifikire…” ziman nahêt vejandin. 

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re tu dikarî ji me re hebekî behsa têkiliya edebiyat û felsefeyê bikî? Ji bo edebiyatê felsefe çi ye û felsefe, reng û dewlemenendiyeke çawa digihîne edebiyatê?  

Shahînê Bekirê Soreklî: Wekî min di pirtûkên xwe bi van mijaran ve peywendîgir dikin de xwendiye, hîn ji dema yewnaniyên kevnar ve ev mijara tu gotina wê dikiye di berhemên nivîskarên wek Aristo, Aflatûn, Sokrat… de hebûne. Wekî dizanî, mijarên edebiyatê û felsefeyê bi hev ve girê didin û berhemên wêjeyî yên xwe bi felsefeyê ve peywendîgir dikin, yan yên felsefî ku xwe bi edebiyatê ve mijûl dikin, ji sedsalan û vir ve û ta roja îroj didomînin. Kovarine taybet, hinek nivîskar û fîlosofên dema me û kûrsên zanîngehan hîn xwe bi van mijaran ve mijûl dikin. 

Felsefe di naveroka berhemên nivîskarên demên par de, ji Aflatûn bigir ta El-Xeyyam, û di berhemên demên ne qeqa kevn yên nivîskarên wek Albert Camus, Herman Hesse, Oscar Wilde û gellekên din yên berê û nuha de hebûye. 

Ev mijareke gellekî balkêsh û berfireh e û, mixabin, ez ne pisporekî wê me. Lê dikarim bibêjim ku bikarhanîna felsefeyê di berhemên wêjeyî de, roman, kurteçîrok, shano û helbest jî di nav de, naveroka wan rengîntir, dewlemendtir û balkêshtir dike. Felsefe xwe ne tenê bi jiyanê û mirinê ve, lê jê bêtir xwe bi ramanên mirovan yên derbarê wan de ve girê dide; xwe têkile wateya ramanan, mebesta jiyanê û mijarên di nav gengesheyên zanyaran de dike. Felsefe netirs û pirralî ye, dikare xwe wek helbestên Feqiyê Teyran bi Xwedê û evîndariyê ve peywendîgir bike û dikare xwe têxe nav pêlên înkarkirina hebûna Xwedê. Bi dîtina min, berhema ku tê de felsefe hebe mirovê ji zanistiyê û xwetêwerkirinê (adventure) hez dike ber bi xwe dikishîne û kesên hishyar û xwedan meraq rastî ramanên nû dihîne. Bi encamê mirov fêrî ramanên nû dibin û shêweya jiyana wan, yan qe nebe gola bîr-û-baweriyên wan, dikarin bihên guherandin. Ger ne shash bim, min li shûnekê xwendibû ku felsefe werzisha mêjî ye. 

Di berhema min VEGER de yek ji bokeyên berhemê, Melle Boyar, ku melleyekî gundî ye, wenda dibe, lê bi navekî din wek fêlosofekî dikeve nav civatê û wê bizavê dike ku civata xwe bide guherandin û ramanên wan ber bi warê wan û xwedîderketina li “Ez û Emên” xwe ve bade. Ger ne shash bim ev jî dikare wek mijareke felsefî di berhemeke wêjeyî de bihêt binavkirin. 

Ali Gurdilî: Wekî pirsa dawîn, ji kerema xwe re tu dikarî pênaseyeke felsefeyê bidî me û qala felsefeya xwe ya jiyanê bikî? 

Shahînê Bekirê Soreklî: Ferhenga “The British Thesaurus” felsefeyê bi van peyvan dide nasîn: “Thinking, reasoning, thought, wisdom, knowledge.” Felsefe xwe bi ponijandinê, mentiqê, ramanan, himketê û zanînê ve peywendîgir dike. Ew xwe têkile bîr-û-baweriyê, îdyolojiyê, ramangiriyê, teoriyên corbicor, nerxdana ramyarî, prensîpan, dîtinan, niherîna li dîmenên cîhanî/navneteweyî, ku bi almanî jê re “Weltanschauung” dihêt gotin û mijarine din ve peywendîgir dike. Felsefe ji gengesheyê û gengeshekirinê natirse û bêyî sînor e. 

Ger têgihîshtina min ji mebesta beshê 2yemîn ji pirsiyarê di cîh de be, dikarim bibêjim ku felsefeya min ya jiyanê çendîn car di rêya rojên jiyana min de hat guhertin. Ew 19 salên min li welêt û li Helebê derbas kirin roleke mezin di hîmê shexsiyeta min de leyiztin, lê jiyana bi dehan sal li Ewropayê û Australyayê, dan-û-stendina bi hezaran kesên ji ol, nijad û pasherehên ji hev cuda re; her weha xwendina akadêmî, ya pirtûkan û berhemên corbicor bêguman bi rê ve bandoreke mezin li shexsiyeta min, baweriyên min, û bi encamê li felsefeya jiyanê ya li nik min kirin. Bi derbasbûna salan re, guherandina waran û tecrûbeyên rojane yên jiyanê, bawerî û dîtinên min her di guherandinê de bûne. Ta roja îroj, rojek derbas nabe bêyî ku tishtekî nû fêr nebim û bi encama xwerexnegirtinê xwe piçekî nedim guherandin. Jiyan bi serê xwe xwendegeheke bêyî dawî ye û ta roja mirinê mirovê herî zîrek jî tenê beshekî ji zanîna wê xwendegehê bi dest dixe. 

Rojên îroj nema bawer im ku rastyeke “mutleq” hebêt. “Rastî” dikare li gor çavên wê dibînin, guhên wê dibihîsin, hishên wê dixin nav xwe… xwediya rengên ji hev cuda bêt. Heta bi “rastiya” ku Shahînê Bekirê Soreklî pêsh 40 salan sond dixwazr ku ew “rastiya tevahî ye” nema di çavên Shahînê îroj de tevahiya rastiyê ye. Bi dîtina min, ger mirov vê yekê bi bawerî bipejirînin, heye ku nakokiya di nav wan de piçekî kêmtir bibe. 

Demekê min sher û têkoshîna çekdar wek erkekî li ser milê her Kurdekî didît, bo nimûne, û ji bo min, ger nîvê Kurdan di wê rêyê de bimirana jî, dîsa jî ji bo amanca ku em li dû bûn guncav (munasib) bû. Ta wê radeyê min ew rastiya di serê xwe de wek durist û adilmend didît ku dê amade bûma heta jehrê (aẍûyê) têxînim nav ava bajarekî dewletên serdestiye welatê bapîrên min dikir.  Lê rojên îroj bi her awayî li dij sher im. Her weha hewl didim li dij nefretê bim. Wê hêviyê dikim ku mirov, endamên civatê, kom, netewe û welatên cîhanê ber bi hev bihên, hev û mafên hev bipejirînin, bijîn û bihêlin bijî… 

Carine pê dihesim ku di min de du besh hene: Beshê kurd yê ji pasherehên musilman û rojhilatnavînî û beshê “shahînê serbixwe” ku bi encama bandora jiyana 67 salên li warên corbicor û bi mirovên corbicor re hatiya holê. Ev beshê min bi hêzeke Yezdanî bawer e, lê dipejirîne ku mêjiyê wî têre fêhmkirina hemî shert-û-mercên wê hêzê nake. Xudayê vî beshê min ne Xudayê di pirtûkên Musilmanan, Xiristiyanan û Cuhûyan de ye; ne Xudayekî wek dîktatorekî ye ku miriyan vejîne da ku hinekan ji wan têxîne bin êshkenceyê û bishewitîne… Bo vî nîvê min, sizakirina kesekî li dû mirinê ji bo kiryarên dema jînê ne adilmendî ye, çimkî ger Xuda xwediyê qedera her mirovî be, yê berpirs ew e, ne yê ku dike ji bo kiryarekê bihêt êshkencekirin. Li milê din, ne mentiqî ye mirov bipejirîne ku miriyê li dû mirinê bihêt vejandin ê xwediyê/-a hemî wesfên pêsh mirinê be! Ev nîvê Shahînê Bekirê Soreklî ji sherûdetiyê hez nake, bawermendê bi azadiya bi berpirsiyarî ye, bi dayîna heman mafan bêyî shert-û-merc bo her kesî ne bawer e. Carine weha dibe ku her du beshên min bi hev re dikevin gengesheyên dûr û dirêj û ji çakbextiyê beshê 2yemîn pirraniya caran hevsarê “Ezê min” dixe dest xwe. 

Dizanim ku guherandina mirovan proseyeke bêhûde dijwar e û xusetê her mirovekî/komekê encama rewsha hawîrdorî, kilîmayê, shûna erdnigarî, rewsha jiyanê, dîrokê, karbidestiyê, terbiyakirina civatî/malbatî û gellek bandorên din e. Lewma “rastiya” ku ez derbarê Kurdan û rewsha wan de dibînim, bo nimûne, ji hinek aliyan ve ne wek rastiya ku gellek Kurdên li weltêt dibînin e. Pejirandindana “rastiya” aliyekî bi aliyê din bi encama bandorên ji hev cuda ne hêsan e. Lewma gellekî hewl didim ku bi tolerans bim, lê carine weha dibêt ku nîvê min yê kurdî bo kurtedemekê hevsarê “Ezê” min bi dest dixîne, lê tenê carine. 

Mixabin nikarim tevahiya bersîva vê pirsiyara balkêsh bidim, çimkî xwe têkile gellek tishtan dike. 

Ali Gurdilî: Kekê Shahîn, li ser navê Malpera Felsefevan ez gelekî spasiya te dikim, ku te ev dema xwe da vê hevpeyvînê û pirsên me bersivandin. Mala te ava, dubare spas.

Shahînê Bekirê Soreklî: Spas ji te re brayê gellekî hêja. Hêvîdar im xwendevanên malpera we bersîvên hatinî dayîn balkêsh bibînin. 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

31.12.2013 

Kurte Biografiya Shahînê Bekirê Soreklî   

Şahînê Bekirê Soreklî nivîskar, perwerdekar û rojnamevanekî kurd e ku niha li Sydney, Australya dijî. Ew di sala 1946an de li gundê Mezrê yê li devera Kobaniyê, li Kurdistana Binxetê, ji day bûye. Ber bi dawiya sal 1965, li dû kutakirina pola 12emîn ji bo xwendina bilind çûye Otrîshê (Nemsayê) û 3 salan li wir û li Almanyayê maye. Ber bi dawiya sala 1968ê li Australyayê bi cîh bûye. Xwendina bilind li zankoya “Macquire University” bi serî kiriye û 26 salan, ta dawiya sal 2004, ligel wezareta perwerdeyê ya herêma australî NSW wek mamoste, perwerdekar, shêwirmend  û serpersht di karên cuda de bûye. 

Di sala 1979an de, bûye serokê yekemîn rêkxistiya Kurd li Australya û ji bo şeş salan seroketiya wê kiriye. 

Di nav salên 1982-1983 an de, bernameyek radyoyî ya hefteyî bi zimanên kurdî û înglizî li ser radyoya 2SER FM diweşand. Ji sal 1985 û vir ve, birêveberê Beshê Kurdî ye, li Radyoya SBS ya australî. 

Heta niha gelek Kurteçîrok, gotar û helbestên wî di rojname û govarên kurdî de hatine weşandin. 

Hinek ji berhemên Şahînê Bekirê Soreklî 

NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE – Pexşan û kurteçîrok (128 rûpel): DO, Stenbol, 2009.

VEGER – Roman (221 rûpel): Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006.

WENDABÛN – Roman (118 rûpel): Verlag für Kultur und Wissenscahft, Bonn, 1985.

ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN – Komeke ji kurteçîrokan (296 rûpel): DOZ, Stenbol, 2005.

PISIK JÎ XEWNAN DIBÎNIN – Komeke ji kurteçîrokan (127 rûpel): LÎS, Diyarbekir, 2004.

NAMÛSA ÊMO – Komeke ji kurteçîrokan (112 rûpel): Haykurd, Stockholm,1994.

ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM – Romana nivîskarê almanî yê navdar Heinrich Böll (139 rûpel) – Wergerandina ji almanî bo kurdî: ŞBS – NÛDEM, Stockholm, 1997.

JANA HEFT SALAN – Helbest (155 rûpel): Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Brûksel, 1990.

Mehkemekirina Selaheddînê Eyûbî –  Şano (46 rûpel): Haykurde, Stockholm, 1989.

EM Û PIRSA ME – Gotar (124 rol): Weşanên Celadet Bedirxan, Sydney, 1987.

Nivîsandina destana Dewrêşê Evdî, wekî ku Baqî Xido gotiye, û tomarkirina berhemê li ser DVD: SBS, Sydney, 2004.

Wergerandina komeke ji gotaran, kurteçîrokan û helbestan ji înglizî bo kurdî, ku di kovara NÛDEM, malpera NETKURD û şûnên din de hatine weşandin.

Bi sedan gotar, kurteçîrok, helbest û berhemên din, ku di pirtûk, kovar, rojname û malperaên cuda de hatine weşandin, bi kurdî, înglizî, erebî û hinekên bi almanî.  

Çavkaniyên ku di hevpeyvînê de hatine bikaranîn.                                    

1- Gotar/Shahînê Bekirê Soreklî/ https://www.facebook.com/shahin.sorekli: Bila kesek nebêje tawan ya nivîskaran e. Me ligor wûjdana xwe nivîsand û got!

2- Çavkaniya Kurte Biografiya Shahînê Bekirê Soreklî http://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eah%C3%AEn%C3%AA_Bekir%C3%AA_Sorekl%C3%AE 

3- Ji bo xwendina hinekan ji berhemên Shahînê Bekirê Soreklî: www.facebook.com/ShahinBekirSorekli

Bersivekê binivîsin