Hevpeyvîn Bi Sevan Nişanyan Re

Hevpeyvîn Bi Sevan Nişanyan Re

Sevan Nişanyan: ‘Pûtkirinê, Bi Xwe Re Hilweşanê Anî’

“Ataturk dikaribû dev ji desthilatiya teqez berde, lê wiha nekir. Li welat hewl da ku li her meydaneke peykereke xwe deyne û wek karekî taybet, bi vê yekê re mijûl bû û vê pûtkirinê jî bi xwe re hilweşandineka çandî û siyasî anî, ku ev pêvajo hêjî didome.”

“Komarê bi xwe re laîsîzmê (laîktîyê) ne anî. Laîsîzm, li cem me tevgera jiholêrakirinê (tesfîye) bû. Hat xwestin ku potansiyela ol ya rêlibergirtina hêza dewletê ya teqez, bi vî awayî ji holê were rakirin. Çimku armanc ne laîsîzm bû, desthilatdariya teqez (mutleq) bû.”

“Di salên 1960- an de ji layê Dogan Avcîoglu û Mîhrî Bellî ve nêrînek sosret hat îcad kirin, ku li gor vê nêrînê jî, tê gotin ku me li hemberê emperyalîzmê şer kiriye. Rastî ew e ku şerê rizgariyê, şerê Tirkiye û Yewnanîstanê ye. Di navbera du welatan de şerekî mezin pêk hat.”

“Komar, kodnavê dîktatoriyê ye. Ne bi armanca demokrasiyê, lê bi armanca dîktatoriya şexsî derbasê komarê bûn.”

“Neteweperestiya Atatirk, faşîzma salên 1920 an e. Lê vê neteweperestiyê, di Şerê Rizgariyê de wek cîhada îslamî tevgeriya.”

“Şerê Rizgariyê, li hember Sevrê, ne bertekek (tepkîyek) e. Sevr, bertekek e li hember Şerê Rizgariyê, Çimku Sevr, piştî vebûna Meclîsê pêk hat.”

“Di salên 1918 an de jinan dev ji xwe nixamtinê (tesetûrê) berda. Enqere bi hişkebaweriyeka mezin li hember vê yekê rabû. Xwe nixamtinê parast.”

Çima Sevan Nişanyan?

Tirkiye niha dîsa serobinbûneke mezin dijî, ku qet xilas nabin dijî. Em dibînin ku kokê van hejîn û êşan, digihêjin heta dîroka me ya nêzîk. Em her xwediyê komareka heştê salî (80) bin jî, mirov dibêje qey em hê di dewra osmanî ya Îttîhatparêz de dijîn. Ji ber ku Komarê kevneşopiya xwe ya îttîhatperestiyê neguhêrt, exlak, dewlet û siyaseteke nû neanî, civakê di paşerojê (rabirdûyê) de hepis kir.

Baş e di sedsala osmanî ya dawî de û di dema Îttîhatparêzan de çî hat jîyîn? Komarê ji van Îttîhatparêzan wek mîrate çî sitand. Rojavayîbûn çîbû? Wesfa Komarê çîbû? Serokatiya Atatirk çawa bû? Çima demokrasî û hiqûq ne bûn perçeyekê komarê. Em di dewra yekpartîtîyê de çawa hatin birêvebirin. Li ser hemû mijaran, em ligel Sevan Nişanyanê lêkolîner û nivîskar peyîvîn.

Sevan Nişanyan, li Zaningeha Yaleyê felsefe xwend, li Columbiyayê mastira zanista siyasetê kir û herî dawî jî, bi navê “Komara Çewt” pirtûkeke nivîsand û pirtûk hate çapkirin.

Neşe Duzel: Pirtûka wê ya nû derket. Angaştên we ên wisa hene ku, van angaştan pirraniya zanayiyên me yên dîroka nêzîk hejand. Hûn bawer nakin ku sedsala dawî ya osmanîyan, dewreka paşveçûn û hilweşînê ye. Bi ya we, sedsala dawî ya osmanîyan, divê mirov çawa binasîne?

Sevan Nişanyan: Ji sedî 80- 90 reformên ku niha hene, di dewra osmanîyan ya piştî salên 1830 an de hatin pêk anîn. Di vê dewrê de ne tenê saziyên rojavayê, tevgerên wan ên çandî jî hatin pejirandin. Şano û wêne kete jiyanê. Di warê mafên jinan de, reformek radîqal pêk hat. Balkêş e, li Tirkiyeyê û Fransayê, yekemîn bakeloriya keçikan di heman demê de vebûn. Li vî welatî, di navbera salên 1920- 1950 an de rojavayîbûn, rawestiya.

Neşe Duzel: Gelo ma di dewra Atatirk de rawestiya?

Sevan Nişanyan: Belê. Rojavayîbûn, di navbera salên 1923-50 an de ku wê demê yek partî desthilat bû, rawestiya. Di nêzîkayîtêdana civakê ya rojava de û di têkiliyên tevgerên ramanî de, paşveçûnek radîqal pêk hat. Heçî pejirandina Zagona Medenî di rêya pevgîhana Rojava de gavek e, lê bi wergeran reformîzekirina Hiqûqa Tirk, bi Tanzîmatê re dest pê kir.

Neşe Duzel: Dewleta Osmanî, dewleteka nîvteokratîk bû. Bi komarê re, dewleteka ne teokratîk dest pê kir. Ev ne gavek e di rêya rojavayîbûnê de?

Sevan Nişanyan: Ez vê mijara teokratîktîyê, girîng nabînim. Çimku dewleta osmanî, ji berê ve dewleteke erfî û leşkerî bû. Dewleta osmanî, bi mentîqek pragmatîk hat birêvebirin. Lê mêze bikin… Piştî salên 1918 an li welatên Rojava, di rola jinan ya civakî de teqînek pêk hat. Ev guherîn, li cem me pêşî li Stenbolê pêk hat. Di navbera salên 1918- 1921 an de ji nîşkave jinan dev ji xwe veşartinê berda. Belam Enqereyê, bi bawerhişkiyeke nedîtî li hember vê yekê rabû. Enqereyê, di salên 1920- 1921 û 1922 an de xwe veşartinê (tesetûrê) parast. Û dema ku rejîma Enqere li seranserê welat bû serwer, di warê mafê jinan û wergirtina wan de, bi pêkhateyên bi lez re rûbirû ma. Atatirk, bi vezelokîtî û lezek mezin, xwe gihande wan.

Neşe Duzel: Hûn dibêjin 20- 30 salên pêşîn ên komarê, ji bo melbendiyê (taşrayê) hilweşaneke anî. Hûn ji hilweşaneke çawa behs dikin?

Sevan Nişanyan: Di sedsala 19 di dewra duyemîn de, ji Şemdînanê heta Edîrneyê, li vî welatî avahîsazîyeka xwedîzewq ya sivîl derketibû holê. Xaniyên xweşik, avahiyên benqeyan, quleyên demjmêrê, mizgeft û dêr hatibûn ava kirin. Lê di navbera salên 1920- 1950 an de li melbendiyê bi tenê çend xaniyên hurik-murik yên birokratan hatin ava kirin. Vê civakê, piştî salên 1950 an qey mirov dibêje hê nû ji serdema berdîn ya sîqalkirî (cîlalî taş) dertê, fêrî avakirina avahiyan û jiyana civakî bû.

Neşe Duzel: Di vê yekê de, rolê tirkkirin û misilmankirina Tirkiyeyê tune gelo?

Sevan Nişanyan: Bê guman. Di vir de, divê wêjeya xirbetîyê neyê kirin. Di sala 1950 an de Almanya dîsa bû welatê herî dewlemend ê Ewropayê. Lê ên me, bi ser neketin. Ji nifûsê kêmkirina dikandar û zeneetkarên ne misilman, enqazeke wiha hişt ku îro jî Tirkiye nikare ji binî rabe. Lê mêze bikin… Di sala 1950 an de nivê Wanê ne kurd, tirk bû ye. Hege hûn hostayê avahiyan, weşangerê rojnameyê, benqevan û manîfaturekaran ji holê rakin, wê hûnê binesaziya jiyana bajêr hilweşînin, wê demê jiyana tirkên çîna navîn û bilind, wê ji holê rabe. İnca, wan koçê Enqereyê kirin û li paş wan enqazek ma. Hilweşana Enedolê ev e.

Neşe Duzel: Derheqê Atatirk de hindek angaştên we ên lerizîner hene. Hûn serokatiya Atatirk çawa dinirxînin?

Sevan Nişanyan: Şexsîyetekî pirr wêrek, afirander û jîr. Lê mixabin vî deha û sexsîyetê mezin, li pişt xwe performanseke neyînî nehişt. Atatirk dikaribû dev ji desthilatdariya mutleq berde, lê wiha nekir. Qadroyên navîn û bilind, di bin giraniya xwe ya şexsî de perçiqand, wan ji holê rakir. Welat, bi kêmbûna qadroyên sîyasî re rûbirû ma. Herweha kulta ku xwe dispêre pûtkirina şexsan, bi xwe re hilweşaneke çandî û sîyasî anî, ku Tirkiye îro jî nikare ji binê rabe. Mustefa Kemal, piştî sala 1926 an li hemû meydanên welat, bi karê çikandina peykerên xwe re ew bi xwe eleqeder bû. Di dîroka dinyayê de bû serokê yekemîn ê ku peykerê xwe li meydanên welat bi destê xwe çikandiye.

Neşe Duzel: Baş e, hemû ew rejîmên otorîter ên ku di navbera salên 1920- 1930 an de hatibûn damezrandin hilweşiyan. Lê Atatirk hêjî rêzbarîya xwe didomîne. Tu vê yekê çawa şirove dikî?

Sevan Nişanyan: Ez bi lihevkirineke ku di navbera salên 1946- 1950 an de pêk hatiye şirove dikim. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, Tirkiye bi lihevkirinekê (mutabakat) derbasê demokrasiyê bû. Li gor lihevkirina di navbera Partiya Semokrat û CHP ê, wê li bicîhanînên dewra Yek Partîtîyê neyê vekolan, wê sucdar neyêtin afirandin û wê hindek tiştên kifşkirî, bihatana bilindkirin û pîrozkirin. Di wê dewrê de berhêlîkarê Tirkiyeyê sereke USA bû û qeneeta USA ê ew bû ku, vê berhêlîkirinê divabû keştiyê bêleqandineke mezin pêk bîne. Tirkiye, bi armanca jiholêrakirina rejimên totalîter ên salên 1920- 1930 an, hesabekî ne pirsî û ne kete nav helwdaneke wiha. Portekîz, Îspanya û Yewnanîstan, ketin nav hesabeke wiha û bi paşaroja (rabidûya) xwe ya salên 1970 ê re ketin nav hesab pirsînekê. Lê Tirkiye ne kete nav hesab pirsînekê.

Neşe Duzel: Di babeta ol de hûn wiha difikirin ku Şoreşa Kemalîst, nêzîkê radîkaltiya Sovyetê ye. Çima hûn wiha difikirin?

Sevan Nişanyan: Di cîhana salên 1920 û 30 an de li gelek welatan “dîktatorî” serwer bû. Li hemberê saziya ol, di nêzîkayîtêdana wan de cihêrengiyek hebû. Li Îtalyayê modela faşîst, dêra Katolîkan ji xwe re wek piştgir dît. Nazîzma alman, saziya ol ber bi keviyên siyasetê ve avêt. Modela Sovyetê jî, xwest ku ol ji binî ve ji holê rabe. Tirkiyeyê, olê bi temamî ji holê ranekir, lê xwest ku binesaziya wê (rêçik, medrese, weqf) hilweşîne. Xwest ku ol bila di qadek teng de bimîne, jiholêrakirina perwerdehiya erebî û nivîsa kevin re jî, xwest ku referansên Quranê ji holê rake. Bi vî awayî, wê civakê qima xwe bi tenê bi wan wergerên ku ji layê dewletê ve hatine erêkirin bianiyana.

Neşe Duzel: Di nav hêmanên (prensîbên) CHP ê de ku ji layê Atatirk ve hatiye damezrandin, demokrasî tune. Bi ya we; gelo ji bo Atatirk, demokrasî wek armancek duyemîn bû?

Sevan Nişanyan: Na. Hege wiha bûna, wê şopeke wê hebûna. Înonu, gelekî bi hêz bibû; li hember wî jî partiyeka nîşandanê, di sala 1930 an de Partiya Serbest hat damezrandin, ku damezranerên partiyê ji dijberên Înonu pêk dihatin. Lê di sê mehan de ji layê gel ve eleqeyeke mezin dît û rewş gihajte radeyeka wiha ku hemû rejîm hate ber hilweşanê. Di dawîyê de partî hat dadan. Piştî ku Atatirk hate îqtîdarê û dîktatoriya xwe ava kir, di hemû rapeyvên (soylev) xwe ên bi hezar rûpelan de, ku min hemûyan jî xwenidiye, peyva demokrasiyê, bi tenê şeş (6) caran derbas dibe. Ji wan rapeyvan, didoyê wan di axaftineka wî ya çapemiya bîyanî de ye. Çarên mayî jî, di hevokên “demokrasî baş e, lê…” derbas dibin. Li tirkiyeyê demokrasî di sala 1923 an de dest pê nekir, berevajiya wê, rê li ber hat dadan.

Neşe Duzel: Min fêhm nekir…?

Sevan Nişanyan: Rejîma ku di 1923 an de hat damezrandin, ne demokrasî bû. Lê binêrin… Di sala 1876 an de bi Meşrutiyetê re, Meclîs vebû. Bi awayekî serbest guftegoy pêk hatin û hilbijartinên mebusiyê pêk hatin. Piştî sala 1908 an jî partiyên sîyasî hatin damezrandin, hilbijartinên 1908, 1912 û 1913 ê pêk hatin. Lê komarê, rê li ber demokrasiyê girt. Di hilbijartinên 1923 an de di hilbijartinên meclîsa duyemîn de, navnîşa nûneran, bi alîkariya du kesan; ji layê Serokomar ve hat amadekirin û bi tenê yek navnîşek (lîsteyek) kete hilbijartinan. Heta hilbijartinên sala 1946 an jî, heman tişt hat jiyîn. Dev ji demokrasiyê berdin…

Di civakekî de ji demokrasiyê hêjatir jî, hindek nîrx hene. Wek mînak… Çanda ebdîtiyê, ango çanda biatê di civakê de zêde dibe an kêm dibe? Avahiya civakî, li hember destavêtinên (tecawîzên) dewletê, gelo dibe xwediyê hestuyekê navtengê? Dilêrîna edaletê ya civakê, gelo ber bi pêş ve diçe yan na? Dewra yekpartîtîyê, ji aliyê wan hêlan ve bû bobilatek.

Neşe Duzel: Têkiliyên Atatirk ên bi Padişah Vahdettin re, her dem jê tê pirsîn. Di vê mijarê de nêrîna we çawa ye?

Sevan Nişanyan: Nêzîkatiya di navbera wan de, hê dema ku Vahdettîn velîaht bû dest pê kir. Wî dizanibû ku Atatirk, li benda hindek tişta ye û navbera wî û Enver xirabûyî ye. Mustafa Kemal di çiriya paşîna 1918 û di gulana 1919 an de, li Stenbolê gelek hevdîtinan pêk anî û ji layê Vahdettîn ve bi rayeka (yetkî- karbidestî) nedîtî hat wezîfedar kirin û bi wesfê umum mufetişiyê, ber bi Enedolê ve hat şandin. Tê gotin ku bi keştiya Bandirmayê, ji îngilîzan reviya, gotinên bi vî rengî derew in.

Neşe Duzel: Têkiliyên Atatirk, bi Enver Paşa re çawa bûn?

Sevan Nişanyan: Di navbera wan de reqabetek û çavnebariyek mezin hebû. Hevtemenê Enver Paşa bû û ji heman hawirdorê dihat. Hê di temenekî xwe ê biçûk de, Enver Paşa bibû dîktator. Dibe ku wan wisa pêşnûma kiribin ku ew bibe serokê komereka ku wê di salên 1916- 1917 an de bihatana damezrandin.

Neşe Duzel: Ma Enver Paşa fikirî ku komarê damezrîne?

Sevan Nişanyan: Belê. Ev yek, di nav zanayiyên wê demê de hene. Tê vegotin ku Enver Paşa pêşnûma dikir ku komareke damezrîne, dawî li meşruîyetê bîne û dîktatoriya xwe eşkere bike, lê dîsa tê gotin ku, Talat Paşa di vê yekê de bûye asteng. Ji bîr nekin, di wê dewrê de peyva komarê, kodnavê dîktatoriyê ye.

Neşe Duzel: Di vê rewşê de li cem me, gelo komar ji padîşahîtiyê derbasbûna dîktatoriyê bû?

Sevan Nişanyan: Belê. Ne tenê li Tirkiyeyê. Li Macarîstan, Uris û Îspanyayê jî wiha ye. Di vê komarê de “monarkê meşrûtî” ji text tê dûrxistin, ku nûnerê bandêra ava û hevsengê sazûmanîyê bû û hemû rayên ku hene dikevin destê şexsekî sivîl, ku ji tu kesî ne berpirsiyar e. Di cîhana salên 1910 an de komar, ne geveka ku ber bi demokriyê ve tê avêtin bû. Gavavêtineka ji bo dîktatoriya şexsî bû. Ji xwe pirraniya welatên herî demokratîk, ne komar in.

Neşe Duzel: Hûn pişta xwe didin Fatîh Rifki û dibêjin ku, Atatirk ji bo ku bikaribe bi Enver Paşa, tevlê Cemal Paşa bûye. Atatirk dixwest ku ya Enver Paşa ji kar bixe?

Sevan Nişanyan: Gelek nivîskaran vê yekê nîvsandin. Hinek şop hene û destnîşan dikin ku, di salên 1916 û 1917 an de gelek pêngav avêtinên (teşebûsên) darbeyan hene. Mesela derbeya Yakup Cemîlî…Yakup Cemîl hat dardekirin. Lê di nav ewraqên wî de hinek belge hatin dîtin, ku li gor van belgeyan; piştî darbeyê wê Atatirk bibûya serokwezîr. Herweha, Mustafa Kemal jî di biranînên xwe de behs dike.Atatirk dibêje ku, Cemal Paşa ku wê demê li Sûrîyeyê bû, wê hukûmetê ji kar bixista û wê dawî li îttîfaka Alman bianiyana, lê piştra, poşman bû.

Neşe Duzel: Di babeta têkiliyên Komarê ên bi dinyayê re jî, nêrînên we cuda ne. Hûn ne di wê qeneetê de ne ku, rojavayîyan wê demê dixwestin ku Tirkiyeyê perçe bikin?

Sevan Nişanyan: Belê. E wan dixwest ku dawiya Împaratoriya Osmanîyan bînin, Lê wan wiha jî dixwestin ku, li kû derê nifûsan tirkan zêde ye, li wê derê serweriya tirkan pêk were. Ew wiha fikirîn ku, li Erebîstanê, li Bakûrarojhilat û li Başûrarojhilatê, hinek axan veqetînin. Lê ew tênegihêjtinê ku çî bikin ji sînorê ermanîstanê, kurdan û rumên li rojavayê. Hege hûn bi awira îro li bûyerê mêze bikin, ev yek dabeşkirinek e. Lê ji bo wê rojê, ev yek ne dabeşkirinek e. Mebesta wan ew bû ku, li wan ciyên ku tirk lê zêde ne, dewletekê damezrînin. USA û Îngîlîstanê, wiha difikiriyan ku li Tirkiyeyê rejîmeka wek nokên hesinî, ji bo hevsenga dinyayê, baştir e. Avahiyeka bêîstîkrar, wek ya osmanîyan, nedixwestin.

Neşe Duzel: Têkiliya komarê, bi Şaristaniya Rojava re çî bû?

Sevan Nişanyan: Dudil (dilxuşûşî ye) e. Ji alîyekî ve, em ji dewra Mehmûdê Duyemîn ve dibêjin; em “mecbûrê Rojavayê ne” û li hêla din jî, em difikirin ku Rojava dijmin e, kafir û kedxwar e. Ev yek, wê birîna kûr ya ku di binhişê komarê de heye, vedibêje. Em ji wê çanda nîjadperest û dijminatiya gawiriyê, ya Zîya Gokalpî û Omer Seyfettînî xweyî dibin; ji alîyekî ve dijmine Rojava. Ji aliyê din ve jî, em xweziya xwe pê tînîn, dihezidin. Ji sala 1920 an ve, Tirkiye di meqesa zîhnîyeteka wiha sosret de asê ma ye.

Neşe Duzel: Li gor nêrîna we; Şoreşa Tîpan (herfan) encamên baş ne afirandin?

Sevan Nişanyan: Lê di serdema Microsoftê de, nîmetekê mezin e…. Ne rast e ku vê yekê li Tirkiyeyê hejmara xwendevanan zêde kiriye. Li Îsraîlê, hejmara xwendevanan ji Tirkiyeyê zêdetir e, ku ew nivîsa îbranî bikar tînin. Bi şoreşa tîpan armanc ne ew bû ku hejmara xwendevanan zêde bibe, bi vê yekê hat xwestin ku bila têkilîyên (gurzên) Tirkiyeyê, bi paşerojê (rabirdûyê) re were birrîn. Li vî welatî pazde rojan dane gel, gurzên wan ên çandî ên nehsed salan, di carekê de hatin qetendin. Û vê civakê kirin civakekê wiha ku, ji sifirê dest pê kir.

Heta pêncî (50) salan, tîpên kevin fêrî tu kesî ne kirin. Heta li zaningehan jî. Ev yek, derheqê paşeroja xwe de civakekê dike nezanekî teqez.

Neşe Duzel: Li gor welatên din yên îslamî, Tirkiye gelekî bi pêşve çûye. Di vê yekê de ma qet rolê Atatirk û Kemalîzmê tune gelo?

Sevan Nişanyan: Ez zen nakim. Tirkiye, hê ji sedsala 14 an ve, di nav cîhana îslamî de gelekî bi pêş ve çûbû û bi awayekî herî zêde, nêzîkê Rojavayê bû.

Neşe Duzel: Hûn difikirin ku laîktî (laîsîzm) di esasê xwe de tevgereka pakijkirinê (tasfiyeyê) ye? Çima?

Sevan Nişanyan: Siyaseta laîktîyê ya komarê, laîsîzmeka rasteqîn pêk ne anî. Li hember dewletê, serbixwetiya ol û wê potansiyela kêmkirina hêza dewletê ya teqez ji holê rakir. Bi tenê ev bû. Lewra armanc ne laîsîzm bû. Armanc, îktîdara mitleq bû. Ango, ne dihat xwestin ku desthilatdariyê parve bikin. Armanc, desthilatdariya damezranerên komarê bû.

Neşe Duzel: Em hînî nîrxên Şaristaniya Rojavayê nebûn. Sedemê vê yekê çiye?

Sevan Nişanyan: Çewtiya bingehîn, gewrekirina Kemalîzmê bû, ku di salên 1946- 50 an de pêk hat. Di salên 1920 an de bayên tatalîterî û dîktatoriyê hebûn. Lê di salên 1945- 46 an de, li pêşiya vî welatî derîyê fersendekî vebû. Çimku li dinyayê, bayên demokrasiyê derketin. Lê Tirkiyeyê got ku, “Paşeroja min ya totalîter, gewre ye û nikare were guftegoyîkirin.”

Heçku, heta ku mirov dîktatoriyê red neke, mirov nikare derbasê demokrasiyê bibe. Di encamê de mirov dikare bibêje ku, rihê dewra yekpartîtîyê bi derbeyan, her dem zivirî. Em ji rihê (giyana) Îttîhatparêziya totalîter xilas nabin.

Neşe Duzel: Hûn neteweperestiya Atatirk çawa dinasînin?

Sevan Nişanyan: Di salên Şerê Rizgariyê de, neteweperestiya Atatirk ji ser dilêrîna cîhada îslamî tevgeriya. Di salên 1924 an de jî, hêmana îslamê hat derxistin û di dewsa wê de jî, bi navê “Welat, Milet, Sekerya” amentuyeka siyasî ava kirin. Ev amentu sembolên wek “Şerê Rizgariyê, Atatirk, 29 Çiriya Pêşîn, Qewirandina Helîfe û Nokkirina Avê Ya Dijminan” in. Ji kesên ku vê amentuyê pîroz dibînin re gotin hemwelatî û ji yên ku ne pejirandin re jî gotin xaîn.

Neteweperestiya Atatirk bi vegotineke herî klasîk, ku hemdem û çepgir tê zenkirin, faşîzma salên 1920 ê ye. Li Îtalyayê rejîm, li ser vê îdeolojiyê hat damezrandin. Ramanek gelekî xeternak e ku mirov mafên hemwelatitîyê bi amentuyek siyasî ve girê bide. Çimku diduliyek herî biçûk jî, rê li xaintiyê vedike. Di bingeha qewirandina yên ne misilman û destdanîna ser mal û milkên wan de, neteweperestiya Atatirk heye. Di salên 1930 an de, li vê neteweperistiya Atatirk, inca nîjadperestiya tirk jî hat zêdekirin.

Neşe Duzel: Hûn difikirin ku Kemalîzm baweriya xwe bi wê nîjadrasertiya ku ji Asya Navîn bela dibe tîne?

Sevan Nişanyan: Di dema bayên îtalyayî de ku salên 1920 in, di bilêvkirina Enqereyê de Asya Navîn derbas nabe. Di 1930 an de bayê almanî rabû û Atatirk, bi xwestetek mezin xwe bi temamî da efsaneya bavûkalan ku ji Asya Navîn derketine û bûne serwerê hemû dinyayê. Hat gotin ku hemû ziman ji zimanê tirkan der çûne û şaristaniyê jî, tirkan anîye dinyayê.

Neşe Duzel: Hûn angaşta, “tirk ji Asya navîn hatine” napejirînin. Li gor we, kî ne tirk?

Sevan Nişanyan: Berê, ên ku li Enedolê û Rumeliyê rûdiniştin, bi tirkî diaxivîyan û misilman bûn, tirk dihatin hesibandin. Di nava gel de hêjî, ev danasîn derbasdar e. Di dewra komarê de, bi têgeha tirk; bi awayekî radîkal hat leyîstin. Naveroka olî jê hat derxistin û nava wê bi naverokek sîyasî hat dagirtin. Lê vê danasînê (pênasê) negirt. Bi navê Asya Navîn, tiştêk pêve hat pînekirin. Hemû kesên ku bi dîrokê re têkildar in pê dizanin ku Li Tirkiyeyê di nav kompozîsyona etnîkî ya îroyîn de, payê Asya Navîn ji % 10- 15 e. Li Enedolê gelekî xwecih (binkî- yerlî) hebû.

Neşe Duzel: Ê baş e, di Şerê Rizgariyê de hûn bawer nakin ku me li hemberê welatên herî bi hêz ên cîhanê şer kiriye? Hûn vê ramanê napejirînin?

Sevan Nişanyan: Di salên 1960- an de ji layê Dogan Avcîoglu û Mîhrî Bellî ve nêrînek sosret hat îcad kirin, ku li gor vê nêrînê, tê gotin ku me li hemberê emperyalîzmê şer kiriye. Rastî ew e ku şerê rizgariyê, şerê Tirkiye û Yewnanîstanê ye. Di navbera du welatan de şerekî mezin pêk hat.

Neşe Duzel: Bi ya we, Ger Şerê Rizgariyê tunebûna, wê me serxwebûna xwe winda nekiribana?

Sevan Nişanyan: Ji bo demekî wê me winda bikirana. Lê di sala 1918 an de USA, Îngilîstan û Fransa, daxwaza damezrandina dewleteka zexim dikin. Ji ber ku Tirkiye wê demê ji hêla aborî ve xilas bibû û hilweşiyabû, heta ku hindek reform pêk werin; wisa xwestin ku di bin vesayetê de bimîne. Binêrin… Ev ew modela ku piştî salên 1945 an hatiye bicîhanîn bi xwe ye. Di sala 1946 an de Tirkiye bi Pîlana Marshal û Natoyê re, kete bin mandatiya Amerîqayê.

Tiştê ku di 1918 an de dipeyîviyan jî, ne cewaz in. Wê hikûmeteka reformê were damezrandin, belku heta 20 salan wê di bin mandatiya Ameriqayê de were girtin û wê dewleteka nûjen were damezrandin. Dibêjin “Tirkiye, hewcedarê îradeya malî ye, divê artêşa xwe bihêz bike û hewcedarê rêderyayê û rêbêjahiyê ye. Di salên 1918 û 1919 an de ev yek di rojevê de ye. Sevr, ne di rojevê de ye. Sevr jî, Tirkiyeyê perçe nake ya…

Neşe Duzel: Çawa perçe nake?

Sevan Nişanyan: Pirraniya madeyên Sevrê, bi îdareyeka netewî ya sê libî re têkildar e; bi vê yekê tê xwestin ku Tirkiye bikeve bin vê îdareya sê libî. Sevr (Sewr) hukumraniyê ji tirkan distîne. Divê em balê bikşînin ser tiştekî. Şerê Rizgariyê, li hember Sevrê ne bertekek e. Sevr, li hember Şerê Rizgariyê bertekek e. Piştî li Enqereyê vebûna meclîsê mehekî, Peymana Sevrê kete rojevê.

Neşe Duzel: Hûn tiştên berevajiya zanayiyên me dibêjin. Ji bo van angaştên we, divê em li kîjan çavkaniyan mêze bikin? Gelo ma îro jî ew pirtûk qedexe ne?

Sevan Nişanyan: Nexêr. Hege hûn bi tenê tiştên ku Atatirk nivsandine bi çawê rêwîyekî Japon bixwînin; wî ne mezin bikin û ne jî biçûk, ji xwe her tişt li holê ye….

Hevpeyvîn: Neşe Duzel

nese.duzel@e-kolay.net

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.com

Çavkanî: Rojnameya Taraf/23.06.2008

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin