Hevpeyvîn bi Romannivîs û Rewşenbîr Ilhamî Sîdar re

Hevpeyvîn bi Romannivîs û Rewşenbîr Ilhamî Sîdar re

Hevpeyvîn bi Romannivîs û Rewşenbîr Ilhamî Sîdar re | Ali Gurdilî 

Kekê Ilhamî Sîdar jî, ji Gurdilan/Misirca Sêrtê ye û Gurdilî ye. Di sala 1965 an de, li Gurdilan hatiye dinyayê. Ez cenabê wî, ji zarokatiya xwe ve dinasim. Li dibistanê, salekî di pêşiya min de dixwend. Dibistana destpêkê na, lê dibistana navîn û Lîseyê me bi hev re xwendiye. Birêz Sîdar, hê di temenekî xwe ê gelek biçûk de bala wî herdem li ser edebiyatê bû, xwendekarekî jîr, zana û têgihijtî bû. 

Heke ez ne xeletbim, ligel çend hevalên xwe komeka wan ya edebiyatê hebû û wê demê jî, wan helbest, şano û gotaran dinivîsandin. Lê mixabin, di wan rojan de jî asîmîlasyonek xurt û xedar li temamiya Kurdistanê li ser kar bû û me tevan jî, para xwe ji wê asîmilasyonê girt, lê me her kurdayetiya xwe diparast û li ber xwe dida. 

Hema hema, qasî 30 sal in ku min derfet nediye herim Gurdilan û warê bav û kalên xwe, carekê din bi çavên serê xwe bibînim û tev hevalên xwe yên zarokatiyê. Wekî din, em hev li ser medya sosyal dişopînin û wisa haya me ji hevdu çêdibe. Lê demekê gelek dirêj e ku min dixwest ez ligel kek Ilhamî hevpeyvîneke pêk bînim, lê ta niha mixabin me îmkana vê yekê peyda nekiribû. 

Dawiyê, min li ser navê www.felsefevan.org ê ji kekê Ilhamî daxwaza hevpeyvîneke kir û min xwest ku bila xwendevanên me zêdetir cenabê wî binasin, mala wî ava tevî ku dizanim karê wî gelek zêde ye jî, ne go na û vê daxwaza min qebûl kir. Ez li ser navê xwînerên malperê spasiya xwe aresteyî kekê Ilhamî Sîdar dikim.   

Ali Gurdilî: Kekê, tu a niha li Gurdilan/Misircê dijî yan li Diyarbekir? Ji kerema xwe re tu dikarî wan rojên me yên xortaniyê û rewşa niha ya Misircê rûbirû bikî? Çi guhêrtin pêk hatine? Rewşa ciwanên me a niha çi ye? Yanî, nirxandineka te ya taybet? Mesela qasî wê dema me, dixwînin yan na? û hwd?  

Ilhamî Sîdar: Spas kekê Alî, te ez yekser birim wan rojên me yên ku deriyên wê bi tilismên efsûnî vedibin. Min Misirca wê demê hinek di romana xwe ya “Esmanekî Din” de vegot, lê bawerim deh romanên din jî li serî bên nivîsin têrê nake. 

Tevneke xwe ya xweser ya Misircê heye, Misirca ku ji Xerabajar (Erzen) bigire heya Ridwan û heya Çiyayê Milan û Gurdilan bi çarmedora xwe ji dilê Xerzan dizê di dîroka qedîm ya Xerzan de xwedî nasnameyekî xweser e. Eve kesayetiya me a ku di zarokatî û xortaniya me de teşe girtiye parçeyeke vê nasnameyê ye, em li kijan parzemînê bjîn dîsa jî ayidî wê nasnameyê ne. 

Nizanim ez wan rojên ku îro di xewnan de jî bi destê me nakevin çawa bêjim. Viya bi tena serê xwe mijareke ku divê mirov di hevpeyvineke teybet de dûr û dirêj li ser bisekine. Mixabin tofana ku di salên 90’î de li tevahiya Kurdistanê rabû li Misircê jî birînên xedar, şikestinên giran pêk anîn, navçe mezin bû, insan li ser hev kom bûn, mal û avahî li ser hev kom bûn, û her wisa tevna navçeyê ya kevneşopî sist bû û hêdî hêdî ber bi rûxînê ve çû. Nifşeke ku ji ber zilmê hemû bîranînên xwe li dû xwe hişt û hat xwe li navçeyê girt rabû, ev nifşa ku ji ber zilmê reviyabû ne xwedî îdeolojiyek û ne xwedî felsefeyek bû, ên ku xwe sipartin çiyayên azad di nav praktika têkoşinê de şiyan ku hebûna xwe pêk bînin, lê ên ku li navçeyê ji xwe re cihekî ewle peyda kiribûn li hember jiyaneke nû û biyanî şaş û metel mabûn, demê re di nav têkoşîneke hebûn û nebûnê de li dor mebestekê xelek bûn, ji bo pêkanîna mebesta xwe bes riyek dîtin: Riya tevgera azadî, ancax hêza xwe bi wê hêzê re bikirana yek dê karibûna li ber zilmê bisekiniyana. Ji vê pê ve tu rê li ber xwe nedîtin û jiyana wan a dojehîn, tu mebesteke heyînî ji wan re nehiştibû. 

Gelo nifşeke ewqas xesirî bi çi awayî bi nifşa me re tê miqayesekirin? 

Di civîneka li Diyarbekir
Di civîneka li Diyarbekir

Ev e 26 sal in ez li Diyarbekirê bi çavên serê xwe şahidê van hemû kerasatan dibim û tevî ku kesekî me li Misircê nemaye jî, tim diçim serdana xaka bav û kalan û ji bo çend saetek be jî bêhna deşta Xerzan û Çiyayê Gurdilan dihilmijim û vedigerim têm. 

Ali Gurdilî: Ji hevalên xwe yên xortaniyê, tu kî/kê dibînî rojên dawî? Hûn hemû jî di xortaniya xwe de wêjevan bûn rastî. Mesela kek Zahît hebû û kek Merwan hebû newsa? Kek Kurdo Baksî jî bi we re bû yan ew wê demê çûbû Swêdê? Merwan jî (Sibxatullah) gelekî jêhatî bû di warê wêjeyê de newsa? Bi saya gotareka wî, wê demê em sê heval rojekê di nezareta Misircê de mabûn. Ez, Mihemed Bingolî û Merwan. Nizam çuqas têne bîra te ew rojên me?     

Ilhamî Sîdar: Rast e komeka me yê bi vî awayî hebû, ê min bixwe jiyana min tenê ji helbest û wêjeyê pêk dihat. Îsmet Akkurt û Mazhar Gunbat jî hebû wê demê. Têkiliya me zehf bi Kurdo Baksî re çênebû, ewan zû barkirin û çûn. 

Zahit kurê şêxekî alîm bû, şêxekî ku ji profesorekî bêtir edebiyata kurdî ya klasik dizanibû, wê çaxê me bi vê nizanibû, tew jixwe haya me ji kurdî û edebiyata kurdî jî tunebû, nizanim çima lê referansa Zahit, Arif Nihat Asya û Necîp Fazıl bû, lê ê min ji xewn û xeyalan pê ve tu referansa min tune bû, pişt re min Nazım Hikmet û Ahmed Arif naskirin û di riya wan de çûm ev jî dijberiyek di navbera min û Zahid de çêkir, ew î di şi’rên xwe de min bi qomunistiyê îtham dikir, min jî wî bi teqlidkariya Arif Nihad Asya. Sala dawî Sibgetullah tevlî koma me bû, ne şaş bim ji hizba Komala bû, ji min mezintir bû lê ji ber ku ji hepsê nû derketibû çend sal li paş mabû, jixwe ji sinifa we dewam kiribû. 

Ligel xwînerên xwe
Ligel xwînerên xwe

Hatina Sibgetullah tesîreke pir mezin li ser min kir, axaftineke ewqas têr û tije dikir ku devê mirov ji hev dima, ji alî retorîkê ve kes nikaribû piyê xwe biavêta piyê wî, ji min mezintir û têgihiştîtir bû, gava wî xeber dida min tenê wî guhdarî dikir, min Gorkî, Neruda, Lorca bi saya wî nas kir, bi mehna edebiyatê ya rastîn ez pê re têgihiştim, wî jî helbestan dinivîsand, lê tiştên sloganîk bûn, hinek qels bûn, wî ji ên xwe bêtir helbestên min diecibandin, tu tenê helbestan binivisîne digot, ji ber ku fikra me nêzikî hev bû em zû li hev kelijîn, jixwe gava em bûn yek êdî Zahid hew karibû li ber me bisekiniya. 

Piştî 5 salan me li Stenbolê hev dît; ew û Îsmet Akkurt ligel hev diman. Sibgetullah ew şev mêvanê şahiyekê, şahiyek ku ji bo vegera rêveberên Partiya Komunist Haydar Kutlu û Nihat Sargın li salona Sarıgulê dihate lidarxistin bû. Em bi hev re çûn, ji aliyekî ve Nusret Ersoz konsert dida ji aliyê din li maseya me ya pir qelebalix Sibgetullah bi tena serê xwe ji der heqê pênç şeş komunistan dihat, di niqaşa wan de min ew şev baş fêm kir ku komunist ne hevalê Kurdan in. 

Li zaningehê ez û Mazhar li Enqerê bi hev re bûn, jixwe dê bê bîra te ez û tu û Mazhar bi trêne bi hev re çûbûn Enqerê. Paşê Mazhar çû Belçika, İsmet û Sibgetullah jî xwe li Swêde girtin, Mazhar niha li Med Nûçeyê ye, Îsmet jî demeke dirêj rêveberiya Newroz TV’yê kir, lê bi qasî ku berê 5-6 salan min bihîst Sibgetullah nû zewicibû û xwe ji her tiştî dabû alî.

Belê ew roj bi hemû zelaliya xwe tên bîra min, baş e ku Sibgetullah berê te nedaye zindana Amedê, tu bi rojeke nezaretê filitiyî. 

Siheta te xweş ku te vê yekê anî bîra min, nexwe dê kî zanibûya berê 32 salan li navçeyekî piçûk yê Kurdistanê, li Misircê çend xortên liseyê hatine cem hev û komekê edebiyatê ava kirine û mijuliya wan a sereke tenê edebiyat e. 

Ali Gurdilî: Van rojan tu çi dinivîsinî? Romaneke nû heye yan na? Û hebe jî, bi kîja zimanî? Ji kerema xwe re, tu hebekî behsa xebatên xwe yên dawî bikî ez ê keyfxweş bibim. Herî dawiyê <Sadakat> hate çapkirin newsa?     

Ilhamî Sîdar: Belê herî dawî “Sadakat” derket. Van rojan li ser romaneke nîvcomayî dixebitim, “Şiirli Dağ”(Çiyayê Bi Şi’r) Ev xebat jî wekî “Sadakat” berî ku dest bi nivîsandina kurdî bikim xebateke nîvcomayî bû, min mîmariya wê qedandibû û nêzî 30 rûpelan jî lêkiribû, niha bi tirkî didomînim, min dil heye bikim kurdî, lê zimaneke wê yê zor dijwar heye, nizanim ez ê karibim ji heq derkevim an na? Wekî din romana min a dawî “Xewneke Payîzê” dê di demeke kin de ji nav weşanên İthakî’yê derkeve.Bi rastî ez di nav hemû berhemên xwe de giringiya herî mezin didim vê romanê, ji ber ku cara ewil ji kurdiya xwe ewqas ewle me, ji ber ku honakeke we ya resen heye û ji ber ku hosteyê mezin yê edebiyata kurdî Melayê Cizîrî vedibêje. 

Ali Gurdilî: Nexwe, ji kerema xwe tu karî hinek behsa “Xewneke Payizê” jî bikî ji me re? 

Ilhamî Sîdar: Min honaka “Xewneke Payîzê” li gor “Füsusu’l-Hikem” a İbnî Arabî û “Komedyaya Îlahî” ya Dante Alighieri saz kir, naveroka romanê bi kurtahi wiha ye:  Edîb Ehmed doçenteke navsere ya edebiyata klasîk e. Gava piştî sî saliya xwe di îroniyeke dojehî de fêrî zimanê xwe dibe dikeve nav cîhana edebiyata kurdî û di wê cîhanê de rastî Melayê Cizîrî dibe. Piştî ku dubare sêbare diwana Mela dixwîne û di kûrahiya hest û ramanên wî de ji xwe dibihûre, biryar dide ku xebatek li ser şa’irê nemir bike û ev yek her diçe dibe yekane mebesta jiyana wî. Edîb Ehmed şeveke payîzê di rêwiyiteke hiş de ji dem û wusatê dişiqite û diqevêze gerdûneke din. Di vê gerdûnê de çawa ku Vergilius di rêwitiyeke hiş de rêbertiya şa’irê Komedyaya Îlahî Dante Alighieri dike, Melayê Cizîrî jî rêbertiya wî dike û wî li Medresa Sor diezmîne. Piştî nimêjeka sibehê Mela berî ku bikeve xewekê, qewdek keval radestî wî dike. Di van kevalan de Mela çîroka xwe vedibêje,  çîroka eşqê, çîroka Selma’yê… 

386384

Çi bêjim ji cara ewil ku min diwana Mela xwend û ji xwe bihûrim û vir de xewna min a herî mezin bû ku rojek karibim du peyvan li ser cenabê wî binivîsim, lewma tu dikarî bêjî xewna Edîb Ehmed di rastiya xwe de xewna min bixwe ye, ango “Xewneke Payîzê” xewna Îlhamî Sîdar bixwe ye.  

Ali Gurdilî: Çend sal in ku cenabê te bi awayekî çalak dinivîsîne kekê Ilhamî? Ez bawer im ku 30 salan zêdetir e newsa? Nivîs, helbest, gotara te ya ewilîn kija bû? Û li kû hatibû weşandin?  

Ilhamî Sîdar: Di 1979 an de ku helbesta min a ewil di rojnameya Bulvarê de derçû û paşê tu bixwe jî şahid bûyî ku heta dawiya liseyê min bi sedan şi’r nivîsandin. Nivîsara min a ewil a xurt di sala 1985’an de di kovara “Milliyet Sanat”ê de hate weşandin.

Piştî ku min dest bi zaningehê kir, ew helbestên ku min li liseye nivîsandibûn hemîyan min çirandin û avêtin, lewra piştî ku min şa’irên wekî Ece Ayhan, Cemal Süreya û şa’irên mezin yên cîhanê nas kirin helbestên min yekcar li ber çavên min reş bûbûn, lê dîsa jî min tu car dev ji nivîsandinê berneda, ji navberê 15 sal derbas bû û kitêba min a ewil “Sözlerin Yalazında” (Pêta Peyvan) ancax di sala 1999’an de derket, min 12 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiribû, lê pirtûka min a ewil di 34 saliya min de çap bû, û piştî bi dorê Bir Cudi Söylencesi/Efsaneyeke Cûdi (roman, 2003), Alışkın Hüzünler/Kedernas (helbest, 2004), Melekler de Ölür/Melayiket jî Dimirin (roman, 2005), Dağlı/Çiyayî (roman, 2007), Başka Gökyüzü/Esmanekî Din (roman, 2009),Tehma Xweliyê (roman, 2011),Jan (roman, 2012/ adaptasyon ji romana Melayiket jî Dimirin), Sadakat/Dilsozî (roman, 2013) li ser hev çap bûn. 

Ali Gurdilî: Ez baş dizanim ku tehmeka xweş ya helbestik ji romanên te tê û tu ji bilî peyvan, girîngiyê didî rist û honandina hevokê û rîtma peyv û hevokan. Lê ciwanên me di vê mijarê de ez dibêjim ku hebekî hişkebawer in ne wusa?

Bala min kişand ku te jî bi çend hevokan balê kişandiye ser vê yekê û te wiha gotiye: ‘Nifşê nû ji alî bikaranîna zimên de mixabin hinek bi kompleks tevdigere, dixwaze tim peyvên xwerû bi kurdî bikarbîne, lê di zimên de peyvên ku di orijînala xwe de bi erebi ne an farisi ne lê bûne kurdî carna tinginiyeke helbestî pêk tînin, peyvên romana Navê Min Sore ya Orhan Pamuk sedi çil peyvên Osmanî vedihewînin.’ Li ser vê mijarê pêşniyarên cenabê te çi ne û tu dixwazî ku bo ciwanên ku nû dest bi wêjevaniyê kirine çi bibêjî?  

Ilhamî Sîdar: Sihet xweş, te tespîteke gelek di cih de kiriye. Bi min çi helbest û çi pexşan di nav cureyên edebiyatê de tişta herî giring ritma peyv û hevokan e, kurdî ji vî alî ve xwedî derfetên mezin e, lewra hin rewşên ku mirov di tirkî de ancax bi peyveke dikare derbibire, di kurdî de dikare bi şeş heft peyvên cuda derbibire. Ji ber ku îmkaneke wisa mezin di destê me de ye, Peşniyara min ew e ku bila nivîskarên nû berê xwe bidin Mela, bila Feqiyê Teyran bixwînin, Hawarî’ya Heciyê Cindî bixwînin, ne carek û du car… 

1240009_661612577182741_249157647_n

Ali Gurdilî: Tu niha serokê Komelaya Nivîskarên Kurd ya şaxê Diyarbekirî yan tu rêveberê komeleyêyî? Weke komele, ji bo nivîskarên Kurd, hûn çi dikin? Yanî piştgiriyek, danasîn, civîn û hwd? Mesela bazara kitêbên kurdî, hema hema hindik maye ku bi temamî ji ortê rabe. Mesela derheqê vê meseleyê de? 

Ilhamî Sîdar: Wekî sekreterê giştî ya komeleyê di rêveberiyê de cî digirim. Berê yazdeh sal an min di damezradina komelê de cî girtibû, di dema serokatiya Edîb Polat û Îrfan Babaoğlu de karên baş hatin kirin, lê belê mixabin salên dawin komele ber bi hilweşînê ve diçû, hevalan ji me çend kesan rîca kirin ku em vê barê bidin milê xwe, bi rastî ez ne ê van karan im, lê bes ji bo pêşketina edebiyata kurdî min xwe ji vê yekê neda alî.

Karên ku me salekî de kirin bawer bike şeş qat ji tevahiya çar salên dawî zêdetir e. Mixabin hin derûdor me bi angajebûna siyasetê tohmetbar dikin, dikarim bêjim ku ev bêbextiyek e, heta niha, ji siyasete tu kes tevlî karê me nebûye, me wekî komele ji rojên çîrokê ya cîhanê bigirin, heta atolyeya romannivîskariyê bi dehan dîdarî pêk aniye, di ber de em ji bo Rojava par li ser sînorê Serêkaniyê li ber têlan nobetê girtiye, dîsa ji bo Rojava em çûne Ziyareta Birecikê, me herdu rojên ewil ya cejnê li Pirsûsê derbas kir, heke ev tevlibûna siyasetê be, belê em tevlî siyasete bûne. 

nuce_19062014-122038-1403169638_42

Ji bo bazara kitêbên kurdî, em bi şaredariyan re di têkiliyê de ne ji bo ku li navendên wekî Amed, Wan, Batman, Mêrdin û di ên din de Fuara Pirtûkan a xweser çêbikin. Ji bo edebiyata kurdî bikeve bazarê û mekteban me çend proje çêkirin, yek ji van bi hevkariya Eğitim-Sena şaxa Amedê re ji alî mamosteyan ve pêşniyara pirtûkên kurdî ji bo sparteka projeyê ji şagirtan re bê kirin, yek jî, ku em giringiyeke mezin didinê, Pêşbaziya Çîrokan a Nureddin Zaza ye (Hevî dikim, hevalên ku dil nedan îmze bavêjin bînê daxuyaniya me ya “Yekitiya Netewî” û di her fersendî de me bi partizaniyê tohmetbar kirin bila nebêjin Nureddin Zaza jî PKK’yî ye) Giringiya vê pêşbaziyê ew e ku bi vê yekê dê li bakûrê Kurdistanê cara ewil di nav telebeyên liseyê de pêşbaziyeke çirokan bi kurdî bê li dar xistin. 

Ali Gurdilî: Di civîneka Navenda Hunerê ya Diyarbekir de, bawer im li ser romana te ya <Esmanekî Din> ê, hatiye pirsîn ku ka romana te romanek postmodern e yan na? Çima tu romana xwe ya <Esmanekî Din> ê, mîna romanek postmodern qebûl nakî? Çi cudahiyên xwe hene? Postmodernîzm, gavek ne di pêşiya modernizmê de ye gelo?   

Ilhamî Sîdar: Min di romana “Esmanekî Din” de xwest ku di nivîskariya xwe de ji alî form û vegotinê ve derbasî qonexeke din bibim, lewra piştî romanên “Efsaneyeke Cudî” û “Çiyayî” nivîskariya romanên dîrokî wekî etiketek li ser min ma, min xwest bi romanên “Melayiket jî Dimirin”û bi “Esmanekî Din” vê hukmê bişkînim û bi tevahî bikevim riya romanên hunerî, û nexasim di “Esmanekî Din” de min ji hemû derfetên form û vegotina romana cihanî sûde wergirt, min ji hezaran xwendinên xwe sûde wergirt, belê di metne de cih cih dengê Proust, cih cih dengê Lermontov, Nabokov û Dostoyevskî tê bihîstin, lê ev nayê wê mehneyê ku min çend metnan xistiye pêşiya xwe û têkiliya metna xwe bi wan metnan re daniye, wekî din di metne de ji vegotineke helbestî û hin beşên ceribînan pê ve teviheviyeke xurt a cureyan edebî jî xwe nişan nade, min ev ne ji ber ku li dijî postmodernizmê me kir, ji ber ku ev roman wekî kut ê gotin li romanên postmodern naçe got. Mesela tu ji bo “Sadakat” an ji bo “Tehma Xweliyê” bêjî aliyekî wî yê postmodern heye, ez ê nebêjim na. 

Ligel çend hevalan
Ligel çend hevalan

Ali Gurdilî: Birêz Lokman Polat, di der barê romana te ya <Tehma Xweliyê> de wiha gotiye: <Roman ji hêla felsefî ve xurt e. Di romanê de felsefeya Suhrewerdî, rindî û ronahî, û herweha felsefeya Wahdetî Wucûdê heye. Felsefeyên ku bi rengê tesawufî hatine xemlandin tê pêşkêşkirin.’ Ramana te ya bingehîn, di vê romanê de çi ye gelo? Yanî te bi honandina çend cure felsefeyan, xwestiye ku çi bînî zimên?>  

Ilhamî Sîdar: Heke em heqê Hamid Omerî deynin aliyekî, dikarim bêjim ku ji bo “Tehma Xweliyê” nirxandina herî guncan birêz Lokman Polat kiriye. Bi rastî, “Tehma Xweliyê” di nav cıvata edebiyatê de bi sükûtekê hate pêşwazikirin, kekê Alî ez vê eşkere bejim, heke weşanxaneya wê ne Aram û nivîskarê wê jî ne Îlhamî Sîdar bûya, dê bi çavekî din lê bihata nihêrtin. 

Min felsefeya Wehdeti Wicûd di Tehma Xweliyê de hinek modernize kir, lewra lehengê romanê ji asta eşqa mecazî derbasî eşqa îlahî nabe, ji eşqeke mecazî derbasî eşqeke însanî ya rastî dibe, helbet element û epîzodên tesewifê di “Tehma Xweliyê” de zêde zêde hatine bikaranîn, lê di encamê de hikma felsefeya “İşraq” derketiye pêş. Di romanê de min hin navên sembolik bi kar anîbû û felsefeya romanê jî li dor wan navan bi cih kiribû, kî bûn ev kes: Mamoste Celaleddin ku Mewlana Celaleddinê Romî temsil dikir, Ebu Hamit ku İmamê Xezalî temsil dikir, Feridûnê Nişabûrî ku Feriduddinê Attar temsil dikir, El Tunusî ku İbni Haldun temsil dikir û gelek tiştên din ku Tehma Xweliyê di nav vegotina xwe de vedihewîne ji alî kesî ve nehate nirxandin. Lê beşa “Xewneke Payizê” ya ku bi kesayetiya Melayê Cizîrî re têkildar e, bi tevahî felsefeya wehdet-i wicûd a klasik vedihewîne, lewra li Xewneke Payîzê Mela ji eşqa beşerî derbasî eşqa îlahî dibe. 

Di pêşengeha kitêban de
Di pêşengeha kitêban de

Ali Gurdilî: Min vê pirsa xwe ji, çend nivîskar, rexnegir û rewşenbîrên Kurd jî pirsî ye û dîsa dixwazim ji cenabê te jî bipirsim: Di nav romanên kurdî de, romaneka ku mirov bikaribe bibêje <ev utopyayek e, yan distopya ye heye gelo? Heke hebe, ew kîja roman e? 

Ilhamî Sîdar: Heke mebesta te ji romanên ûtopya romanên di forma romanên Orwel û Aldous Huxley be romaneke wiha di kurdî de min nexwendiye. Ceribînên cuda yên wekî <Sergotina Calvino> ya Yaqub Tilêrmenî, <Em Li Vir İn> ya Beroj Akreyî, <Nexşên Giyan> ya Dilawer Zeraq, <Balindeyên Ber Bê> ya Eta Nihayî , <Di Tuwaletê De> ya Rênas Jiyan min xwendine lê yek jî li romanên ütopik û distopik naçe. 

Ali Gurdilî: Navbera te felsefeyê çawa ye? Tu carinan bala xwe didî kitêbên ku xwerû li ser felsefeyê ne yan na?  

Ilhamî Sîdar: Jiyan bê felsefe dibe? Helbet demên min ên ku min bala xwe da xwerû kitêbên felsefeyê çêbûn. Tesîra herî mezin Egzistansiyalizm li ser min kir, nexasim dîtînên Kirkegard û Schaupenhauer û têgihiştina wan…

Ji alî din çawa ku Tehma Xweliyê di palpişta xwe de felsefeya “İşraq”ê vedihewîne, dikarim bejim ku “Esmanekî Din” jî li ser fikr û ramanên Kirkegard ava bûye.  

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re tu dikarî hebekî jî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Jiyan ji bo te çi ye? Hêviyên te yên jiyanê çi ne gelo?  

Ilhamî Sîdar: Her çiqas di bandora Schaupenhauer de mabim jî jiyan niha jî ji bo min ne zindaneke, jiyan pirtûkeke ji bo min, pirtûkek ku bi xwendinê naqede, û ewqas tişt henin ku mirov jê fêr bibe, her roj ji bêhna kulîlkekê tiştek fêrî me dike, bişirîna zarokekî, guliyên gerilayekê ku ji ser milên wê dadikeve , li şiliya baranê dengê motora erebeyekê berbanga şeveqê de, di esirekê gewr de awirên bûmekî kor li ser şaxên darekajekê, berfedimsekê şeva tarî a zivistaneke sar de. Hêviyên min ji bo zarokên me cîhaneke bi aştiyane û dostane… 

Ali Gurdilî: Mala te ava kekê Ilhamî, bo destûra vê hevpeyvînê û dilsoziya te. Ez gelekî keyfxweş bûm. Malî ava.  

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

12.12.2014  

Jêder

1- http://www.diyarbakirsanat.org/thorsten-becker-jutta-richter/c515/default.aspx

2- https://www.facebook.com/ilhami.sidar

3- www.Diyarname.com

 

 

Bersivekê binivîsin