Hevpeyvîn bi Pîr Dîma re

Hevpeyvîn bi Pîr Dîma re

Hevpeyvîna bi Pîr Dîma re

Ez gellekî şa me, ku ez karibim bi ilimdarê ola Êzîdî Pîr Dîma re hevpeyvînkê çêkim. Pîr Dîma yek ji oldarê ola êzîdiye û ew bi xwe damêzrênerê Mala Êzîdiya li paytexta Gurcistanê Tiblîsê ye. Ka werim em bi hevre Pîr Dîma ji nêzîk ve binasin.

– Pîr Dîma kî ye?

– Sala 1978 li bajarê Tbîlîsî paytexta Gurcistana Sovyêtîda jidayîk bûye. Ji ciwaniya xwe hînî dînê êzdiyan dibû û bibû qewlbêj. Herwisa, xwenidina bilind temam kiriye – rojhilatnasî, dîroka welatên Rojhilatê û pêwendiyên navnetewî. Danerê gelek gotaran û çend pirtûkan ser dîrokê, êtnografiyê û têolojiya dînê êzdiyan. Damezirênerê rêxistina civakî “Mala Êzdiyên Gurcistanê” û rêxistina dînî “Şêwrdariya Ruhaniya êzdiyan li Gurcistanê”. Ji sala 2014 rêberê Şêwrdariya Ruhaniya êzdiyan li Gurcistanê.

– Canabê te dikare ji me re qala ûcaxa û pêşiyên xwe bike?

Bavê kalkê min ji wîlayeta Wanê qeza Ava Reş gundê Hacelîyê hatiye bajarê Tibîlîsî. Zarotiya min mala kalik û pîrikê minda derbasbûye û gelek tişt ez ji wan hîn bûme. Bal me, dê û bav dixebitîn û kalik-pîrika zêde guh didan nevyên xwe. Kalkê min Ahmedê Mihê ku min digotê “bavo” li Înstîtûta Malhebûnê dixebitî, wî xwendina bilind xilas kiribû, du fakûltêt: agronomiya zanistî û karê daristaniyê. Min gelek şîretên baş ji wî hildane. Zemanê Sovyêtê her tişt bo zarokan û ciwanan vekirîbû. Pîrka mine Xezala Teyo destê min digirt û ez dibirme komên şêwekariyê, sportê û hwd. Nuha jî nostalgîya min bo wî zemanî heye. Paşê Sovyêt xirab bû û her tişt ber bi nemanê çû, miletê me jî belav bû û prosêsa asîmîlasyonê gur bû.

a9926f75262c

– Pîrîtî ji we çi ye?

– Pîrîtî eve, ku meriv emrê xwe bi hêja, bi ruhanî derbas bike û xizmeta merivatiyê  û miletê xwe bike.

– Pêşiyên me digotin; bi pîrê vê cixarê, yan yê vî nanî, hûn di vê peyvê de çi dibînin?

– Peyva “pîr” di têolojiya êzdiyan da tê mana “hosta”, anku xweyê tiştekî. Tê gotin, ku her tiştekî diniyayê da hebe pîrê wî heye, anku hostayê wî heye, yê ew çêkirîye. Lê em gerekî ji hev cuda bikin “pîr” çawa terîq û oldar ji mana “pîr”-ê her tiştekî.

– Siberoja Pîrîtiyê hûn çawa dibînin, pêre jî pîrê zarokê we dikarin pê re bizewicin mane? Li gorî nêrîna we divê çi bête kirin daku ev nav û erka pîroz mayin de bimîne? 

– Nuha em zemanê globalîzmê da dijîn, çi jî civakên tradîsyonal û malbatê hildiweşîne. Miletên tradîtîonel konsêrvator in û naxwazin edetên civakî û malbatî bên hilweşandin, çimkî ew fehm dikin ku ev nemana wane. Em jî wekî wan miletan ketine ber pêlên vê behrê û ferze ser me, ku em ser van pirsgirêkên tên pêşiya me bifikirin. Ji ber ku êzdî civakeke dînîye anku êtnorêlîgyne, lazime civateke oldar,ulmdar û têologan li hev bicivin û ser vê xeberdin.

Dema milet hev belav dibe û dûrî hev dikeve zehmete bikaribe dînê xwe xweyîke û zewacê ra jî astengî çê dibin.

ezdiyen-serhede.preview

– Êzîdatî ji bo we çi ye?

Bo min êzdîtî – milete, bawerîye, felsefeye, kulture û jiyana mine rojane ye.

– Dîroka êzîdiya li gorî agahdarî û zanîna we çi qas kevn e? 

– Êzdî wek civak, milet, êtnîk sedsalên navîn da teşkîl bûne ser esasê dînî anku êtnorêlîgîon, çi jî tê vê manê, ku êzdî ne tenê ole, lê êtnîke jî, wekî cuha, dirûzî, sîkh, hindûs  hwd. Û hemû milet û netewên îro, bi vê forma xweye îroyîn herî zêde1500 salî zêdetir emrê wan tunye. Hene milet ku navê kevin li ser wane, lê ew bi xwe civakeke nuye.Wek yûnanên kevin û nû meriv nikare bêje yekin, wekî romîyên kevin û îtalî, farisên kevin û farisên îro… Milet çendî kevine ne giringe, çimkî yê herî kevnar miletên papûas, bûşmên û aborîgênên Afrîqa û Awstralîyayê tenê wekî xwe kevnar mane û heta nuha tazî digerin. Natîonalîzma sixte merivan berbi şovînîzmê dibe.

Tenê grupên ku sistin, kêmtaqetin û paşdamayîne, ew bi kevnariya xwe xwe kubar dikin. Meriv gerekî hez dîroka xwe bike, bi dînê xwe û kultra xwe serilind be, lê zêde divê berê xwe bide paşerojê, anku bifikire çawa miletê xwe pêşda bibe.

Bona min kevnarî ne giringe, bo min giringe ez bawerî û kultura bav û kalên xwe hinda nekim. Em gerekî bi qewlên xwe serbilind bin, çimkî qewl û beyt anku ulmê Şîxadî felsefeyeke kûre.

– Di nêrîna we de ola herî nêzîkî êzîdiya kîjan e?

Dînê êzdiyan dînekî bi serê xweye û demekî, berî bibe dîn ew bawerî û felsefe bû. Esasê dînê me yekxwedayîya kevnare, lê sedsal derbasbûne heta qalibekî dînî wergirtiye. Gelek tişt, edet hene ku me nêzîkî dînên dor û berê me dikin û li heman demê da me dûrî wan dikin.

– Hûn di wê nêrînê de ne, ku êzîdî ola xwe nas dikin?

– Mixabin, para bêtir ji êzdiyan tiştekî ji naveroka dînê xwe nizane û tenê edet û dogmatîk praktîze dikin, anku piraniya wan êzdiyên nomînalin.

– Ji bo xwe naskirina êzîdîtiyê divê çi bête kirin?

 – Berî her tiştî dayîreke perwerdeyî ya oldarên êzdiyan lazime, li ku jî hemû bi rengekî, bi qanûnekî, bi şêweyekî fêrî ulmê dînî bin û paşê ew bibin dersdar û hostayê miletê xwe.

– Proje yan jî plansaziyek we heye ji Teolojiya êzîdîtiyê?

– Me êdî qirar kirîye û sala 2016 li Tbîlîsî Akadêmiya Têolojiya Êzdîtiyê vedikin, li ku jî xortên me yê ku dixwazin bibin oldar dikarin zanebûneke professional hildin. Akadîmiya Têolojî da dersên ziman, dîn, dîrok, derheqa dînên dinyayê,felsefê û tiştên din jî wê bê xwendin. Salê du meha wê xwendin hebe û 4 sala dewam bike. Ji bilî Gurcistanê, bo xwendinê dikarin ji welatên din jî werin û bixûnin.

– Di êzîdîtiyê de peyv, qewl yan jî babçakê herî hûn jê mefa digirin û hizûrê têde dibînin kîjan e?

Bo min ji Şîxadî mezintir di dînê êzdiyanda tuneye. Li gorî qewê me, Şîxadî tacê ji ewil heta bi axire!

– Şîroveya qewlên weke Ga masî hûn dikarin bikin yan meriv dikare çi jê fêm bike?

Qewl bi du gotina nayê şirove kirin. Bo wê xeberdaneke dirêj lazime.

– Ji bo bikaranîna wê pêyva ku li ser me bûye bar hûn dikarin çi bibêjin? Tevî di wêje û devoka dunyayê de heye, li gorî we çima me li xwe kiriye bar?

– Di vê yekêda felsefe û maniyekî kûr heye. Êzdî bawer dikin, ku heger wê peyvê bêjin dijî Xwedê derdikevin. Çimkî bêy Xwedê tiştek naqewime, çawa xêr, wisa jî şer. Li gorî baweriya me, kesekî din tuneye ku bikaribe bê îzna Xwedê tiştekî bike yan jî dijî wî derkeve, çimkî Xwedê herî qadire. Şer kêmasiya qenciyêye, wekî çawa tarîstan kêmasiya rojê ye.

Û ji ber vê yekê heger yek vê peyvê dibêje di hizûra yekî êzdî da ev dijî bîr û baweriya êzdiya be û êzdîyekî bawermend ji peyvê aciz dibe. Dema xêrnexwazên êzdiyan dît, ku êzdî ji peyvê aciz dibin zêde ev peyv wek provokasyon bikar dianîn.

– Di êzîdîtiyê de felsefe?

– Êzdîtî bi xwe felsefeye, îrfan, mîstîsîzme, ulmê batinê ye. Gelek fikrên êzdîtiyêda nêzîkî fikrên sûfîzmê, kabbalîstî û gnostîkane.

– Û felsefe ji bo we çi ye?

– Felsefe – fikirdarîye. Yê bixwaze ji êzdîtiyê fehm bike berî her tiştî gerekî binehên fîlosofîyê nas bike, bikaribe matêrîalîzmê û îdêalîzme ji hev cuda bike.

– Bajarê herî hûn jê hez dikin?

– Ez bajarê xwe Tbîlîsî hez dikim, çimkî ez li vir mezin bûme. Em êzdî dibêjnê Tilbîs û bajarê me nîvewropîye û nîvşerqîye. Ez hez Moskow û Pêtêrsbûrgê jî dikim. Lê ji bajarên Ewropa rojava min hez Romayê kirîye.

– Strana ku gava hûn xemgîn dibin, yan şa ne kîjan e?

– Ez stranên folklorîye êzdîkî yê mêranî hez dikim. Dema xemgîn dibim guhdariya  stranên rûsî yê stranbêjekî eyan Mark Bêrnês dikim.

– Hûn dikarin ji bo tevahiya kurda û taybetî ji bo êzîdiya çi bibêjin? 

– Nuha rewşa êzdiyan û kurdan gelek xirabe û hesase. Mixabin, em vegeriyan halê sedsala 19. Kurd gerekî fehm bikin, ku heta ew rêzê ji îdêntîtêta êzdiyan negrin, wê hertim navbera êzdiyan û kurdan da problêm hebe. Piraniya êzdiyan xwe wek êthnîkekî cuda dibîne û ev rastî jî wisane, ev heqê wane û ne sûcê êzdiyane, ev sûcê piraniyê ye, ku êzdî dûrî xwe xistin nava sedê salan da û nuha jî baş nêzîkî êzdiyan nabin li Îraqê. Dema bi zorê bixwazî îdêntîtêta miletekî biguhêzî, ew milet zêdetir nasnama xwe xwedî derdikeve. Ez dizanim,ku gotina min ne bi dilê pareke xwedevana be, lê ev rêalîteya meye.

Êzdî nuha gelekî birîndarin û çarçavî bûne. Her partiyeke kurda wan ber bi xwe va dikşîne û ji bo armancê xwe dide xebatê. Êzdî bi xwe gerekî hevra bibin tifaq  û tevbigerin, heger dixwazin dinê da bimînin.

– Ez li ser navê malper û kovara Felsefevan spasiyê cenabê we dikim. Ger min zehmetî dabe we lêborîna xwe dixwazim, û pêre jî xebata meriv neynika merive, ez spasiya ked û xebata we ya ji bo êzîdiya û êzîdatiyê dikim.

– Ez malpera Felsefevan dixûnim û kêfa min gelek jê ra tê. Ez serkeftinê ji wera dixwazim!

Berhemên Pîr Dîma yên çapkirî 

Li ser riya Rasteqîn: Êzdîtî. Tbîlîsî – 2003 (bi zimanê rûsî)

Êzdiyên Serhedê, Tbîlîsî-Moskow, 2008 (bi zimanê rûsî)

Lalişa Nûranî: perestgeha êzdiyan, Yêkatêrînbûrg, 2007 (albûm bi zimanên kurmancî, rûsî, înglîzî)

Kurd li Gurcistanê, Tbîlîsî, 2008 (bi zimanê gurcî)

Nimûneyên kultura medenî ya kurdî ji Mûzexanan Gurcistanê, Tbîlîsî – Moskow, 2007. (albûm bi zimanên kurmancî, gurcî, rûsî, înglîzî)

Êzdiyên Serhedê, Istanbul, 2010 (bi zimanê kurmancî)

Nivîsara êzdîkî, Tbîlîsî, 2013

Bersivekê binivîsin