Hevpeyvîn bi Orhanê Brahîm re

Hevpeyvîn bi Orhanê Brahîm re

Hevpeyvîn bi Orhanê Brahîm re

Hebûn û Mirov, berhema bi nirx ya Orhanê Brahîm, yek ji wan bizavan e ku hêdî hêdî em dest ji fedîtiyê berdin û bi rûmetê ve binihêrin berbanga felsefeya dunyayê û bêjin, zimanê me jî zimanekî felsefî ye. Brahîm, hêviyeke mezin dide me, ku em dê di vê gotina xwe de mafdar derkevin.

Zeynel Abidîn

     Beriya demekê kurt berhema Orhanê Brahîm ya bi navê ‘Hebûn û Mirov’ li Almanyayê ji aliyê Weşanxanya Soran hate weşandin. Ev çend sal in ku haya min ji xebatên birêz Orhanê Brahîm heye û gotarên wî dişopînim û dixwînim. Heta a niha gelek gotarên wî yên felsefî di malper û kovara felsefevan de jî hatine weşandin û xebatên wî yên li ser felsefeyê, berdewam in. Bi rêya vê hevpeyvînê me xwest ku em ji ber çapkirina kitêbê hem kefxweşiya xwe bînin ziman û hem jî, ji desta yekem derbarê naveroka kitêbê de xwe bigihînin zanayiyên resenî.

Ali Gurdilî: Di destpêkê de li ser navê xwînerên malpera felsefevan, ez gellekî spasiya cenabê te dikim, ku te daxwaza me ya vê hevpeyvînê qebûl kir û dibêjim ku kitêba te li ser xêrê be.

Orhanê Brahîm: Malî ava mamoste Ali, yê hunkûfê spasdarî û pesindanê cenabê te bixwe ye bi vê keda xwe ya bêhemba û bi vê nefisbiçûkî û dilsoziya xwe ya ku divê  bibe taca serê me.

Ali Gurdilî: Beriya ku ez derbasî naveroka kitêbê bibim, ji kerema xwe re tu dikarî hinekî xwe bi xwînerên me bidî naskirin? Yanî tu li kû hatiyî dinyayê, jiyana zarokatiyê, xwendin, kar,  rewşa te a niha? û hwd.

Orhanê Brahîm:  Ez sal 1978 li gundekê Elajgira li ser bajarê Agirî hatime dinyayê di nav malbateke cotkar de. Ji şeş bira û çar xwişkan yê hefta ez im. Anegorî gotina diya min, bûyîna min pênc roj beriya Gamêşqiranê ye, ku ev jî dike 15ê meha çaremîn. Xwendina min ji lîseyê şûnde dewam nekir mixabin. Ez ji sala 2004an vir ve li Fransa dijîm.

Ali Gurdilî: ‘Hebûn û Mirov’ berhema te ya yekemîn e newsa? Berê jî kitêbên te yên ku hatine çapkirin hene gelo?

Orhanê Brahîm:  Nexêr, ev ya yekem e.

Ali Gurdilî: Dema min kitêba te xwend, bi rastî jî ez gellekî keyfxweş bûm. Çimku mijar, naverok û zimanê kitêbê, meriv keyfxweş dike. Lê ez dixwazim ku tu bi xwe, hinekî behsa naveroka kitêbê bikî. Mesela ramana bingehîn ya kitêbê çi ye? Yan jî, pirsgirêka ku di kitêbê de tu li ser sekinîyî çi ye?

Orhanê Brahîm:  Ezîz Augustin dibêje: Heke kes çibûna demê  ji min nebipirse, ez dizanim ew çi ye; lê gava ji min dihêt pirskirin û ez hewl didim îzah bikim, wê gavê pê dihesim ku ez nedizanim Zeman çi ye.

Ez jî niha nedizanim çawa bersiv bidim vê pirsyarê:)

Belkî dikarim weha bibêjim : Pirsa “wateya hebûnê” ew navend e ku pirtûk li dorê digere, xasma bi referansên hin filozofan û carinan jî bi hin xwe lê ceribandinên otantîk. Têgehên wek Hebûn, Tinebûn, Şuûr, Jiyan, Heyîbûn, Zanayî mijarên serek in.  Bo mînak, rêgeza: xwe ji xwe dehfdana jihev-wekhevê ya ku Hegel wê tetbîqê pêvajoya “ne jihev bûna jihevê û jihev bûna ne-jihevê” dike, hatiye gengeşekirin û pirs û îzahetek weha hatiye danîn: Hebûn li her cihî ye, di hemû deverên xwe de ”heye”. ”He-ye” form, aferiş, naverok û meyana wê çi dibe bila bibe: Heyîtiyek, Halek, Têgehek e ku Hebûn di hemû dever, dîmen, war û tebeqeyên xwe de li ser û di nav wê de dihêt ragirtin-ragihandin.

 Di hebûnê de cihekî hebûn ne lê ye tine ye, çimku ya ku hebûn pê dagirtî û dorpêçayî ye dîsa hebûn bixwe ye; lewma jê re ne derveyek ne jî hundirek heye.

Vêga ”xwe” ya di «xwe ji xwe dehfdana jihev» ê de dehfdayî xwe dispêre ku di nav vê ”dixwede” ya bêyî derve, bêyî hundir de? Ji ber ku ”dixwede” xwediyê derveyekê-hundirekî niye û bi Jiheva neyînandin/neyînîkirina her cure têkiliyan ve dagirtî ye, di nav di-xwe-de yê de çi heye ku bikaribe di xwe de bihêwirîne vê ”xwe” ya wek ”dehfdayî” li holê?  Anku, ev ”xwe” ya dehfdayî, wek bereder-ve-bûn/extériorisation, ne ku ew berpêbûn e ku dibe çûyînek di (nava) Hebûnê re ?

Lewma ev qewimîna Jihevê ji kiryarek « xwe ji xwe dehfdanê» zêdetir « xwe di xwe de dehfdan jihevê» ye. Her weha derbarê gengeşeyên xwezaya Zanayiyê de me serî li ramanên Nietzsche, Hegel, Kant, Heidegger, Sartre… xistiye.

Nietzsche dibêje: Hilik û Hebûn rasteqîniyek perspektîvîst in. Tiştek tenê bi wî mercî dikare karekterîze bibe heke heyînek jê vê pirsê bipirse : ev çi ye ? Meyana tiştekê ji têbîniya li ser wê tiştê çêdibe…

Heta li vir Nietzsche belkî mafdar be, lê pirsgirêk bêyî were çareserkirin  li holê dimîne gava ew weha didomîne: Mafê me tine ye em bibêjin: kî vê şîroveyê (têbîniyê) pêk dihîne ? Ev şîrovekirin bixwe ye di rengê vîna bûrhê de, ne wek hebûnek, lê wek pêvajoyek, qewimînekê heye. ”Tişt” temamen wek berhema yên tesewir dikin, diponijin, dixwazin û hîs dikin çêdibe. Kirde bixwe jî ji afirandinek bi vî hawayî ye, wek hemû tiştên din, ”tiştek” e.

 Lê Hegel tiştê derdixe bal meqamekî din. Dibêje ”Ez” objeyê ji ber ku obje heye dinase. Obje bihêt nasîn yan jî na heye, lê zanîn heke obje ne hebe tine ye. Belam ev raseriya ”tişt”ê a li ser zanînê divê me nexapîne, çimku ”tişt”a ku li vir raserê zanayiyê ye tenê ji bo dem û qonaxekê ye ku Geist wê wek bireser û amrazekê bikar dihîne ji bo derbasbûna xwe ya ji merheleyên ku di nava wan de li derveyê xwe ye.

Lê Sartre dibêje : Em bi îdeyalîzmê re mitabiq in  ku : Hebûna ”bo-xwe”yê   zanayiya hebûnê ye, lêbelê divê lê were zêdekirin ku hebûnek vê zanayiyê jî heye.  Wekhevbûna  hebûna-bo-xwe yê û ya zanayiyê ne ji ber wê yekê ye ku zanayî pîvana hebûnê ye lê ji ber wê yekê ye ku ”bo-xwe” çi-bûna xwe bi navginiya ”di-xwe-de” yê ve dide beyankirin…Bo-xwe ne ew e ku ji bo naskirinê  dû re pêk bihîne heye, û ne mimkun e jî were gotin ku hey wek ewa dinase yan jî dihêt naskirin heye…Lê bi rabûna ji hebûna ku ne ew e û wek neyînandin/negasyona vê hebûnê  û tinekirin/neantîzasyona xwe di walî û nav hebûnê de peydabûna mutlaq a ”bo-xwe” yê ye zanayî : ev rûdana mutlaq û ewil e.  Zanayî di nav hebûnê de dihêt vehelandin: ew ne pêveber, ne erk, ne jî arizeyek hebûnê ye, lê tenê hey ji hebûnê heye…  peywendiya ”bo-xwe”yê ya bi di-xwe-de yê re  têkiliyek ontolojîk a bingehîn e.

 Bûna-ewa-dihêt-zanîn îdeala zanînê ye û nebûna-ewa-dihêt-zanîn struktura wê ya eslî ye. Zanayî me datîne hizûra mutlaqê û heqîqetek zanayiyê heye. Ev heqîqet digel ku ji mutlaqê zêdetir û kêmtir tiştek radestî me nake jî, bi teqezî mirovî ye…

Ez hêvîdar im  tiştên heta li vir  hatin gotin dê têra agahîdanek ji naveroka pirtûkê bikin.

Ali Gurdilî: Meseleyên ku tu di kitêbê de tu li ser rawestiyayî, yên wekî <hebûn (hebûnatî), mirov, şiur, ol, zanist> û hwd. hem bi awirek felsefîk û hem jî bi awirek zanistî hatine nirxandin. Ez dibêjim ku di kitêba te de, felsefeya zanistê gellekî li ser kar e û te ramanên gelek zanyaran jî bikar aniye newsa?

Orhanê Brahîm: Belê rast e, hema ji Schopenhauer, Kant bigire heta Heidegger, Sartre ji wan jî heta zanistmendên wek Stephen Hawking, Jean Staune, Hubert Reeves, Cristtian de Duve…

11873420_890042721043373_5579002531043172818_n

Ali Gurdilî: Welatê ku tu lê dijî û zimanê ku tu wekî çavkanî bikar tînî, Fransa û fransî ne. Ev yek, çi avantaj yan jî dezavantajan didine te? Di dema nivîsandinê de, ji ber zimanê kitêbê, gelo te zehmetiyên çawa dî?

Orhanê Brahîm: Zimanê Fransî ji ber peyvrêziya xwe ya ku dişibe ya Kurdî karê têgihîştina mijarên girîft hêsantir dike, lewma ji bo min avantajek mezin e.

Lê çi heye ku him kêmasiya wûqûfiyeta min a li ser Kurdî, him jî ji hin aliyan ve zenggirtina Kurdî ez pirr westandim di nivîsandina hin mijaran de. Lê Kurdî bi hin aliyên xwe ve mirovî dike dilketiyê xwe, nahêle tu dilê xwe jê derbixî.

Ali Gurdilî: Tu zêdetir ji xwendina metnên felsefî hez dikî yan jî yên zanistî?

Orhanê Brahîm:  Ez dema biçûk bûm min gellek caran di nav weazên melayan de meseleyek weha dibihist: Rojekê qîza Nûh pêxember diçe berhevkirina qirşan, gava ku piştiyê xwe temam dike, çavên xwe li zindiyekî digerine ku pê re peyamekê ji bavê xwe re bişîne ku bila bavê wê biryar bike bê ew li piştî siyar bibe were malê yan piştî lê siyar bibe? Li hawirdor tenê qijik (qijak/qarqarok) hebûye û ew jî qijikê wek qasid  dişîne.

Nûh ji qijikê re dibêje bila ew  li piştî siyar bibe, lê qijik vê gotinê berevajî dike , dibêje bavê te gotiye bila piştî  li te siyar were.

Tişta ku Rojavahiyan bi zanistê pêk hanî belkî jî ev mucîze bû ku mirov  li madeya ku li mirovî siyar e siyar bû.   Lewma xwendina tekstên zanistî xênc ji tepisandina mereqek entellektuel, her weha bi kesera mirovî ya siyarhatina li ”piştî” yê xwe re peywendîgir e.

Ali Gurdilî: Berhemên felsefî, bi zimanê kurdî gelek kêm in. Mixabin, ji ber vê yekê jî xwendin jî kêm e. Li gor baweriya te, sebebên vê yekê çi ne?  Yan jî li ser vê meseleyê em dikarin çi bikin?

Orhanê Brahîm: Tiştekî  e’yan e ku mirov di demên dijwar û metirsiyê de bi refleksên herî xav tevdigerin, ku ev yek jî yekser hewla parastina jiyanek xwerû biyolojîk dike peywirek domînant di wan deman de.

Yanî di nav demên weha de, ne keys û fersend ne jî mereq, motîvasyon û şayiş  (li holê) dimînin daku mirov bi keserek kûr xwe berbide nav kûrahiya hizirîna li ser hizirînê. Civakek ku li ber tehlûkeyên man-nemanê yan jî di nava çetiniya debar û derametê de ye nedikare ji xwe re wê dem û meraqa mijûliya bi têgehên razber re biafirîne, ku ev jî dibe mehrûmbûnek ji hewl û asta venasîna hûrvebijêriyên çalakiya hişmendiyek bilind û şopandina ramanê di nav hemû hûr-badek û kûr-dîmenên wê de.

11870798_891361067578205_5233120514758161519_n

Ez dibêjim Kurd xwediyê cesaretek fîlozofane niyin. Belkû werekiyek biyolojik li radeyek bilind e li cem Kurdan lê bi min Kurd xwediyê cesaretek fîlozofane niyin. Bo mînak, di deryageriyê de metafora: « rêhildana ber bi behrên nenas » lûtkeya cesaretê ye ji deryageran re.

Ji bo me Kurdan metafora wêrekiyek bi vî rengî tine ye.

Me her tim gotiye: Di rojên tengasiyê de yan mêrekî çê yan jî çiyayekî asê. Anku em her tim lê geriyane ku xwe biavêjin ber bextên ku me bisitirînin. Ji me re xerîb e ew wêrekiya rêhildana ber bi warên xedar, bi saw û nenas.

Jixwe ku va ye bûne çend hezar sal, yên ku her tim xwîna wan diherike, welatê wan wêran dibe Kurd in di berxwedanên xwe de jî û di êrişên ku dihên ser wan de jî.

Di nezera min de, kêmbûna cesareta Kurdan mezintirîn sedem e ku hiştiye welatê wan bibe qada talan, tajan, kuştin, dagirkeriyan, ku di nav van mercan de jî çêbûn û pêşveketina aqilekî raser ne pêkan e; ev jî bi xwe re paşvemayînek total dihîne.

 Amanca mirov di nav jiyanê de serkeftin e, anku ser ketin. Ser çi ketin?

Mirov hewlek bêrawestan e ji bo daxwaza derketina ser hemû bandorên ku li xwe dibîne. Bi daxwaza derketina ser bandorê re dixwaze ji ewa ku bandora xwe pêk dihîne hêzdartir bibe.

Û ji bo kudandina vê daxwazê bi hawayekî çalak û raser, rizgarbûna ji xwezayek têkirde/pasîv pêwîst e, ku li nik me kurdan navê vê xwezayê herdem bûye gera li ”mêrekî çê”, ”çiyayekî asê”  bi mebest û hêviya xwe-sparina ber bextên wan.

Ali Gurdilî: Niha tu li ser çi dixebitî yan jî projeyên te çi ne?

Orhanê Brahîm: Min dil heye pirtûkek berfirehtir binivîsînim  li ser mijarên di Hebûn û Mirov de derbas dibin.

Ali Gurdilî: Ji bo felsefehezên kurd yên ku dixwazin xebatên xwe bi zimanê xwe pêk bînin, ango bi zimanê xwe felsefe bikin, pêşniyazên te çi ne?

Orhanê Brahîm:  Bêguman ev pirs hevek ji hedê zanîna min der e. Lê ez dibêjim lazim e ku ciwan û zanayên Kurdan (qene hinek ji wan) ta demeke dirêj ji polîtîkayê “bixeyîdin”. Ji hêla  zanînê ve xwe û civaka xwe dewlemendkirin divê bibe karê herî li pêş heta ku ferasetek bilind a jiyanê bibe hişmendiyek gelemper a civakê. Di civakên wek ya me de jiyan bi slogan û hêmanên olî û îdeolojîk ve dagirtî, hepskirî ye.

Dirûşmeyên îdeolojîk ên ku ji bilî tisîtî, rijîbûn, kerixînê û fermanên olî yên ku xênc ji rizîn û pûçbûna ramanê ti tiştek din niyin  civakên wek ya me berbend kirine, û harisiya damezirandina deshilatdariyek koma nezanan wek amancek serpereşt dane ber xwe.

Mebesta min ji xeyda ji polîtîkayê xweîzolekirina ji tehekuma normên civakê ye daku rê li ber çêbûna derfetên afirandin û berhemdêriyê vebibe.

Ali Gurdilî: Kek Orhan mala te ava, ku te bersivên pirsên me da, ez li ser navê xwe û xwînerên malperê spasiya te dikim û serkeftinê ji te re dixwazim. Bi hêviya berhemên hêjatir û xebatên berdewamî.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

30.08.2015

‘Hebûn û Mirov’ – Orhanê Brahîm

Edîtor: Zeynel Abidîn Han

Berg design: Gazîn Onur Han

Weşanên Soran 18 – Felsefe 3 – Çapa 1. – 2015- Berlîn

Çap û Girêdan: Concept Medienhaus – ISBN 978-3-945956-03-8

Bersivekê binivîsin