Hevpeyvîn Bi Newaf Mîro Re

Hevpeyvîn Bi Newaf Mîro Re

Li ser navê rûpela Felsefevan me ji helbestvan û nivîskarê kurd Newaf Mîro, daxwaza hevpeyvîneke kir. Mala wî ava,  wî jî em neşikandin û bersiva çend pirsên me da.

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re kekê tu dikarî xwe bi me bidî nasîn? Ango, Newaf Miro ki ye, li kû hatiye dinyayê, zarokatiya wî li kû derbas bûye?

Newaf Mîro: Ez li Wêranşara Riha yê, ji dayîk û bavekî êzdî çêbûme, û zaroktiya min di nav suruştê de, û ligel lawirên kedî û yên bejî de kemilîye. Heta ez neçûme dibistana tirka min peyvek jî bi tirkî nizanîbû, ji bilî peyva “qapî” ango “kapi” ku me bi kurdî dihesiband.

Di zaroktiya min de hemû rengê jiyanê kurd û kurmacî bûn. Temenê bilûra şivana bi dawî bûbû, lê bi dehan cûreyê govend û daweta hebûn. Herweha dengbêjên gund hebûn. Hema hema her mirovî çîrokên rengîn, xemgîn û yên tirsê zanîbûn.

Qincên keç û bûka, yên kurdî bûn. Stranê bûka, yên şîna û yên paleyê û dankutanê hebûn. Erê me Dewrêş û Edûlê, Sakîne û Kirîvê Sînan nedîtibû, lê bi rêya strana em bi wan re mezin bûbûn.

Dibû ku zikê me birçî û pêvalê me qetiyabûn, lê asoyê me û jiyana me rengîn û cêwaz bû. Helbet gava ez ji welat derketim, min ew gencîna wendayî kifş kir.

Ali Gurdilî: Heta niha çend berhemên we hatine çapkirin û ji kîjan weşanxaneyan gelo?

Newaf Mîro: Berheme min ya yekem JI TE HEZKIRIN e dîwana helbesta ye. Di tebaxa 2007 de li Stenbolê ji nav wêşanên Pêrî derketiye. Ya duyem LEHENGÊ TAZÎ KELEŞÊ REŞ e. Romane di sala 2009 de ji nav wêşanên Pêrî derket.

Diwana helbesta DILOP ji nav wêşanên Han li Berlînê di sala 2010 de derket. Û roman BEND, ew jî ji nav wêşanên Han Berlîn ê di sala 2011 de derketiye. 

Ali Gurdilî: Sedema nivîsandina we ya bi kurdî çi ye?

Newaf Mîro: Rojekê min li ser şaşeya tevîzyoneke kurd de, ez dibêjîm qey Medya tv bû, hevpeyvîneke bi nemir Ahmed Kaya dît. Min di çavê wî de dît weke ku gencîneya talan kiribin. Gelekî poşman bû ku ewqas stran û ked daye çanda tirka. Dixwest hemû stranê xwe wergerîne kurdî, lê xewn û asoyê wî hatibû dagerkirin, lewma jî wî nikarîbû.

Min beriya wê bûyerê jî romana nemir Mehmed Ûzûn xwendibû ya bi navê Siya Evînê wê berhemmê cesaret dabû min. Min berê jî ji xwe re hin tişt dinisîn, lê bi koçkirina Ahmed Kaya re min soz da xwe, ku ez bi kurdî binisînim. Lê ne bi hizrê weşandinê. Bi demê re têra xwe helbest gihabûn hev û min serî li wêşanxana Pêrî da û me bi alîkatrî û piştgiriya Ehmed Onal weşandin.

Ali Gurdilî: Rojê çend seetên xwe, hûn ji bo nivîsandinê vediqetînin?

Newaf Mîro: Ji seetekê heta çar seeta. Mixabin dema min kêm e, carna berhemên ku ez li ser dixebitim beravêtî dibin. Ev yek min diêşîne, weke dayikekê.

Ali Gurdilî: Têkiliya we û xwendevanên we, di çi astê de ye? Hûn ji vê astê qayîl in gelo?

Newaf Miro: Ez di wê dîtinê de me, ku xwendevan hêjî me nasnake. Ger nas bikirana wê ne di vê asta kêm de bûya. Ev ne gunehê min e, û ne yê xwedevanê peyva kurdî ye. Çenko xwendina kurdî tiştekî bi serêşe, luks û wense. Kurd zêde bi polîtika yê re mijûlîn, xwedîderketina wêje û ziman lawaz e.

Dîsa jî ez qayîl û spaskarim ji wê rêje kêm re jî, her hewl didim hêja û layîqî rohdikê çavê wan, pêla dil û dema wan bibim. Ya wan ji min re veqetandiye.

Ali Gurdilî: Gelo hûn dikarin li welatê ku hûn lê dijîn, hebekî behsa têkiliya nivîskar û xwendevanan bikin? Ev têkilî, çawa pêk tên?

Newaf Mîro: Çalakiyên li vî welatî dibin yan polîtîkin yan jî di bin siya polîtikayê de dibin. Her weha kesên ku li wêjeya kurdî xwedî derdikevin kêmin. Yên hene jî mejiyê xwe û dilê xwe ji bo deng û nêrînên cûda venakin. Yan jî, li wêje û çanda alîgir digerin.

Hevpeyvîneke min bi rojnamake elmanî re çêbû, wê hevpeyvînê bi qasî xwendevanên kurdî, bi giştî taybet yê ewropa dengveda û eleqe dît. Ger derfet çêbibin ez ê berhemên xwe wergerînim elmanî. Bi hêviya kesên fedekar û çalak derkevin û em bi hevre wêje û nêrîn û çêja wêjeya kurdî bi xwênerê elmanî didin naskirin. Meriv nikare qala têkiliyeke hêjayî gotinê bike mixabin.

Ali Gurdilî: Asta wêjeya kurdî, niha bi dilê we ye gelo? Û di vê derbarê de, asta zimanê kurdî jî? Astengiyên li pêşiya we çi ne gelo?

Newaf Mîro: Divê wêjeya kurdî û wêjevanê kurd di bin siya siyasetê de nemînin. Lê mixabin ev yek heta niha pêk nehatiye. Wêjeya kurdî, wêjeyeke sêwî ye, li welatê me halê sêwiyan tê zanin. Helbet wêjevan nikare bi serê xwe vî barî rake, divê siyaset û sazî bi wêjevan re bibin alîkar û star.

Ji wêjekar û hunermnedan re moral û piştgrî divê, lê mixanbin ev moral nîn e, yan jî kêm e. Heta bêmoralî heye. Moral dayîne û qedir girtina wêjevan û hunermend, ya ziman û wêjeya kurdi ye.

Lê mixabin dengê nivîskarên kurd, yê kurdnivîs nayê bihîstin. Ev qedr dayîna zimanê kurdî dide nîşandan. Ziman nasnama mirove, lê mixabin kurd ji nasnama xwe dûrin û roj bi roj dûr dikevin.

Dara kurdî pel weşandin û hêjî diweşîne. Ez hêviya hişyarîyê û xwedî derketinê dikim. Hêviye qûtê hejara û mexdûraya. Em jî ji bi hêvine.

Ali Gurdilî: Gelo hûn dikarin ji me re behsa kitêba ku herî dawî we xwendiye bikin?

Newaf Mîro: Min beriya demekê çarokên Omer Xeyam xwendin. Jixwe ne pêwîste mirov qala wî bike, ew bi serê xwe serhildêre û meydanê ji desthilatê erd û ezmên re dixwaze.

Tevî her tiştî dest ji evîna xwe ya ji şerba sor bernede. Min herî dawî jî pirtûka Heznî Haco ya bi navê TÊ BÎRA MIN. Bi çêjeke cûda xwend. Bi zimanekî xweş nivisandiye û dibe şahidê dema Barzaniyê nemir û herdo Saidan. Ango doktor Şivan, Saîd Kirmizitoprak û Sait Elçî. Herweha koçberiya elmanya û gelek dîmenên ji şoreşa li dar.

Niha jî ez pirtûka Migirdiç Magroyan dixwînim, ku şahîdê sûr, beden, kuçe û kolanê Amed yan jî Diyarbekira xopan. Herweha filehê xançepekê.

Ali Gurdilî: Navbera we û sînemayê û şanoyê çawa ye? Hûn wan dişopînin?

Newaf Mîro: Ger derfet hebin ez dixwazim sînema kurdî û fîlmên nû derdikevin bibînim. Ger nebe jî ez nivîs û agahdariyan ji çapemeniyê dişopînim. Şano lukseke ji bo min, çendko bi destê min nakeve. Helbet yên bi kurdî. Û bi zimanê din jî, lê mixabin em ji wê çêjê bêparin. Ez ji hemû beşên hunerê yên dil û asoyên mirov dilivîne û dilorîne hez dikim. Helbet şano û sîmena jî di nav de ne.

Ali Gurdilî: Bi kurtebirî be jî, li gor baweriya we felsefe çi ye?

Newaf Mîro: Felsefe jiyan e, jiyan jî bi felsefê baştir tê fêmkirin. Felsefe mêzîna mejî û dile, bê felsefe yek mafê yê din dixwo û kêm dibin. Felsefe têgiştina perdeya di nîvê tarî û ronahîye de ye. Felsefe ne hew dîtine, dîtin, têgihiştin û hebandine.

Ali Gurdilî: Mala we ava kekê hêja, ku w eme şikand û bi dilsozî bersiva pirsên me dan.

Newaf Mîro: Ya we jî û ya kesên me xwedin û bidin xwendin jî.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin