Hevpeyvîn Bi Mamoste Dr. Tosinê Reşîd Re

Hevpeyvîn Bi Mamoste Dr. Tosinê Reşîd Re

Hevpeyvîn Bi Mamoste Dr. Tosinê Reşîd Re

Hevpeyvîn: Newaf Miro

Ez li ser navê malpera Felsefevan spasiya cenabê we dikim, ku we daxwaza  me ya hevpeyvînê pejirand. Ez dizanim ku we kedeke mezin daye kurdnasiyê û her weha ola êzdî. Berhem lêkolîne ÊZDAYETÎ; OLEKE HÊJÎ NENASKIRÎ, min xwend, bi saya serê we û keda we min gellek agahdariyên dîrokî xwendin. Min dît ku Ola êzdî weke gencîneyeke hêjî nehatiye kifşkirin. Her weha romana we, ya bi navê; EVÎNA TE EZ PARASTIM. Min gellekî eciband. Lewma jî min di malpera dergush.com û ya nûkurd de, gotar nivisand. Lê em werin ser mijara xwe ya sereke…

Newaf Miro: Ji bo we Tosinê Reşîd kî ye? 

Dr. Tosinê Reşîd: Ez 22 ê Tîrmehê, sala 1941 ê li zozanên gundê Kûrekendê, komara Ermenistanê, ji dayîk bûme. Heta koma çara di dibistana gund de, paşê li dibistanên gundên ermenîya xwendîye. Sala 1959 an ketime fakûlta fîzîko-matêmatîka, Instîtûta Pêdagogîyê, ya bajarê Yêrêvanê û sala 1964 an temam kirye. Piştî çend heyvên karê mamostatîyê, salekê eskerî kirye. Ji destpêka sala 1966 an li înstîtûteke zanîyarîyê dest bi karê lêkolînên di dereca kîmya de kirye û ew kar heta sala 1991 ê domandye. Sala 1975 an têza xwe doktoryê, ser pirsên kîmya sîlîkata pawen kirye.

Sala 1993 an li bajarê Moskva Navenda lêkolînên kurdî, bi seroketya kurdnas Şekroê Xudo vedibe. Ji Ermenistanê bi Şekroê Xudo re tevayî Tosinê Reşîd jî tê vexwandin ji bo wê navendê kar bike. Lê ji ber şertên aborî, ew bi malbeta xwe ve havîna sala 1993 a koçî Australîa dike û heta niha li wir dijî. 

kurdo 3

Sala 2012 a min serpereştya projeke dezgehî “Aras” (Hewlêr, Herêma Kurdistan) kir. Me dixwest pirtûkên bi zimanê kurdî li Yekîtya Sovyêt çap bûne, gişkan biguhêrin tîpên erebî û latînî û ji nû ve çap bikin. Lê ji talebextan re ji ber alozîên dezgehî “Aras” re girêdayî, proja me heta Hezîrana sala par dom kir.

Min gelek salan bi Nûra Cewarî re tevayî stran û awazên kurdî ji nav kurdên Yekîya Sovêt berev kirine. Sala 1981 ê bi Nûra Cewarî ve koma stran û govendên kurdî “Zozan” saz kirin, ku li Ermenistanê û Gurcistanê konsêrt didan.

Sala 1963 an min bi Zurbê Emir, Gêorgîê Xudo û Tîtalê Efo ve Şêwra xwendkarê kurd damezirand, ku dûarojê bû Şêwra xortên Kurd.  Nivîsara destûra sêwrê spartne min. 

Ji destpêka salên 70-î ji bo nasandina pirsa kurdî ez gelek caran çûme nav kurdên komarên Yekîtya Sovête berê : Gurcistanê, Qazaxistanê, Qirqizistanê.

Yekemîn gotara min di rojnama “Rya Teze” de, 14 Nîsanê sala 1961 ê, çap bûye. Ji sala 1976 an gotarên min li dervayî Yekîtya Sovêt çap bûne. Ji sala 1966 an heta 1976 a bi radîoya kurdî, ya Yêrêvanê, bi spartina serokê radîyoê Xelîl Mûradov, berê bi Emerîkê Serdar re, paşê tenê, programa “Ensîklopêdîya kurdî” amade dikir. Program ser dîrok, çande, erdnîgarî, şorişen Kurdistanê, usan jî ser jîyan û karên kurdên navdar dihat amade kirin.  

Newaf Miro: Tu dikarî biçûkatiya Tosinê Reşîd û çend dîmenê ji gund, dayik, bav, kal û gundî û ji biçûkatiya wî bi me re parve bikî?

Dr. Tosinê Reşîd: Gundê me Kûrekend, ku sala 1977 an me navê wî guhast û navê şorişvanê kurd, Fêrîk Polatbêkov danî ser, li deşta Rewanê (Araratê) e. Xelkê gund xwerû kurdên êzdî bûn û dora wî jî gişk gundên ermenîya bûn. Li bakûra gundê me çîyae Elegezê bû, li başûr çiyayê Agirî, ku me  jê re Girîdax digot.

18.03.2008 15-36-06_0012

Min herdu kalkên xwe jî nedîtin; kalkê alê bavê Ozmanê Keleş, Roma Reş sala 1918 an hêsîr biribû, bavê diya min jî berî ji dayîk bûyîna min kiras guhêrî bû. Lê min pîrkên xwe dîtin. Bavê min, Reşîdê Ozman di jîyana xwe de neçûbû dibistanê, lê bi xwe fêrî xwendin û nivîsara rûsî bibû û gelek salan seroketya gund dikir. Rojnama “Pravda” herroj ji me re dihat û bavê min ew dixwend. Ew mirovekî sert û rastgo bû, tu caran qelpî ne dipejirand. Xwendin hiz dikir û zarên xwe gişk dane xwendinê. Wan salan ji gundîyê me kesî mayîn nexwend. Dayka min, Xezala Çolo, berovajo, bêhesab milahîm û dilovan bû. Çar zar, gelek nevî û nevîçirk mezin kirin, tu caran ji kesî re gotinkeke tal negot û destê xwe hilneda ser yekî. Bi xeysetê xwe ve poêtîk bû, ez bawerim ew ku min û kekê xwe Rizalî şiîr nivîsîn, ji dayka me tê. Gund bi havînan germ dibû û gundîyên me derdiketin zozanên çîyayê Elegezê.

Newaf Miro: Tiştê ku tu herî bêriyê dikî ji zaroktiya xwe çi ye?

Dr. Tosinê Reşîd: Tiştekî sêr e; em salê 9-10 mehan li gund bûn, 2-3 mehan li zozana, lê bîranînên zarotya min bêtir ji rojên zozana tên. Ez ji dayîk bûyînê, heta 17 salîyê her havîn çûme zozana. Piştî wê jî çume, le dirêj nemame.

Paşê şayên gundê me. Êvarên şaya gund-gundîtî gişk diçûn cîhê govendê, heta nexweşên giran jî bi xwe re dibirin. Heta berbangê sihet 4-5 govend digerya. Def zurne diçû pey bûkên salê, dara bûk-zavê bi def û zurne nav gund digerya…

Û oda me. Salê zarotya min oda me hebû û bi êvaran mêrê gund gişk dihatin odê. Stran û destan, çîrok û serpêhatî digotin. Carna dengbêji ji gundên mayîn jî dihatin oda me.

Qanatê Kurdo sala 1954 an hate mêvanya me û ez bi xwe re birim Lênîngradê. Ji salên zarotya min pêwendîyên gelek nêzîk bi apê Qanat re hebûn û ew pêwendî çiqwas çûn, ewqas xurt bûn. Rola wî di jîyana min de gelek mezin e. Ez bi wî serbilind bûm û min dixwest ew jî bi destkevtinên min kêxweş be.

Newaf Miro: Ji bo we Êzdîtî çi ye?

Dr. Tosinê Reşîd: Heta sala 2004 an Êzdîtî oleke kurdan bû, ku gor pêşîyên me ji kûraya hezarsalan dihat. Gundê me gişk êzdî bûn, dor me gundên ermenya bûn û me zordarya olî nedîtbû. Usan jî li Yekîtya Sovêt cîhê mezin ne didan pirsên olî. Lê piştî Bakûr û Başûr Kurdistanê gerîyam, ez têgihîstim, wekî êzdîtî berxwedana bê dawîye ji bo mafê herî sade, mafê jîyanê, mafê xwe parastinê.

Newaf Miro: Ger cenabê we  kurdîtî û êzdîtiyê li mêzînekê bide, wê dilê we herî zêde bi kîjan alîve be? Yan jî hûne çawa şîro bikin?

Dr. Tosinê Reşîd: Heta sala 2004 an, bêguman, alê kurdîtîyê bûya, lê dû re êzdîtî girantir bû. Ez ji kurdîtyê dûr neketin, lê mirov gerek alê ketîya bigre. Li Yekîtya Sovêt tu zordarîya olî ser êzdîya tune bû. Me digot em kurd in û gor îmkanên xwe ji bo rizgarîya gelê kurd kar dikir. Lê gava ez çûm Kurdistanê û min rewşa êzdîya dît, ez têgihîştim, wekî êzdî duqat bindestin, hin çawan kurd, hin jî çawan êzdî. Jîyana wan, bi giştî, bin fişareke olîye mezin de ne. Pêvîstya wan piştgirtineke bi hêz heye û ne tenê ji alîyê êzdîyan bi xwe, lê usan jî ji alîyê rewşenbîr û sîyasetmedarên kurda gişkan.

Newaf Miro: Xwe naskirina olî û çandî kengê bi we re peyda bû? Yan jî  sedem çi bû?

Dr. Tosinê Reşîd: Dibe ku bi şîrê dê re! Min çavên xwe vekirin, venekirin, em êzdî bûn, me xwe ji olên mayîn dûr digirt. Rojîyên xwe digirtin, cejnê xwe pîroz dikirin. Şîn, şayên me gişk bi kurdî bûn. Di gundê me de wan salan şermeke mezin bû tu nav gund de bi zimanê ermenî bipeyivî, stranê zimanê mayîn bêjî.     

Newaf Miro: Ez dizanim, kurdê sovyetê piçekî azadtir bûn ji êzdiyên li welêt. Lê bûyereke herî beloq ya li dijî êzdiya hebû? Ger hebû çawa bû?

Dr. Tosinê Reşîd: Dema Yekîtya Sovêt bûyarên usan nebûne. Salên 1989-1993 hinek zordarî li êzdîya bû, lê ew zordarî bi bawarîyên olî ve ne girêdayî bûn.

Newaf Miro: Hûn yek ji nifşê duyemin, ku bi xwendinê re rabûn, ger ez ne çewtbim. Hûn dikarin hinekî qala wê demê bikin? Nakokî û aloziyê wê demê?

Dr. Tosinê Reşîd: Na, ez ji nifşa sêyemîn im. Bi bawerîya min taybetîya nifşa me ew bû, wekî bi kurdîyetîyê rabû, bi naskirin û nasandina pirsa kurda û Kurdistanê rabû. Nivşên berî me, ku zilm û zora salên rêjîma Stalîn dîtibûn, hê jî tirs di dilê wan de hebû. Ji alîkî mayîn ve Yekîtya Sovêt havîna sala 1963 an bi sêweyekî vekirî piştgirtina şorişa Kurdistana Başûr kir û ew yek ji me re bû helan.

Mala me 54

Mamoste Dr. Tosinê Reşîd ligel malbata xwe… 

Nivşa me, ez dikarim bêjim, nav dîroka kurdên Yekîtya Sovêt de, ya lape serkevtî bû. Gelek kadroyên baş ji wê nifşê derketin. Ew nifş bi gur û gef hat û kesî nikaribû rê li pêşîya wê bigre. 

Newaf Miro: Em dizanin êzdiya gellek êş û azar kişandine, ya herî hûn êşandine kîjane?

Dr. Tosinê Reşîd: Wek êzdî min tu zordarî nedîtye. Lê bîranîna wê zilma, ku sala 1918 an anîbûn serê êzdîyan û me ji meznên xwe bihîstibûn, heta îro bi min re ne.

Newaf Miro: We kengê dest avêt nivisê?  Nivisa we ya yekem di derheqê çi de bû?

Dr. Tosinê Reşîd: Gor bîranîna kekê min, Rizalîyê Reşîd, min sala 1957 an şiîr nivîsye û ji wî re xwendîye. Tê bîra min şiîrên min e yekemîn ser çîyayê Elegezê bû, lê nehatîye parastin. Yekemîn şiîrên min e çap bûyî, yên êvîntiyê ne. Lê yekemîn çiroka min bi navê “Konsêrta Mêndêlson”, ser jîyana hostakî kemenê ye, ku salên cengê destê xwe unda dike. Min sala 1966 an yekemîn wergera ji zimanê rûsî çap kir.

Newaf Miro: Çi bû sedem, ku cenabê we, li ser dîroka êzdiya û êzdinasî lêkolînan kir?

Dr. Tosinê Reşîd: Gava ez derketim Australîa û bi kurdên ji herçar perçên Kurdistanê re bûme nas, min dît, wekî zanebûnên wan ser ola êzdîya kêm in, çi jî zanin, ji rastîyê dûr e. Û ez fikirîm, wekî mezintirîn sebebê, ku heta niha zilm û zor êzdîya tê kirin, ew nêrînên şaş in ser ola êzdîya, ku nav kudan û gelên cîran de, heta îro jî serdestin. Min biryar da gor karibûna xwe ola êzdîya bidim nasandin.

Newaf Miro: Hûn dikarin berhemên xwe bi xwendevanê me bidin naskirin?

Dr. Tosinê Reşîd: Pirtûkên Tosinê Reşîd:

Kilamê rê (dîwana şiîra) – “Hayastan” 1975, Yêrêvan

Zozan (dîwana şiîra) (almanaxa Bahara Teze 3) – ‘Sovêtakan grox’ 1984, Yêrêvan.

Nîvro (dîwana şiîra) – ‘Sovêtakan grox’ 1987 Yêrêvan

Sîyabend û Xecê (drama) – “Roja Nû”, 1988, Stockholm.

Şeva bê xew  (berevoka kurteçîrokan) – “APEK”, 2000, Stockholm.

90-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo (lêkolîn, bîranîn) bi dk. Husên Hebeş ve, – “Hogir”, 2000, Bonn.

Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî, (lêkolîn) – “Roja Nû”, 2004, Stockholm.

Min bêrîya şevên Sipî kirîye (kurteçîrok) – “Avesta”, 2005 Stenbol.

Min bêrîya şevên Sipî kirîye (kurteçîrok, bi tîpên erebî) – “Spîrêz”,  2005 Duhok.  

Mestûre, serê hêjayî tac bû (romana dîrokî, bi tîpên erebî), “Aras”, 2005, Hewlêr.

Mestûre, serê hêjayî tac bû,  çapa duyemin – “Ronahî”, 2010, Dîyarbekir.                                        

100 salîya zana û nivîskarê kurd Qanatê Kurdo ( lêkolîn û bîranîn, bi tîpên erebî) bi dok. Husên Hebeş ve. ‘Yekîtîya Nivîsarên Kurd’, 2009, Duhok.

Evîna te ez parastim  (roman) – ‘Han’, 2010, Berlin.

Em bi zimanê xwe kurd in (gotarên ser ziman û wêje), “Do” 2011, Stenbol.

Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî, (lêkolîn) – (bi tîpên erebî) Weşanxana wezareta karên dîn, ya hukumata Herêma Kurdistanê. Hewlêr, 2013.

Ji bo romana ‘Mestûre, serê hêjayî tac bû”, sala 2005 an hêjayî xelata weşanxana “Aras” bûme, ku serokê hukumata Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xelat daye min.

Sala 2005 a beşdarî fêstîvala Gelawêj bûme û xelata fêstîvalê girtye.        

foto scan 1   

Ligel birêz Nêçirvan Barzanî                                   

Lêkolîn

“Rûpêlek ji dîroka kurdên êzdî” (Pêwendîyên êzdîya bi şahê Gurcistanê re, sedsalîya XVIII), Rojnama “Rîya Teze” 1986, kovara Laliş N 34, 2011.                                                                        

“Şiîra kurdî li Yekîtîya Sovyêt”  kovara “Nûdem”, N 31, 1999

Kurdistana Sinê di nîveka yekemîn – Konfêransa zanîyarî “Mestûre Erdelanî”  sedsalîya XIX”  Hewlêr, 2005, Cileya Pêşin 8-10

“Kurdên Yekîtîya Sovyêt; berê û niha”  Konfêransa Kongra Kurdên Bakûra Amêrîka 09.04. 2009.

Kovarên “Bîrnebûn” Stockholm, Nûbûn” Duhok, ‘Bîr’ Dîyarbekir, 2009

“Wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovyêt”  Yekemîn konfêransa Navnetewî, ya ser wêjeya kurdî, Zanîngeha “Kurdistan”, Sinê, Gulan 5-6, 2010, Sinê. Kovara ‘Wate’, Hewlêr, 2010.                   

“Qanatê Kurdo- rexnegir”  – Konfêransa ji bo 100 salîya Qanatê Kurdo, Duhok, 14 ê Cotmehê sala 2009, Kovara “Peyv” jimar 44, 2009.    ‘Zimanê qewl û beytên êzdîya”  – Pirtûka “Şêx Fexrê Adîyan”, “Dengê Êzdîyan” , Oldenburg, 2009 

“Nêrînek li dîroka kevnar”.  – Kovara ‘Mefel’ Dohok, 2010, kovara ‘Bîr”, Dîyarbekir 2010. “Êzdîên Ermenistanê di sedsalîya XX De”                Konfêransa kurdnasîyê, ya zanîngeha Hekarî, Cûlemêrg, 25-30 Gulan, 2011. Kovara ‘Laliş’ N 38 Îdêologîya mîrgehên Baban û  Konfêransa “Erdelanîya” zanîngeha Erdelan li nîveka yekemîn, ya sedsalîya XIX   “Kurdistan”, Sinê, 2012.

Bave min 77 

Bavê Mamoste Dr. Tosinê REŞÎD, Reşîdê Ozman 

Berhemên ji bo çapê amade kirî û çap kirî:

Gulbijêr ji helbestên Şikoyê Hesen, (şiîr) “Spîrêz” Duhok, 2007.

Şikoyê  Hesen, Ba û payîz  (şiîr) “Avesta” Stenbol, 2008.

Folklora Kurmanca (Hecîyê Cindî, Emînê Evdal), Avesta” Stenbol, 2008.

Rizalîyê Reşîd, Baharê bahar nedît, kurteçîrok, “Xoybûn” Bêrlîn, 2008.

Dya min 77

Diya Mamoste Dr. Tosinê Reşîd Xezala Çolo

Ji bo pirtûkên jêr pêşgotin nivîsîne:

“Antologîya şiîra kurdî” ‘Han’ Berlin 2008

“Foklora kurmanca” Avesta, 2007, Stenbol

Şikoyê Hesen “Payîz û ba” Avesta, 2008 Stenbol

Newaf Miro: Tevî ku ez berhemê we dinasim jî, lê hûn bawerin berhemên we kîjan valahiya dagirtine?  Yan jî divê ji bo çi bêne xwendin?

Dr. Tosinê Reşîd: Lêkolînên min bêtir ji bo tijî kirina valayên hebûyî hatine nivîsar. Di romana “Evîna te ez parastim”, min pirsgirêkên civakên êzdîya, yên ji Kurdistanê der, anînne ziman; pirsgirêkên olî, netewî, civakî, derûnî. Ez bawerim bi rêya wêjeyê cara yekemîn ser wan pirsgirêka hate nivîsar.

Li Ermenistanê pir caran ew bawerî serdest bû, wekî kurd koçer bûne û tu nirxekî çandeyî, zanîyarî pey xwe nehîştine. Min romana “Mestûre, serê hêjayî tac bû” nivîsî, wekî bidim xuyayê, ku dema ji nav kurda jineke wek Mestûrê derketye, jinên usan ne nav ereba, ne nav tirka, ne nav farsa û netewên deverê tune bûne. Di wêjeya kurdên Yekîtya Sovêt de mêntalîtêt, hişmendya gundîtyê serdest bû, lê di gelek berhemên min de hişmendîya bajarîyê serdest e.

visa1 004

Newaf Miro: Di êzdîtiyê de kiras veguhestin heye. Ger hûn careke din werin jiyanê, hûn dixwazin weke çi werin?

Dr. Tosinê Reşîd: Dîsan wek Tosinê Reşîd, bi şaşî û başîyên wî ve.

Newaf Miro: Çi ne poşmaniyê we?

Dr. Tosinê Reşîd: Sala 1967 an Qanatê Kurdo ji min xwest, wekî ez dest bi karê kurdzanîyê bikim. Min gura wî nekir. Min salê xortanîyê guhdarya pêwîst neda karê wêjeyî, tiştên dinivîsîn jî neparastin. Ez dikarim bêjim, wekî ji sala 1998 an min nivîskarî kire karê xwe, yê sereke. Poşmanî gelekin, min jîyana xwe bi şewekî tewakelî derbas kir. Lê xweşî jî ne kêm bûn.

Newaf Miro: Bajarê herî zede hûn jê hez dikin?

Dr. Tosinê Reşîd: S. Peteburg, Lênîngrada berê.

Newaf Miro: Bi nêrîna we, ezdî xwe nasidikin?

Dr. Tosinê Reşîd: Na. Be guman sebebê vê yekêyî mezin ew bûye, wekî bi sedsalan êzdî ji xwendinê bêpar bûne. Gelek êzdî hê jî rastya ola xwe baş nizanin.  

Newaf Miro: Nivîskarê di jiyana we de herî bi bandor kî ye?

Dr. Tosinê Reşîd: Ez nikarim tenê navekî hildim. Salê xortanîyê Mîxaîl Lêrmontov. Dûarojê F. Dostoyêvskî, B. Pastêrnak, A. Voznêsênskî. Ji nivîskarên ermenîya Parûyr Sêvak.

Newaf Miro: Herî zêde hûn ji kîjan taybetmediyê ola êzdî hezdikin?

Dr. Tosinê Reşîd: Xwe ser tu olan re nagre û dijayetîya tu olan nake. Gor ola êzdîya pêxember gişk mirovê xwedê ne û her dewranekê xwedê pêxemberekî dişîne, wekî rêya rast nîşanî mirovan bike. Olên rast û ne ras, baş û ne baş tunene. Ma ji vê baştir bawarîyên olî hene?

Newaf Miro: Kesê herî zêde hûn bîriya wî dikin?

Dr. Tosinê Reşîd: Keça xwe, Zozan.

Newaf Miro: Strana herî zêde hûn jê hez dikin?

Dr. Tosinê Reşîd: “Dewrêşê Evdî”

Newaf Miro: Navên herî zêde hûn jê hezdikin? Jin û mêr.

Dr. Tosinê Reşîd: Zozan, Rostem.

Newaf Miro: Xwarina herî zêde hû n jê hezdikin?

Dr. Tosinê Reşîd: Serbidew.

Newaf Miro: Tiştekî hûn herî zede dixwazin di jiyanê de bijîn û bibînin çi ye?

Dr. Tosinê Reşîd: Kurdistaneke azad, ku wê de mafên êzdîyan jî bi tam bên dayîn.

Newaf Miro: Tiştê herî zêde hûn êşandine? Helbet ger hûn pê biêşîn nebêjin.

Dr. Tosinê Reşîd: Çevnebarî.

Newaf Miro: Ji bo we felsefe çi ye?

Dr. Tosinê Reşîd: Têgihîştina jîyanê û nas kirina rêya rast.

Newaf Miro: Mala we ava û hêviya temenekî tije hêz, bîr û evînî bo cenabê we dikim.

Hevpeyvîn: Newaf Miro

11.02.2014

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin