Hevpeyvîn Bi Kejê Bêmal Re

Hevpeyvîn Bi Kejê Bêmal Re

Hevpeyvîn Bi Kejê Bêmal Re 

Beriya du salan, min xanima Kejê Bêmal li Îzmîrê naskir. Qasî du seetan em ligel hev peyîvîn. Min rêzenivîsên wê yên derheqê êzdî û êzdayetiyê dişopand û dixwend. Piştre, bû qismet û me hevdu naskir. Kejê xan, jineka nefsbiçûk û diltenik e, nivîskar û lêkolîner e. Dilê wê bes ji bo kurdayetî û Kurdistanê lê dide. Pirî caran dema havîn tê, bêsekn ew berê xwe dide Kurdistanê. Bi taybetî jî, gerên wê yên bêserûber, navdar in û wekê gerokên zemanê berê, ji bo mijarên ku li wan vedikole, digere.   

Jineka wêrek û navdar e, ku ji aliyê bîr û raya giştî ya Kurd ve jî, gelekî tê naskirin. Me li ser navê Malpera Felsefevan jê rica kir, ku ew hevpeyvînekê ligel me pêk bîne. Mala wê ava, ew ê bi nefbiçûkî vê riceya me qebûl kir. Me jî li ser jiyan, xebat û felsefeya wê ya jiyanê, çend pirs jê pirsîn.  

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, hebekî tu dikarî xwe bidî nasandin bo xwendevanan. Yanî Kejê Bêmal kê ye? 

Kejê Bêmal: Gelek dijwar e ku meriv bikaribe xwe bide nasandin û tiştekî, bêmane ye jî, min her dem wiha fikirî ye. Çimku di rêwitiya jiyanê de şert û mercên mirovî, guhêrbar in û di rewşekê wiha de, ne karê mirovekê zîrek e ku rabe û bibêje ku ‘ez, ev im.’

Mirovî, encax bi vejîyînê re dikare were pênasekirin. Ev pirs, ji mirovên ku ligel min dijîn yan jî, mirovên ku li dijê min şer dikin were pirsîn, ez dibêjim dê çêtir be. Lê hege meriv wekî adetekî, bersiva vê pirsa cenabê te bide; wê demê ez dikarim bibêjim ku sê nasnameyên min yên destnîşankar/raser hene, ku ew jî Kejê Bêmal, Kurd û Jin in.

525471_3690963291970_1767763510_n

Ji ber ku welatê min mêtingeh e û hatiye dagirkirin, niha nasnameya min ya netewî, niha bêtir li pêş e û destnîşankar e. Lewra niha li erdnîgariya min, meriv têne kuştin û di demekê wiha de, ez li nasnameya zayendetî û temenê nafikirim. Ku meriv Kurd be, bes e.

Lê roja ku welatê min serxwebûn û azadiya xwe bi dest bixe, wê rojê dê nasnameya min ya jinanî, bêtir bibe nasnameyeke detnîşankar yan raser. Heta wê rojê dê ez ê li gor hêza xwe, bi riya lêkolîn, gotin û nivîsarên xwe, bala mirovan bikşînim ser rastiya neteweya xwe û rewşa gelê xwe. Ez bi xelkê din jî nizanim, her kes li gor dilê xwe Kejê dinasin, divê meriv ji wan bipirsê vê pirsê. 

Ali Gurdilî: Qasî ku ez dizanim, xebatên te bêtir lêkolîn in newsa? Wekî ku meriv dikare wan bi navê dosyeyan binav bike. Mijarên ku tu li ser wan vedikolî, axlebî çi ne? 

Kejê Bêmal: Belê, lêkolînên min tev wekî dosya ne. Yên ku niha têne hişê min; Olên Kurdistanî, Zimanê Kurdî, Komkujiyên Dewleta Dagirker, Hevezayendên/Homoseksuelên Kurd, Dom’ên Li Kurdistanê, Li Kurdistana Başûr Sineta Jinan, in…

207820_3469188187731_1202672917_n   

Ali Gurdilî: Lêkolîneke ta ya ku wekî kitêb hatiye çapkirin heye, yan hêjî ew berdewam dikin? Mesela ew lêkolîn/rêzenivîsên te yên li ser civaka êzdiyan, di bîr û raya giştî de gelekî bal kişandibûn. Ew nuha weke kitêb hatine weşandin yan na? 

Kejê Bêmal: Lêkolînên min, hê wekî kitêb nehatine weşandin. Belam, di hinek kovaran de der çûne. Weşanxaneyên ku dixwazin lêkolînên min wekî kitêb çap bikin hene, lê nasnameya min ya aktîvîst/çalakvan û jiyana min ya tertûbela/belawela, rê nade vê yekê mixabin. Bes, xebatên min berdewam in. Dibe ku ez demekê navberê bidime xebat/lêkolînên xwe û hinekî westa xwe deynin. Ger ez biryareka wiha bidim, dibe ku wê demê ez berê xwe bidim weşanxaneyekî.

Lêkolîna min ya ku cenabê te behsa wê dike ‘Hola Melekê Tavis Hola’ bû. Herî zêde, ez jî gelekî ji vê lêkolîna xwe hez dikim. Lê ya rast, ez naxwazim ku ev lêkolîna min hema wisa bi serê xwe, wekî kitêb were çap kirin. Lê dibe ku bi lêkolînên min yên mayî re, bi hevdu re were çap kirin. Ka em binêrin, ya bi xêr… 

Ali Gurdilî: Ez dizanim ku meyl û bala te li ser bawerî û olên rojhilatî ye. Yên wekî êzdayetî, elewîtî, ehlê heq û yên din. Bi taybetî jî, ol û civaka êzdiyan bêtir bala te dikşînin newsa? Li gor bîr û baweriya te êzdayetî ol û baweriyeke çawa ye û tu bêtir tu ji kijan taybetmendiyên vê civak/olê hez dikî?   

Kejê Bêmal: Rast e, meyl û bala min, li ser olên kevnare ye. Belam, yên ku bala min dikşînin, bêtir olên Kurdistanê ne; nexwe ne hemû olên Rojhilata Navîn in. Bi vê yekê ve girêdayî, lêkolînên min yên li ser Êzdayetî û Ehl-e heq (Yarsan/Yaresanî) e. Lêkolîna min ya Yarsaniyan/Kakaiyan, berdewam e hêjî. Ez difikirim ku li ser Nasturî, Şemsperestî û Zerdeştiyan jî lêkolînan bikim.

Di nav lêkolînên xwe de, rast e ku ez herî zêde li ser Ola Êzdayetiyê rawestiya me. Du sebebên min ê vê yekê hene: Sedemê yekemîn ew e ku dazanîn û kitêba pîroz ya Êzdayetiyê (Mishefa Reş) bi temamî bi Kurdî ye. Sedemê duyemîn jî ew e ku Êzdayetî, ola bav û kalên Kurda ye. Û helbet jenosîd/kokhilanîn û niheqiyên ku hêjî li wan tê kirin, sedemê min yê bingehîn in.

576005_3017165607449_48431417_n

Herweha, ez dixwazim bidim zanîn ku li ser navê ol/dîn, wisa hatiye xwestin ku koka bav û kalan ji holê were rakirin. Wekî tê zanîn baweriya Kurdan, beriya Ola Îslamê, Ola Êzdayetiyê bû. Heke îro nifûsa Êzdiyan li Kurdistana Başûr xilas bûbe, ev yek nîşana wê niheqî û komkujiyên ku Kurdan li bav û kalên xwe kirine, ye. Lê beyî ku pê bizanibin pirraniya wan dua, îbadet û lawlawên xwe bi uslûba baweriya Êzdayetiyê bikar tînin. Ji ber vê yekê ye ku ez pirr zêde hewqas li ser Êzdayetiyê radiwestim û balê dikşînim ser vê olê.

Ji bilî vê yekê sedemekê din jî, duayên ku bi zarê dayika min ya helbestîk têne kirin, e. Ez gelekî bisiûd im, ku min wan duayan bi dengê derwêşan guhdar kiriye. Ez hêvîdar im, ku ev yek bibe nesîbe we hemûyan. Êzdayetî, oleke mexdûr û mezlûm e. Ji ber nêrîna min ya siyasî û sekna min, piştgiriya vê olê jî bo min şanaziyeke mezin e.

945608_4168966441750_1913424690_n

Gelek sebebên hezkirina min ya ola Êzdayetiyê hene. Mesela evîn, biratî, alîkarî, hurmeta bo mirov û xwezayê û motîfa Tawisî Melek, ku li gor baweriya min lêpirsîna yekemîn ya felsefîk e, sebemên sereke ne. Herweha, ez ji dostaniya wan jî gelekî dilşad im. Civaka Êzdî, yek ji wan civakên cîhanê yên herî mêwanperwer e. Divê em vê yekê jî bibêjin: nasnameya netewî ya Êzdiyan, Kurd e. Êzdiyên ku ne Kurd in, tune nin. Di civakeke din de, hûn nikarin rastê Êzdiyan bibin. Min xwest, ez vê yekê jî destnîşan bikim.  

Ali Gurdilî: Tu di hevpeyvîneke xwe de dibêjî ku ‘Ez bi Tirkî dinivîsînim. Belam evîn, êş û qirênên min, bi Kurdî ne.’ (1) Tu difikirî ku rojekî evîn, êş û qirênên xwe jî bi Kurdî binivîsînî yan na?   

Kejê Bêmal: Çawa ez li ser nafikirim? Pirî caran ez xeyala romaneke wiha dikim, ku di vê romanê de jiyan, evîn, zayendetî û mengiyên jineka wêrek hatiye nivîsandin. Hege derfet hebe, zimanê romanê Kurdî û lehenga wê jî Kêjê Bêmal be, dê gelek baş be. Zimanê min, nasnameya min e. Niha ez gelekî baş bi Zimanê Tirkî dizanim, heta ez dikarim bibêjim ji Tirkekê jî baştir e zanîna min û ev yek jî, li gor baweriya min belgeya herî mezin ya tehde, zordestî û asîmilasyona bêwujdan ya dewleta Tirk e. Niha ez gelekî li ser zimanê xwe yê dayikê disekinim. Çimku, ez bi eşqeka mezin girêdayê zimanê xwe me. Ger ez rojekî baş xwe fêrî Kurdî bikim, xeyala min ya pêşîn nivîsandina romana navborî ye. 

Ali Gurdilî: Te di twiteke xwe ya hesabê xwe yê Twitterê de wiha gotiye: ‘Ger bi destekarî û bi darê zorê, zimanekî hînî merivan bikin, ‘mafê merivan ê rewa û parastina wan ya resenî ye’ ku ji wî zimanî nefretê bikin. Yanî tu di vê gotinê de heq didî merivên ku ji zimanên serdest nefretê dikin newsa? (2)              

Kejê Bêmal: Nefret, di encama têkiyên zordest de xwe dide der. Heke bi destekarî, we bibin bihuştê jî, hûnê dê ji bihuştê nefretê bikin. Mirovî, ji xwezaya xwe ve pirsyarker in. Ev pirsyarkerî di destpêkê de, riya fikirînê, piştra darazandinê û piştra jî serbestiyê tîne. Belam, em li cem mirovên ku ji aliyê sazûmanê ve ji vê têgihiştinê hatine dûrxistin, li vê helwest/têgihiştinê rast nayên. Ger lê nepirse û nefikire, dê yên ku lê têne ferzkirin jî qebûl bike.  

560936_2978250634599_906879532_n

Niha ez heşt salî me û dema ku min dapîra xwe naskir, ez têgihiştime wê yekê ku zimanê min û yê dapîra min ji hevdu cihêreng in û ez ji çîrokên wê fêhm nakim. Wê demê, ez bûme zarokekê pirsyarker, bêaram û hêrsoyî. Di jiyana zarokekê de, travmayekê mezin e ev yek.

Dapîra min, li Kurdistanê dijiya, weke hemû malbata diya min. Bi demê re, ez têgihiştimê ku ez ji zimanê xaltikên xwe jî fêhm nakim. Ji wê rojê ve, ez lê dipirsim û vedikolim. Min dapîra xwe, zû wenda kir. Ne ew ê ji min fêhm kir û ne jî min jê fêhm kir. Lê ez gihêjtime dapîrê xwe û min bi dapîr û xaletên xwe re, Kurdî peyîvîm. Çi keyfek mezin e.

Ma hûnê çima ji vî zimanê dewletê ê lêpêwîstker hez bikin? Helbet, hûnê dê jê nefret bikin û her ku hûn bi vî zimanî bipeyîvin, bila nefreta we zêdetir jî bibe. Çimku ev zimanê kujerê we ye, vê yekê tu caran ji bîra nekin. 

Ali Gurdilî: Disa di gotina xwe de te gotiye ku ‘Ez ji du tiştan gelekî hez dikim: Evîn û Serbestî. Lê ger ez bêgav bimînim ku ji wan yekê hilbijêrim, ez ê serbestiyê hilbijêrim.’ (3) Çima di pêşiya evînê de serbestî? Û li gor qeneeta te, têkiliya serbestî/azadiyê, bi evînê re çi ye gelo? 

Kejê Bêmal: Eşq û azadî… Du kiruyên girêdayî hevdu weke cêwiyên siyamî. Lê wekî ku min berê jî got, mirovî ji layê sazûman û ol ve, ji xwezaya xwe hatiye qewirandin. Mirovên ku ji xwezaya xwe dûr ketibin jî, nikarin pirsyarker bin. Eşq ew taybetmendiya mirovî ye, ku mirovî pê dibe mirov. Tiştên ku me ji ajalan/heywanan cuda dikin, ne tenê mejî û axaftin e, rewşa evîndariyê, rewşa eşqê ye. Wesfeke wiha bêhemta, mirov dikare bibêje ku bitenê li cem mirovên azad peyda dibe.

Dera ku azadî lê tunebe, eşq jî tune û angaşteke wiha, mezintirîn derew e. Têkiliyên îroyîn yên jin û mêran, yan jî yên hevezayendan, li ser xîmê malhebûna taybet hatiye avakirin.

Li wê dera ku malhebûn/milkiyeta taybet hebe, meriv nikare behsa eşqê, belam encax meriv dikare behsa ‘malan’ bike. Û ez jî naxwazim ku bibim wekê ‘malek’ ê. Ez dixwazim ku bibim evîndar û weha jî bimînim. Ez halê eşqê ya xwezayî, ku xam e û hê xira nebûye dixwazim. Vê gotina xwe, min di vê mahneyê de gotibû.

217187_3096733756603_923109839_n

Ger têkiliyeka ku ez wê wekî eşqê binav dikim, ji aliyê mirovekî ve wekê mulkiyeteka taybet were dîtin, wê demê nexwe ez jî dikevim wê rewşa ‘malbûnê.’ Mirovên ku mulkiyeta taybet îcad kirin, piştra jî çît/çeperan îcad kirin. Hege mirovî mulkiyeteke taybet e, helbet dê ‘çepereka’ ku sînorên mirovî destnîşan bike, hebe.

Divê tu kes ne xwediyê vê wêrekiyê be. Ger di mahneyekê wiha de, tiştek biqewime, helbet ez ê ber bi azadiya xwe ve bibezim. Bila tu kes ne li pêşiya min be û bila tu kes, ji min dereng jî nemîne; em ê ligel hevdu bimeşin. Tiştê ku min li wir got, ev yek bû. 

Ali Gurdilî: Beriya demekî te li ser zarokên Kurd yên ku li metropolên Tirkiyeyê dijîn û ketine ber çerxa asîmîlasyonê lêkolîneke pêk anî, ku navê lêkolînê jî, ‘Zarokên ku li zimanê xwe hatine xeyîdandin’ e. Li gor bîr û baweriya te, di vê mijarê de Kurd dikarin çi bikin? Pêşniyarên te çi ne? 

Kejê Bêmal: Li ser xebata xwe ya ‘Zarokên Ku Ji Zimanê Xwe Xeyîdî ne’ ez gelekî hestyar im. Bawer bikin hege min vê lêkolîna xwe, li welatekî din bikira, dê dinya serobino bibûya. Lê li cem me, bû qurbana dewra belaş û vale ya ‘pêvajoya aştiyê.’ Nivîskarekê wê demê pirseka wiha ji min kiribû: ‘Dê hûn û ‘zarokên ku ji zimanê xwe yê dayîkê hatine xeyîdandin’ çawa li hevdu werin?’ 

Ez meseleyê bi kurtebirî wiha bibêjim: Ev sed salin ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Zimanê Kurdî hatiye qedexe kirin, tehde û zordestî li ser Zimanê Kurdî hatiye sepandin. Asîmilasyona ku li me hatiye kirin jî, li holê ye. Heçku di bernameyên partiyên me yên siyasî de, tê gotin ku ‘perwerdehiya bi zimanê dayikê, heq e.’ û ew, xwedêgiravî vê yekê diparêzin. Min aliyekî bêhêz ya dewleta Tirk derxiste holê û bawer bikin hege piştgiriyeke mezin bo vê lêkolîna min bihata dîtin, dibê ku me makezagonê jî biguheranda.

Heta ez dikarim bibêjim ku min dewleta Tirk, li ser sûc zevgirt û min vê yekê, bi gotinên pisporan jî peyîtand û hem jî, bi belgeyan. Herweha, min bi wan zarokan hevpeyvînan jî pêk anî. Di ser lêkolîna min de salek derbas bû, lê a niha hêjî zarokên me yên ku bi Tirkî nizanin bi tawana korîzaniyê/kêmeqiliyê, wan dişeynin navendên rehabilatasyonan.   

Ev xebata min, di bîr û raya giştî de gelekî bal kişand.

Bila kes nebêje ku haya me jê tune. Min vê meseleyê li zaningeh, konferans, TV û li rojnameyan, anî zimên. Mixabin, siyasetmedar û saziyên sivîl yên civakî, bala xwe nedan vê xebata min. Gelê me jî, tu bertekekê bo vê yekê nîşan neda û ev yek jî, nîşana stûxwarkirinê ye. Bila Hurmuz tikesan efû neke! Ziman, nasnameya we ye.

Ger zimanê we tunebe, nasnameya we jî tune. Ango, Kurdî tunebe, Kurd jî tune nin. Divê Kurd, li gor vê rastiyê riya jiyana xwe bibînin. Bi janek mezin, em xilas dibin. Piştî van tiştên ku li zarokên me dikin, domana duyemîn odeyên gazê ye. Dereka ku em bikaribin herin wir, êdî tune. Em mecbûr in ku li ziman, nasname û li welatê xwe xwedî derkevin. Nexwe, siberoja zarokên me tarî ye.      

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re tu dikarî hebekî jî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Yanî sekna te ya li hemberî jiyanê çi ye û tu çawa li jiyanê dinihêrî?  

Kejê Bêmal: Pirsa herî berfireh… Vejiyîn… Erê hebûna mirovî, ji tunebûnê çêtir e. Madem ku em hene, tiştên herî xweşik jî divê em bijîn. Eşq jî, sewda jî, azadî û delalî jî, divê zêdetir bin. Ji ber ku ez wiha difikirim, min jiyana xwe bi keyfxweşî derbas kir û heta ez saxbim, ez ê vê yekê bidomînim.

Sekna min jî, seknek şoreşgerî ye, ez sitûyê xwe xwar nakim û ji ber vê yekê jî, ez xwe bisiûd dihesibînim. Aliyê min yê wêrek û serhişk, mîrateya bav û kalên min e. Ez ne xwediyê dilerîneke firoşker û erzan im. Ger tiştekî wiha hebe jî, ez hê pê nizanim. Hêvîdar im ku di siberojê de jî, tiştekî wiha pêk neyê; nexwe dê ez ê gelekî xemgîn bibim. Lawê însanan, gotine ‘Enel Heq!’ û divê meriv heqê vê gotinê teslîm bike. Heta meriv bijî, ‘Enel Heq!’ 

Ali Gurdilî: Wekî pirsa dawînî ji pakiya xwe, tu dikarî ji bo me felsefeyê pênase bikî? Yanî li gor fikra te, felsefe çi ye? 

Kejê Bêmal: Li ser rûyê dinyayê, herî zêde Tirkan felsefeyê jêr dîtine û heta ku ev yek, bi gotina ‘Felsefe meke!’ ketiye zimanê wan jî. Ev yek, tenê di çanda Tirkî de tê dîtin. Heçku, felsefe wateya jiyanê ye. Lêgerîna, zanayiyê ye. Beza li pey zanayiyê, pirsyarîkirin û lêkolîn e. Xwesteka, gihêjtina heqîqetê ye. Şertê mirovbûnê, yê pêşîn e. 

keje-diline-kusen-cocuklar1

Civakeka ku vê yekê înkar bike, helbet bi awayekî hovanê dê bixwaze ku ji bilî kultura xwe, hemû gel, ziman, ol û kulturên cihêreng ji holê rake. Çîrok, klam, stran, ol û hemû kultura Kurdan, felsefîk in. Ji ber vê yekê jî, li gor baweriya min dengbêj, fîlozofên herî mezin in. Bi awayekî eşkere dikarim bibêjim ku mirovekê ku her tiştî qebûl bike, lê nepirse û nezan e, ew bêmejî ye. Belam, ez ji livoka mejî gelekî hez dikim. Di jiyanekî de hege lêpirsîn, rûbirûkirin, pirsyarîkirin û têgihiştin tunebe, bêguman ew jiyan dişibe dojehê.  

Ali Gurdilî: Malî ava Kejê Bêmal xan. Te ev dema xwe, da me û pirsên me bersivandin. Spas û serkeftin bo te.

Kejê Bêmal: Ez jî gelekî spasiya te dikim. Ya rast, ez xebatên te ji nêz ve û bi keyfxweşî dişopînim. Birêz Gurdilî, xebatên te îsbateka herî eşkere ya dewlemendiya Zimanê Kurdî ye. Ez xebatên te gelekî girîng dibînim û diecibînim. Gelek tiştên nû, ez ji xebatên te fêr dibim. Pêşniyara min ji ciwanan re ew e ku, bila xebatên te ji nêz ve bişopînin. Di dawiya vê hevpeyvînê de ger hûn lînkên xebatên xwe nîşan bidin da ku ciwanên me bikaribin xwe bigihînine wan, dê ez ê keyfxweş bibim. Bi hezkirin û hurmet.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

22.02.2014 

jêder 

1- Hevpeyvîna Kejê Bêmal Ya Agendakurdê

2- Rûpela Kejê Bêmal Ya li ser tora Twitterê

3- Rûpela Kejê Bêmal ya li ser Facebookê

4- Hevpeyvîna Kejê Bêmal Ya bi Zarokan re

Ger tu bixwazî ku reseniya wêneyan bibînî, ji kerema xwe re ser wêneyan bitiqîne. 

Lînkên Xebatên Mamoste Ali Gurdilî/Li Ser daxwaza Kejê Bêmal  

1- www.felsefevan.org

2- Rûpela Felsefevan ya li ser Torbenda Facebookê 

3- Rûpela Mamoste Ali Gurdilî ya li ser torbenda Facebookê

4- Quncikê Nivîsên Mamoste Ali Gurdilî di Malpera Felsefevan de

5- Quncikê nivîsên Mamoste Ali Gurdilî di Malpera Rewanbej de

6- Rûpela Malpera Felsefevan Ya li Ser Torbenda Twitterê

7- Hesabê Mamoste Ali Gurdilî ya di Twitterê

Bersivekê binivîsin