Hevpeyvîn Bi Helbestvan û Rexnekar Ezîz Xemcivîn Re

Hevpeyvîn Bi Helbestvan û Rexnekar Ezîz Xemcivîn Re

Ezîz Xemcivîn ne tenê keseran dikişîne û xeman dicivîne,

lê peyvên bedew jî kome ser hev dike û radigihîne. (1)  

Şahîn Soreklî 

Hevpeyvîn Bi Helbestvan û Rexnekar Ezîz Xemcivîn Re 

    Ezîz Xemcivîn, Helbestvan û Rexnekarekî Kurd e û ji Binxetê/Rojavayê Kurdistanê ye. Çend sal in ez wekî xwendevanekî kekê Ezîz dişopînim û bi keyfxweşî helbestên wî dixwînim. Mirovekî diltenik û nefsbiçûk e û dilê wî, her ji bo ziman û çanda Kurdî lê dide. Carinan, bi dengê xwe yê şîrîn û herikbar, helbestên xwe jî dixwîne û wan raberî xwendevanên Kurd dike. Li ser navê Malpera Felsefevan, me ji cenabê wî daxwaza hevpeyvîneke kir û mala wî ava, ew î jî destûra vê hevpeyvînê da me.

Ali Gurdilî: Kekê Ezîz, ez hay jê heme ku pirraniya xwendevanên Kurd, te dişopînin û dinasin. Dîsa jî, bi kurtasî be jî tu dikarî hebekî xwe bi xwendevanên me bidî nasandin? 

Ezîz Xemcivîn:  Li ser baskên gotinan, çarçoveya Hestan û Evîna Welatê birînê roja ko min dest bi hûnandina derd û êşên Miletê xwe kir ew roj ji bo min zayîn bû, zayîneke nû bû. Di dawiya sala 1965an de li gor ko nasnameya min wilo dibêje, min çavên xwe li ser ruhniya Jiyanê vekir. Ji zaroktiya xwe de min xwe pir bi guhdarîkirina Stranên Kurdî ve mijûl dikir. Min Stran jiber dikirin, min hin jî bi guhdarîkirinê re dinivîsandin. Xuya bû ko bala min bi ser Deryayekê ve diçe, ew jî rêyeke nedîtber û penî ye. Lê min ew bi cegerdarî şopand, da ser û ez ji ewî Şêrê li pişt veşartinan netirsiyam. Her bi temen ve çûm, bi xwendina pertûkan bi hêztir bûm. Di Çardehsaliya xwe de min dest bi nivîsandina Kurdî bi tîpên Latînî kir. Di sala 1982an de min û Helbestê hevûdu nas kir. 

z11964394_198614927016053_502838494_n

Ali Gurdilî: Qasî em te dişopînin; tu helbest, nivîs û hemû berhemên xwe, bi tenê bi Zimanê Kurdî diafirînî. Helbet ev yek, tiştekî pirr normal e û ciyê şanaziyê ye. Lê ji ber bandûra zimanên serdest, em dizanin ku gelek kêm kes bi tenê bi zimanê xwe yê resen dinivîsînin. Sedemên vê helwesta te çi ne? 

Ezîz Xemcivîn:   Zimanê Kurdî, Ji Pênûsa min re Zimanê hêsira pêşî bû, ew hêsira ko germa hestan û nalîna cegereke sotî û dilê bêderfet di çarçoveyeke Devloke de kêşandina azariyan û tehlîşka Bindestiyê. Gava ko ji Dibistanê dihatim qewirandin û ji min re digotin tu bê Nasname yî, here Bavê xwe bîne. Ez bi dilekî xemgîn diçûm malê û min ji Bavê xwe re digot: Mamoste ji Dibistanê ez qewirandim.  

Tiştine din jî hebûn, di heman ewê demê de her tişt bi Kurdî qedexe bû. Tê bîra min ez dehsalî bûm, Xaniyekî mala Kalikê min hebû di dawiya Hewşê de bû, bi Kelpîçên pahnkayî bû, merovên me mêvandarî dihatin, deriyê Xanî digirtin û hemûyan xwe li dora Tomarekê (Band) kom dikirin û li Stranên Kurdî (Siyamend û Xecê, Memê Alan) guhdarî dikirin.

z21960306_198614997016046_1235540185_n

Lênivîsa Hişê min ew hemû bûyer, stem, derd û têkçûn bi Kurdî kom dikirin. Tev ko min dikarîbû bi Zimanê Erebî jî binivîsanda û wê nuha bi dehan Pertûkên min hebana, lê Kurdî ez dikişandim Toreya xwe, Ji ber evîna min bû, hez û dilbijîna min bû, ko bi Kurdî ez karibim Gulzarên gotinan ji Zarokên Kurdan re biçînim.

Ali Gurdilî: Ez bawer im tu gelekî di bin bandûra hestên netewî yên bavê xwe de mayî newsa? Di hevpeyvîneke de, bala min kişand? (2) 

Ezîz Xemcivîn: Di Pertûka min ya bi navê Pejal de helbet min ew diyarî Bavê xwe kiriye û min diyariya ewî wisa nivîsandiye: Bijî ew Zimanê şêrîn gava te got: Em Kurd in… Erê ev rastiyeke ko min Kurdayetî û hestên Netewî ji Bavê xwe girtine. Bavê min tev ko Dibistan ne xwendiye jî lê xwe hînî xwendin û nivîsandinê, hejmargirtinê kiri ye. Heta nuha jî ez ewî ji xwe re wek lêvegereke Gencîniya Ziman dibînim. Hin gotinên Kurdî hene tenê li bal Kalemêran peyda dibin.   

Ali Gurdilî: Mijarên helbestên te, bêtir çi ne gelo û tu helbestên xwe çawa dinasînî? Yanî, helbestên te klasîk in, nûjen yan jî postmodern in? 

Ezîz Xemcivîn:  Helbesta klasîk nanivîsînim, nikarim li hevhatina gotinan, an yekgirtina Rêzbendan ji xwe re bikim dahf, ez nikarim Çengên Helbesta xwe Basko bikim, nikarim çarenivîsa Helbesta xwe têkim destê Tirazûyê. Lê nayê wê wateyê jî ko li dijî Helbesta Klasîk im, na! Helbesta Klasîk jî cihê wê li bal Nivîskar û Xwendevan wê hêja ye. Dema ez Stranan dinivîsînim, ew Stran bi tirazû kirî ne, ji ber Stran bi giştî wisa xweş dibin.

Helbesta min azadiya xwe dîtiye, Baskên xwe qurifandî nedîtine.

Helbesta corbicor dinivîsînim. Lê hemû naverok û şûvên wê bi tovê Evînê çandî ne. Min tu caran Rişme bi destê Helbestê ve bernedaye û min xwe Bindestê wê jî nedîtiye. 

Ali Gurdilî: Di bîr û raya giştî ya Kurd de, cenabê te wekî rexnekar jî tê nasîn. Di civaka Kurdan de, dema ku navê rexneyê derbas dibe, bêtir şaşiyên rêzimanî têne bîra/hişê xwendevanan. Gelo ev nêrîn, çuqasî nêrîneke rast e û li gor baweriya te, divê li ser kijan bingeh û prensîban, rexne pêk werin? 

Ezîz Xemcivîn:  Rexne, coreyeke pêşketina Zimên e, lê Miletê me hêj ew nepejirandiye. Hin hene xwe dûrî rexnekirinê dikin, hin hene xwe di ser Rexneyê re dibînin. Lê ji her du aliyan re dibêjim Rexne, coreyê herî giring ji pêşketina Miletan re ye, ne tenê Wêje, belê hemû coreyên nivîsandinê. Ezmûneya min di mijara Rexneyê de ew jî bi destpêkirina min girêdayî ye, min her komek Helbest dinivîsandin, min şevbuhêrk li ser çê dikirin û min li hemû hevalan guhdarî dikir. Ne tenê li Bajarê xwe lê diçûm gelek Bajaran, û hinekan ez diêşandim, bi gotinên ne xweş, lê ez dilsar nedibûm.

Di têgihiştina min de ji Ziman re, noqbûna min di Rêziman de, min dest bi nivîsandina gotarên Rexneyê kir. Her weha min mijarên Tabû di civaka me de anî Ziman, ew babetên ko bi tirs û saw em nêzîkî wan dibin. Lê Pênûsa min xwe ji hemû mijaran çavtirsandî nake. Ez baweriyên xwe bêtirs tînim ziman. Min ezmûneya hin hevalên Nivîskar jî rexne kiriye. Di evê derbarê dixwazim tiştekî ji xwendevanan re bibêjim, Pertûka min ya bi navê Delîveya Rexneyê, ew mijarên wê hemû rexneyî ne, çendîn car min ew ji Weşanxaneyên Kurdan re rê kiriye, bersiveke neyênî li min vegerandine û gotin: Pertûka te ne guncayî çapkirinê ye…!!
Ev mijar hinekan dilteng dike, hinekan jî kêfxweş dike, lê bi piranî naxwazin ko rexneyan li wan bikin. 

Ali Gurdilî: Niha xebatên te çi ne kekê? Yanî, bêtir tu çi dinivîsînî û projeyên te çi ne? 

Ezîz Xemcivîn: Xebatên min jî corbicor in, hin Helbest, Rexne, Strannivîsandin, Roman û li ser stema ko li Jinê dibe jî dinivîsînim. 

Ali Gurdilî: Carinan ez wiha difikirim ku helbest di demên herî kevnare de jî hebûye û her dem jî, ji bo mirovî bûye navgîneke hunerî. Wekî zanîna cenabê te ye, felsefeyên herî kevn; bi rêya helbestan xwe dane der. Li gor bîr û baweriya te, gelo têkiliya helbest û felsefeyê çi ye? Çima gelek feylesofan jî, ramanên xwe bêtir bi helbestan dane xwiyakirin?      

Ezîz Xemcivîn: Eger mirov baş tê de birame, Helbest Felsefeya Helbestvan e, hunera derbirrîna Hestan ew bi xwe jî  Felsefeyeke taybet e. Ne wek hindek kes dibînin Helbest tenê rêzkirina gotinan e. Na! Bêguman heta bi awayê hevdudaniya gotin û Hevokan ji Felsefeya derbirrînê ye. Helbesta me kar jê re nebûye ko taybetiyeke xwe bibîne. 

Helbesta Klasîk ji dema Baba Tahir, Cezîrî û Xanî ve nêrdewana wê ber bi jêr ve daketiye û eger tu bala xwe baş bidî Helbesta Tirazûkirî ya ko nuha tê nivîsandin, bê çi qas paşketî ye tev ko bi sedan sal derbas bû lê nagihê asta Klasîkên me û ronaka wan. Berî sedên sal Helbesta me bi hêza xwe li himber Helbesta cîhanî dirawestiya. Eger tu mijarê Cezîrî û rewanê Felsefî movik bi movik di malikên Helbesta wî de bipelîne.

z31903044_198616830349196_1374705557_n

Min berê jî aniye Ziman dîsa jî ez ê dubare bikim. Helbestvanên Sedsala Bîstan bûn sedem ko Helbest Kulek bibe û ew Şêweyê hunerî, wêneyên helbestî û heta bi tirazûyê têk bibin.

Mînak Seydayê Cegerxwîn xwe Şagirtê Xanî didît, Seydayê Keleş û Tîrêj xwe şagirtên Cegerxwîn didîtin û nedixwestin ji ewê ast bilindtir bibin û ji ewê çarçoveyê derkevin. Ewan bi xwe jî tirazûya Helbestê ya resen têk birin, ji Pêlawazan ber bi Movikan de guherandin. Stêrikên Baba Tahir, Cezîrî û Xanî li jor bûn, evan wekîniya ewan Stêrikan daxistin Helbestên xwe. Lê tu caran tiştê çêkirî nabe wek yên resen û ew yek ji sedemên lawazbûna (Durv û hin caran Naverok jî) Helbestê bû. Tev li wisa jî ez Cegerxwîn û Helbestvanên hevdema wî têkoşer dibînim.   

Ali Gurdilî: Li Kurdistana Bakûr, ligel gelek derfetan jî, rewşa Zimanê Kurdî gelekî xirab e, aloziyek jî xwe dide der. Asîmîlasyona bêwujdan, her li ser kar e. Zimanê Tirkî, heta li gundan jî hema maye ku bibe zimanê axaftin û ragihandinê. Wekî mirovekî ji Binxetê, tu rewşa me çawa dinirxînî? Sedem û pêşniyarên te çi ne bo çareserkirina vê meseleyê?  

Ezîz Xemcivîn: Rewşeke metirsî ye, Ziman ber bi bişaftinê ve diçe, ew plana ko dijmin tê de biserneket îro roj bi destê Kurdan dibe. Berê jî destê Kurdan tê de hebû, lê îro bêtir. Kurdên Bakur bi piranî xwe radestî Bişaftinê kirine, heta bi Tevgera Siyasî jî xebata civakî nekirine, tenê guh dane mijarên rêxistinî, çawa xwe li himber hev xurt bikin, çawa wê yek yekî têk bibe û wilo jî Dijmin bi kêfa xwe maye, mafir ko Kurd hevûdu dixin û têk dibin ewê jî temaşe bikin.

Kurdên li Bakur, Ziman bi zarokên xwe şêrîn nakin. Ez çûm seredana Nivîskarekî dostê min e, li Istanbûlê û rêz pir di navbera me de heye, zarokên wî bi hev re bi Tirkî dipeyivîn. Li Binxetê ji 20 hezar mal tu malekê wisa nabînî. Eger tiştekî wisa hebe xelk eger nedin ber pozê wan wan, di nav xwe de wek kêmaniyekê ji ewê malbatê re dibînin û dibêjin: (Bi Zarokên xwe re bi Erebî dipeyivin)!!

Kurdên Bakur ne tenê li Welat belê li Ewropa jî bi piranî ji Zimanê Tirkî hez dikin, mixabin! Eger wisa bimîne wê Zimanê Kurdî bêtir têk biçe. Çi gava Bav û Dê bi Zimanê serdestan axivîn, tekez dê Zarokan wan jî bi heman Ziman biaxivin. Çareserî jî hişyarkirina giştî, bi metirsiya ko Zimanê me li ber têkçûnê ye û Stranên Kurdî, Zimanê Kurdî bi Zarokan şêrîn bikin. Bi Zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Parastina Ziman, Parastina Milet ji bişaftinê ye. 

Ali Gurdilî: Kitêbên te yên ku li Kurdistana Bakûr hatine çapkirin çend in û berhemên ku te hê wan nedaye çapê hene gelo?    

Ezîz Xemcivîn: Pertûkên min li Bakur çap nebûne, mixabin Weşanxaneyên Kurdan li Bakur ji min re û gelekên wek min re çap nakin. Hemû jî bi behaneyên sexte û ne li rê, sedem jî pir in, ez nikarim bînim Ziman… Ez navan nabêjim, lê min gelek nameyên wan li bal xwe weke belge hiştine. Pertûk ne li ser asta Wêjeyî çap dibin. Pertûkên min heta nuha pênc çapkirî ne… û Deh jî neçapkirî ne.

Ali Gurdilî: Kekê Ezîz, em hebekî jî felsefeya te ya jiyanê meraq dikin? Ji kerema xwe re tu dikarî ji me re hebekî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî û pênaseyeke felsefeyê bidî? 

Ezîz Xemcivîn: Di nerîna min gava herî rast ko mirov karibe xwe li ser bingeheke bi hêz ava bike. Ew e ko bi xwe re rastgo be, Kesê/a ko bi xwe re nerast be, nikare bi Xelkê jî re rastgo be.

zas1801001_198620080348871_1966097417_n

Naxwazim em hev piçûk bikin, an hev piçûk bibînin. Lê bila em her yekî/ê bêtirî qebareya wî jî nedinê. Gêvilî di nirxandinê de nebaş e, bila nirxandin li ser têgeha pêzanînên zanyarî be. Bila em gumanên pêşinde li ser hevûdu guman nekin. Nirxê tiştekî di bin siha gelek tiştan de neveşêrin û ne jî buhayê gelek tiştan ji bo tiştekî têk bibin. Kurd heta roja îro li pêl û yefşê siwar nebûne. Piraniya wan li Hespê xelkê siwar dibin û piştî demeke kurt tê bibîne Kurdo destên wî li pişt wî ne û peya dimeşe.

Ali Gurdilî: Kekê Ezîz Xemcivîn, em gelekî spasiya te dikin ku te ev dema xwe da me û pirsên me bersivandin. Mala te ava be, em serkeftinê bo cenabê te dixwazin.

Ezîz Xemcivîn: Birayê Alî, xebata te di warê Netewî û Felsefî de li bal min pir bi nirx û buha ye. Tu kesekî bilind û zanyar î û ne gotina min te bilind dike, helwesta min jî ne dilxweşkirin û şelafî ye, lê ev rastiyek e. Ew kesê/a ko bi zanîna xwe liberxwedana tariyê dike, li dev min pir buha ye. Ez serketinê ji te re dixwazim. 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Jêder

1- https://www.facebook.com/profile.php?id=100006026414407&fref=ts

2- http://www.haberdiyarbakir.com/eziz-xemcivin-babamin-gozyaslari beni-sair-yapti-36311h/#ixzz2tbXCPL9M

3- http://ku.wikipedia.org/wiki/Ez%C3%AEz_Xemciv%C3%AEn  

Kurtejiyana Helbestvan û Rexnekar Ezîz Xemcivîn 

Ezîz Xemcivîn helbestvanekî kurd e. Ezîz Xemcivîn di sala 1965an de li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye. Sala 1985an ji peymengeha Electricê (kehreba) xilas kiriye. Sala 1982 an dest bi nivîsandina helbestê kiriye, yekem helbesta xwe li kovara Gelawêj hejmara7/8an sala 1985an) belav kiriye.

Di sala 1990î de yekem berhem (A-B eya Kurdî) alfabêya kurdî çap kiriye.

Yek ji endamên redakisyona malpera tirej.net , Semakurd, Avestakurd bû. Li gelek malper, Youtube û kovarên kurdî berhemên xwe belav kiriye. Hejmarek ji helbestên wî yên stran bi dengê stranbêjan hatine gotin. 

Berhemên wî 

Zindana Piçûk- (helbest) li yekitiya nivîskarên Kurd li Duhokê çap bûye.

Pejal – Pejal (helbest) (helbest) Bi riya Dezgeha Sema çand û huner li Dubey hatiye çapkirin..

A-B eya Kurdî 1990 çap bûye

Mele Ehmedê Palo jînengerî (wergerandin ji zimanê erebî)

Gotinên pêşiyan. Li Silêmaniyê ji hêla Inistûtya kelepora kurdî ve hatiye çapkirin 2011. 

Berhemên neçapkirî

Evînî û bîrhatinên Çivîkan (Bîranîn û serpêhatî)

Stranên jînê (Dîwaneke stranan)

Pêlên ahîna matmayî (Helbest)

Çend bihnok li pêxîla keserê (Helbest)

Henaseyên rêwîng. (Helbest)
Şîrava Elindê (Helbest)

Zimanê Evînê (Helbest)

Zêro (Roman)

Nazê Muller (Roman) hêj bi dawî nebûye.

Kewara Girî(Beşê dudiyan ji Delîveya Rexneyê, taybet li ser Jinê)

Delîveya Rexneyê (Rexne) (3)  

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin