Hevpeyvîn Bi Helbestvan û Nivîskar Receb Dildar Re

Hevpeyvîn Bi Helbestvan û Nivîskar Receb Dildar Re

Bi ya min felsefe têgihîştin, şîrovekirin û helwesta li hemberî jiyanê ye. Eger hinek din jî kin bikim û Kurt û Kurmancî bibêjim felsefe helwest e. Li hemberî zulmê helwesta edeletê, li hemberî tariyê helwesta ronahiyê, li hemberî dilreşiyê helwesta dilpakiyê. Helwesta ji bo pêşveçûnê ye, helwesta ji bo mirovahiyê ye. Û her tevgereke me helwesteke felsefîk e. Divê em felsefe bixwînin lewra felsefe di şevên reş de wek şewqa çirayê ye.

Receb Dildar 

Hevpeyvîn Bi Helbestvan û Nivîskar Receb Dildar Re 

Ali Gurdilî: Merheba kekê Receb, spasdar im ku cenabê te daxwaza min ya vê sohbet/hevpeyvînê qebûl kir, mala te ava. Li ser navê Malpera Felsefevan, em gelekî spasiya te dikin. 

Ez dixwazim ku bi pirseke klasîk dest bi vê sohbetê bikim. Xwendevanên kurd, bêguman wekî nivîskar û helbestvanekî cenabê te dinasin. Lê min xwest ku ji cenabê te em fêr bibin. Gelo bi kurtasî be jî, tu dikarî xwe hebekî bi me bidî nasandin? 

Receb Dildar: Malpera Felsefevan ji bo me malpereke bi qedr û qîmet e. Di nav malperên Kurdî de ekoleke cihê ye, li ser bingeheke zexm û xurt wek çirayeke ku ji kûrahiya dîrokê biçirise derdora xwe ronî dike. Ji bo vê hevpeyvînê ez ji we re spas dikim. 

Kalê min Hesê Karazî, wek ku ji navê wî jî diyar e ji Karaza navçeya Amedê ye. Ji malbata Kemalê Milî ye. Ji ber hinek bûyeran ji Karazê bar kiriye hatiye derdora Çinara Amedê û carek din venegeriyaye Karazê. Ez bi xwe di sala 1958-an de li gundê Bedurluyê hatime dinyê.. Di şeş saliya min de em hatine li Elîpara ber Amedê bi cî bûne. Min dibistana pêşîn li Amedê xwend. Ya navîn jî li “Diyarbakir Orta Okulu” qedand. Piştî dibistana navîn wek “yatili” çûm bajarê Kirşehîrê û min li wê derê dibistana mamostetiyê di sala 1976-an de qedand. Û di sala 1977-an de jî bi dotmama xwe Fetîhe Xanimê re zewicîm. 

Min qasî şeş salan li navçeya Pîran, li navenda Amedê û navçeya Pasûrê mamostetî kir. Piştî darbeya Kenan Evren di sala 1982-an de hatim girtin û qasî çar salan di zîndana Amedê de mam. Û heta dawiya emrê xwe ji karê dewletê hatim qedexekirin. Lê bi alîkariya hinek hevalan ketim şîrketeke dermanan û heta emekdariyê di wî karî de xebitîm. 

Piştî emekdariyê min di sala 2003-yan de bi şîara “şewqek li Welat-Ülkede bir ışık” li Amedê dikana pirtûkfiroşiyê vekir û qasî du salan xizmeta xwe domand. 

Min di gelek kovar, rojname û malperên  Kurdî de gotarên çandî û siyasî belav kirine. Du kurr du keç bavê çar zaroka me. Niha li Amedê dijîm û bi karê nivîsê re mijûl im. 

Ali Gurdilî: Cenabê te, bi helbestê dest bi nivîskariyê kiriye newsa? Navê yekemîn helbesta te çi bû gelo? Li kû hate weşandin û te çi hîskir dema ku ew weşiya? 

Receb Dildar: Di ciwaniya me de, berhemên Kurdî nediketin destên me, ya rast hema bibêje tune bûn. Min cara pêşîn Elfabeya Kurdî di kitêba “ Dosyeya parastina DDKO” yê de dît. Sal 1975 wan bû. Gelek heyirîbûm. Ji wê çaxê de hişmendiya Kurdî bi min re çêbûye. Berî salên 80-yî bitenê çend kitêbên Kurdî çap bibûn. Mem û Zîn û Elfabeya ku ji aliyê Mehmet Emîn Bozarslan ve hatibûn amadekirin û çapkirin. Dîsa çîrokên Mehmet Emîn Bozarslan bi navê Meyro hatibûn çapkirin. Wekî din jî helbestên Cegerxwîn bi navê Şefeqa Lenîn hatibûn çapkirin.. Dibe ku hinekên din jî hebin lê min ev dîtin. Û bandoreke mezin li min kiribûn. 

Piştî darbeyê li ser zimanê Kurdî pêkutiyeke tund dihat meşandin. Tiştekî Kurdî hebûya divê me ew di heft qulikan de veşarta.. Ji ber ku cezayên giran didan nivîsa Kurdî, min helbestên xwe yên pêşîn ji ber dikirin û her tim dubare dikirin ku ji bîr nekim. Di sala 1981-1982-yan de me li Amedê kovareke bi navê Kurdistan ya îllegal çap dikir û belav dikir. Pirraniya nivîsên wê bi Tirkî bûn lê min di du hejmarên wê de helbestên xwe yên Kurdî belav kirin. 

Helbet gava cara pêşîn helbesta xwe li ser kaxidê, di nav rûpelên kovarekê de dibînî, per tune ku pê bifirî ezmanan, kêfxweşiyeke bêhempa ye.  Dîsa ciyê kêfxweşiyê bû ku min di şert û mercên wê çaxê de  çend hejmarên kovarê bi destên xwe çap kirin û her ku merdane di ser rûpela helbestê re derbas dibû çirûskên kêfxweşiyê ji çavên min dipekiyan… 

Wek kitêb min helbestên xwe di sala 2003-yan de bi alîkariya Weşanxaneya Gun-Hîvronê bi navê Kewê Canê çap kir û belav kir. Mixabin niha çapa wê qediyaye. 

Ali Gurdilî: Ez ne xeletbim, di nav xebatên te de bi navê ‘Dewran’ wergera romana Seyît Alp jî heye newsa? Çima ew roman? Beriya çend salan bû, ku te wergerandibû kurmancî? Niha karekî wergerê heye di destê te de yan? 

Receb Dildar: Seyit Alp li Kirşehîrê  mamosteyê me yê edebiyatê bû û bandoreke mezin li me kiribû. Mirovekî gelek zana bû û bi kurdbûna xwe serbilind bû. Kurdê derdora Anqerê bû, ji ber ku Kurdî qedexe bû romanên xwe bi Tirkî dinivîsî lê dîsa jî navên Kurdî yên wek Velat, Şavk, Devran li wan dikir. Cemal Sureya gava behsa Seyit Alp dike dibêje “erê roman e, lê di heman demê de, helbest e, çîrok e, efsane ye, dîrok e, mîtolojî ye, dişibe trajediyên klasîkên Yûnan.” 

Bi rastî jî asta romanên Seyit Alp gelek bilind in… 

Piştî mirina mamoste Seyit Alp min xwest hinek be jî hesreta wî ya ji bo Kurdî bikewînim û min romana wî ya Devran bi navê Dewran wergerand Kurdî û ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve  di sala 2005-an de hat belav kirin. 

Derfeta min hebûya min dixwest hemû romanên wî bikim Kurdî, ev her tim di hişê min de ye.. Mixabin niha karekî wergerê di destê min de tune ye. Carna di nav re kêfa min ji helbest yan gotarek re were dikim Kurdî. Wek mînak min hinek helbestên Ahmed Arif, Cahit Sitki Taranci, Can Yucel kirine Kurdî û di kovar û malperan de belav kirine. 

Ali Gurdilî: Xelatên ku heta niha, cenabê te ji bo keda te ya wêjeya kurdî wergirtine çi ne gelo?  Herweha, em dizanin ku zarokên te jî, helbestvan û nivîskarên serkeftî ne û gelekî têne xwendin û hezkirin.

Gulîzer û Murad Dildar. Murad jî heta niha çend kitêb nivîsî ye newsa kekê? Bi rastî, ji bo bavekî ev yek cihê şanazî û bextewariyê ye û bila Xwedê bike para hemû mirovên kurdîhez. Ê baş e kekê, ji kerema xwe re tu dikarî hebekî behsa zarokên xwe û xebatên wan jî bikî?  

Receb Dildar: Mixabin li welatê me kevneşopiyeke xelatdayinê ya cîdî tune ye. Carekê Şaredariya Sûrê ya Amedê ji bo çîrokên zarokan pêşbaziyek li dar xist. Di yekemîn pêşbaziya çîrokên zarokan de, çîroka min ya bi navê Şîno xelata yekemînî wergirt. 

Dîsa Kovara Nûbiharê ji bo jimara xwe ya sedemîn pêşbaziya çîrokan li dar xist. Di wê pêşbaziyê de jî çîroka min ya bi navê Veger xelata yekemînî wergirt. 

Ji cêrgî ku xwe dizanim, mala me her tim wek dibistaneke Kurdî kar kiriye. Zarokên min  jî di nav van şert û mercan de mezin bûn û niha ez bi wan gelek serbilind im ku di nav qada edebiyata Kurdî de ciyê xwe girtine. 

Di nav zarokên min de ya ku pêşîn dest bi wêjeya Kurdî kir Gulîzer e. Bi helbestê dest pê kir û heta niha jî helbestan dinivîse. Di nav weşanên Avestayê de sê berhemên wê hatine çapkirin.. 

Li gorî salên çapkirinê her sê berhemên wê ev in: Keziyên Jinebî, Bûka Baranê, Şevname. 

Mûrad Dildar bi qada çîrokên zarokan dest bi nivîsê kir heta niha du berhemên wî bi navê Qesra Spî û Dara Sêvê ji aliyê weşanxaneya Avesta-Hêlîn ve hatine çapkirin.. Gelek berhemên wî ji bo çapê di rêzê de ne. 

Kurrê min ê mezin Azad Dildar jî di qada karê xwe de yanî di qada psîkiyatriyê de berhemek amade kiriye li ber çapê ye.. Di vî warî de gelek amadekariyên wî hene. Ez hêvîdar im ew ê gelek berhemên hêja bidin wêjeya Kurdî. Helbet di nivîsa wan de bandoreke min çêbûye û ji bo wê jî pirr şanaz im lê di vî warî de keda dêya wan Fetîhe Xanimê jî gelek zêde ye, divê meriv vêya tu carî ji bîr neke. 

Ali Gurdilî: Dema mirov kurteçîrokên cenabê te dixwîne, mirov rastê zimanekî helbestîk tê bi rastî. Ev yek jî, tehmeka cuda dide kurteçîrokên te. Xwendevanên te, çi dibêjin ji bo vê yekê? 

Receb Dildar: Ji bo kurteçîrokê dibêjin xwişka helbestê ya pordirêj. Herçiqas kurteçîrok hinek dirêj xuya bike jî, helbestên wek pexşan tên nivîsîn jî hene.. Yanî gelek taybetiyên wan yên hevpar hene. wek mînak herdu jî peyvên zêde qebûl nakin. Hevok û ristên zêde qebûl nakin. Li gorî romanê gelek tîr in. 

Ji ber ku ez helbestê jî dinivîsim, ew herikbarî ketiye ser zimanê min û carna derbasî kurteçîrokê jî dibe. Ev taybetiyeke zimanê min e. 

Gelek hevalan gotine “tahma helbestê ji çîrokên te tên”, “ gava dixwînim çîrokên te wek helbestê diherikin.”  Ji ber vê ecibandinê ez gelek kêfxweş im. 

Kurteçîrokên min heta niha wek du kitêban hatine çapkirin. Ya pêşîn Şikefta Xwekuştinê ye. Di sala 2008-an de ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin. Ya duyem jî di sala 2013-yan de bi navê Li Dû Xezalekê ji aliyê Weşanxaneya Avayê ve hat çapkirin. 

Ali Gurdilî: Beriya 7-8 salan me gotarên te jî di gelek malperên kurd de dixwendin. A niha karekî cenabê te a bi vî rengî heye gelo? Te dest jê berda an? 

Receb Dildar: Ji sala 2000-î û vir ve gotarên min di gelek malper û kovarên Kurdî de hatine weşandin. Lê niha ji bo malper yan jî kovaran xebateke bi rêkûpêk nakim.. Carna eger gotarek min amade bibe, li gorî şertên wê demê, li gorî mijara gotarê li ciyekî belav dikim. 

Ali Gurdilî: Qasî dizanim tu belgefilîman jî werdigerînî kurmancî. Niha destê te de karekî wisa heye, ku tu bikaribî behsa wê bikî? 

Receb Dildar: Ya rast di vê mijarê de ez gelek xebitîme. Min heta niha bi sedan fîlm, belgefîlm û kartonfîlmên zarokan wergerandine zimanê Kurdî. Û bawer im wê ev ziman ji bo sînema Kurdî jî bingeheke xurt ava bike. Niha di vê mijarê de karekî taybet nakim lê gava pêşniyarek were dinirxînim, şertên min dest bidin wergera wan çêdikim. 

Ali Gurdilî: Kekê Receb, rewşa zimanê kurdî niha li Bakûra Kurdistanê ne baş e. Axaftin û nivîsandina bi kurdî, her diçe kêmtir dibe li gor qeneata min helbet. Li gor baweriya cenabê te, sedemên vê yekê çi ne û mirov ji bo çareserkirina vê yekê dikare çi bike? 

Receb Dildar: Ev sed sal e li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyoneke hov tê meşandin. Bi dibistanan, bi medyayê, bi eskeriyê, li her qadên jiyanê her tim berdewam e. Heta telewizyon neketibûn hundirê malê, li hundirê malê Kurdî serdest bû, lê mixabin piştî telewizyon ketin nav malê, êdî di nav malan de jî Kurdî têk çû. 

Di vî şeş heft salên dawîn de bi hinek hewldanan di nav ciwan û rewşenbîran de xwedîlêderketineke li kurdî heye. Ciwan hîn zêde bi Kurdî diaxivin, xwendina kurdî hinek zêde bûye  lê mixabin têkçûna di nav gel de berdewam e. Lewra ji sedî 99 herkes di malên xwe de bi Tirkî diaxivin û zarok bi zimanê Tirkî mezin dibin. 

Çare çi ye? Çare îktîdara Kurdan e.. Desthilatdariya Kurdan e. Encax wê çaxê wê dibistanên Kurdî aktîf bibin û Kurd ji asîmîlasyonê xelas bibin. Bi kurtêlên xelkê zik têr nabe. 

Lê divê meriv xwe nede benda desthilatdariyê û li bendê mesekine. Li ser pişta her dê û bavekî Kurd bar e ku zarokên xwe wek kurdekî/ê mezin bikin. Li Kuçê û ciyê kar û ciyên danûstendinê ji xwe Tirkî serdest e, ji ber wê divê Kurd malên xwe bikin kelaya Kurdî û di nav malê de Kurdî biparêzin. 

Divê mijarê de pirraniya siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd  durû ne.  Derdikevin li qadan daw o doza Kurdî dikin lê di malên xwe de zarokên xwe wek Tirkekî/ê mezin dikin, ez li vê derê wan bi tundî şermezar dikim. 

Ali Gurdilî: Niha tu çi dixwînî kekê? Kitêba ku herî dawî te xwendî ye kîjan e? Ji kerema xwe re, tu dikarî hebekî behsa kitêbê bikî? 

Receb Dildar: Bê xwendin nabe.  Xwendin nûkirina jiyanê ye. Nûkirina fikr û ramanan e. Mirovekî bi edebiyata kurdî re têkildar nikare ji zarokên xwe re mal û mulkên dinyê bihêle. Ji ber wê dixwazim ji wan re kitêbxaneyeke dewlemend bihêlim û ji bo vêya hewl didim. 

Min li Amedê dest bi kitêba Hesenê Metê ya dawîn ya bi navê Pêsîrên Dayê kiribû, li mixabin ji ber ku ez li ser rêya Swedê me, min ew di nîvî de hîşt, min got çawa be ez ê li Swedê pêde bikim û min kitêba xwe ji bo Xwendina zarokan li Amedê hîşt Ji bo min Hesenê Metê di edebiyata Kurdî de ji deqên herî grîng yek e. Û di nivîsa zimanê Kurdî de jî ji hostayên herî mezin yek e. 

Îcar niha li Îzmîrê min kitêba Yasemîn Elban xwend. Kitêbeke çîrokên zarokan e, berhev kiriye û Weşanxaneya Avayê jî ew xistiye xizmeta zarokên Kurd. Navê kitêbê Ecêbên Dinyayê ye. Meriv dikare gelek dersan ji vê çîrokê bigire. Dewlemendî, pere û meqam ne her tişt in. Ya grîng mirovahî ye. Meriv dikare mijara çîrokê bi kurtahî wisa bibêje.  

Ali Gurdilî: Wekî pirsa dawî, tu ji felsefeyê hez dikî gelo? Li gor baweriya cenabê te, felsefe çi ye û çima divê em felsefe bixwînin? 

11070957_1099924803357573_1479823524431787776_n

Receb Dildar: Her mirovek gava tê dinyê û heta mirina xwe ne mumkun e ku ji felsefê dûr bijî. Lewra her gava davêje, her gotina dike, rabûna wî/ê rûniştina wî/ê hemû felsefe ye. 

Bi ya min felsefe têgihîştin, şîrovekirin û helwesta li hemberî jiyanê ye. Eger hinek din jî kin bikim û Kurt û Kurmancî bibêjim felsefe helwest e. Li hemberî zulmê helwesta edeletê, li hemberî tariyê helwesta ronahiyê, li hemberî dilreşiyê helwesta dilpakiyê. Helwesta ji bo pêşveçûnê ye, helwesta ji bo mirovahiyê ye. Û her tevgereke me helwesteke felsefîk e. Divê em felsefe bixwînin lewra felsefe di şevên reş de wek şewqa çirayê ye. 

Ali Gurdilî: Li ser navê malpera www.felsefevan.org ê, em gelekî spasiya te dikin kekê Receb, ku te ev dema xwe da me û bersiva pirsên me da. Mala te ava, tu her hebe. 

Receb Dildar: Mala we jî ava. Ji malperê re serketin dixwazim. Divê ev çira her tim şewq bide.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com     

Bersivekê binivîsin