Hevpeyvîn Bi Helbestvan Çîmen Mûrad Re

Hevpeyvîn Bi Helbestvan Çîmen Mûrad Re

Jiyan, di kefa destê te de despê dike! 

Çîmen Mûrad 

Hevpeyvîn Bi Helbestvan Çîmen Mûrad Re 

    Çîmen Mûrad, helbestvan û rewşenbîreka Kurd a naskirî ye. Niha li derveyê welatê xwe, tevî malbata xwe, li Almanyayê dijî. Helbestên Çîmen xan, li ser torên sosyal yên wekî fesbûk û twitterê, gelekî têne xwendin û ecibandin. 

Li ser navê malpera http://www.felsefevan.org/  ê, me ji Çîmen Mûrad xanimê riceya pêkanîna hevpeyvîneke kir, ku me dixwest em jiyan û helbestên wê bi xwendevan û şopînerên xwe bidin nasandin. Riceya me hate qebûl kirin û em gelekî spasiya Çîmen Mûrad xan dikin ku derfeta vê hevpeyvînê da malpera me.

Ali Gurdilî: Xanima hêja! Bi qasî ku ez dizanim, tu ji Rovavayê Kurdistanê yî  newsa? Ji kerema xwe re, tu dikarî kurtejiyana xwe ji me re vebêjî? 

Çîmen Mûrad: Ez spasiya te dikim birêz Alî Gurdilî  û keyfxweş im ji bo amadekirina vê hevpeyvînê, her wisa ez serkeftinê ji bo kar û xebata we û malpera felsefevan re dixwazim. 

Navê min bi ê temamî Çîmen Hacî Mûrad e, ez di 10.08.1982-ê de li “Ba zindanê” gundekî kêleka bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûme. Dema temenê min 5 sal bû, malbata min koçberî Almanyayê bû û heta niha jî ez li Almanyayê dijîm. 

Yanî, ez jî yek ji gelek zarokên xerîbiyê me . Di sala 2007-ê de ez  fêrî  xwendina kurdî bûm û herwisa bi gavine piçûk min berê xwe da nivîsandina kurdî . Ji 2011-ê û pê de min dest bi nivîsa helbestan kir û ew jî ta îro û her wê berdewam be. 

Ali Gurdilî: Beriya demekî, ji nav Weşanên Ar  ê, dîwana te ya Digeriyam  hate çapkirin newsa? Ev kitêb, berhema te ya yekemîn e yan berê jî kitêbên te yên çapkirî hebûn? Dema ku kitêba te a yekemîn te da destê xwe, te çi hîs kir?    

Çîmen Mûrad: Belê di destpêka sala 2013 de berhema min bi navê “Digeriyam” berhema yekemîn ji aliye Weşanên Ar ve hate çap kirin û demê ketî destê min de, nizanim çi gotinê bibêjim da heqê wa hesta ko di vê kêliye de bi min re çêbuyi bidim, yanî bi rastî carê mirov bi hestekî dihîsê, lê gotin ji wî hestî re peyda nabin. 

Ali Gurdilî: Çîmen xan, çend sal in ku tu helbestan dinivîsînî? Te kengê dest bi afirandina helbestan kir û helbesta te a yekemîn kîjan bû gelo?   

Çîmen Mûrad: Ji sala 2007 ve ez fêrî xwendina kurdî bûm û ji bo min gelek girîng bû ez ferî nivîsandinê jî bim û bi gavên piçûk min berê xwe da nivîsandina kurdî. Ji 2011-ê û pê de min dest bi nivîsa helbestan kir, ev bûn nêzîk 3 sal ez bi nivîsandina helbestê ve mijûlim her wê berdewam be. Helbest bûye dergeh ji bo derxistina hest û ramanên min.

Helbesta min a yekemîn, min ji bo dayika xwe nivîsandibû, ew helbest ne hatiye çapkirin û min heta vê gavê jî belav nekirye, lê ezê dîyarî we û xwendevanên hêja bikim. 

935125_548154828595679_1190571342_n

Dayê 

Dayê, dayê ax lê dayê,

ez te nadim bi vê dinyayê,

qîrê min diçin ber bayê,

wextê gazî te dikim dayê . 

Dayê qey dilê me kevirin,

felekê em ji hev dûr kirin,

kengê car dî te bibînim,

wek zaroka nik te rûnim . 

Dayê çuqaz dilbirînim,

hevîya wê rojê dimînim,

da ez derda ji dil derînim,

dayika delal, te bibînim . 

Dilê min bi kul û kedere,

dibêjê li dayika xwe vegere,

hêstira dirêjim, wekî avê,

dayê bê te, min jiyan navê . 

Dayê xewde ez te dibînim,

çav bi girî û xemgînin,

dûrî ji te,tev êş û birîne,

ji dîtinê pêve, derman nîne . 

Ali Gurdilî: Li gor baweriya min, hejmara keç û xanimên kurd yên ku bi kurdî dinivîsînin, li gor hejmara law û mêran gelekî kêm e. Li gor dîtina te, sedemên vê yekê çi ne û ev pirsgirêk çawa dikare çareser bibe?  

Çîmen Mûrad: Sedemên vê yekê hêjî ew sedemê sal û zemana ne, belkî va çend salên bûrî hinekî ew astengî biçuk bûye, lê mixabin rola jinê di civaka kurdî de, hêjî gelekî ji ya mêra kêmtir tê dîtin û qebulkirin. Sedemek jê malbat in, ji aliye malbata ve herdem sînor ji bo keça hene û herwisa ferqek mezin di navbera keç û kura de tê kirin. 

Ya diduwan ji malbatê wirdetir, civake, di civaka me de, civaka kurdî de, tenê rolek ji bo keça kurd/jina kurd tê qebûl kirin, ew role jî sitara malê ye, alîkarîya malê ye û wirdetir zewac û xwedîkirina zaroka ye. Ev kêmahiyek gelek mezine di nav miletê me de,  bi taybet ji paşeroja me re, çimkî rola jina kurd rolekî gelek girînge, ne mimkine hêjî sedemên berê, tevî ko ez ne ji berê re û ne jî îro re va sedemên mêra ji xwere peyda kirî qebûl dikim, ta îro jî sînor û hendef bin, da meselen keça kurd ji xwendinê,  yan jî ji danûstandinê, yan jî lekolînên sîyasî û civakî  dûr bibê. 

1441167_561412630603232_1196086732_n

Ev pirsgirêk divê peşî di malbata de bê çareserkirin û dûvre di civakê de. Çimkî çareserkirina civakê hesan e, lê guhertina fikr û helwestên eşîretî yê ko heta îro jî bingehê gelek malbatên kurda ne, çareserkirina vê pirsgirêkê gelekî zor dikin. Pirsgirêka herî mezin ewe,  ko jinên kurd, daiykên kurd, keçên kurd xwe ji vê meselê re ker û kor dikin û naxwazin, yan jî ji malbatên xwe  newêrin gavê xwe peşde bidin. Her yek hêvîya yê dî ye û kesek newêrê wek nimûne gava xwe pêşde herê . 

Ali Gurdilî: Helbestên ku tu diafirînî, gelo çi celeb helbest in? Klasîk, nûjen, evînî? Tiştekî din jî, di helbestên te de figureke Kurê Nezan  heye. Kurê Nezan  çi temsîl dike, yanî ji bo te wateya vê peyvê çi ye? 

Çîmen Mûrad:  Di nivîsandina helbestê de ez û klasîk li hev nakin, lê belê belkî rojekî ez berê xwe bidim nivîsandina klasîk, helbestên min nûjenin û piranî evînî ne, helwest, fikr û hisrê xwe ez çêtir dikarim bi rêya helbesta nûjen dîyar bikim û bibim nimûne wek jinek kurd bi zimanekî vekirî û bê sînor hest û ramanên xwe, daxwaz û hêviyen xwe her wisa vebêjim. 

Kurê Nezan… kurê nezan bi gelek renga tê fêm kirin, yanî her xwendevanekî dikarê tiştekî têde dibînê, mînek evînek xembar, yan dûrîya ji hezkiriyen xwe, yan jî hêviyen veşartî. 

Ez jî wek helbestvan/insan/jin xwedî hêvî me û wa hêviyen xwe ji nezana dikim, yan jî ji nezana dixwazim, veça Kurê Nezan sîmbole nezanîya insana re, sîmbola evînekî kore, sîmbola kesên ne şexte û ji min re, sîmbola daxwaziyekî e û hêvîek ji kesekî taybet e. 

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî hebekî behsa jiyana kurdên li Almanyayê bikî? Komele, şahî û cejnan de hûn çi dikin? Yanî, bi taybetî jî jiyana sosyal ya kurdên Almanyayê çawa ye? 

Çîmen Mûrad: Jiyana kurden li almanya dijîn, jiyanek navbera du çanda de ye, bê guman, jiyanekî azade û ji bo kesên wek min, yanî ji zaroktîya xwe ve li vir mezin bûyi û ji zaroktî ve navbera herdu çanda mezin bûyi, hem jiyanekî xweş e û hem jî jiyanekî bê bingeh e, çimkî mirov dibê insanek du nefs. 

Ez dikarim bibêjim em di hembêzekî germ de lê li welatekî sar dijîn, lê belê demê em diçin welat jî, em li wir veça di hembêzekî sar de lê li welatekî germin. Wekî pêşîya gotî, em ne ji neha ne û ne ji deha ne, bi taybet zarokên xerîbiye hêjmarek wênda ne. 

Em li almanya, li gor taqeta xwe cejn û şahiye xwe dikin û komelê me, komelên kurda jî li gor taqeta xwe karekî baş dikin, festîvala, rojên xwendina helbesta, civînan û her wisa pêktînin û bi rastî kar û xebata komela ji bo me gelek girînge, çimkî bi vê rêye tovê kurdîyatiye di cergê me de hatiye çandin û tevî vê dûrbûna  ji welat jî, civaka me a kurdî li almanya, pirek navbera me û welatê me de avakirîye.   

Ali Gurdilî: Bêtir bi kijan zimanan tu kitêban dixwînî û bêtir kitêbên helbestê yan roman û kurteçîrokan? Û herî dawî, kitêba ku te xwendiye ya bi kurdî kija ye? 

Çîmen Mûrad: Ez pirtûka bi zimanê kurdî û bi zimanê almanî jî dixwînim, lê bi rastî ne ji hev kêm û ne jî zêde. Hezkirina min pêtir ji xwendina helbestê re heye, ne ko ez çîroka jî romana naxwînim, lê rehetiya xwe bêhtir di xwendina helbestê de dibînim. Pirtûka bi zimanê kurdî, a dawî a min xwendî,  pirtûka rehmetiye Arşêvê Oskan bû, pirtûka bi navê “Awazên Evînê”. 

Ali Gurdilî: Li gor baweriya te têkiliyeke çawa di navbera helbestê û felsefeyê de heye? Û bi kurtasî be jî, tu dikarî hebekî behsa felsefeya xwe jiyanê bikî? 

Çîmen Mûrad: Li gor baweriya min, felsefe hem rexnevane û hem jî alîkare ji bo têgihiştina wate u naveroka helbestê, yan jî çîroka, yan jî romana . Ez bawer im ko felsefe bê helbest û çîrok û roman dibê,  lê ev hersêk, helbest û  çîrok û roman bê felsefê nabin û bi taybet helbest û piranîya çîroka.

48081_439188949492268_1395085936_n

Felsefa min ji jiyana xwere hilbijartî, di va herdu hevoka de xweş dîyar dibê, yek jê “Her roja tu dijî, hesab  bike roja dawî ye”  û a diduwan jî eve “Jiyana xwe ne di warê xewna de ava bike, xewnên xwe di jiyana xwe de bijî ” 

Ali Gurdilî: Wekî pirseka me a klasîk e ev pirs, ku em ji hêjayên xwe dipirsin: Li gor baweriy te, felsefe çi ye û çima pêdiviya me pê heye? 

Çîmen Mûrad: Di bawerîya min de felsefe kilîta sed derîya ye, yanî heger em di hevokekî de, di meselekî de, di bîranînekî de, deriyekî dibînin, felsefe sed derîya ber me vedikê û rê şanî me dikê.

Felsefe naveroka gotinê û mesela û bîranîna derdixê. Û gelek cara, bi aramî rexnê dikê û carna jî, neynikê didê ber rûye insan û rastîya wî/ê nîşanî wî/ê dikê. Em dikarin bibêjin felsefe pariyek nanê hişk e, lê yê bikarê bicû û ser tahmê ve bibê, nema dixwazê jê dûr bikevê.  

Ali Gurdilî: Hege derfet pêk werin, tevî malbata xwe te dixwest ku vegerî welêt û jiyana xwe li wir bidomînî? 

Çîmen Mûrad: Heger rojekî derfet hebê, ez ji dil dixwazim vegerim welêt. Lê vegerê jî ez dikarim ser xwe ferz bikim, lê ne ser zarokên xwe meselen, jiber welê jî bihna min fireye heta zarokên min mezin bibin û derfet hebê, ezê vegerim welêt. 

Ali Gurdilî: Çîmen Mûrad xan em gelekî spasiya te dikin, ku te ev dema xwe bo me veqetand û bersiva pirsên me dan. Bextewar û azad bijîn.

Çîmen Mûrad: Dubare ez spasiya we dikim û serkeftinê ji bo we û malpera felsefevan re dixwazim.  

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin