Hevpeyvîn bi Fêrgîn Melîk Aykoç re

Hevpeyvîn bi Fêrgîn Melîk Aykoç re

Hevpeyvîn bi Fêrgîn Melîk Aykoç re 

Fêrgîn Melîk Aykoç, nivîskar û rewşenbîrek î kurd û naskirî ye. Di ziman û wêjeya kurdî de, keda wî mezin e. Rastî, demeke dirêj e ku ez kekê Fêrgîn dişopînim û dixwînim. Lewma min xwest ku bila xwendevanên malpera felsefevan jî, bêtir haya wan ji xebat û ramanên wî hebe. Mala wî ava, kekê Fêrgîn jî daxwaza me ya vê hevpeyvînê erê kir û di dawiyê de, ev hevpeyvîn pêk hat…. 

Ali Gurdilî: Di destpêkê de, ez li ser navê xwe û xwendevanên malperê, gelekî spasiya cenabê te dikim, ku te vê derfetê da me.

Mala te ava kekê hêja.     

Fêrgîn Melîk Aykoç: Mala te jî hezar car ava, jiyaneke bextewar û serkeftin pare te be. Karê felsefê û afirandina zimanê felsefê karekî gelek bi nirx e, ji ber vî karî ez jî te pîroz dikim.  

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî xwe bi xwendevanên me bidî nasîn? Zarokatî, welêt, perwerdehî û dûvre çûna te ya Almanyayê?… 

Fêrgîn Melîk Aykoç: Di kujeriya serhildana Şêyx Seid de li devera Depê ne tenê kurdên misliman kurdên elewî jî hatin qetilkirin. Kalikê min di wê kujeriyê de hate kuştin. Pîrika min a nijad ermenî bi yekê nijada xwe re dizewice û diçe Baskan/Gimgimê. Ji ber ku gund gundê mislimanan bû, her çendî bavê min carna diçe mizgeftê jî, ji ber elewitiya bavê min kes keça xwe nade wî, ew jî diçe gundê elewiyan, lê ew jî dibêjin; “tu ji gundekî mislimana hatîyî em keç nadin te.” Ji wê bavê min nikane hetanê 35 saliya xwe bizewice. Paşê xalanên min (elewî ne) tên wî gundî, bavê min wisa dizewice.

Li gor gotina dê û bavê min ez çil, pêncî roj li pey beranberdanê têm dinê. Sal 1951 (sal rast e). Dema erdheca Gimgimê (1966) min azmûna dibistana mamostetiyê ya yekem qezenc kiribû, bi erdhecê re em neketin azmûna dudyan, em hatin belakirin. Min li Demircî/Manîsa yê dibistana mamosteyiyê qedand. Sê sal li Sungurlu/ Çorûm û şeş sal jî li Depa Xarpêt mamostetî kir.

10425672_242935379234136_997045913_n

Li ser daxwaziya gorbihuşt Mehmet Xeyrî Dûrmûş min di navbera salên 1978-1980 de kelepora gel (bi kurdî) civand, lê dema hatim girtinê, hevjîna min ji tirsan tev de şewitand, dû re beşek piçûk ji wan hate bîra min. Min di kovara Hîwa de hin beş weşand. Li pey girtinê ji kar hatim avêtin, Di heştê de hatim Almanyayê.

Ez bi giranî li ser rêzmana kurdî û zaravayên kurdî xebitîm. Min li komalgeh, dibistana bilind ya gel (Mainz), zanîngehan (Darmstadt) de dersên ziman da xwendekarên kurd. Di navbera salên 1996 – 2007 de li gelek bajarên Almanya, Swîsre, Avusturya, Holanda, Belçîka dersên rêzimana Kurdî da berendamên mamoste û hîndekaran (di nava wan de soran û kirmanc jî hebûn). Bi dehan kesên di qursên min re derbasbûne niha dersa zimanê kurdî didin.

Lê mixabin ku dîsa jî li hin herêman ji ber rexneyên min ên li ser hin niviskar û weşanxaneyan (warê rêzmanî de) dijbangaşiya min bi awayê qaşo “ew kurdî nizane, dû re fêrê kurdî bûye” û her wisa tê kirin. Heta ev bû mijara nivisa Lokman Polat jî.  

Ali Gurdilî: Heke ez ne xelet bim, herî dawî romana te ya bi navê <Asoyê Dînan> ji aliyê <Weşanxaneya Ar> ve hate çapkirin newisa? Ji kerema xwe re tu dikarî hebekî behsa naveroka romanê bikî û niha jî, di destê te de çi kar û xebat hene?  

Fêrgîn Melîk Aykoç: Asoyê Dînan bi tevahî nehat weşandin, tenê hin beşên wê hate weşandin. Herdu karekterên bingehîn Hesik û Dergo di rastiyê de jiyane, tenê min navê wan guherîne. Min herdû jî dîtin, bê wê çend kesen din yên di rewşa wan de jî nasîn. Yek elewî yek jî misliman bû. Dergo di leşkeriyê de hetanê sitwaniyê diçe. Hesik ji zanîngehê tê avêtin û wî mîna leşkerekî ji rêzê dişînin leşkeriyê, mafê çawîştiyê jî nadinê. Lê ji ber ku digihîje ber destê Dergo, Dergo wek kurdek têkiliya xwe bi hin kesayetiyên welatparêz re heye, li wî xwedî derdikeve. Di encamê de herdu jî di êşkencê re tên derbaskirin û hevsengiyên xwe wenda dikin. Hesik bi alîkariya hevalekî xwe diçe Kuveytê dixebite, li wir zanîngeh jî diqedîne, dû re derbasê Lubnanê dibe. Ji wir ji ber jinekê direve, di sînor de tê girtin û di şikenceyeke derhiş re derbas dibe. Hevsengîya wî bi tevahî xira dibe, halîsînasyona dibîne. Dergo û Hesik herdu jî di destpêka romanê de her yek di geliyekê de wenda dibe. Hezkiriyên wan dicivin û her yek çîrokek wan vedibêje.

Beşa cemê piçek giran e, ango roman gelek giran kiriye, lê jiyanî ye, parekî jiyana Hesik e. Cara yekem hemû gulbang û henaseyên(dua, qewl) elewiyan bi kurdî tê weşandin. Min ew ji pîrên kal civandiye û ji nû ve formule kiriye. Hemû henase felsefîk û watekûr in. Ji ber ku têkiliya xwe bi beşa te re heye, em henaseyek li vir bidin:

“Ya Xwida, ya rastiya Heq!… Ji roja ku min di bîra xwe de tu wek destpêk û encam nasiye, min tu bi çavên fêmdariya giyana xwe hewandiye. Ya Xwida, ya destûra hemû giyanan!… Tu afrînerê rastiya tevhevê rastiyan, tu çavkaniya fikirandin û emelê baş î!… Dema Xwida giyan, wijdan, beden û jiyana giyanweran a bi hev re afirand, hişmendî jî da!… Lewma divê mirov başiyê ne li hêviya hêzan û kesan, bi jîrî, pîrî û xebata xwe ya sadiqî sadiqan pêk bîne ku bikane bigihîje pêtên agirê xweşî û rihetiya derûnî.”  

Ali Gurdilî: Qasî zanîna min, heta niha te redaktoriya gelek berhemên kurdî kiriye. Wekî ku cenabê te ji min baştir jî dizane, demên dawî; jiber ku kitêbên kurdî nayên firotin, di çapkirina wan de gelek zehmetî dertêne holê. Yanî, nivîskêr pirî caran perê çapa kitêba xwe, ew bi xwe dide. Cenabê te jî, di gotareke de balê kişandiye ser vê meseleyê û te gotiye ku <wêjewanên me di karên herî giran û qirêj de dixebitin, daku bikanin çapkirina berhemên xwe fînanse bikin.> (1)   

Li ser vê mijarê ji cenabê te ez vê yekê dipirsim: Bi sedan dem û dezgeyên kurdan hene, sazî û şaredariyên me hene, şirîkatiyên me yên dewlemend hene û bi sedan weşanxaneyên me hene û ligel vê yekê, zimanê me û berhemên ku bi zimanê me têne nivîsîn, bazara wan gelekî lawaz e. Çima dem û dezgeyên navborî, xwedî li xebatên kurdî dernakevin gelo?     

Fêrgîn Melîk Aykoç: Mixabin ev rastiyek e. Bingehê pirsgirêkê ev e: Dema em li mînakên cihanê dinêrin, dibînin ku dewlet xwedî li bazara xwe derketiye. Berê her tiştî jî derfetên pêşketina ziman afirandine û ev ziman kirine zimanê bazarê. Karbidestan jî dest avêtine bazara berhemên wêjeyî. Mijar bi giranî bi zimanê bazarê ve girêdayî ye. Mixabin ku li welatê me bazar bi zimanê dagirkeran e, tenê zimanê dagirkeran pere dike.

Li gel vê sebeba bingehîn rewşa weşanxaneyan jî rolekê nerênî dilîze. Weşanxane; yên kom, hêz, herem, nas û dost, yan jî yê hin niviskar û komên niviskaran e, gişt ji hev qut in, têkiliyekê di navbera weşanxaneyan de tune. Eger weşanxane bikanin yekitiyekê mîna kooperatîf avabikin ku hemû niviskar, hin dewlemend û şaredarî jî dikanin tevlê vê kooperatîfê bibin; bi alîkariya wê toreke belavkirina berheman li seran serê Kurdistanê bidemezrînin, li gel wê tu berhemên tirkî neweşînin, bi  birêkxistiniyeke wiha rewş dikane biguhere. Wê demê hemû hêzên kurdistanî jî di divêtiya alîkarîkirinê de dimînin. Em dizanin ku berhemên çapkirî nagihîjin her bajarê Kurdistanê, dostekî ji Bazidê digot; “ji bo ku em bikanin berhemeke kurdî bikirin, divê em ya biçin Amedê, yan jî Stenbolê!”

Di vî warî de serkariya başûr ji ber derfetên xwe yên aborî dikanîbû roleke erênî bilîsta, lê mixabin ku wê ev nekir û nake ( dibe ji ber serdestiya zarava soranî jî be). Li gor hin nûçeyan rayedareke başûrî 600 000 dolar alîkarî daye futbola Afganîstanê (afgan û futbol!), mirovan dikanîbû bi wê pereyê hemû berhemên di çavî û teregan de li benda weşanêne, çap bikira.

Bêguman şaredariyên di destên kurdan de jî dikanin di warê ziman, berhem û nasandindayina niviskaran de rolên girîng bilîzin. Wek mînak: Li vir Almanyayê dema komaleyekê projeyên xwe yên vexwendina niviskaran û nasnadina berheman pêşkêşî şaredariyan bike, alîkarî ji şaredariyan distîne. Ango şaredarî bi kêmasî fînansekirina rojên xwendinê werdigirin. Dîsa her sal niviskarek wek niviskarê bajêr tê hilbijartin. Bi gotineke kurt her şaredariyê kurd jî li gor derfetên xwe dikanin fonek ji bo ziman, niviskar û berheman veqetîne. Bê vê rastiyê divê her şaredarî çi berhemên kurdî tên çapkirin, bikire û di pirtûkxaneya bajêr de cîh bike. Ev jî dibe alîkariyeke girîng. 

Ali Gurdilî: Bi taybetî jî ji bo Kurdistana Bakûr dipirsim: ji bo pêşvebrin û berfirehkirina zimanê kurdî, li gor bîr û baweriya cenabê te; divê çi werin kirin? Pêşniyazên te çi ne gelo? 

Fêrgîn Melîk Aykoç: Min çawa di bersiva pirsa berê vê de jî gotibû, hetanê zimanekî nebe zimanê perwerdê û bazarê serkeftina wê gelek dijwar e. Bêguman berfirahbûna zimanekî bi di her warî de bikaranîna wî zimanî ve girêdayî ye (rojane, perwerde, siyaset, bazar, li ofîsên fermî ûhwd.). Di vê rewşê de ku were bikaranîn, ev derfet nîvanîv heye. Divê ev nivanîv biguheze bikaranîna zimanê kurdî. Ji bo vê jî rola herî mezin dikeve ser milên xwende û rewşenbîran. Divê ew ne bi êriş û rexneyên tûj, bi dil û can tevê vê rewşê bibin, vê derfetê bikarbînin.

Dîsa divê di serî de her niviskar, rewşenbîr, kurdîhez wek pirensîb di her warê jiyanê de zimanê kurdî bikarbîne. Wek mînak ez diçim kîjan komel, mal û civatî zimanê tirkî ji wir direve. Heta endamên hin komeleyan çawa çav li min dikevin, bi dengê bilind dibêjin; “tirkî cih bihêlin, mamoste tê!”  

Di mijareya berfirekirina ziman de, ango afirandina peyv, biwêj û têgînênan de; divê ne şexis, komisyon rola bingehîn werbigirin, lewre afirandin yan jî çêkirina peyvê mijara watenasî, estetîk û mantiqê ziman e, ku şexis vê bikin gelek zirarê didin. Dema em li tevliheviya hin peyv û têgînan dinêrîn, em dibînin ku yên tirkî dizanin ji mantiqê tirkî, yên erebî dizanin ji mantiqê erebî, em jî li vir Ewropê ji mantiqê ziman ewropî têgînan diafirînin, ev jî tenê dibin serêş û egerê hin tiştan tênegihîştinê. Wek mînak peyva “mamoste” her çendî rûniştiye jî di warê watesaziyê de kêşeyekê bê çare ye. Di kurmanci ya bakur de mirov nikane ji jinekê re “mam – hoste” bibêje. Yan jî bikaranîna hin daçekan mînak: “ez bi rê de diçim.” Yanê çi? Mirov dikane “bi yekî re, bi kesekî re” biçe, lê rê naçe. Mirov di rê de diçe, ne bi rê de. Dibêjin “ez ji do de li vir im” (rastî; ez ji do ve) de gulê were tûyan. Di kîjan zimanê cihanê de daçeka cigehî (lokatîv) û ya jêderke (ablatîv) bi hev re tê bikaranîn? Ango kêmasî û şaşiyên heremî, yan jî şaş pêşketinên heremî bi destên hin der û doran ve wek rastiyên ziman derketine pêş.

Bi kurtî di pêşxistina ziman de du rê hene; yan em li ser bingehê zanyariya ziman(linguîstîkî), ziman bi pêş dixin, yan jî dibêjin; na tu karê me û zanyariyê bi hev re tune, em herêmekê bi kêmasî û şaşiyan ve digirin û dibêjin; hûn bipejirîni jî ev e, nepejirînin jî ev e. Jixwe hin vekirî dibêjin; pêrka min wiha diaxvî rastî ev e. Ev jî gotina Apo Musa tîne bira mirovan: “…. ma va pîrika te zimanzan e.?”

Mixabin gelek şaşiyên devok û hereman îro wek tiştên rast bin, derketine pêş. Hin weşanxane hene, gava tu hevokeke bi peyva “şîrîn” ji wan re dişînî, ew hima wê diguherin, di cihê we de forma şaş û bêwate “şêrîn” dinivisînin. Ango mijareyek serêş ye. 

Ali Gurdilî: Qasî zanim li ser mijarên siyasî, tu carinan bi tirkî jî dinivîsînî newsa? Em dizanin ku li Kurdistana Bakûr, zimanê siyaseta kurdan axlebî bi zimanê tirkî ye û zêde pêdivî bi zimanê kurdî nayê dîtin. Ev yek, gelo bandûreka çawa li ser zimanê kurdî dihêle/dike û li gor baweriya te, helwesteke bi vî rengî çuqasî rast e?   

Fêrgîn Melîk Aykoç: Na, min tu carî di mijareyên siyasî de bi tirkî nenivisiye û nanivîsim jî. Tenê ji vir pazdeh sal berê min li ser ziman, giringiya ziman û zaravayên kurdî di Ozgurpolîtîkayê de rêzenîvsekê bi tirkî nivisî.

Li ser di siyasetê de bikaranîna tirkî,

Siyaseta kurd li destpêka salên heftêyî di nava wê geremola bişaftinê de bi têkiliya çepgirên tirk re vejiya. Mixabin ku wê demê derfetên kurdî (kurmancî) wek zimanê siyasetê bikaranînê hima bigire nebû, li gel wê mijara zaravayan û kurdên bişaftî jî hebû. Ji ber van sebeban tevgerên kurdî zimanê tirkî wek zimanê siyasetê hilbijartin. Ev çendî rast bû yan jî şaş bû, bêguman mijareya nîqaşê ye. Lê rastiyekê jî heye, ji ber vê siyasetê gelek kesên tirkî nedizanîn jî hînê tirkî bûn. Vê jî di warê bikaranîna zimanê kurdî de roleke gelek nerênî lîst.

Bi gotineke kurt û kurmancî hetanê Enqere qibleya siyasetê be, serketina zimanê kurdî jî ewqas dijwar dibe. Divê qibleya siyaseta me Amed be.  

Di vê dema me de êdî her derfetên fêrê kûrdî bûyîn û kurdî wek zimanê siyasetê bikaranînê heye. Hêvî dikim ku siyasetmedar êdî berê xwe bidin kurdî. Divê siyasetmedar vê baş bizanin ku ew di nava civakê de kesayetiyên mînak in, rêber in, dema ew bi kurdî biaxivin, rasterast bandorê li civakê dikin û bi vê helwesta xwe civakê teşvîkê zimanê kurdî dikin. Wek mînak; birêz Cemîl Bayik bi zanistî ji bo ku bikane xwendayan teşvîkê kurdî bike, di ozgurpolîtîkayê de bi kurdî dinivîse. Ez gelek mirovan nas dikim ji bo ku bikane nivisên Birêz Cemîl Bayik bixwînin, xwe hînê kurdî kirin. Ev jî giringiya axaftin û nivisandina siyasetmedaran li ber çavan radixîne.  

Ali Gurdilî: Di malpera xwe ya facebookê de tu dibêjî ku <Serkaftina Agiriyê piraniya (bi kêmasî li ser % 80 re) kurd û kurdistaniyan dilşad kir. Yekitiyeke serbilindî û şahiyê afirand. ango giyana yekitiyê heye, bes em bikanin vê bigîhînin yekitiya netewî. Hêvî dikim ku ev bibe wesîle û bingehê kongreya netewî.> (2) Li gor bîr û baweriya te; sedemên kêmasiya/tunebûna yekîtiya netewî, çi ne gelo?   

Fêrgîn Melîk Aykoç: Gelek sebebên cûda hene; di serî de têkiliyên bi dagirkerên cuda re (ji ber rewşa welatê me divêtiyekê jî heye) roleke gelek negatîf dilîze. Ez naxwezim bi kurahî têkevim nava vê mijarê, aliyê A yan jî B yê tewnabar bikim, tenê dikanim tiştekî bêjim; wê rojekê rastî bê fêmkirin.

Sebebeke jî berjewendiyên çînî û aborî ne. Wekî her neteweyên cihanê di nava netewa me de jî çîn û beşên civakî yên hene, bêguman her beş û çîn jî berjewendiyên xwe derdixe pêş. Mînak; têkiliyên aborî û li ser firotina petrola kurdan pêkhatine.

Nakokiyên tekoşîna desthilatdariyê jî roleke sereke dilîze. Her hêz bi awayekî xwezayî ji bo desthilatdariya xwe hewl dide. Dagirker jî bi her dek û dolaban dixebitin ku vî agirî gur bikin.

Dema em li siyaseta bakur dinêrin, dibînin ku li bakur nexweşiyeke di derekeya nexweşiyeke kronîk de heye. Di cihê afirandina alternatîfekê de li ser bingehê rikberî û êrişê nêzîknûnekê heye. Ev jî di afirandina yektiyê de roleke negatîf dilîze. Hebûna alternatîfan ji bo rûniştina demokrasiyê jî tişteke gelek baş e, lê li ba me ji afirandina alternatîvan bêtir her tişt li ser bingehê rikberiyê dimeşe. Rikberî; xwedan roleke nerênî, kîndarîyê ye, ne tenê pêşî li danûstandinê, pêşî li afirandina alternatîfekê jî digire. Heta carna dikane vê berbi ajaniya bandorî ve jî bikişîne.

Rewşenbiriya kurd jî wek siyasetê li ser rikberiyê li mijareyan dinêre, bê lêkolîn, daneyên rastî û zanyariyê diyardeyan şirove dike. Ango yê alîgirê A bi çavên A yê, yê alîgirê B yê jî bi çavên B yê li diyardeyan dinêrin. Ev jî wan dişeqitîne nav roleke nerênî, nikanin di afirandina yekitiya netewî de rola xwe ya erênî bilîzin.

10432321_242935722567435_681787835_n

Li welatên Ewropa ji partiyên komunist bigire hetanê yên nijadperest hemû hene, tu partî bi helwesteke rikberiyê nêzîkê hev nabin, dema hev rexne dikin alternatîfên xwe datînin. Lê li ba me mirov alternatîfan nafirîna, tenê ji bo têrandina hestên rikberiyê li kêmasiyan digere û êriş dike. Dema mirov pirsekê wiha bike: “De baş e, gotinê li cih bihêle, alternatîfa te çi ye? Te kîjan sazî û birêkxistinî afirandine, îcratên wan çi ne?” bê bersiv dimîne. Ev jî nexweşiyeke salên heftêyî ye. 

Ali Gurdilî: Beriya demekî sewrokwezirê Tirkiyeyê, di axaftineka xwe de behsa elewitiya ku Hz. Elî ne têde ye, kir. Wekî bawermendekî elewîtiyê, ji kerema xwe re tu dikarî mexseda wî şirove bikî?

Tiştekî din jî; gelo çi têkiliya elewîtiyê bi ola îslamê re heye? Herweha, tê gotin ku elewîtî di heman demê de felsefeyek e jî. Derbarê vê mijarê de, fikrên te çi ne gelo?  

Fêrgîn Melîk Aykoç: Berê divê mirov hin tiştan ji hev biqetîne; şîa/ şîî/ caferî, bektaşî, nastûrî û elewî ne heman bawerî ne. Şîa (şî, caferî, nastûrî) şiroveyên îslamî ne, ji elewitiyê cûda ne, li ba wan mizgeft, nimêj û çûyîna hecê jî heye.

Bektaşî; berhema projeya dewleta Alî Osmanî ye. Fetullah Gulenî dixwezin vê projeya osmaniyan di bin navê “camî û cem evî” de cardin têkin jiyanê û elewiyên mayî jî tirkoîslamîze bikin. Baş tê zanîn ku osmaniyan şirova bektaşîtiyê wek bîrdoza yênîçeriyan bikaranîn, bi destên wan bi sedhezaran elewiyên kurd qetilkirin, li gor hin daneyan li ser sêsedhezarî re jî derbiderkirine.

Ev projeya “Elî û elewî= îslam” 500 sal e ku di qada jiyanê de ye. Elewiyên Anatolyayê hetanî radeyekê ketin nav rengê vê projeyê. Lê elewiyên kurd bi giranî xwe ji vê projeyê parastin. Hetanê kujeriya Dêrsimê jî di tu gulbang û henaseyên elewiyên kurd de, navê Elî, Muhamed, Bektaş derbas nedibû, Xwerû jî ji salên heftêyê pêve ev navana ketiye devê elewiyên kurd, ango berhemên bişaftinê ne. Serokwezirê tirk jî endameke wê afrîndeka senteza tirk îslam e, wek osmaniyan û fetullahiyan difikire. 

Elewiyên kurd, yarsanî û êzidî ji sedî nod û pênc dişibin hev, ango her sê baweriyên kurdistanî ne. Bêguman baweriyên bi salan li gel hev û di nava hev de bijîn, gelek elementên baweriyê ji hev distînin. Wek mînak dema mirov li navê mirovan yên van baweriyên navborî binêre, dibîne ku sedî nod erebî ne. 

Gava mirov li dîrokê dinêre, dibîne ku li Rojhilata Navîn du navendên baweriyê derdikeve pêş. Yek baweriyên li sêkoşeya Qudus-Yêmen-Misir ku baweriyên gelê samî (sam û ham) ne. Ev baweriyên cihû, xiristiyanî û îslamî ne.
Ya duyem jî baweriya sêkoşeya Mezopotamya- derya Hezarê û Navenda Anatolya yê ye (navend Kurdistan e). Ev jî baweriya gelên arî ne. Ev Yarsanî, Êzidî, Elewî (yê kurd) û Zerdeştî ne. Di navbera van herdu pergalên baweriyê de cûdahiyên herî girîng ev in. Di  baweriya sêkoşeya Qudus-Yêmen – Misirê de çarenûsa mirovan di qalûbelayê de hatiye nivisandin, şer û xêr ji xwedê ye, xwedê hukim li giyan û hestên mirovan dike. Li gor vê zelal e ku fonksiyona mirovan zêde tune, wek pelê li ber bayê ketîne. Lema di vê pergala baweriyê de melekê xirabiyê heye.

fergin-melik

Di baweriya Mezopotamyayê de xwedê mirov afirandiye, lê çarenûs di destê mirov de ye, dikane başî û xirabiyê bixwe hilbijêre. Di destana Gilgamêş de gelek baş zelal dibe, ji ber ku xwedawend nikanin li giyan û hestên mirovan hukim bikin, herê carê teşeyekê dişîne û dixwaze bi tirsê mirovan bigire bin kontrola xwe.

Dîsa di dînê Zerdeştî de; xirabî û başî di mirov de ye. Spenta aliyê giyanê yê başiyê, Ankara (angaryu) jî yê xirabiyê ye, lema melekê xirabiyê tune. (Ehrîman ne xwedayê xirabiyê ye, ew li mirin û jiyanê, li payîz û zivistanê dinêre û bi Ahura Mazda ve girêdayîye. Piraniya nivisakaran aliyê giyanê Ankara û rola Ehrîman tevlihev dikin, ev neheqiyeke herî mezin e û li zerdeştî heqaret e.)
Di baweriya sêkoşeya Qudus-Yêmen û Misrê de wekîlê xwedê sume heşa mirov in, yanê xweda mirovek wek wekîl şandiye rûyê erdê. Mînak: Hz. Musa dibêje: „Ez çûm Tûrî Sîna bi xwedê re axivîm!“ Ango dibêje; „li jor xwedê li jêr ez“. Hz. Îsa xwe bi sura îlahî ve girêdide, heta xiristiyan jê re kurê xwedê dibêjin. Ango li jor xwedê li jêr ew. Hz. Muhammed dibêje: “Laillaha illah Muhammed resûlillah” Ango xwedê yeke û Muhammed resûlê wî ye. 

Di pergala baweriya mezopotamiyayê de wekîlê xwedê tune, tenê her hezar salî carê bi fermana xwedê melekek tê rûyê erdê, rê nîşan dide û diçe. Lema Hz. Zerdeşt gotiye; „Baş bifikirin, gotinê baş bibêjin û karê baş bikin!” Yanê negotiye, ez resûl yan jî wekîlê xwedê me.  

Ali Gurdilî: Demên dawî, tu çi dixwînî kekê? Bêtir çi celeb kitêb bala te dikşînin? 

Fêrgîn Melîk Aykoç: Ez li ser çi mijareyê bixebitim, yan jî kûr bim, berhemên bi wê mijarê re têkildar dixwînim. Niha xebateke di destê min de heye, ji ber dijbangaşiya navê min û hin egerên din dibe ku bi navekî din jî were weşandin. Ji bo vê ez kovarên alman yên li ser filozofî û psikolojiyê dixwînim, bi wê ve girêdayî hin romanên li ser têkiliya hêzên nepenî û polîsiye dixwînim. Bê vê ez di ozgurpolîtîkayê de her du yan jî sê hefteyan carê berhemeke kurdî didim nasandin (Belê xeta min di warê siyasî de zelal e, lê ez di warê danasîna berheman de ne wekî hinan kom û herêmperestim, berhema kî bigihîje ber destê min, li gor hatina mêjûyê  berheman, wan dikim rêzê û li pey hev didim nasandin) 

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re tu dikarî bo xwendevanên malperê, felsefeyê pênase bikî û hebekî jî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Herweha, li gor bîr û baweriya te; çima pêdiviya me bi felsefeyê heye gelo? 

Fêrgîn Melîk Aykoç: Bêguman hebûna jiyanê bi serê xwe felsefeyekê ye. Heta ajal jî ji bo xweparastinê, yan jî yê dijberê xwe tirsandinê dikeve pozisyoneke xwe ji rastiya xwe mezintir nîşandayînê. Di stratejiya nêçîra ajalan de jî ev rastî derdikeve holê. Lema jî rastiya felsefeya jiyana xwe nişandayîn mijareyeke gelek giran e.

Her kes dixebite ku xwe wek xwedanê felsefeyeke herî xurt nîşan bide. Heta hin kesan yek berhemeke li ser felsefeyê nexwendiye, behsa nizanim felsefeya çi dike; tu berhemên psikolojiyê nexwendiye, nizane psikolojî çi ye, behsa derûnnasiyê dike. Haya xwe ji ziman tune, ji ber ku pexşaneke bi kurdî nivisandiye, xwe zimanzan difiroş e. Carna mirov nizane bikene, yan ji vê rewşa me re bigîrî.

indir

Di warî xwe pêşkêşkirinê de hinek sistiya min heye, xwe ji xwe zêdetir nişandayînê cih bihêle, rastiya xwe pêşkêşkirin jî ji min nayê. Ez dibêjim ez ev im, bila mirov min ne ji min bibîhîsin, rastiya min û emelê min bibînin û wisa binirxînin.

Ta niha min xwest ez di her warî de rasterast, wek soran dibêjin “rastexo” bim, dostan mezin kim, di her warî de tenê başiyê bireşînim hawîrdora xwe, zanîn û azmûna xwe bi hawîrdora xwe re parvekim. Heta min xwest ez hin mirovên dikanîbûn pêşkevin, bi formeke alîkariya meneceriyê derxim pêş, lê min hew dît ku ew çep û rast lê didin, bi rengdêrên bi xwe jî nizanin tê çi wateyî di ser min de tên. Eh dem bi min ez bi demê van êşan didim jibîrkirin.

Rastiyeke heye; mirov tu car nikane kes û kesayetiyan bi her aliyê ve binase, mîna kamerayekê tenê aliyê bi mirovan ve xuya dibîne. Mirovek çendî xwe veke, hin rûyên xwe nîşan bide jî, rastiya wê/wî ya derûnî tim veşartî dimîne. 

Ali Gurdilî: Ez spasdarê cenabê te me, ku te vê dema xwe da me û bersiva pirsên me da. Mala te ava… 

Fêrgîn Melîk Aykoç: Ez jî ji ber vî karê te yê bi nirx; rastiya mirovan di nava reng û giyana felsefeye de dide nasîn te pîroz dikim, sipasiyên ji rastiya derûniya xwe pêşkêş dikim. Mal û dil, zanîn û felsefeya te jî ava. 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

07.06.2014 

Fêrgîn Melîk Aykoç kî ye? 

Fêrgîn Melîk Aykoç nivîskarê kurd e. Aykoç di meha 12 a 1951ê de li gundê navça Vartoyê Baskan tê dinê. Ji berku kalikê wî bi destê leşkerên tirk hatibû kuştin, bavê wî sêwî dimîne, bi diya xwe re ji Depê diçe Vartoyê. Li wir şivanî û xulamî dike. Ji wê zaroktiya Fêrgîn di nav belengazî de derbaz dibe. Fêrgîn Melîk bi erdheja Vartoyê re di dibîstanên internat de dixwêne. Sala 1972 an de, dest bi mamostetiyê  dike. Di sala 1980 î de tê girtin û 17 roj di êşkencê de dimîne. Li pey tê berdan, mamostetî ji destê ji dest wî tê girtin. Neçar dimîne, derdikeve, tê Almanyayê. Bi salan di warê polîtîkayê de bi çalakî dixebite. Di van salan de giraniya xwe dide ziman. Cara yekem di kovara <Rewşen> de gotarekî bi sernîvsa <Têgînên Zimanê Kurdî> dinivîse. Di gelek konferensên ziman de, gotarên li ser zaravayên Kurdî pêşkêş dike. (3)

Berhemên Fêrgîn Melîk Aykoç 

Lêkolîn

1 – Kurdîzan (rûberîna zaravayên kurdî), Fêrgîn Melîk Aykoç, Lêkolîn, weş. Instîta Kurdî Berlîn 1996, 311 rûpel, ISBN: 3-930943-10-7

2 – Çavkaniyên Çanda Gel I, Fergîn Melik Aykoç Folklor /lêkolîn ,Weş. Ar, Gelawêj 2012 Istanbûl 382 rûpel, ISBN: 97860563292-0-3

Pirtûkên dersê

1 – Kaniya Xwendinê, (pol 3-4). Weşanên YMK Tebax 2006 , 180 rûpel, ISBN: 3-939844-04-7 yan jî 978-3- 939844-04-4

2 – Fermo bi kurdî /Lütfen Kürtçe, (ji bo mezinan), çapa yekem û duyem bi aliyê Weşanên Instîtuta Kurdî Köln 2008, 322 rûpel, ISBN: 13978-91-88444-57-8 çapa 3. 4.  jî Instîtuta Kurdî Îstanbolê weşandiye.  

Çîrokên dirêj

1 – Rondikên Hêviyên Wenda, Weşanên do, Istanbûl 2009, 248 rûpel, ISBN: 978-9944-108-72-7 

Roman 

1 – Mamosteyên Zinaran, weşanê rewşen Stokholm 1999, 154 rûpel, ISBN: 9188444-78-3

2 – Dîlên li ber pûkê, weşanên rewşen Stokholm 2002, 330 Rûpel, ISBN: hatiye ji birkirin.

3 – Siya Dema Borî, weşanên do, Istanbûl 2009, 223 rûpel, ISBN: 978-9944-108-85-3

4 – Heft Rojên Kalekî, Weşanên tevn Istanbûl 2012, 272 rûpel, ISBN: 978-605-4442-14-0

5 – Asoyê Dînan, roman, weşanên Ar 2013 Stenbol  319 ISBN 978-605-4809-06-6  

Yên ji çapê re amadene… 

Lêkolîn

1 – Çavkaniyên Çanda Gel II

Çîrokên zarokan

1 – Honaz Kurê çiyan

2 – Hêrama avis 

Jêder…

1- http://www.gomanweb.org/index.php/tum-haberler/kurdi-kuertce-haberler/1529-fergin-melik-aykoc-kurd-u-weje

2- https://www.facebook.com/ferginame.ferginame?ref=ts&fref=ts

3- http://ku.wikipedia.org/ 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye.   

Bersivekê binivîsin