Hevpeyvîn bi Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru re

Hevpeyvîn bi Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru re

Hevpeyvîn bi Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru re

    Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru akademîsyenekî kurd e. Di sala 1976an de hatiye dinyayê. Zanîngeha Selçukê, Fakulteya Îlahiyatê xelas kiriye. Teza xwe ya doktorayê di sala 2007an de li Zanîngeha Ankarayê, li Enstituya Zanistên Sosyal, li ser ‘Nêrînên Metafizîk ên Yahya İbn ‘Adî’ daye. Di sala 2014an de bûye Doçentê Felsefeyê. Li ser Felsefeya Îslamê, Melayê Cizîrî, Di Nav Suryaniyan de Kevneşopiya Felsefeyê û Felsefeya Tesewufê û Îşrakîtiyê xwediyê, xebat û berhemên akademîk e. Niha li Zanîngeha Artukluyê di beşa Felsefeyê de mamostetiyê dike. Em ligel kek mamoste Mehmet Nesim Doru, li ser jiyan, civak, felsefeyê û projeyên wî peyîvin.

Ali Gurdilî: Mamoste di destpêka vê hevpeyvînê de, li ser navê xwînerên Kovara Felsefevan ez gelekî spasiya cenabê te dikim, ku te daxwaza me ya vê hevpeyvînê qebûl kir û ev fersend da me. Malî ava.

Ali Gurdilî: Di bîr û raya kurdî de, ez dizanim ku cenabê te mirovekî naskirî ye. Ligel vê yekê jî, ez ji cenabê te rica dikim ku tu bi hevokên xwe hinekî xwe bi xwînerên me bidî naskirin. Yanî, tu li kû hatiyî dinyayê, zarokatî û xwendina te li kû berdewam kiriye?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru:  Ez beriya her tiştî ji bo xebatên te yên bê hempa di warê felsefeyê de spasiya cenabê te dikim û serkeftinê ji te û hevalên te re dixwazim. Ez di sala 1976an de li gundê Taqyanê ku giredayî navçeya Silopî ye hatime dinyayê. Piştî dibistana seretayî û ya navîn min li Silopî qedand ji bo lîseya îmam-xetîbê ez derbasî bajarê Batmanê bûm. Piştî du salan ez derbasî bajarê Qeyseriyê bûm û min li wir lîse di sala 1994an de xelas kir. Heman wê salê min fakulteya Îlahiyata zaningeha Uludağê bi dest xist. Ji ber ku malbata min koçî Qonyayê bûn ez jî piştî du salan derbasî zaningeha Selçukê bûm. Di sala 1999an de ez ji wê zaningehê mezûn bûm û tayina min wekî mamosteyê ‘Çanda Ol û Zanîna Exlaqê’ derket bajarê Amedê. Min li wir neh salan mamostetî kir. Di vê pêvajoyê de min mastera xwe li zanîngeha Selçukê, li ser ‘Teoriya Zanînê di Felsefeya Fexreddînê Razî de’ temamkir û ji bo doktorayê derbasî zanîngeha Enqereyê bûm.

11295612_1035402383144284_7002290742208495074_n

Min li ser mijara ‘Nêrînên Metafizîk ên Yehya Ibn Âdî’ pileya doktorayê di sala 2007an de dest xist. Piştî du salan, di sala 2009an de, ez wekî alîkerê Doçentiyê derbasî zanîngeha Şirnexê bûm.

Piştî du salan ez derbasî zanîngeha Mêrdînê fakulteya Edebiyatê beşa Felsefeyê bûm. Di sala 2014an de ez di beşa felsefeyê de bûm Doçent. Min li derveyî welêt jî  hin tecrûbeyên akademîk bi dest xistin. Min 15 mehan di zanîngeha Oxfordê ‘Oriental Institute’ û zanîngeha Londonê di ‘School of Oriental and African Studies’ê de lêkolînên akademîk meşandin. Niha jî ez di zanîngeha Mardîn Artukluyê de lêkolînan derbarê felsefeya Islamê, hizra Suryaniya û felsefeya tesewuf û Îşraqê dikim. 

Ali Gurdilî: Li ser xêrê be, beriya demekê berhema te ya bi navê ‘Melayê Cizîrî, Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri–Melayê Cizîrî, Ramanên wî yên Felsefî û Tesewufî’ ji aliyê Weşanxaneya Nûbihar’ê ve hate weşandin, ku bi rastî jî pêdiviya me gelekî bi berhemeke wuha giranbiha hebû. Ji kerema xwe re, tu dikarî hinekî naveroka berhema xwe şirove bikî?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru:  Wekî berê jî min got, ez di sala 1990an de ji herêma Botan derketim û nezî bist salî ji derve mam û di sala 2009an de ez derbasî zanîngeha Şirnexê bûm. Piştî ez vegeriyam welêt, bîr û bawerî û nirxên herêma me bala min zêdetir kişandin û min lekolîn li ser çanda herêmî kir. Di vê çarçoveyê da nêzî sê salan min hin çalakiyên wekî sempozyûma Şirnex, Hezex û Cizîrê meşand. Bi sedan akademisyen hatin herêma me û gotarên li ser çand, huner, dîrok, bîr û baweriyên herêma Botan pêşkeş kirin. Min jî di van sempozyûman de hin gotarên li ser bîr û baweriya herêma Botan pêşkeş kirin.

10487601_851609731523551_677539511509302566_n

Ji bo beşa felsefeyê û bi teybetî di warê felsefeya Islamê de Melayê Cizîrî zêdetir bala min kişand. Piştî lêkolînên min ên derbarê Melayê Cizîrî, min dît ku Mela ji bo hizra Kurdî xwedî roleke mezin e. Ev rol ji du aliyan ve tê dîtin.

Ya yekem, Mela pêşîkeş û serokê helbest û edebiyata Kurdî, nemaze zaravayê Kurmancî bû. Ji zemanê Mela ve û heya îro jî helbestvanên Kurd di bin bandora Mela de man. Helbestvanên edebiyata klasika Kurdî yên wek Remezan Cizîrî, Feqî û Xanî; helbestvanên serdema modern ên wek Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn, Hejar û Seyîd Qedrî Haşimî û gelek helbestvanên dî jî bûn şakirdê Melayê Cizîrî. Ya duyem Mela cara yekem felsefeya Tesewufê di forma Kurdî de anîbû ziman û ji bo hizra Kurdî bû minakek bê hempa. Ya rastî berî Mela jî hin feylesofên Kurd ên wekî Hellacê Mensûr, Şehabeddinê Suhrewerdî, Şemseddînê Şehrezorî, ‘Eynu’l-Qudat el-Hemedanî, Mele Camî û Baba Tahirê ‘Uryan derketibûn, lê bele Mela felsefeya tesewufê cara yekem bi zimanê Kurdî vesaz kir.

1948161_766834460001079_1544912085_n

Mela di Dîwana xwe de li ser gelek babetên felsefî wek ontolojî, zanîn û evînê sekinî û li ser şopa Muhyîddîn Îbn ‘Erebî felsefeya Tesewufê gihand hizra Kurdî. Ji aliyek dî ve Mela li ser felsefeya insên jî gelek bala min kişand. Ji bo Mela, mahiyet û rastiya insên yek e. Însan heyber û bûneverekî îlahî û pîroz e. Ji xwe Mela hebûnê jî wek çemberek bêdawî dinirxîne. Di vê çemberê de hebûna insên di cihekî navendî de ye. Însan, teybetmendî û navên xudayî di xwe de dihewîne û ji bo sîstema îlahî mîsalek şênber e.

Dema dibêje: ‘Sultan ji bala hate xwar lahût bi nasûtê veşar/Peyweste bû nuqta medar dewra ‘urûcê ger we da, mebesta wî pîrozbahiya însên e. Lê însan çiqas pîroz be jî, li hember zatê îlahî mecaz e û çi rasteqîna wî ya otonomîk tune ye.

Mela vê baweriya xwe ya teybet di vê malikê de tîne zimên: ‘Em têk hewîyat în yeqîn ism în ji mesder muşteq în/ Mewhûm û laşey’ mutleq în ‘eks în di nêv ayîne da.

Li gorî Mela însan li hember yekîtî û hebûna teqez tiştekî mewhûm e. Lê di nav sîstema ‘esl û suret, kulî û qismî, yekîtî û piraniyê de di mertebeyeke pîroz û bala de ye.

Melayê Cizîrî ji bo felsefeya Îslamê jî pir girîng e. Di Dîwana xwe de cih dide her sê rêbazên felsefeya Îslamê ku ew rêbaz Meşaîtî, Îşraqîtî û Felsefeya Tesewufê ne. Mela ne feylesofekî Meşaî be jî, di helbesta xwe de zanîn û qîmetê vê felsefeyê û têkiliyek wî ya teybet bi Îbn Sîna re nîşan dide. Hin têgehên wek burhan, wacib, îmkan ku di felsefeya Îbn Sîna de pir girîng in, di Diwana Melê de jî cihên xwe digirin.

Mela navê Îbn Sîna du caran hildide û cih dide hin pirtûkên wî yên bi navên Şîfa, Necat, el-Îşarât we’t-Tenbîhat û el-Qanun fit-Tıb. Felsefeya Işraqê jî, ku damezrînerê wê felsefeyê Şehabeddînê Suhrewerdî bû û pir tesirên felsefeya Zerdeştî û Platonizma nû di wê felsefeyê de hatibû dîtin, di Diwana Melê de cih digiri. Mela her çiqas cih dabû felsefeya Meşşaî û Îşraqî jî her wiha ne Meşşaî û ne Îşraqî bû jî. Mela di ontolojî, felsefeya zanîn û di meyldariyên xwe yên taybet de, bo nimûne şîrovekirina evînê û sembol û têgehên ku bikaraniye, em dikarin eşkere û teqez bêjin ku ew li ser şopa felsefeya tesewufê meşiyabû û bibû ‘Îbn ‘Erebî an jî Mewlanayê Kurdan’.

10665709_888525884498602_4927509540890665013_n

Ali Gurdilî: Bawer dikim ku xebata te ya Dîwana Seyîd Qedrîyê Cizîrî’ jî li ser xêrê be niha temam dibe ne wisa? Ji kerema xwe re hem derheqê xebatên xwe yên bi kurdî û hem jî derheqê vê xebata xwe de, tu dikarî hinekî me agahdar bikî?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru:  Belê, min edisyon-krîtîka li ser Dîwana Seyîd Qedrî Cizîrî temam kir û ji weşanxaneyê re şand. Di demek nêz de wê bê çapkirin. Ez dixwazim peşiyê behsa Seyîd Qedrî û Dîwana wî ya bi navê Diwana Îrfan bikim. Seyîd Qedrî jî yek ji helbestvanên ekola Melayê Cizîrî bû. Lazim e em ji bîr nekin ku Cizîra Botan di hizra Kurdî de roleke mezin digire. Cizîra Botan li ser bingeha xwe ya zanistî, edebî û Tesewufî navendekî xurt bû û ev hêza wê ya di vî warî de bûye taybetmendiyeke sereke ji bo bajêr.

602546_469839503033911_1378277840_n

Di encamê de, em dikarin bêjin ku Cizîr di dîroka Kurdan de wek hiş û qelb e. Zanyarên vî bajarî bi çêkirina kevneşopiya hizra Kurdî û bi nûneriya zimên û edebiyata Kurdî hem ji aliyê hişî û hem jî ji aliyê qelbî û manewî ve bûne rêberên gelê Kurd. Seyîd Qedrî Haşimî jî endamek ji vê kevneşopiyê bû. Berhema wî di vê kevneşopiyê de ku me li jor behskir cihekî girîng digire.

Li gorî lêkolîna me Seyîd Qedrî di helbest û naveroka Dîwana xwe de pir zêde di bin bandora Dîwana Melayê Cizîrî de maye. Ji ber ku, Dîwana Melayê Cizîrî di demeke dirêj de û heta îro jî li medreseyên Kurdan hatiye xwendin, jiberkirin û ji aliyê qesîdebêjan ve bi miqam hatiye şîrovekirin. Seyîd Qedrî di Dîwana xwe de sê helbestên Melayê Cizîrî ‘texmîs’ û yek helbesta wî ‘tesdis’ kiriye. Seyîd Qedrî di terz û uslûbê de û heman di naverok û bikaranîna têgehên Tesewufî de jî di bin bandora Melayê Cizîrî de maye. Di Dîwana Melayê Cizîrî de babeta herî sereke bêguman tewhîd û wehdet e. Bi gotineke dî; Mela, peyrewê felsefeya wehdetu’l-wucûd (yekitiya hebûnê) e û Seyîd Qedrî jî vê felsefeya taybet di Diwanê de diparêze.

12301607_1141897852494736_9035006334515288306_n (1)

Seyîd Qedrî, di dîtina xwe ya Tesewufî de meqamê wehdetê wek armanca heyber û jiyanê bi kar aniye. Li gorî wî di rêya peydakirina heqîqetê de lazim e ku sûfîyên di rê de ne, li pey vî meqamî bigerin. Di sîstema Dîwana Seyîd Qedrî de ev meqam ku meqamê tewhîdê ye, bi têgeha ‘la la’ tê binavkirin. Ev têgeh di Dîwana Melayê Cizîrî de bi ‘wehdeta mutleq’ an jî ‘wehdeta sirf’ hatiye binavkirin. Seyîd Qedrî ev têgeh di van malikan de bi vî şiklî aniye ziman: Biçin (la la) û (la la la) biçin tev em biçin bala/Be (hû) yê (hû)yê der bala dilê min tu dilê min.

Ji bilî vê berhemê ez hin berhemên dî jî amade dikim. Di zaningeha Mardin Artukluyê di beşa Felsefeyê de rêvebiriya amadekirina ‘Ferhenga Felsefeyê bi Kurdî’ dimeşînim. Di vê komîsyonê de çend hevalên me yên akademîsyen hene û her yek ji wan çend têgehan ji bo vê ferhengê amade dikin. 

 Ali Gurdilî: Li gor baweriya min, heke em rûbirûkirineke banegehî bikin; wê demê em dikarin bêjin ku felsefeya îslamê jî mîna felsefeya filehî felsefeyeke skolastîk e. Lêbelê, felsefeya îslamê jî, felsefeyeke xweser e. Lê ji ber hinek astengiyan, bi dinyayê re têkiliya xwe birrî ye û ketiye nava ramaneke skolastîk. Mesela dema em li felsefeya rojavayê mêze dikin, em dibînin ku ramana pêşketinê giraniya xwe zêdetir nîşan dide.

Ango hest û ramana çêbûnê, pêşdetir e. Ramana rojavayê, li ser pêşketina dinyayê û li ser şiklê guherînê rawestiyaye. Lewra jî, ramana rojavayê ya bingehîn li ser pirsa zanayiyê ye, lê digere da ku bizanibe ev zanayî ji ku tên û sînorên vê zanayiyê, çi ne? Bêguman di ramana rojavayê de mirov dikare bibêje ku têgeha zanayiyê li pêş e. Baş e, ji bo felsefeya îslamê gelo meriv dikare behsa tiştekê wiha bike?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Mamoste, ev mijareke pir dirêj û hewceyî gengeşeyê ye. Ya rastî, li gorî baweriya min ev qalibên derheqê felsefeya berê de bi piranî di xwe de anakronizmê dihewînin. Bo nimûne, hin kes felsefeya serdema navîn bi sifetê ‘tarîtî’yê bi nav dikin. Bi dîtina min di hemî serdeman de tew di felsefeya Yewnanê de jî hin kesan bawerî ji zanayiyê bilindtir dîtine. Ev dîtin dibe ku di serdema navîn de xuyatir û eşkeretir bibe. Feylesofên wek Augustîn, Boethius, Abelardus, Thomas Aquinas di bîr û baweriyên xwe de, li ser vê xetê meşiyane. Lê belê li gorî dîtina min, ev rastî tenê bi serê xwe nabe sedema şûndemayina wê serdemê.

12247984_1141897965828058_4918303544761360072_o

Ji bo vê şûndemayinê, lazime hin sedemên dî yên siyasî, aborî û civakî hebin. Bo nimûne, hemparên wan ên serdema navîn li rojhilatê ku feylesofên Îslamê bûn, di zanist û teknîkê de pir pêş ve çûbûn. Yek ji wan jî feylesofekî Kurd bi navê Îsmaîl Ebû’l-Izê Cizîrî bû. Li ser robotên otomatik lêkolînê dikir û damezrînerê zanista Sîbernetîkê bû. Yek zanyarê Islamê ku bi navê Ibn Sîna di felsefe û zanista Tibbê de şehîrê wextê xwe bû û bê hempa bû.

Yek ji wan jî Ibn Xeldûn bû û di zanista ilmê civakî de hêjî girîngiya wî berdewam dike. Lê, ev zanistên Islamê jî, wek feylesofên Mesîhiyan îman ji zanayiyê bilindtir didîtin û qe nebe çi nakokî dinavbera îman û zanayiyê de nedidîtin. Lewra bi dîtina min em nikarin bêjin serdema navîn bi temamî û bi hemî heremên xwe serdemek tarî bû û di vê serdemê de ilm û zanist û teknîk paş ve mabû.

Piştî vê derbasokê ez werim ser bersiva pirsa te. Ya rastî, feylesofên Islamê yên klasik ku wek Kindî, Farâbî, Îbn Sîna û Ibn Ruşd di felsefeya xwe de bi piranî felsefeya Aristoteles şopandine. Lê feylesofên Mesihî nemaze yên ku di serdema felsefeya Patrîkan û hinek di serdema Skolastîk de jî bi piranî li ser şopa felsefeya Plato meşiyane. Plato ji bo dînê Mesîhî wek çavkaniyek bijûndar hatibû dîtin. Ji bo baweriya piştî jiyana vê dinyayê, gunehê ewil, îzahkirina teslîsê û hin esasên baweriya ola Mesîhî, îdeayên Plato û fikra tevayî (universal) wek delîlek felsefî hate bikaranîn.

705337_523617270989467_4503535_o (1)

Hetta hebûna Îsa û xudatiya wî û meseleya afirandina gerdûnê ji tunebûnê (ex-nihilo) jî li ser esasên Platonîzmê dihate îzahkirin. Feylesofên Mesîhî, ‘Demirgus’a Plato diguhertin û jê afirandinek diderxistin. Ev problemên giran, girêdayî ola Mesîhî bûn. Serdema felsefeya Patrîkan nîqaşên felsefî bi piranî li ser van mijaran derbas bû. Piştî sedsala VIII. felsefeya Îslamê derket û heta sedsala XIII. bi xurtî û geşbûnê dewam kir. Ji bo rojava ev serdem serdemek bê bereket û bê xêr û bêr bû. Em nikarin navê yek feylesofekî ji vê serdemê bînin rojevê. Lê belê di heman serdemê de felsefeya Îslamê serdemek zêrîn derbas kiriye. Piştî sedsala XIII. li rojava hêdî hêdî hevnasîna felsefeya Aristo tê rojevê. Ev jî bi bandora felsefeya Ibn Ruşd û Ibn Sîna çêdibe.

Bi kurtasî, ez dikarim bêjim ku guhertina dinyayê û pêşveçûna şaristaniyê ne giredayî yek sedemê ye. Felsefe jî, zanisteke konjenkturel e. Eger hûn di warê siyasî, leşkeri, aborî û civakî de xurt bin felsefeya we jî wê xurt bibe. Ev mijar di dîrokê de jî bi piranî bi vî şiklî ta îro dewam kiriye.

Ali Gurdilî: Mamoste, li Zaningeha Artukluyê li beşa Felsefeyê dersên we yên bi kurdî jî hene, yan temamî bi tirkî ne?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Ya rastî, di beşa me de perwerde sih ji sedî bi zimanê Ingilîzî ye û zimanê sereke Tirkî ye. Lê belê hin dersên me yen bijarte yên wek ‘Hizra Kurdî di serdema Îslamiyetê de’, ‘Metnên felsefeyê bi Kurdî’ , ‘Di Felsefeyê de termînolojiya Kurdî’  jî hene. Xwendekarên ku van dersan hilbijêre dikarin van dersan bixwînin. 

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya cenabê te, gelo meriv bibêje ‘felsefeya kurdî’ rast e yan jî ‘felsefeya kurdan’? Ez dibêm meriv dikare bibêje ‘felsefeya ziman’, lê meriv nikare bibêje ‘felsefeya kurdî’, yan ‘felsefeya tirkî’? Gelo ez xelet difikirim, yan?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Bi min, di vê mijarê de mebest muhîm e. Eger mebesta me ji ‘felsefeya Kurdî’ literatura felsefeyê di zimanê Kurdî de an jî felsefeya feylesofên Kurd be, em dikarin vê gotinê bikar bînin. Wê deme, mebesta me ji ‘felsefeya Kurdî’ ne felsefeya zimanê Kurdî ye. Mebest, felsefeya di zimanê Kurdî de ye. Bo nimûne, yekî Kurd an jî ne Kurd be, fikr û ramanê xwe yên felsefî di zimanê Kurdî de anîbe ziman ew wek felsefeya Kurdî tê nirxandin. Bi dîtina min gotina ‘felsefeya Kurdan’ ji ‘felsefeya Kurdî’ noqsantir û neehîltir e. Ji ber ku felsefe xebatek hizrî ye. Netewa hizrê tuneye.

Netew ji bo hizrê wek dever, zeman û hawir faktorek e. Mebest ji felsefeya Kurdî, ne netew û etnîsîte ye. Mebest çand û ziman e. Yekî ne Kurd jî be, dema bi zimanê Kurdî felsefeyê bike, ew dibe felsefeyek Kurdî. Ev tespit, ji bo hemû felsefeyan eynî ye. Çawa mebesta me ji ‘felsefeya Yewnan’ê ne netewa Yewnanê be, di ‘felsefeya Kurdî’ de jî mebest ne neteweya Kurd e.

Ali Gurdilî: Di gotareke xwe de, tu dibêjî ‘heta ku meriv ji felsefeyê fam neke, meriv baş tênagihêje ramanên Mewlana Melayê Cizîrî. Ango, ji bo têgihijtina ramanên Mela, pêdivî bi zanayiyên felsefî heye.’ Ji kerema xwe re, tu dikarî sebebên vê gotina xwe şîrove bikî?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Belê, Mela zanyarekî mutesewif e. Tesewuf, piştî Ibn ‘Erebî dikeve bin bandora felsefeyê, nemaze felsefeya Platonizma nû. Di felsefeya tesewufê de, mijarên ontolojîk, epistemolojîk û ew mijarên dî yên hizrî bi têgehên tesewufî, lê bi şêweyên felsefî tên neqişandin. Ji ber ku Mela jî felsefeya tesewufê şopandiye lazim e em felsefeyê bizanin û welê helbestên wî fêhm bikin.

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya Melayê Cizîrî, meriv nikare evînê (eşqê) pênase bike. Lê belê kesên ku evîn tecrube kirine, ew dikarin evînê teswîr bikin. Û perdeya sirê ya ku li ber evînê ye, encax bi ilmê marîfetê, ango bi çavê dil dikare were rakirin.

Em dizanin ku gelek feylesofên îslamê jî, yên wekî Îmamê Xezalî, behsa ‘çavê dil’ kirine. Gelo meriv dikare têgeha ‘çavê dil’ wekî ‘ferasetê’ jî bibîne, ku entuitisyonîstê Henrî Bergsonî jî behsa vê yekê kiriye?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Rast e, Mela ji bo çavê qelbî têgehek teybet bi kar aniye. Ew jî ‘eynu’l-îyan’ wate ‘çavê çavan’ e. Di helbesteke xwe de dibeje: Li yetmeinne qelbî ‘eynulyeqîn dibexşet/‘Eynul’eyan divêtin kafî nehin dîrayetMebesta Melê li vir ev e: ji bo zanîna heqîqetê hizirkirin û dîtin û destxistina tiştekî şênber, ne kafî ye. Ji bo têgihiştina mijarên bilind çavkaniyek ji aqil û hişê ango ji rasyonalîzm û sensualizmê bilindtir pêwist e ku ew jî merîfet e ango feraset e. Feylesofên mutesewif bi piranî li ser vî esasî ne. Bergson jî li ser vê hizrê meşiyaye.

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya cenabê te, di felsefeya Melayê Cizîrî de di navbera eşqê û delaliyê (spehîtî) de, têkiliyeke çawa heye? Û di vê nêrîna xwe de, gelo Melayê Cizîrî di bin bandora kîjan feylesofan de maye?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Lazim e em bizanin ku Melayê Cizîrî, di felsefeya xwe de di nav çembera felsefeya tesewufê de maye. Di vê çarçoveyê de zêdetir felsefeya Îbn Erebî şopandiye û mijarên wî jî bi piranî li ser wehedul-wucûdê wate yekitiya hebûnê, merîfet û evînê ye. Ji bilî Îbn Erebî bandorên mutesewifên wek Hellacê Mensûr, Mevlana Celaleddin û Camî jî li ser felsefeya Mela xuya dikin.

Li gorî Mela, di navbera evîn û spehîtiyê de pêwendiyek pêwîst heye. Evîn ji xwe re heyberekê dixwaze di heman demê de spehitî jî ji xwe re dildarekî dixwaze. Eger yek ji van kêm be, ne evîn dibe evîn, ne jî spehîtî dibe spehîtî.

Dema ku behsa pewîstiya spehîtiyê li bal evînê ve dike dibêje: ‘Husn û cemalê xwest evîn/Vêk ra di yek zati civin, û dema behsa pewîstiya herduya bi hev re dike dibêje: Husn û cemal û ‘işqe ye aram di perdê da neye/Mehbûbê lew hetta heye nabit di perde’w xilwe da.

Ali Gurdilî: Meriv bi çi awayî dikare felsefeya Melayê Cizîrî ya heyînê şirove bike? Em dizanin ku gelek feylesofên îslamê ji nêrînên feylesofên antîk yewnanî ketumet bûne. Bi taybetî jî ji Herakleîtos, Platonîstên nû û ji Plotînos. Gelo meriv dikare bibêje ku felsefeya Melayê Cizîrî ya heyînê jî, berdewam û vebûneke wan felsefeyan e?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Çi belgeyên rastûrast di destê me de nînin ku em bikarin bêjin Mela, felsefeya Yewnanê an jî felsefeya Plotîn (ku yek ji Platonîstên nû bû) yekser bi dest xistiye. Lê belê ji ber ku wî felsefeya Îbn Erebî şopandiye û Îbn Erebî jî bi tesîren Platonîstên nû felsefeya xwe vesaz kiriye, em wê demê dikarin bêjin di felsefeya Mela de tesîrên Platonizma nû tên dîtin. Li gorî Mela, hebûn ji yekîtiyê derketiye piraniyê.

Ev derketin jî bi teceliyan çêbûye. Her heybereke ku em di alema ji der ve temaşe dikin û pê dizanin teceliyek ji zatê mutleq wate hebûna mutleq e. Alema ji der ve, ji bo zatê mutleq wek neynikekê ye. Çawa ku di neynikê de sûretek xuya dike û em nikarin bêjin ev sûret eynî eslê xwe ye û dîsa em nikarin bêjin ku ev sûret dijberî eslê xwe ye. Heman alem jî ji bo zatê mutleq bi vî şiklî ye.

243096_215862835098247_281796_o (1)

Alem ji zatê mutlek ne cûda ye lê ne zatê mutlek bi xwe ye jî. Ev tiştên ku ji der ve em dibînin çiqas ji bo me bi piranî xuya bikin jî di eslê xwe de xwedî yekîtiyê ye. Lê herkes vê yekîtiyê nikare bibîne. Ji bo dîtina vê yekîtiyê hin teybetmendiyên tesewufî lazim in. Ew jî meqamêm ‘fena’ û ‘beqa’yê ne.

Di meqamê fenayê de sûfî û zatê mutleq dibin yek û sûfî bi çavê zatê mutlek hebûnê dibîne û dema vedigere alema şênber êdî çi duyîtiyê nabîne. Her tişt jê ra yek xuya dike. Ev jî mertebeya beqayê ye. Ji bo van mertebeyan hin teybetmendiyên hizrî, qelbî û bedenî lazim in ku ew jî di felsefeya tesewufê de tên hînkirin.

Ali Gurdilî: Li gor baweriya cenabê te, Melayê Cizîrî herî zêde ji kîja feylesofê îslamê ketumet bûye û çima? Ji kerema xwe re, tu dikarî hinekî şirove bikî?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Weke li jorê hatî gotin, Mela bi piranî di bin bandora Îbn Erebî de maye. Lê belê di hin cihan de bin bandora Îbn Sîna, Îbn Seb’în û Hellacê Mensûr de jî tê dîtin. Lê felsefeya tesewufê ji ber ku rêbazek teybet e û şakirdên vê rêbazê kevneşopiyek cûda ava kirine mela jî lazim e di nav vê kevneşopiyê de bê dîtin û bê nirxandin.

Ali Gurdilî: Melayê Cizîrî, gelo çima çêbûn yan jî derketina holê ya heyînan, bi eşqê şirove dike? Di felsefeya wî de, wateya ‘eşqê’ çi ye gelo? Dema ku dibêje ‘Ji bilî av û ax û agir û bayê hêmaneke pêncemîn jî heye ku evîn e û ew bingehê van her çaran e.’ gelo mexseda wî çi ye?

Di vê xalê de, gelo meriv dikare Melayê Cizîrî hem wekî feylesofekî îdealîst û hem jî wekî feylesofekî matertyalîst binirxîne? Çimku bi qasî ku ez dizanim, evînê mîna hezeka (hêmaneke) ku serwerê wan çar madeyên dî ye dibîne ne wisa? Yan ez xelet im?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Ekolên hizra Îslamê her yekî ji wan rêbazek cûda ji xwe re ava kirin. Ehlê Kelamê wate teolojiya Îslamê peywendiya nav Xuda û hebûn/mirov de bi mînaka efendî/ezbenî (reb) û köle/benî (ebd) îzah kirin. Feylesofên Meşşaî ev peywend bi peywandiya wacib û mumkinê şîrove kirin. Mutesewifên musulmana ev peywendî dûrî mirov dîtin. Li gorî wan, ev peyvendiyên hene navber û valahiyek mezin têxe navbera Xuda û hebûnê.

Dîsa li gorî wan di van peywendiyan de têgihiştina mirov bi Xuda re ne mumkin e. Ev li gorî wan şaşiyek e. Mutesewifan peywendiyek nû û ji wan peywendiyên dî cûdatir anîn ziman. Li gorî wan, di navbera Xuda û hebûn/mirov de lazim e peywendiya aşiq û meşûq hebe. Wê demê di navbera mirov û Xuda da dûrîtî, netêgihiştin û biyanîtî çênabe. Mela jî di dîwana xwe de ji vê hessasiyetê hereket dike û evînê wek mijarek ontolojik dinirxîne.

     Li gorî min em nikarin iddiaya materyalizma Mela bikin. Mela di malika ku te jî anî ziman de dibêje: ‘Me cewher ‘unsurek xamis numa iro di tali da. Şîrovekerên Dîwana Mela dibêjin ev unsura pencemîn evîn e. Ya rastî em jî dikarin welê şîrove bikin. Çi mehsûra wê jî tune. Lê em welê şîrove bikin jî, Mela di vê malikê de îzahkirina kêmasiya her çar unsurên madî dike û dibêje heta unsura menewî wate evîn nebe em nikarin hebûnê îzah bikin.

Ev jî nîşan dide ku çi têkiliya wî bi felsefeya materyalîzmê ve tune ye. Lê belê ez dixwazim bala we bikişînim ser şîroveyek dî. Piştî ku min pirtûka xwe ya li ser Mela weşand, min hin agahiyên dî li ser vê mijarê bi dest xistin. Di felsefeya Îxwanê Sefa de unsura pêncemîn ji bo melekan tê bikaranîn. Ev unsur tebieta wate siruşta asîmanî ye û di mertebeyên hebûnan de ji bo melekan tê gotin. Li gorî vê agahiyê mebesta Mela dîtina melekekê ye û standina agahiyên semavî ye. Lewra em di şîroveya vê malikê de bi lezgînî hereket nekin baş e.

Ali Gurdilî: Bi destûra te, dixwazim pirseke jî li ser felsefeya Mensûrê Hellac (Hallac-ı Mansur) bikim. Li gor bîr û baweriya cenabê te, Mensûrê Hellac bandoreke çawa li tevahiya felsefeya îslamê kiriye? Gelo meriv dikare felsefeya Hellac jî, wekî felsefeyeke panteîst bihesibîne?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Hellac di felsefeya Îslamê de damezrînerê du têgeh û fikrên nû û balkêş e. Ew têgeh û fikr ‘rasteqina/heqîqeta Muhemmediye’ û ‘ene’l-Heq’ in. Zanyarên Îslama Ortodoks ev têgeh li dijî Îslamê dîtin û Hellac bi kuştina wî ceza kirin. Li gorî wan, ev fikr nemaze ya dawî wateya wan ittihad û xulûl e wate ‘yekbûn’a Xuda û alem e. Lê Mela fikren Hellac ji bo wehdetu’l-wucudê wek manîfestoyekê dibîne. Di Dîwana xwe de du caran erênî behsa Hellac dike.

Di van malikan de dibêje: ‘Hostayê ‘işqê dil hevot ser ta qedem hingî disot/ Remza enelheq her digot bawer bikin Mensûr e dil, Ji enelheq bi lebên le’li xeberdari buwîn/Bi gulaba serê zulfa xwe te Mensûri kirin. Li gorî Mela, fikrên Hellac bi îtihad û xulûlê nayên şîrovekirin. Ji ber ku di îtihad û xulûlê de du zat hene. Lê di fikra wehdetu’l-wucûdê de du zat tunene. Wekî me di serî de jî gotî, li hemberî zatê Xuda çi otonomiyek cûda tuneye. Mela fikren Hellac ji bo wehdet û yekîtiya zatê mutleq bi kar tîne û pesnê Hellac dide. Ya rastî ez jî wek Mela difikirim û di vê meseleyê de Hellac wekî mezlûm û şehîdekê Îslamê dibînim. Lê belê ez dixwazim bala we li ser mijarek dî jî bikişînim.

12347931_1148217698529418_5905831455303026598_n (1)

Di hizra Kurdî de heya tevgera Xalidîtiyê fikr û ramanên Hellac bi erênî hatine nirxandin. Eynu’l-Qudat, Mele Camî û hwd. Xalidîtî wek şaxek ji terîqeta Neqşebendî di nav formên Îslama skolastîk û formên şerîetê xwe vesaz kir û demek kurt de li Kurdistanê û heremên dî belav bû. Damezrînerê vê ekolê Mewlana Xalidê Şehrezorî bû û bi kesayetiya xwe ya şoreşkerî û karîgerî bîr û baweriya Kurdî kir bin tesira xwe.

Piştî Mewlana Xalid rewşenbîr û helbestvanên Kurd ên di medresa û dergahên terîqetê de nekarîn ji çembera vê fikra nû derkevin. Piştî vê guhertinê êdî fikr û ramanên Hellac bi nerêyî hate nirxandin. Yek ji wan helbestvanan jî Seyîd Qedriyê Cizîrî bû. Di helbestekê de dibêje:  ‘Sirê imkan ji seraperdeyê lahût me didî/Tu li halê şehê Mensûrê Helac pê nekevî.

     Vegerêm pirsa te ya duyem; bi dîtina min, fikra wehdetu’l-wucud bi panteizmê nayê îzahkirin. Ji ber kû, di panteîzmê de siruşt wek Xuda tê nirxandin. Lê wekî li jor min got, di felsefeya wehdetu’l-wucûdê de peywendiya Xuda û sirûştê an jî hebûnê wek mînaka neynikê tê nirxandin. Hebûn li hember zatê Xuda, ne aynê wî ye û ne xeyrê wî ye jî. Ev felsefeyek teybet e û bi dîtina min tenê di felsefeya tesewufê de heye û çi beranberiyê vê felsefeyê di wan sîstemên dî de tune ye. 

Ali Gurdilî: Ji bo xwînerên felsefeyê yên ku bi kurdî dixwînin û ku dixwazin bi kurdî felsefe bikin, gelo pêşniyazên cenabê te çi ne?

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Ez berî her tiştî cesareta wan a xwendina felsefeyê bi Kurdî, pîroz dikim. Karê wan ne hêsan e. Lê belê lazime her kes di warê xwe de fedakariyê bike. Îro pirsgirêka me ya herî mezin kêmasiya têgehên felsefî ye.

Sedemên kêmasiya têgehan di zimanê Kurdî de pir in û em nikarin li vir vê mijarê niqaş bikin. Lê li ber çav e ku Kurdî, zimanekî bêxwedî û bêkes maye û em jî îro vê zehmetiyê dikişinîn. Ji ber ku nifşên piştî me van zehmetiyan nekişînin, lazime em lêkolînên xwe zêdetir bikin. Gelek caran pêdivî bi çêkirina têgehan heye û ji ber vê jî lazim e xwendekarên me di vî warî de şareza bin. Ji ber vê jî lazime pir bixwînin û pir binivîsin. Li gorî pêşiyan em baştir in lê li gorî paşiyan em zeîf û kêmtir in. 

Ali Gurdilî: Mamoste, li ser navê xwe û li ser navê xwînerên Kovara Felsefevan, ez gelekî spasiya kekê xwe dikim û di kar û barên te de jî serkeftinê dixwazim. Malî ava.

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru: Ez jî ji bo te û xebatkarên kovara we gelek spas dikim. Ev karên ku hûn dikin karekî pîroz e. Ji we re Serkeftinên dilî dixwazim. Mala we jî ava. 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.10.2015 

Jêderên Giştî 

1- Di Felsefeya Mewlana Melayê Cizîrî de Evîna Ontolojîk-Molla Ahmed El-Cezerî’nin Felsefesinde Ontolojîk Aşk-Ontological Love on Molla Ahmad Al-Jazari’s Philosophy. Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru. Gotar.

2- Di bin Ronahiya Meseleyên Felsefeya Tesewufê de Melayê Cizîrî-Melayê Cizîrî in the context of Philosophy of Mysticism. Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru. Gotar.

3- ‘Di hizra Melayê Cizîrî de rewşa ontolojik û epistemolojik ên Heqîqet û Mecazê.’ Doç. Dr. M. Nesim Doru. Gotar.

4- Ekolên Felsefeya Îslamê di Dîwana Melayê Cizîrî de. Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru. Gotar.

5- Di Hizra Hebunê ya Melayê Cizîrî de Qedrê Ontîk ya Însan. Doç. Dr. M.Nesim Doru. Gotar.

Berhemên Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru 

1- ‘Pira ji Rojhilatê ber bi Rojavayê ve: Suryanî. – Doğudan Batıya Köprü: Süryaniler Ankara, 2007.’

2- ‘Melayê Cizirî, Ramanên wî yên Felsefî û Tesewufî – Melaye Cizîrî: Felsefi ve Tasavvufî Görüşleri, İstanbul, 2012.’

3- ‘Li Cem Suryaniyan Felsefe – Süryanilerde Felsefe, Yaba Yay., İstanbul, 2012.’

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin